Mihemedê kurd û hin çîrokên din -17

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -17

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî 

Dûrat el Mûlûkê amûrên xwe ên sihrê bi kar anî û dît wa qesra Badr el Mahayê li aliyê Çînê ye. Dotmîrê, bi dîtina cihê hevala xwe ve, tirsa xwe şkênast û gote Mihemed:

“Metirse! Tê bi mirazê xwe şa bî, hemû hêvî û daxwazên te wê pêk bên. Tu bi ya min bike, sibê rabe here bal mîr, bêjê ezbenî, lava û rica dikim, ku min tenê bişînin ser wî heydûtî, naxwazim tu leşker bi min re werin. Jixwe ew kesek tenê ye û ez ji xwe bawer im, tirsa min nîn e. Ew hezkî heydût dibe, hezkî dêw dibe ferq nake, tu bîst roj midet bide min, ez ê mirî an jî zindî ji te re bînim. Dû re vegere were cem min, ku ez ji te re bêjim ka tê çi bikî.”

Mihemed bi ya dotmîrê kir û roja din derket pêşberî Mîr Gulnar. Mîr jî, eskerên xwe amade kiribû û gotibû wan, hûn ê bi Mihemed re heya sînorê giravê herin, lê bi wî re derbasî aliyê dinê nebin, bihêlin ew tenê here. Bihêlin bira dêw wênî daqurtîne û divê hûn ji kesî re behsa tiştekî jî nekin.

Dema Mihemed derket hizûra mîr, mîr jê pirsî ka haziriya xwe kiriye yan nekiriye. Mihemed bersîva wî dayê û gotê ji zû ve amade ye, hazir e ku derkeve rêya xwe, lê lavayî kir, ku mîr kesî bi wî re neşîne, û ew teba çi dibe bila bibe dê bikuje û bîne.

Wê teglîfa Mihemed gelekî mîr dilşad kir, li gorî Mîr Gulnar çûyina Mihemed hebû, veger tunebû. Bi wî awayî pesnê Mihemed da, spasiyên xwe pêşkeş kir.

Mihemed midetek wext ji mîr xwest ku wezîfa xwe temam bike. Mîr hin malûmat danê û gotê heydût bi rêwitiya heft roja dûrê me ye, Mihemed jî heft roj çûyin, heft roj hatin û heft roj jî ji bo şer xwest, ku bidî ser hev dike bîst roj. Mîr bîst roj midet da Mihemed, hêsaniya planê mîr zef kêfxweş kiribû, dû re gelek diyarên giranbiha da, Wezîr Caîfol, xwediyê planê.

Wezîr Muşîr bi wan agahiyan gelekî xemgîn bû û got:

“Wax wax, heyfa vî mêrê ciwan ku êdî xilasiya wî nîn e”. Lê tirsa mîr newêribû dengê xwe derxe, tiştekî bêje.

Mihemed vegeriya cem jina xwe û jê re behsa axaftina xwe û mîr kir. Dûrat el Mûlûkê got:

“Gelekî baş e, di dinyayê de hertişt bi sedem û encamekê heye. Ger em werin sedema vê, em baş dizanin, ka çima mîr tiştekî weha dixwaze û ji bo encamê jî em ê bibînin ka wê çi derkeve meydanê. Wextê me kêm e, divê em bi lez û bez dest bi karê xwe bikin. Niha vê namê hilde, li hespê xwe siwar be û hefsarê berde û bihêle hesp te bibe, bergîlê te li ku sekinî li wir peya be, ku wê ber bi êvarê li ciyekî bisekine. Qût û erzaqê te jî, dê di walêzê li ser pişta hêsp de be, ku heya qesra Badr el Maha yê wê têra te bike. Dema te xwe gihande qesrê keçeke ciwan a xwediyê bedewiyeke bêhempa dê pencerê veke û ji te bipirse ka çi dixwazî.  Dû re tê bi rêz û hurmet nameya xwe nîşanê wê dî û bêjê te ji hevaleke wê ya herî hezkirî nameyek jê re aniye û tu nikarî bê cewab vegerî. Tê li benda bersîva wê bî û dîsa ew çi ji te bixwaze tê bikî.

Mihemed baz da ser hespê xwe, Dûrat el Mûlûkê niviştek kire ber stûyê hêsp û got:

Bi xêr û xweşî here û vegere. Mihemed jê pirsî:

Baş e lê ez ê bi kîjan alî herim? Dotmîrê got:

Hevsarê berde, bila hesp te bibe.

Mihemed hefsar berda û dest bi rêwitiya xwe kir.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev