ZAYENDPERESTÎ DI MESELOK, METELOK Û GOTINÊN PÊŞIYAN DE -4

ZAYENDPERESTÎ DI MESELOK, METELOK Û GOTINÊN PÊŞIYAN DE -4

Lêkolîner Şemoyê Memê ev gotara xwe a kêrhatî û kardar ji malpera me ra şandîye. Em sipasîya wî dikin û ji ber ku nivîsa wî dirêj e, em wêya dikin 4 perçeyan û 4 rojan dû hev wê çap dikin. Fermo, îro beşa wê a çaran, ango a dawî bixwînin!

 

Şemoyê Memê

 

2.6. Zayenda Jin, Wekî; Bûk, Xwesî, Jintî, Gorim, Hewî

 Di nav civaka kurdan de malbat çiqas giring be, têkiliyên merivatiyê (xizm û lêzim) jî ewqas dorfireh û giring in. Zimanê kurdî de ji bo pêywendiyên merivatiyê gelek peyv hene ku vê yekê piştrast dikin. Wekî, bûk, xwesî, jintî, gorim, met, xaltî, tî, zava, xezûr, pismam, dotmam, keçmet, kurmet, bilxatî…ûhwd. Lê xizmên ku herî nêzîkî hev in helbet kesên bin banekî de ne. Di gotinên pêşiyan de jî mijar dîsa li ser pêywendiyên neferên malê yên jin lod dibin û ev pêywendiyeke nakokî ye.

Di nav pêywendiya malê de nakokî û hevkêşiya herî mezin, di navbera bûk û xwesîyê de hatiye honandin. Helbet nakokîya jintîyan jî bûye barekî giran ji bo malê. Disa di nav malê de hebûna gorimê jî hevkêşiyekî din di nav wê û bûka malê de car caran derdixe pêş. Lê di malê de hebûna hewî an hewiyan ji bo jina yekem derdê herî giran e, wek jana tiliya û qolinciya rûvya ne. Tiştekî balkêş e, her dem nakokî di nav jinan de tiştekî asayî hatiye qebûl kirin û wekî bûyereke rojane hatiye pejirandin. Lê me di nav gotinên pêşiyan yên hatine analîzkirin de qet tesbît nekir ku nakokî di nav xezûr, zava, bûrayan dê çêbibe. Gelo sebeba vê yekê rastiya civakê an jî di ser gotinê wekî jina kesên nakokîhez û xwedî pirsgirek nîşandan e. Helbet di nav malê te herî zêde xwesî û bûk mecbûr in ku şuxulên malê bi hevre bikin ev yeka bi xwe re çend pirsgirekan jî derdixe pêş û zêdebûna van cure gotinên pêşiyan û metelokan derxistiye pêş.

Gelek gotinan de xwesî kesên dilreq, bê wijdan û bê îman, bûk jî kesên belengaz, bê zar û ziman hatine destnîşan kirin. Ew mal, mala xwesiyê ye. Hevkêşî li ser serkariya malê daye. Xwesî serkar e û ger malê de jintî zêde bin yek dixweze nêzî xwesiyê be û dixweze bikeve dilê xwesiya xwe ku jintiyên xwe yên din alt bike. Çend gotinan de jî xwesî destê bûka xwe dikeve hawarê. Civatê jî ev yeka neecibandiye û gotiye “eva çi derd e, bûk dibêje xwesiyê; rabe kerê berde.” Ecêba bûkê heyirîne wekî, bûkê heft xwesî xeniqandiye, ji bilqe-bilqa sewil ditirsiya ye. Bûk benda mirina xwesiyê ye û bi vê yekê re cihê wê fire dibe û “Xwedê dide wê.” Bûk gotine “xazî xasî tunebûna, bûk dilê xwe bûna.” Di nav vê hevkêşiya xwesî û bûkê de mêr bêçareye û dibe terik. Pêşiyan bûkê şîret kirine ku bûkeke “çê” be ku xwesî jê re “dê” be.

 

* Jin ew e zarê xwe xweyke.

* Jina wî jin e, lema mala wî rengîn e.

* Jinê bira, mîna gura.

* Jinê biran vêkevin derdê giran

Bi ro bêşin guh, bi şev bêşin diran

Temê nadine biran.

* Jintî hevra baş bin, bira hevra neşaş bin.

* Xew nema li çûka,

Qumaş nema li sûka

Şerm nema li bûka.

* Pîrek pîr e pê nabe, bûk razaye ranabe.

* Ne golik heye bimije, ne xwesî heye bikuje.

* Nebînim bûka ewt-ewto, nebînim xasîya kewt-kewto.

* Dîwaro ji te re dibêjim, bûkê tu fêr bibe.

* Qîzê ez te re dibêjim, bûkê tu bibîze.

* Qîz û bûk malê de hev nakin.

* Bûk çê ye, xwesî dê ye.

* Mal bê ard û bilxur dibe, bê benîşt nabe.

 

2.7. Zayenda Mêr, Wekî; Bav, Bira, Bapîr, Xezûr, Zava…

Zayenda civakî û zayendperestî berê ewil di dilê merivan de şikl digrê û paşê xwe berdide ser zimên û bi xêra zimên dixweze bibe rastiyeke civakê. Wexta em behsa pêşiyan an jî mezinan dikin, behs hertim tê ser mêran. Wekî gotinên bav û kalan. Dîsa kesên zana û aqilmend re jî rûspî tê gotin ku ev herdu peyv jinê derdike. Gotinê dike gotina mêran, çi bav be, çi mêr be, çi lawik be. Di peyva “mêranî” jî her çiqasî xeyseteke hêzê bê bikaranîn jî, dîsa li hember bêhêzbûna jinê û kêmasiya wan û şerten mêrbûnê derdixe ber çavan. Peyva “mêrxas” jî dîsa vê yekê dinimîne.

Ji ber ku neferên malê yên mêr ne zêde di mal de dimînin lema nakokî û hevkeşî bi qasî jina di nav wan de nehatiye zimên. Bav, bapîr wekî mezinê malê hatine hesibîn. Li ser nakokîyên xezur û zava an jî xwesî û zava jî hema hema qet gotinên pêşiyan nehatin tespît kirin. Berevajî hevrikiya bûk û xwesîyê, navbera zava û xwesî-xezûr gelekî baş tê nimandin. Ev yeka jî disa piştrast dike ku malbat bi zayenda jinê ve hatiye zanîn û temsîl kirin.

 

* Mêr mêrtî, jin jintî gotî.

 * Baê mêra rabe, wê zebeşê bide bê.

* Kuştina mêran e, xeta jinan e.

* Mala zêra pûçe, mala mêra qûç e.

* Mêra mêr dikuşt, jina( Cibro, Senemê, Hûro) hûr- rûvî dişûşt.

* Mêra mêr dikuştin, jina hûr û rûvî dişûştin.

* Ne mêrê şermoke, ne jina kenokî.

* Jin dixeydin diçin mala bavê, mêr dixeydin diçin mala mêra. .

* Mêr divê ser gotina xwe bisekine.

* Mêr bi qirara, hesp bi hevsara.

* Mêranî derket dunê, çi jin çi mêr.

* Mêrxasî rewşa mêra ne.

* Merî jina xwe bide xelqê, hespê bin xwe de nade xelqê.

 * Bira pişta bira kelaye

 

2.8. Li ser Jin û Mêran Daraziyên Gelemperî 

Wexta ku em li ser gotinên pêşiyan hûr dibin, tişta ku herî zêde baldikişîne zêdebûna gotinên li dij jinê û jiqîmetxistina jinê ne. Gelek daraziyên neçê hatine rêz kirin û ev darazî bi xêra zêna civakê ji nifşên nû re dibe pêşdarezî. Jin û mêr wekî gotinên pêşiyan de çawa hatine cibicî kirin, wisa jî tên pêjirandin. Helbet ev yeka ne tenê gotinên pêşiyan yên kurdî de, gotinên pêşiyan yên gelek miletên din, belkî jî yên kurdî de zêdetir û neçêtir jî hene. Ew dîyarde hema bêje gelemperî ye. Daraziyên neçê yên sereke bêaqilî, rik, serhişkî û zêdegavîya wan de ye. Lê dîsa jî jiyan bi wan re jî, bê wan jî nehatiye tesewur kirin. Jin him bûne “jin”, him jî bûne “jan”. Him bûne “seyd” him jî bûne “qeyd”. Him melhemê dilan in, hin jî derdê bê derman in. Dîsa jin wekî zarxweş û dil dijmin hatine nîşandan.

Di gelek gotinan de jin di bin siya mêrê xwe de hatiye teswîr kirin, mêr jinê xwey dike û yê ku jinê tîne rê û şikl didê mêr e, lema “hasilkirina jinê jî divê destê mêr be”. Jin wekî qarekê giran e û divê qara wê nedine serê mêrê wê. Wexta gotin tê ser jina xirab û cînarê xirab, derman jî hatiye gotin; cînarê xirav dûrkeve û jina xirab berde. Lê zêde behsa mêrê xirab nehatiye gotin û mêrê xirap ne tê kuştin ne jî tê berdan. Jin tîmsala namûsê hatine qebûl kirin û divê navê mêrê xwe di her şert û mercê de bilind bikin. Dîsa divê çevê jinê her li mal be ne li der be. Ger çevê wê der be mal û mêr xwelîser in. Bêyî qayîlîya jinê kes nikare dest bide ser. Di vir de jî îradeya jinê û hêza wî hatiye nîşandan. Ê jinek bike, êlek nikare bike. Herçiqasî mêr timsala xurtbûnê û li ser jinê re hatiye detnîşan kirin jî, di malê de dîsa jî gelek caran gotin gotina jinê ye û “mêrek nîne ku jina xwe netirse.” Û Xwedê hatiye xwestin ku “mêra ji şerê jina bixefrîne.”

 

* Jin him gula çevan e, him jî kula çevan e.

* Kolozê mêr, jin bilind xwey dike.

* Wekî jin zengûê nede mera, ordî jî bê pê nikare.

* Jina baş, bê mene birê mêrê xwe ye.

* Jina baş emrekî dirêj e, jina nebaş derdekî bê derman e.

* Pîrekê ku zimandirêj e, zilamê qenc nekeve tora wê.

* Namûsa jinê çeka mêr e.

* Namûsa mêr jin xwey dike.

* Jinê dardakî, hela bakî, wekî nexweze, nikarî namûsa wê undakî.

* Wexta jinê xwe bênamûsî girt, mêr bibe şûrê du dev pê nikare.

* Minê, minê, xilas nabim destê jinê.

* Jin mêra şaş dike, careke din feş dike, careke din mêrê xwe erdê re kaş dike.

* Jin rû te neynike, pişt te dûzan.

* Jin ku heye nola( mîna) mer e, nîvkuştîye.

* Destkuja jina naê xwarinê.

* Mirîşkeke xêr, jineke bêxêr çêtir e.

* Pîrek mirîşka kor in.

 

3.Encam 

Mesele, metelok û gotinên pêşiyan derbirîna hişmendî û bîr û baweriyên civakê ne. Ev gotin, fikr, raman û hewldanên civakê di nav xwe de dihewînin. Ev fikr û hewldanên cîvakê jî bivênevê bandoreke mayînde li ser bîr û boçûnên takekesan dikin. Takekes bi pêvajoya cîvakîbûnê ve ev gotinên ku dibihîze, li gor bûyer û dîyardeyan şîrove dike û ev yeka jî şikl dide dinyaya wan. Lema mesele, metelok û gotinên pêşiyan li ser kesayetî, derûnî, civakî û bere bere li ser zimanê takekesan û cîvakê guherînên çê an jî neçê derdixin holê.

Li dor van pêzanînan em dikarin bibêjin ku di nav gotinên pêşiyan yên kurdî de yek jî mijara herî zêde hatiye bi kar anîn, mijara zayendî ango, gotinên li ser mêr û jinan hatine gotin in. Vî derbarê de jî hema bêje jin cihekî giring dagirtiye. Peywira malê û têgihîştina zarokan, kar û barê malê li ser jinê, kar û barên derve, rêbirina malê, spartina neferên malê jî li ser milê mêr hatine bar kirin. Gelek xeysetên neçê û xirab jinê hatine bar kirin lê berevajî vê yekê mêr zêde nehatine rencîde kirin. Berevajî vê yekê ji bo jina gelek gotinên neçê û lomekirî hatine ser zar û wekî mesele, metelok û gotinên pêşiyan di nav civakê de cih girtine. Dîsa wekî amûrekê cîvakîbûnê hatine bikar anîn û şîret li jina û mêra hatiye kirin ka çawa tew bigerin, çawa bifikirin. Lê wexta jin dibe dê di gotinên pêşiyan de cihê xwe yê bilind û hêja digire êdî xirabbûna wê tune. Stûna malê ye, per û baskên xwe li ser malê vedike û mêr û “bav”ê ezîztir û şirîntir dibe.

Mijara zarokên keç û kur û pêywendiyên wan bi dê û bavan re jî di nav gotinên pêşiyan de hatine detnîşan kirin. Zarokên kurîn ber dilê dê bavan û helbet ber dilê cîvakê ezîztir bûne û hatiye xwestin ku mal tijî kur be. Çimkî kur xwedî malê û berdewamîya tovên bavê xwe hatiye hesibîn. Keç ne neferê malê bûye, her dem mêvan bûye. Helbet di vê yekê de bandora baviksalariyê û desthilatdariya mêran bi xêra gotinên pêşiyan jî hatine reva kirin.

Em hema hema her roj di her qadên jiyanê de rastî bilêvkirina zayenda civakî tên. Ev yeka di nav gotin û kirinên rojane de pir eşkere xûya dibe. Li gor her qaîdeyên cîvakê gotinek hatiye peyda kirin û çi xwendî, çi nezan; çi gundî çi bajarî; çi jin, çi mêr li ser zimanê her kesî ji bo rûdanekî, gotineke pêşiyan an jî îdyomek heye. Ev mesele, metelok û gotinên pêşiyan dora mijara zayendê de lod bûne. Ev yeka jî gelek agahî û rastiyên civakî û çandî pêşkeşî me dike. Mînak; mêr û jin ne wekî hev hatine qebûl kirin û mêr li gor çîrokên baweriyên olî yên aferînê, taybetiyên ku bi aliyê Xwedê hatine baxşandin ve her dem pêş jinê û jê bilindtir û zanatir, serwexttir û xurttir hatine nîşandan û pejirandin.

Xulesa di nav mesele, metelok û gotinên pêşiyan de wexta mijara zayendê tê kirinê, mijar bivênevê li ser jinê ( û keç, qîz, , xeyset û erkên wan) tê lod kirinê lê herçiqasî mêr malxwê malê be jî ji bo wan gotin gelek kêm hatine gotin. Ev jî rastiyekê nîşan me dide ku wesfeke makî, malbat û malê ve hatine girêdan ji xwe zimanê kurdî de jî ev herdu têgih mê hatine pejirandin. Bi vê yekê re jî jin ketiye bin siya mêr û di nav malê de hatiye sînor kirin, lê belê sînorê mêr bê ser û ber hatiye nîşandan û mêr û mêrtî wekî nirxekî bilind hatiye destnîşan kirin.

 

 ÇAVKANÎ

AKBALIK, Esra, (2013), Türk Atasözlerinde Cinsiyet Algısı (Têgîna Zayendî di Gotinên Pêşiyan yên Tirkî de),

Di nav kovara Sosyal Bilimler Dergisi ya Zaningeha Dumlupınarê- Hejmar 36, rr.81-90)

ALAN, Remezan (2013), Folklor û Roman, Weşanên Peywend, Stenbol

ALAKOM, Rohat; (2013), Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, Avesta, Stenbol,

BATUR, Zekeriya (2011) Atasözü ve Deyimlerde Kadın ve Kadının Sosyo-Psikolojik Özellikleri (Jin û Taybetiyên wê yên Civakî-Derûnî di Îdyom û Gotinên Pêşiyan yên Tirkî de), Di nan kovara Turkish Studies  de, Volume 6/3 Havîn 2011, rr. 577-584

BORAK, Mustafa;( ) Ferhenga Biwêjan, Enstituya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol

CELÎL, Celilê & CELÎL (2005), Ordîxanê; Mesele û Metelokên Gelê Kurd, Weşanên Enstîtuya Kurdzaniyê,  Viyana

CINDÎ, Heciyê (1985), Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, Akademiya Ulma ya YSS li Ermenistanê İnstituta Rohilatzaniyê, Erêvan

CIZÎRÎ, Şerefxan (2011), Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon, Weşanên Aram, Amed.

GİDDENS, Anthony (2008): Sosyoloji, Weşanên Kırmızı, Stenbol

GÜNİNDİ ERSÖZ, Aysel, (2010) Türk Atasözleri ve Deyimlerinde Kadına Yönelik Toplumsal Cinsiyet Rolleri.

 (Li dor Jinê Qalibên Zayenda Cîvakî di Îdyom û Gotinên Pêşiyan yên Tirkan de) Di nav Kovara Gazî  Tûrkiyat de, Bihar 2010, Ankara

IZADY, Mehrdad R.; 2004, Kürtler, Bir El Kitabı, Doz, Stenbol

NİKİTİN, Bazil (1994), Kürtler, Sosyolojik ve Tarihi İnceleme, Weşanên deng, Stenbol

ÖNCÜ, Mehmet ( ) Gotinên Pêşiyan, Enstituya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev