KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -10

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -10

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 157an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 157

 

DELAL

 

Delal, delal, delal,

Alîyê jorî me bi dare,

Alîyê jêrî me bi dare.

Bivim xulamê babê Mehmed Elî,

Yavaş, yavaş, hêdî-hêdî, hindik-hindik,

Ûşîk-ûşîk hate xare.

 

Sahakê Nêrso dibê:

Bi încîlêd mala meda,

Ku ez dizanim, ji herçar bûkê min yeke tare.

Yan Şûşane, yan Eyşane, yan Eynêye, yan Zaroka kofî xare.

Zaro dibê: -Biçim qûçê Dîarbekir,

Tasa serê xwe ji babê Fermora çêkim çotek nele,

Xizêma pozê xwe jêra bikim hûr bizmare,

Çilûçar kezîyê xweyî reş erebî-gem hevraze.

 

Delal, heyran, delala dilê min siyare li cenûyê,

Hêdî-hêdî, yavaş-yavaş, ûşîk-ûşîk meşîya deşta Bişêrîyê.

 

HATÎ KARVANÎ BIŞÊRÎYÊ

 

Hatî karvanî Bişêrîyê,

Konê reşe bi koçerîyê,

Anî, danî ser mêrg û kanîyê.

Xatûn Zeyno go:

-Qerewaşê, serî ser kurê,

Xwe bixemilîne, gavek herin ser kanîyê,

Dengbêj hatî ser kanîyê,

Dibên “Xortê Bişêrîyê bi Eynê”.

 

Xortê Bişêrîyê dibê:

-Xatûn Zeynê, ez nexweşim,

Şara Bişêr ku zanî rîşî badim,

Xortê Bişêrîyê, ez nexweşim,

Ta digirim,

Roj bi roja xirabtirim.

 

Bê hal bûme,

Nikarim qutînga ber pişta te hilgirim,

Çawa bim, çawa nebim,

Mînanî dezgirtînga canê te çêtirim.

 

Xortê Bişêrîyê dibê:

-Me li wî banî,

Te li wî banî,

Nava min û te jî şet û kanî,

Ez helîyam, tu nizanî.

 

Delal, lawiko, dîno!

Mêrdîn bişewite bi pelaxe,

Alîk taxe, yek otaxe,

Çevê xortê Bişêrîyê lêye,

Ku îşev xatûn Zeyno birevîne.

 

Xatûn Zeyno dibê:

-Xortê Bişêrîyê, Mêrdîn bişewite me bi cehye,

Siyarê mala bavê min gelek heye,

Ew gilî, gotin ji te û heft babê te zêdeye.

 

Got: Gênco Grîgoryan.

 

MEMÎYANÊ

 

Memîyanê, Memîyanê, Memo,

Sî ketî dor çemo,

Kul ketî êla Memo,

Hezara yek jê nemo.

 

Memîyanê, Memîyanê, Memo,

Ez hatim te bibînim,

Nişanê te datînim,

Memîyanê, Memîyanê, Memo.

 

Got: Hovhannês Avêtîsyan, ji gundê Qoturê, li ser nehya Aştarakê.

 

RÊNGA ŞOŞÊ

 

Rênga şoşê wê kirkûte,

Rênga şoşê wê kirkûte,

Keleş lawikê min yekî bejin zirave, şalwar sûte.

 

Keleş lawiko!

Wekî şerma xay-xudana nebûya,

Minê bida teşya Mûşê, kulîya sipî, bida dû te.

 

DE YAR

 

De yar were, de yar were,

De yar were, ez xerîbim,

Ez xerîba ne li virim,

Qenca xwestim, xiraba birim.

 

QAZÊ

 

Qazê gote vê werdekê, go:

-Emê daynin mêrge, mêrgê Tendûrekê,

Heft sal emirê kotîyê mêrê teve,

Ezê serê xwe daynime rihîna çevbelekê.

 

Bejina xelqê delal kinike,

Nola tarihana bi gupike,

Lawiko, serî dilê min û teye,

Bira gundî, cînar kîna rikbe.

 

Mala xelqê delal, mala dere,

Sîng û berê kewa gozel nola zozane,

Elegezê kanîya esîlsere.

 

Lawiko, derdê bejina te werdekê,

Lê dixe surra sibê, bayê vê şebekê,

Kewa gozel dane kotîyê mêra, nola gamêşê bizirkirî,

Mêş û moz rahêlinê, xwe bavê herîyê, çamûrê, gerrînekê.

 

 

TE EZ XWESTIM

 

Te ez xwestim, nerevandim,

Te ez kirme dezmaleke zendê destê xwe alandim,

Nava her çar malê gundê meda çikandim.

 

BIRA MIRAZÎ BI DIL BE

 

Bira mirazî bi dil be,

Bira tûrê parsê li mil be,

Vir nîn be, li welatê dûr be,

Bira binê tûr jî qul be.

 

ÎDIRÊ BAX Û BOSTAN

 

Îdirê bax û bostan,

Kermanekê kawa xwera girêdim destê hosta,

Kawê, kurê apê te bêbexte,

Were ezê te birrevînim, bavêm nav hesinîya, mala dosta.

 

Îdirê wê li fêzê,

Keşîş, melle ketine rêzê,

Destê kawa min girtine dane axangê vê karêzê.

 

WEY CAN

 

Wey can, wey can,

Ezê herme deşta Parsînê, li wan gunda,

Çawa kawa min xwe dixemilîne gul winda,

Wey can, wey can.

 

Megirî, megirî, şemamê,

Waxî megirî,

Melûrîne.

 

Got: Rûbên Galstyan, ji gundê Avanê, li ser nehya Aştarakê.

 

LÊ QÎZÊ

 

Lê qîzê, rûreşê, penîya dîzê,

Kanê qewlê paîzê,

Mêrê te çû Vîzamê,

Kefîlê mêrê teme,

Dexala ser sîngê teme,

Ez sebra dilkê teme.

 

VÎ ZINARÎ

 

Vî zinarî şaqe, şaqe,

Min gul çinî, te kir baqe,

Kê mizgînîya keleş kawa min minra bîne,

Ezê zêrekî memûdî ji anya xwe biqetînim,

Tera bidime cote saqe.

 

Vî zinarî gale-gale,

Mî dikale, berxe bale,

Belkî xwedê aykê min dê û bavê tera nehêle,

Çawa nehîştin sala îsalin tera bivme bermale.

GERMA HAVÎNÊ

 

Germa havînê qije-qije,

Hêkê daynin, hêk dipêje,

Kî orta du dila, çar çevada xeverde,

Xwedê ewledê ber dilê wan bikuje.

 

Dilê min germa vê havînê,

Ezê zêrekî ji anya xwe biqetînim,

Bidime kanduxtorê ser maşînê,

Bira dûkê bide kûpê ser maşînê,

Bira min, keleş kawê min bigihîne

Nehya Axbaranê,

Bighîne bin doşengê vê nivînê.

 

Dilê min dilê şikeva petî,

Minê kire nav nanekî ji hilatî,

Ezê keleş kawê xwera bivim

Ser maşînê, ji kî welatî.

 

TEYRIM

 

Teyrim, teyrê zivistanê,

Ezê hêlînga xwe çêkim ser mêşengê Dîlîcanê.

 

TU JI HEVALA NEMÎNE

 

Tu ji hevala nemîne,

Weyla wayê, min xerîbê,

Xerîba Cizîrê,

Weyla wayê, min xerîbê,

Kevirê binê bîrê, weyla wayê, min hêsîrê.

 

Xanîyê bavo Kolkmişkê,

Têda dikin kirtînîyê mirîşkê,

Bira girêde pişta xûşkê.

 

Çi kanînga dor bi qiçî,

Cotê xezala ber xericî,

Xwezila min wî evdî bê,

Çeva dîtî, dil zewicî.

 

Vî zinarî min dî sî kir,

Bişkoşk vebû, sîng sipî kir,

Heta keleş lawikê min ji welatê xerîba hat,

Felqe gulya min yek reş kir, yek sipî kir.

 

BERFIM

 

Berfim, berfa hilanî,

Helyam, nehelyam av min nanîn,

Ezê bivûma qeytana çepe rîşê biketama

Benda sûretê te mêvanî,

Sibê rave, oxir xêre,

Weyla wayê, min hêsîrê.

 

Wey defçîngo, li defê da,

Birê pişt girêda,

Wey la wayê min xerîbê.

 

Xerîb hatim,

Wey la wayê min xerîbê,

Siyarê xerîbê gund werhitin.

 

Xanîyê bavo korte,

Dilopa şorte-şorte,

Xerîb negirî, zava xorte.

 

Xerîb birin, birin,

Pişt heft girda werkirin,

Serê xerîbê derzî kirin,

Wey la wayê min xerîbê.

 

Nivîsî: Bondoyê Heso, dersdarê gundê Sarîbûlaxê, li ser nehya Axtê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev