BI MAURIZIO GARZONI PHONEMÊN KURDÎ

BI MAURIZIO GARZONI PHONEMÊN KURDÎ

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

 

Raif Yaman

1 PHONEMÊN KURDOLOGÊN EUROPAN Û AMERICAN

Ji sala 1787an ta 1887an yanzdeh kesên europan bi pîvanên philologya rojavayî li ser  kurdologyê xebitîne. Ji van yanzdeh kesan Giusseppe Campanile ê ku kitêba xwe li ser tarîx, dîn û folklora kurdan nivîsîye ne tê da, ên din gişkan gelekî bala xwe dane ser nivîsandina zimanê kurdî û li gor têgihîştina xwe ji bo rasttir nivîsandina phonemên vî zimanî jê ra li çaran gerîyane. Ji ber ku Campanile di kitêba xwe da cih daye stranek kurdî a dema xwe me phonemên wî ên kurdî jî hêjahî helgsegandinê dîtin. Bi dora chronologic, kurdologên sedsala pêşîn a kurdologyê ev in: Maurizio Garzoni, Peter Simon Pallas, Giusseppe Campanile, Ilya Nikolaevich Berezin, Peter Lerch, Alexander Borejko Chodzko, August Alexandre Jaba, Samuel Audley Rhea, Albert Houtum-Schindler, Eugen Prym û Albert Socin.

1.1       BI MAURIZIO GARZONI PHONEMÊN KURDÎ

Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda

Maurizio Garzoni sala 1762an çûye Mûsilê. Du sal şûnda li paytextê mîrektîya Behdînan li Amedîyê li bakurê rojhilatê Mûsilê bi cih bûye. Li wê derê ji bo kitêba xwe Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda (Grammatic û Vajnama Zimanê Kurdan) malzeme danehev. Maurizio Garzoni sala 1787an li Romê ev kitêba xwe weşandîye. Bi tarîxa li ser rûperê Decretum, kitêb di 27ê sermaweza 1786an da (Garzoni, 1787: 285) qedîyaye. Lê tarîxa weşandina wê 1787 e. Tarîxa kurdologyê û nivîsîna kurdî a bi herfên roman bi vê berhema Maurizio Garzoni dest pê kiriye.

Di Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda da du partên bingehin hene: Yek: Grammatica Kurda (Grammatica Kurdan). Du: Vocabolario Italiano, e Kurdo (Vajnama İtalyanî û Kurdî). Parta Grammatica Kurdan bi 7 rûperên pêşgotinê ra ji 74 rûperî pêk dihê. Parta Vajnama İtalyanî-Kurdî 214 rûper in. Li destpêka kitêbê 5 li dawîya kitêbê 5, li ser hev 10 rûperên vala hene. Tevî van rûperên vala kitêb li ser hev ji 298 rûperî pêk dihê.

Analysa Phoneman

Di rûperên 14 û 15ên kitêbê da 32 herfên ebceda farisî di bin navê Persicum (Farisî) û beramberên wan bi herfên roman di bin navê Latinum (Latinî) da hatine nîşandayîn. Di rastîya xwe da ji wan herfan gelek di elîfba zimanê latinî da tune ne. Ji ber ku herfên elîfba latinî di destpêkê da 21 in, paşê ji bo nivîsandina peyvên ji yûnanî ketine latinî herfên y û z lê hatine zêdekirin û bi vî hawayî hejmara herfan gihîştîye 23an. Maurizio Garzoni 9 herf li elîfba zimanê latinî zêde kirine. Di vê elîfbê da phonema /w/ a kurdî bi herfek bi serê xwe nehatîye nîşandayîn. (Garzoni, 1787: 14-16) Çimkî ev deng di ebceda farisî da tune ye. Faris bi و (waw) a erebî phonema /v/ dinivîsin û wê bi navê vav bi nav dikin. Ji vê elîfbê em têdigihên ku haya Garzoni ji ebceda kurdî  tune bûye.

Maurizio Garzoni di vajnama xwe da phonema /χw/ a peyva xwar bi digrapha ĸv “ĸvar” nivîsîye. Lê di nivîsandina peyvên din da em rastî vê digraphê nahên. Phonema /ʡ/ û phonema /χ/ her yek bi du herfan nivîsîne. Cihêtîya phonema /t’/ nîşan daye, lê kêm peyvên xwedî vê phonemê bi herfa nivîsîne. (Garzoni, 1787: 60, 65, 106) Piranîya peyvên xwedî vê phonemê û phonema /t/ mîna hev bi herfa T/t nivîsîne. Di peyvên b,la, k,nàrek, b,déi (Garzoni, 1787: 71) û etc. da bi virgulê phonema /ø/ nivîsîye. Maurizio Garzoni, bi hawayekî systematic nebe jî 39 phonemên kurdî di nivîsa xwe da nîşan dane. Bêpergalîya wî jî ew e ku heman phonem di heman peyvan da bi heman herfan nenivîsîne, bi herfên nêzdîkî hev nivîsîne. Ev 39 phonem her yek bi herfekê bi elîfbeyek phonetic nehatine nivîsandin. Carna bi herfekê 3 phonem nivîsîne, carna jî bi çar herfan phonemek nivîsîye. Phonema /tʃ/, /dʒ/ û /ʃ/ di gelek peyvan da bi hawayê zimanê xwe ê maderi, bi hawayê italianî, nivîsîne. Di hindik peyvan da jî heman phonem bi herfên xwe ên taybet ên ji bo kurdî amadekirî nivîsîne.

Garzoni di nivîsandina gelek peyvan da nikanibûye phonemên /χ/, /ʁ/, /q/, /ħ/  ji hev û din derbixîne. Phonema /ħ/ a serê peyvan şaş nivîsîye. Di nivîsandina hejmarên heft, heşt, heftê, heştê û hezar  da ev şaşitî bala meriv dikişine. Nivîskar ev hejmar wusa nivîsîne: Ahft, Ahst, Ahfté, Ahsté, ahzár (Garzoni, 1787: 17) Di hindik peyvan da jî phonema /χ/ û /ʁ/ bi herfa pê phonema /k’/ ya jî phonema /q/ ra li nav hev xistîye. Di gotina Az koláme tá[1] (Garzoni, 1787: 23) da phonema /χ/ bi phonema /k’/ nivîsîye. Phonema /h/ li serê peyvan nîşan nedaye. Di şûna Az hatum, Au hat da Az atum, Au at nivîsîye. (Garzoni, 1787: 38) Çend şaşitî ne tê da li dawîya hejmarên kurdî û gelek peyvên din phonema /h/ rast nivîsîye. (Garzoni, 1787: 17)

Garzoni phonema /k/ a nava peyvê û dawîya peyvê di gelek peyvan da bi herfa ĸ nişan daye. Di hindik peyvan da jî ev phonem û phonema /k’/ li nav hev xistine; yek caran phonema /k’/ bi herfa phonema /k/, yek caran jî phonema /k/ bi herfa phonema /k’/ nivîsîye. Pir caran heman peyvên kurdî hem di heman rûperî da hem jî di rûperên cihê ên kitêba xwe da bi herfên ji hev cihê nivîsîne. Ji van peyvan yek peyva qodé (xudê) ye. Ev şaşitî di nivîsandina peyvên xwedî phonemên di italianî da tune ne, lê di kurdî hene pirtir xwe dide xwîyakirin. Di gelek peyvî da phonema /ʃ/ bi herfa phonema /s/ bi s nivîsîye. Giuseppe Campanile li ser vê şaşitîya Garzoni wusa nivîsîye: “em dibînin ku hema hema hemî Scin[2] bi Sinê nivîsîne. (Campanile, 1818: 117) Di kitêba Garzoni da gelek şaşitîyên grammatical jî bi hawayekî berbiçav xwîya dibin. Di parta grammatickê da li gor dem, kes û hawayê aktîf û pasîf verbên kurdî dane nasandin da jî zaf şaşitî kirine. Di syntax û hêmanên din ên grammatical da jî gelek xeletîyên wî bala meriv dikişînin. (Garzoni, 1787: 41-48)

Transcriptiona Metnê Eslî

AXAFTINE BEYN DU AẌA MUSULMAN[3]

Îsmaîl û Mustefa

Îsm.               Selam a’leîk

Must.             A’lêîk selam, û raḧmet Ellah

Îsm.               Sabaḧ’l Qer. Keîfa te çava.

Must.             Elḧemdellah (oppure)[4] Şukir Xudê) Kence, tu çava

Îsm.               Şukir Xudê.

Must.             Atina te Enşallah Qêîre.

Îsm.     Enşallah Qêîre. Iarî min ezîz. Ez atum nik te katir îek pişare; nîasum dilê te kence gel min; û pinavastum pêîdakim îek eks te amîntera.

Must.             Ser sere min. Bo Kelmeta te çu teksîr nakem.

Îsm.               Xudê t’avêz kit. Te ‘ecis neke, eger bu te bêjum çe ser min at.

Must.             Teklîf biele Kinarek, eu bêîn me betal.

Îsm.     Goh bidêî bu men. Bu te emmu eskera bêjum. Par Mîr mi vererkîrîe ser çahr gund katir draf bistînum. Min bavêrkirîe (1) ki kes eşîar nabit. Min stand ehzar qruş zêîde bu min; mirovik gund (nezanum kîîe) skayat da nik Mîr. Eu eḧzar eks min Kerbe (2) vekirîe, mi derekast, pasi ki talankirîe male min, û stand emmu pez û estir; nuk tu fikir bike çava ez şapirze, azkim ki tu nîşan dêî bu min, çe lazim çibikim.

Must.   Dil Xu Qereb neke (3). A’lac evî zeḧmet nîne. Eu reng çibke. Binêvîse îek mektûb bu malqoî (4), û gel mektûb virerbike du kîsa (5), û Krar bike, eger şugolête pêk înît seh kîse k’îdî; emme eu besse nîne, em lazim virerkeî îek dîarî bu Mîre eks reng evî, katir gel Mîr axevît, ki çu car bi dil evî nekit (6).

Ism.               Bu Mîr tiştikî tivêt?

Must.             Malûm. Ew kifse.

Ism.               Nizanum çe li dêm.

Must.             Malqoî bu te binivîsît, çe lazim.

Ism.               Kîva peidakim inde draf?

Must.   Tu Mirovî şatir nîne.  Tu çû car te nebîîst, çava çikîrîe mami te de selî bir eîke? Çibke sîbî evî. Tu deîn bistîne çent eucebît, û pasî Kengî cari kidî Mîr dil xu (7) çêkirîa gel te; û geiştîe mal; tu aîa gelek fellaḧ (8), raîa te, ki frengî bû; Ti eu eḧcet bugre, û wan bidey naf zencîr (eu erro erro  emmu Patşa Romi çikêt)  û bistîne eks wan zêîde çi t’eucibû. Er fellaḧ ki dibit frengî lazim esab kir duşman eks Musulman. Çe tivêt senaîtere?

Ism.               Eger bu te rast bejum; inde ez alozî bû (9) ser eu şugul, ki eks emmu min sbîr kirîe.

Must.             Qemme ehdî na ilgire. Çibke çe min got bu te, û keîfa xwe îne.

Ism.               Fikire te mi tenakîrîe; ez eks te biçûm kauvî rajî. Katira te.

Must.             Veqara te bi qeîr.

Ism.               Xudê şugulête daîmen rast înît. Ehzar salî bît. Xudê beehşt det bu te.

Nivîskar di bin vê axaftinê da ev phrasên kurdî nivîsîne, tercûmeyî italianî kirinê û ji bo xwendekar têbigihên malûmatên pêwîst bi berfirehî dane (Garzoni, 1787: 70-74):

Min bawerkirîa, ki kes eşîarnabit

Eks min kerba vekirîa

Dil xu Qerab neke.

Malqoî.

Du Kîsa.

Bi dil evî na kit.

Dil xu çêkirîa gel te.

Fallaḧ.

Allozî.

Bi Kurdîya Îro

AXAFTINA DI NAV DU AXAYÊN MUSULMAN DA

Îsmaîl û Mustefa

Î.                   Selamun eleykum.

M.                 Eleykum selam û rehmetullah.

Î.                   Subeha te bi xêr. Kêfa te çawa ye?

M.                Şukur ji xwedê ra, qenc e. Tu çawa yî?

Î.                   Şukur ji xwedê ra.

M.                Hatina te înşallah xêr e.

Î.                 Înşallah xêr e. Dostê min ê ezîz, ez ji bo pirsekê hatim nik te. Zanim tu ji dil li gel min î; û ez nikanim yekî ji te amintir peyda bikim.

M.             Ser serê min. Ji bo xizmeta te tiştekî texsîr nakim.

Î.                Xwedê hefza te bike. Eger te eciz neke, çi hatîye serê min ji te ra bibêjim.

M.             Teklîfê li kinarekî bihêle, ew di nav me da betal e.

Î.         Guh bide min. Ji bo te ez hemû eşkera bibêjim. Par Mîr ez bi qatirekê bi rê kirime ser çar gundan, ji bo dirav bistînim. Min bawer kirîye kes hişyar nabe. Min ji bo xwe hezar quruş zêde standîye. Ji gund merivekî (nizanim kî ye) li nik mîr şikayeta min kirîye. Ew hezar li min hatîye kerbê. Paşê min tê derxist kê malê min talan kirîye, pez û hêstir standîye. Nuka tu fikir bike çawa ez şepirze bûme. Hez dikim, tu rîyekê nîşanî min bidî. Lazim e çi bikim?

M.       Dilê xwe xirab meke. Îlaca vê zehmet nine. Bi vî rengî bike: ji bo malxweyî mektûbekê binivîse li gel du kîsan bi rê bike û vî karî bike, eger şuxulê te pêk bîne sê kîsikên din… Hema ev bes nine. Lazim e em ji bo Mîr dîyarîyekê bi rê bikin. Bi vî rengî li gel mîr biaxive û jê ra bibêje ku tu çi car ji dil evê nakî.

Î.                   Ji bo Mîr tiştek divêt.

M.                Malûm. Ev kifş e.

Î.                  Nizanim çi bidimê.

M.                Malxweyi’ê ji bo te binivîse, çi lazim e.

Î.                  Ez’ê li ku peyda bikim hinde diravî?

M.               Ti mirovê şatir nîn e. Te ti carî nebihîst mamê te du sal berî hay bike çawa kirîye? Sibe vê bike: çend hewce be, tu deyn bistîne, û paşê kengî careke din te dilê Mîr li gel xwe xweş kir; haya te jê hebe, gelek fellah, reîya ku bûn freng, tu wî hecetî biguhere û wan zencîr bike (ew hemû paşayên romî çi dikin), ji vîyan zêdetir hewceyîya te bi çi hebû? Lazim e her fellahê dibe freng dijmin bihesibînî, musulman. Çi divêt senayîtir e?

Î.                  Eger ji bo te rast bibêjim, li ser vê şuxulê ez hinde alozî bûm ku eks hemû min sebir kirîye.

M.               Êdî xeman hilmegire. Min ji bo te çi got wê bike, û kêfa xwe bîne.

Î.                 Min mitala fikrên te kirîye; ez qewî razî ji cem te diçim. Bi xatirê te.

M.               Oxira te a xêrê be.

Î.                   Xwedê şuxulê te daîma rast bike. Hezar salî bibînî. Xwedê buhuştê bike para te.

 

Tableau 1: Bi Maurizio Garzoni Phonemên Kurdî

No Consonant EPB[5] No Vocal EPB
1 B b /b/ 1 A a /ɑ/, /ɑ:/, /ε/
2 C c /tʃ/, /ts/ 2 ā /ʡ/, /ɑ:/
3 /dʒ/ 3 à /ɑ:/
4 D d /d/ 4 á /ɑ:/, /ε/
5 F f /f/, /v/ 5 Ǣ /ʡ/
6 G g /dʒ/ 6 E e /ɪ/, /ø/, /ε/
7 H h /h/ 7 é /ø:/
8 J j /j/ 8 è /ø/, /ε/
9 K k /k/, /k’/, /q/, /χ/ 9 I i /i/, /ø/
10 K ĸ /k/, /k’/ 10 O o /o/, /o:/, /ɵ/, /u/
11 /χ/, /q/ 11 ó /o:/
12 L l /l/, /ɭ/ 12 U u /ɵ/, /u/, /o/
13 M m /m/ 13 ú /u/
14 N n /n/ 14 , /ø/
15 P p /p/, /p’/ No Diphtong EPB
16 Q q /χ/ 1 ai /ɑi/, /εi/, /ɑj/, /εj/
17 Q̣̈ q̣̈ /χ/ 2 au, àu, aú /εw/
18 R r /r/, /ɾ/ 3 ei, éi, /ɪi/, /εj/, /ɪ/
19 S s /s/, /ʃ/ 4 ia /jɑ/, /ijɑ/
20 T t /t/, /t’/ 5 /iʡɑ/
21 /t’/ 6 ie /jε/
22 V v /v/, /u/, /ɵ/ 7 ìe /ijε/
23  ẍ /ks/ 8 io /ijo/
24 Z z /z/ 9 oa /uwɑ/
25 /ʒ/ 10 /ojɪ/
No Digraph EPB 11 oi /oi/, /oji/
1 /ʁ/ 12 ua /uwa/, /ɵɑ/, /vɪ/, /wɪ/,
2 gh /g/, /ʁ/ 13 /uʡɑ/
3 hh /ħ/ 14 /wɑ/
4 sc /ʃ/ 15 ui /ɵi/,
5 vv /w/ 16 ùi /u:i/
6 zi /ʒ/ 17 /ui:/
7 ue /e/
8 ĸv /χw/
Trigraph EPB
1 hhk /χ/

Riataza

[1] Bi elîfba roman a Celadet Alî Bedirxan: Ez xulamê te

[2]Şîn ﺵ û Sîn ﺱ navên du herfên ebceda farisî ne.

[3] Ji bo metnê authentic li Peywest 1.2. Maurizio Garzoni binihêrin.

[4] Bi italianî tê mana ya jî.

[5] EFN: Elîfba Phonetic a Beynelmilel  (IPA: International Phonetic Alphabet)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev