KANIYA PÊNCÇAVÎ -16

KANIYA PÊNCÇAVÎ -16

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

MA ÇI RAST E 

Mi bext xwar hem siûd xwar va serêm xwar ma çi rast e?
Xewezî leylanek an xewn ba wekî par ma çi rast e! (Q)

 

Xeyal hişk bûn bi dest nayên divê ku bêne avdan
Tu negrînî dilo çavên xwe yên ar ma çi rast e?(Ş)

 

Hemû çewt in li min dijmin, mi dost nînin tenê me
Ne ev bajar ne dergistî ne dîdar ma çi rast e?(Q)

 

Li gerdûnê hebûna min tenê bes yek delalek
Mixabin lê ji yar dûr im di bin bar ma çi rast e!(Ş)

 

Dema çû da dema çê dil ji bo j’berkê w di şîn be
Dida ber zikr dilê parsek ji bo yar ma çi rast e!(Q)

 

Erê welleh jiyan pûç e û jan ya dil çi derd e
Gelo derman ji bo derdê dilê jar ma çi rast e? (Ş)

 

Dibêjin Nîçeyê Doçlendî fêhm kir jîn ne rast e
Bi Qasî min jî fêhm kir bes ji gulnar maçî rast e.(Q)
 

Dîlok, Denîzlî

Têbinî:
(Q) : Qasimê Xelîlî
(Ş) : Şervan Azad

 

BIN SIH Û ALA TE 

Bin sih û ala te ez
Kûr fikirîm lê mi dî
Bê te nikarim gidî
Mam di mitala te ez (Q)

 

Bo çi te ew dil kevir
Derb jê ji derba bivir
Bê te nema ez dijîm
Bendeyê mala te ez (Ş)

 

Dîlê te mam bende me
Ez timî jêrî te me
Hê d’fikirim roj û şev
Her li wê bala te ez (Q)

 

Ma tu nizanî werî
Çav li te man rûperî
Min ji te hêvî nekûşt
Her ro di qala te ez (Ş)

 

Careke dî şens bide
Va ye Xuda şahid e
Heskî bila hûr bibim
Bin wê şekala te ez (Q)

 

E l’rexekî pencerê
Êş jî êşa xencerê
Dîse bi jehrî ketim
Hê di wê tala te ez (Ş)

 

Ma di evînê xwene
Qasî mi Şervan hene
Navegerim ta tu bêj
Yar û hevala te ez (Q)

 Dîlok, Denîzlî

(Q) : Qasimê Xelîlî
(Ş) : Şervan Azad

 

ÇI XWEŞ SEYR E 

Devê bestê dişo hirî
Ziravbejneke rûperî
Min tot veda li hemberî
Çi xweş seyr e ger hûn bi pirs

 

Seyrê de me, ew bêxeber
Libas û cil şil bûne ber
Singa du sêv derkene der
Ji xweyî xwe nakin ti pirs

 

Ji hefsa sing firar in ew
Îşev bê wan qed nayê xew
Min kir qebqeb teşbîhê kew
Weceniqî bi lerz û tirs
(Mehmet Hacıoğlu)

 

Veceniqî û lêv bişirîn
Bişirînek şermîn û şirîn
Hiş û aqil jimin firîn
Dema min dît ew şewq û çirs
(Arîf Selçûk)

 

Weceniqî gava dît ez
Ji şerma lêva jêr kir gez
Peçaft herder bi lez û bez
Min nedît têr bisk, pora kûrs
(Mehmet Hacıoğlu)

 

Ber pê diçûm wekî ferhad
Dil dixist Wê kurka hedad
Kî dizanî ev keça mad
Nayê van milê pehn û girs
(Tahir Dînarî)

 

Nizam ne Ereb ne Tirk î
Di çavê min de Zînperî
Gelo bersedefî Fers î
Zala çemdibî min bihirs
(Hasan Canalî)

 

Me j’wê dema dît sing û ber
Dih MEH ME Tê bûrîn li ser
Naçê ji bîrê ew şeker
Her xewn dijîm ez wê bihirs
(Qasim Xelîlî) 

Mehmet Hacıoğlu

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev