ZAYENDPERESTÎ DI MESELOK, METELOK Û GOTINÊN PÊŞIYAN DE -3

ZAYENDPERESTÎ DI MESELOK, METELOK Û GOTINÊN PÊŞIYAN DE -3

Lêkolîner Şemoyê Memê ev gotara xwe a kêrhatî û kardar ji malpera me ra şandîye. Em sipasîya wî dikin û ji ber ku nivîsa wî dirêj e, em wêya dikin 4 perçeyan û 4 rojan dû hev wê çap dikin. Fermo, îro beşa wê a sisîyan bixwînin!

 

Şemoyê Memê 

Di gotinên pêşiyan de gelek caran hatiye wekilandin ku jin û mêr bi hev re meneya jiyanê temam dikin û ger bê hev bimînin ên hevsengiya xwe bidin der. Divê xwedîyê herduyan jî hebe. Ger bê xwedî bin rê derdikevin lê herî zêde bêxwedî bûn kêrî jina nayê, çimkî tê gotin ku jina bêxweyî har dibe, lê mêrê bêxweyî jar dibe. Helbet di vir de xuya dibe ku civakê mêr wekî kesên xwedî otorîte û qaîdeyan, wekî berpirs û berdewamiya sazûmanê, lê jin jî wekî kesekê kebanî ku merê xwe xwey bike û bi rêk û pêk bike, xwarinan çê bike, serçekên wî bişo û lê çeleng û xurttir bike ( kincê mêr, merîfeta jinê ye), ger vê neke mêr bi tena serê xwe nikare xwe xwey bike û ê jar bibe, ê bikeve ber desta. Loma zewac jî bo lawikan hatiye teşwîq kirin ku bila rewşa wan rêkûpêk be.

 

* Serê jin û mêr ne ji axekê be, nare ser belîfekê.

* Axa jin û mêr cîkîne.

 * Tirba mêr û jin yek e.

 * Şerê jin û mêr heta êvarê.

* Ku ayê mêr jinê ne li ser hev bin, li hev nagerin.

* Aqilê mêr û jinê ne wekî hevbe naê ser belgîkî.

* Mêr dimire jin har dibe, jin dimire mêr jar dibe.

* Qîz bêxweyî dibe har dibe, kur bêxweyî dibe jar dibe.

* Jin bêxwayî dibe har dibe, mêr bêxwayî dibe jar dibe.

* Jin ku bê xwey bû, qedrê xwe unda dike.

* Jina bêxweyî kesekî şerm nake.

 

2.3. Zewac û Qaîdeyên Hilbijartina Hevseran

Zewac pêvajoyeke gelek giring e û divê biryareke aqilane hevser bê hilbijartin. Mezinan seba vê hilbijartinê gelek şîret li peyrewên xwe kirine ku axir poşman nebin. Zewac û malbat hertim hatiye ecibandin û wekî saziyeke pîroz hatiye pejirandin. Hatiye şîretkirin ku xort û keçan zû bizewicînin. Eger na, qîzê bibe bela serê dê-bavê xwe, ê gelek keviran pey bavêjin. Dîsa tê gotin ku “qîza xwe zû verêke, eyb neyê ser.” Yên tên xwestinê keç an jî jin in. Peyva ‘jinanîn’ û “mêrkirin” jixwe zayendperestiyê jî eyan dike. Li vê karê de yê kirde her tim mêr e, ku dixweze û jin tê xwestin ango bireserek e. Lê jin herçiqasî wekî bireserekê tê şayesandin jî, jin di nav tevgera malê de kirde ye wekî mal mala wê ye, zarok jî ber destê wî mezin dibin helbet divê jineke çê bê anîn. Madem ya tê anînê keç an jî jin e, mezina gelek pîvan ji bo yên bên anîn danîne. Divê ev jin bi esl bin. Çawa avê tînin çavkaniya divê jinan jî bînin bieslî ya. Yên neynê anînê jî ew in, keça malgerok, kudkudo, çavlider, nazdar, dilçivîk, kenok û spehî. Yên spehî û bedew jî dibin bela serê mê xwe. Jina speyî her belaye, Jina bedew bela serîya ne. Çawa yê tê xwestinê jin e, yê tê berdan dîsa jin e û peyva “jinberdan” li vê yekê eşkere dike. Herçiqasî jinberdan di nav civaka kurdan de tiştekî şermê bê zanîn jî, jin berdan li gor qaîdeyên olî gelek hêsan e û “telaqê jinê sê kevirin.” Mêr berdan tiştekî ne hêsan û civakê rê nedaye jinê ku mêrê xwe berde.

 

Wexta ku em mesele, metelok û gotinên pêşiyan dinêrin qaîdeyên hilbijartina hevseran de hema bêje bi tenê behsa “jin”ê tê kirin. Çawa jin binyata malê hatiye zanîn helbet divê avakirin û rêbirina malê de jî hêmana sereke çawa jin e, lema hilbijartina jinê jî tiştekî nehêsan be. Balkêş e, di nav mesele, metelok û gotinên pêşîyan yên me tespît kirin de bi tenê metelokek behsa qaîdeyan zewacê yên ku şîretan keç an jinan dik e heye û wisa ye; Ne jina kenok, ne mêrê gerok; ne jina gerok, ne mêrê dilbezok. Lê li vir de jî dîsa behsa mêr bi hinceta jin hatiye kirin.

 

Civat ji bo zewacê merca qîztîyê daye pêş, giringî daye keçanîyê, lema anîna jina bî neecibandine û jina bî wekî karesatekî mezin ku hatiye serê mêr hesibandine. Gotine “bila qîz be, bila pîr be.” Jina bî qodixlî, nanê ceh û dewê tirş, malikê mêra xirab dikin. Zewaca du an pir jinî wekî “hêwîtî” wekî derdekî giran û wekî êşa dirana hatiye zanîn û nehatiye pêjirandin.

 

* Avê vexwe ji serê kaniya, jina bîne ji esilîya

* Jina têr-talan bira rastî gurê çîya neyê, gur gune ye.

* Ne mêrê fihtokî, ne jina kenokî.

* Jina kudkuda nekeve destê dijminê min.

* Tu kê genim bikirî, li erd binêre,

Tu kê qîzê bibî, li dê binêre.

* Qîza filan dê ye, esilê wê heye

* Qîza mêr kevira pey navêjin.

* Qîza mêrnekirî qara dê bavê ye.

* Qîza xwe zû verêke, eyb neyê ser.

* Qîzê tînî tu zanî, jinêbîyê tînî ez zanim.

Mêrberdayê tînî, serê hespê min berde, hespê minê texe.

* Qîza qenc bê mêr nabe.

* Qîza geroke nabe bûk.

* Qîza dilçivîk wê bê mêr bimîne

* Jina bî nekeve tu mala.

* Mêrê bê mal, mîna xanîyê bêdar.

* Jina xirab qeyd e ne tê kuştin, ne tê berdan.

 

Gelek şîret keç û kuran hatiye kirin ku piştî zewacê çawa tew bigerin. Qîdeyên herî zêde ji bo bûkê hatine danîn û hatiye çaverê kirin ku êdî dest ji mala bavê xwe bişo seba vê yekê hatiye gotin, bûk çû mala gere dê û bavê xwe têke şimik û ser re derbas be. Dîsa ev şîret li mêr hatiye kirin ku “ tu zewicî jina xwe zef neşîne mala bavê.” Jin wekî kesên piştî zewacê her dem çavê wan li mala bavê ye hatine teswîr kirin. Xwesiyek jî ji ber sersariya bûkê gotiye, “Bûkeke min heye mala bavê de ye.” Mala mêrê wê xezne be jî dîsa çavê wî mala bavê ye.

 

2.4. Dê û Bav û Pêywendiya Wan bi Zarokan re 

Dê wekî formekî jinê û bav jî wekî formekî mêr di nav gelek mesele metelok û gotinên peşiyan de hatine bikar anîn. Lê dîsa em dibînin ku berevajî bav, dê bûye mijara gelek gotinan. Helbet dê wekî jinekê avakara malê hatiye hesibîn. Lema jî peywirên hundurê malê, pê re fêrkirina zarokan jî zêde zêde li dê hatine bar kirin. Ev yeka xwe gotinên pêşiyan de jî dide der. Dê çawa stûna malê ye wisa jî xerca malê ye û neferên malê hembêz dike û dihewîne. Bi vê yekê helbet dibe modeleke sereke jî bo cîvakîbûna zarokan de. Bêşik dê tê çaverêkirin ku herî zêde bandora xwe qîzê bike ne kur, çimkî divê kur ji bavê xwe fêr bibe û pîyê xwe bilind ke cihê bavê daîne. “Kurê bavê xwe” vê yekê dinimîne. Bav ji bo kurê xwe dibe modelekî “mêrxasiyê” û xwebaweriyê ye. Lema divê bav kesên serwext û bitedbîr bin. Wexta ku keç û kur mezin bûn bivênevê ê dê û bavê herin, wekî bav xirab be tê gotin “bav çi se ye, kur jî wa ye.”

 

Her çiqasî cîvaka kurd, wekî cîvakeke baviksalar be jî, gelek nimûne hene ku qîma me pê bê ku di nav civaka kurd de heta demekî nêzîk bandora dayîksalariyê hebûye. Wekî tê gotin, berê texte ya jinan bûye.Ev gotina pêşiya ji alîkî de xirabiyên civata îro kêmasiyên navbera jin-mêran rexne dike(Alakom, 2013; 76), alîkî de jî bendewarîya wextên zêrîn yên dayiksalariyê dike. Çawa gelek caran zarok bi navên dayikên xwe, ne bi bavên xwe hatine nasîn. Li ber dilê zarokan dê zêdetir hatiye hezkirin û hatiye gotin, “dê ji bav şirîntir e”, “dê hejandiye, dê mêjandiye”, “zarok li ser milê dê mezin dibin”, “zarok ya dê ye ne ya bavê ye”. Mirina bav, li hember mirina dê bandorê zarokan nake û hatiye gotin, “bav dimire, zar nizanin bavê wan miriye, dê dimire stûyê wan xar dibe.” “Wexta dê dimire, destê wê jê bikin, pê êtîman bikutin.” Cihê dê ewqasî payebilind e ku hatiye gotinê ”dayîk hat derda, Xudê rabû berda.” Dê dîsa jî bi tena serê xwe nikare zarokan xwedî û mezin bike û “tev bavê weke cot bask e.”

 

Balkêşe di gotinên pêşiyan de wexta gotin tê ser jinê herî zêde taybetiyên xirab tên nişandan lê belê wexta jin dibe “dê” ev ziman diguhere zimanekî nerrm, wê wextê wekî jinekê “dê” mêr bi qîmettir, bi hêztir, bi dilrehmtir ( dê doşeka zara ye) û zanatir tê nîşandan. Dê di elimandina zarokan de navgina sereke ye û perwerdeya ewilîn dê dide zarokan lema “dê medresa zara ye.”

 

* Qîz tim û dayîm pişta dêye.

* Diya qenc qîza qenc jê dikeve.

* Bextê dê cihêzê qîzê.

* Dê li dotê tê, giha li kokê tê.

* Kurê bavê çêdibin,

Sed salî dinê dibin,

Dîsa rokê fêna bavê dibin.

* Kurê mêrxas bava diçin.

* Kurê meriv ronaya çevê meriv e.

* Mala kuran, malê duran.

* Qîz qîza dê ye.

* Diya meriv ronaya çevê merive.

* Îsan çiqas çê ye, ille dê ye,

* Îsan çiqas pake, îlle make.

* Jina çê ber dara dergûşê belî dike.

 

2.5. Zarokên Keç û yên Kur 

Di civakên kevneşop de sedema herî giring ya avakirin û rewşa malê hebûna zarokan e. Jixwe mala bê zarok xirabe hatiye zanîn. Qîmeta ku ji bo zarokan hatiye danîn rewşa çandî û civakiya miletekî radixe ber çavan. Di malê de cih û nirxê zarokan li gor her civakekê û li gor guhastinên çand û civakî yên heman civakê diguherin. Di nav gotinên pêşiyan de jî kevneşopi mora xwe gotinan xistiyê û helbet ev yeka di nav civaka kurdan de jî eşkere ye.

 

Herçiqasî gotinekî pêşiyan de hatiye gotinê, “kur jî ewled e, qîz jî ewled e” lê civak hertim zarokên kur keçikan zêdetir xwestine û kur wekî berdewamîya malê hesibandiye. Nebûna kur wekî bêruh û bê giyanbûnê hatiye zanîn. Kurê mezin wekî cîgirê bav û dara pişta bavê ye lê qîz warê xelkê ye. Qîz ne ji nefera malê ne. Qîz zêr be jî mala bavê de namîne.Kur ezîzê malê, çara bavê, axayê malê û wexta zewicî jî cinarê bavê hatiye hesibîn. Bazîl Nîkitin jî destnîşan dike “ kur zêdetir tê xwestin û her tim ber dilê dê bava ne. Keç kêm caran ber dilê dê bava ne. Eger hemû zarokên jinekî qîz bin, dilê xelkê pê dişewite û her tim tinaz û qerf lê tên kirin” ( Nîkîtîn, 1994;192). Diya qîzê jî wek jin keçikan naxwaze, çimkî zarên keç wekî gunehkariya jinê tê pejirandin. Qîmeta jinê bi kurên zêde ve bilind dibe û bûkekî gotiye; “ Bûkê gote xezûr, diçî şeher kumekî kurê min re bîne, go; lawo, kur te ra bive, ezê kolozê xwe daynim serî.” Çawa di gotinên pêşîyan de newekheviyek di nav jin û mêran de hatiye danîn ev yeka di navbera keç û kuran de jî hatîye danîn. Xeysetên jinan keçan jî hatine bar kirin û xeysetê mêran jî kuran hatine bar kirin. Cih û rolê qîz û kuran jî hatiye destnîşan kirin û civakê rêyeke zêde fireh nedaye qîzan, divê tixûbê wan nav malê be wekî “kur dikare bibe mîr, qîz gotî bibe dê.” Dîsa tê gotin ku qîz teşîya dê radike, wekî şuxulên nav malê dike û fêrî rolên dayîkan dibin, kur jî dara bavê bilind dike wekî ebûra malê ser wî ye û fêrî rolên bavan dibin.

 

* Kur jî ewled e, qîz jî ewled e,

Herdu jî hevdu şîrintir in

* Kur dûê kuleka bavê xwe ye

* Kur tune, ruh tune.

* Xirab dibe mala zêran,

Xirab nabe mala kuran.

* Qîz li taxiriya dê ye, kur milkê bavê ye

* Qîz teşya dê radike

* Qîz malê xelkêne, mêvanê bavan in.

* Qîz dîwarê xelqê ye.

* Qîz ewledê xelqê ye

* Qîz warê xelqê ye,

* Qîz mêvanê malê ye.

* Qîza kê heye ew padşa ye.

* Qîza kê heye kulê wan zef in.

* Qîz dara şkestiye.

 

Wexta ku jinik dibe ducanî çaverê tê kirin û amedekarî tê kirin seba kurekî, ger keçik bibe wê wextê rûtirş dibin. Dîsa qerf wî kesî tê kirin wekî “bavê keçikan.” lema hatiye gotin, kur dibin herdu desta digirin, qîz dibin destekî digirin. Çimkî, qîz bi destekî tê girtin, warê xelqê ye.

 

* Jina wî hemle ye, kumekî kura anîye.

* Qîz e lema, bavê medekirî ye.

 

Dîsa qîz wekî kesên cahil, dilçivîk, serhişk hatine şayesandin carcaran jî qîz wekî gula malê, sêva sor hatine binav kirin. Wekî bi forma bedew, diltenik, gêj, berevajî vê yekê jî kur wekî xezne, dur, mêrxas car caran jî wekî keçikan cahil, nezan û gêj hatine bi nav kirin. Divê miqyata qîza bin an teqez yên biryarên xelet werbigrin. Jixwe lawiktî û keçiktî qonaxeke cahiltiyê ye û wî qonaxê de her du alî jî serhişk in, ne serwext in, bêaqil in û gêj in. Wekî gotinekî de jî derbas dibe ; Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e, jina pîs tim keçik e. Ev analîzeke derûnîye ku civakê karîye vê yekê bibîne. Li gor rewşa kesayetiyê sê rewş hene; Cahal, dêybav û ahal. Keç û kur wekî kesayetiya cahaltiyê de ne ku mêr û jin ger ne serwext bin hertim di vê qonaxê de ne. Dîsa civakê baş çavderî lê kirîye û gihîştiye qinyata kelgengîbûna wan û gotiye, qîz ce ye, kur genim e. Ev yeka jî alîyê mezinbûn û têgihîştinê niha rastîyeke zanyarîyê ye. Qîz çawa dilçivîke, bi vê re jî dilsaf e û kela wî zû radibe û zû dadikeve lema jî çawa di nava dîzê de her tişt zû dikele û sar dibe, hatiye gotin, dilê qîzê kela dîzê. Dîsa ciyawaziya qîza çê û neçê hatiye nîşan kirin û divê qîz çê be û bielime gelek tiştan.

 

* Perça jina zû datîne.

* Dilê qîzê kela dîzê.

* Qîz bengî dibe, hemû tiştî bîr dike.

* Qîz ce ye, kur genim.

* Xwestina qîzê bihêlin, wê yan defçî yan zurnecî bistîne.

* Qîz piçûkî şîrîn in, mezin dibin xerîb in.

* Qîz gula malê ye.

* Qîz dibê; Diya min tê tune be, îda çi xêra min heye herim mala bavê xwe.

* Qîz yan dê diçe, yan pîrikê.

* Kur ku heye zevîyê genim e.

Qîz ku heye zevîyê cê ye

* Qîz pêşê dê hiltîne, kur darê bavê hiltîne.

* Qîz heye dilçivîk e.

* Qîza bedew zimanê wî dirêj e.

* Qîza çê mala bavê xwe de namîne.

* Qîza bê bav çiyaê bê av.

* Qîza dîn cirma bavê ye.

* Qîza bêbext mal de dimîne.

* Qîza malê xirab e, me qencîya bûkê jî nedît.

* Qîza namûs ji navê xwe ditirse, qîza bênamûs ji çi?

* Qîza pak be, heft kura hêja ye.

* Qîza filankesê xûna mêrekîye.

* Qîza çê mala bavê xwe de namîne.

* Qîza çê teyr hewa re here, wê naxiş-nimûş jê hilîne.

* Qîza re neçe, qîz ter in, qîz zef digerin. Dayka dergûşa re here zû vegere.

* Qîzê dil kir, tas avît, dîwar qul kir.

Wêne: Mihemed Erzurum

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev