PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -8

PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -8

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” cara pêşin beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa heyştan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 157

Kemalîstan, ku pey konfêransa Lozanê tebiya xwe ya navneteweyî xurt kir, slogana “Tirkiye bona Tirkan” derxist meydanê û dest pê kir Kurdan, herweha gelên ne tirk jî pê ra, ji jiyana civakî-aborî bi dûr xînin; usa jî mecala qebûlkirina hilanîna pirsa Kurdan vekin.

Kamuran Bedir Xan, ku polîtîka komên Tirkiyê yên ku wê demê serokatî kir qîmet dikir, nivîsiye : “Hela nuh peymana Lozanê hatibû qol kirin, gava ku Mustefa Kemal dest xwe ji polîtîka hevrakarkirinê ra da, derbasî terbandina sozdayînên xwe kir û hela ne bû xwediyê soza xwe ya ku li Peymanê xuya bû û ku li gora wê hukûmeta Tirkiyê diviya mafên millî yên gelên biçûk nas bike … Gava Kurdan di derheqa sozdayînên wî da kir bîra wî, wî ferman da ku dibistan bên girtin û niştimanperwer û mirovên bi nav û deng bên girtin. Dîsa dest bi bêqanûniyan bû. Wek ku di çîrok û hikayatan da dibe (gilî di derheqa CTMM da gazîkirina duduyan bû – M.H.), ji axa Kurdan parlementerên tirk hatine bijartin. Çend parlementerên berê hatin girtin û dayîn mehkema eskerî. Li temamiya Kurdistanê dest bi pelixandin û cezakirinê bû” (156, r. 10).

Di van qewlan da, mîlîtanên Kurdan ên pêşverû di nava polîtîka empêryalîstan û serokên Tirkiya nuh a durû da hatin bawer kirin. Di nava wan da mêlgirtina ber bi Rûsyayê, ku hukûmeta wê pey şoreşa Oktobr a sosyalîzmê ya Mezin bi ruhê wekhevîtiyê û alîhevkirina biratiyê li welatê xwe dest bi safîkirina pirsa millî kir û bi piştgiriya gelên Rohilatê di şerkariya xwe bona serbestî û azayiya xwe dijî qûltiya kevnepersetên dewletên Roavayê da kir, hate xurt kirin.

Berdana mîlîtanên kurd ruyê xwe ber bi Rûsya Sovyêtî, di şerkariya azadariyê ya pêşverû da, bi firehî deng da. Mîlîtanên kurd ên polîtîk, pey serketina dewleta Sovyêtê, di hindava rêaksyona hundir û derve da de st pê kir ber bi rêxistinên Sovyêtê yên konsulî li Rohilata Nêzîk bin û ji wan ra di derheqa dilsarî û xemgîniya xwe di hindava polîtîka empêryalîzma Ingilterê ku heja Kurdan a azadariyê asê kir da dinivîsî. Tevî wê yekê, lîderên Kurdan di derheqa mêlgirtina xwe ya di hindava Rûsya Sovyêtî ku polîtîka wê di pirsa millî da kefîltiya bi heqî safîkirina pirsa Kurdan dida da dida zanîn.

Di 1922 da, Komîta Kurdistanê ya Serbestiyê (Erzurûm) biryar qebûl kir ku bi alîkarî û di bin bandûra Rûsyayê da mafên millî bi dest bixîne. Sedrê Komîtê, serhing Cibranli Xalit Beg, hela berî kongreya Lozanê ber bi nûnerên Sovyêtî, bi name dida zanîn ku ew “hêviya xwe danayne ser alîkariya Ingilterê ya bi dil di nava sazkirina Kurdistana serbest da, bir yar kir bi alîkariya Rûsya Sovyêtî bigihîje armanca xwe û de’wkarî bike bona sazkirina Kurdistana serbest, li bin bandûra Rûsan”. Wê demê, tevgera Kurdan a azadariyê hîn gumreh û bi teşkîldarî, rêk û pêk bû. Komîta Kurdistanê ya Serbestiyê li Erzurûmê gelek alî wî yekê kir. Wê Komîta ku bingeh çê kiribû bona sazkirina partiya polîtîk dicedand ku li temamiya Kurdistanê rêxistinên xwe sazke. Rêxistinên usa li Bitlîs, Derehîn, Elazîz, Diyarbekir, Urfa, Sîîrt û cî-wargehên mayîn hatibûn saz kirin (126, r. 173).

Berbirêbûna di derheqa binbandûriya Rûsya Sovyêtî da ji aliyê serok û mirovên kurd ên bi nav û deng da jî hat qebûl kirin û piştgiriya wan hat stendin. Bi vî awayî, bo nimûne, nûnerên kurd ji Erzurûm û Bitlîsê nivîsîbû : “Rûsya Sovyêtî wek parastvana kara hemû millet û civakên bindest ji sedî sed dixwaze pirsên gelan bên safî kirin”.

“Berê em li ser wê hêviyê bûn ku di nava teşkîla Tirkiyê da emê tomerîtiya xwe biparêzin, emê li ber zordayîna empêryalîstan li ber xwe bidin û bi wê yekê va emê pirsa Kurdan bidin hel kirin. Lê hêviyên me bi ser ne ketin, ji ber ku Tirkiye qayil bû ku Mûsilê bide Ingilterê … Tirkiya ku bi bîr û baweriyên xwe yên şovînîst va dihat serkarî kirin qayil dibû ku Kurdistana otonom nas bike. Lê tevî wê yekê jî, Mûsil da Ingilîzan. Ev sebebeke bingehî bû ku gelê kurd biryar kir ku têkoşînê bike û xwe bi xwe qederê xwe qerar bike”.

Mîlîtanên Kurdan bi heqî hay ji xwe hebûn ku pey ku Mûsil dane Ingilterê, temamiya Kurdistanê dikare bibe koloniya wê. “Em gişk gelek rind dizanin – wan paşê nivîsîbû – ew yek çi nîşan dide. Bi baweriya me, welatekî usa nuh, wek Kurdistan ku tê da daxwaziyên dewletên zor hev xaçerê dibin, bêy alîkariya milletekî zor nikare tehemmul bike. Piştgiriya Ingilterê bi kolonyalîzmê dest pê dibe. Loma jî me biryar kir bona alîkarî ber bi Rûsya Sovyêtî, ku di derheqe piştgiriya xwe ya ji bo gelên rohilatê yên bin dest da îlan kiribû, bin”. Rûsya Sovyêtî, wê demê, ji ruyê çend problêmên hundir û derve nikaribû alîkariya mezin bida heja Kurdan a azadariyê.

Rast e, nûnerên Rûsya Sovyêtî di nava peyvên xwe yên tevî nûnerên hukûmeta Tirkiyê da dicedand usa bikin ku jiyana Kurdan bê pak kirin, qet nebe bona ku wê merhela otonomiya millî ya çandî bidin wan. Lê ew daxwazî pêk ne hatin.

Şêx Mehmûd ku dixwest ji bin qolê Ingilîzan derkeve, lê ev yek ne bi dilê mîlîtanên Kurdan bû, dest pê kir rê-ferzend bibîne ji bo ku Rûsya Sovyêtî piştgiriya wî bike. Pêşniyara Komita Serbestiya Kurdistanê ku jê ra şandibû ew bû ku dev ji Ingilîzan berdin û hêviya xwe bidin ser Rûsya Sovyêtî. Di 20 kanûna paşîn 1923 da, Şêx Mehmûd bi destê nûnerê xwe yê wekîldar û resmî name ji konsulê sovyêtî li Tebrîzê ra şand û tê da hêvî-tika dikir ku Rûsya alîkarî û piştgiriya wî bike. Em li jêr naveroka wê namê bi çend kurtkirinan va tînin :

“Gava di sala 1917 da temamiya cihanê dengê azayî û xelasbûna gelan ji qeydçîdarên gunehkar û zordestê çavsor eyan bihîst, hemû millet û gelên cihanê yên bindest bi dilgermî ew deng qebûl kir û rabûn şerkariyê ji bo azadiyê. Xeyala wan ew bû ku armancên wan pêk bên û di wî karî da hêviya xwe dabûn ser dilrehmî û dilpaqijiya gelê rûs”.

“Çi ku di derheqa mafên me da dimîne, ji gelek rojnaman xuya ye ku Ingilîzan çawa gelê kurd di nava belengazî û sexîriyê da hiştiye, bi bomban û çekan êrîşî jin û zarên kurd kiriye … Lê gava gelê kurd ê zêrandî dixwest ku li Suleymaniyê maf û de’wkariyên xwe yên qanûnî di nava jiyanê da bide pêkanîn, wê demê, mixabin, rewşa hundurî ya dewleta Sovyêtê ya navdar usa bû ku izn ne dida ku ew li ser gelên welatên derve yên zêrandî û bindest bifikire”.

“Temamiya gelê Kurdistana Başûr gelek dixwaze ku dostiyê bi dewleta Sovyêtê ra bike, ew hazir e her tiş tî bike boy navê wê dostiyê, amade ye wê dostiyê bi moralî û maddî biparêze. Tevî wê yekê, em di hindava xwe da gotina xwe ya sereke datînin ser wê yekê ku mafên me yên qanûnî bi resmî bên nas kirin. Û bona wê yekê ku zorayî û hurmeta me bê bilind kirin, zorayiya dijmin bê qels kirin, welatê me hewcê gullereşan, topan, balafiran, çekan û cebirxanan e … Temamiya gelê kurd Rûsyê wek azadara Rohilatê dihesibîne û loma jî hazir e bextê xwe bi bextê wê ra bide girêdan. Nuha, tiştê tek-tenê ku em difikirin ew problêma alîkirina me ye …”.

Lê rewşa navneteweyî ya sazbûyî, herweha tunebûna sînorên tomerî di navbera Rûsya Sovyêtî û Kurdistana Başûr da izn ne dida ku alîkariya eskerî bidin Şêx Mehmûd di şerkariya wî dijî kevneperestên Ingilterê. Di nava wan gotinan da, her ceribandineke bi radîkalî tevbûna di nava safîkirina pirsa Kurdan da dikaribû bigihanda sextbûnên polîtîkî û eskerî yên mezin li Rohilata Nêzîk ku casûsiya empêryalîzma Ingilterê ber bi wê nikaribû tevî safîkirina pirsa Kurdan bibûya.

6. Qanûna bingehî ya pêşîn a komara Tirkiyê û înkarkirina mafên Kurdan

Polîtîka komên Tirkiyê pey konfêransa Lozanê rêaksyona helandina pirsa millî bi temamî teşkîl kir. Ew ji bo wê yekê hatibû damezrandin ku hemû daxwaziyên milletên biçûk ên azadariyê bidin fetisandin û wan bi destê zorê bihelînin. Rêaksyonêrên Tirkiyê dest bi xurtkirina propaganda panturkîzmê kir.

Wê demê, gava weşana navbendî turuş ne dikir ku di derheqa Kurdan da eşkere binivîse, rojnama “Varlik” ku li Erzurûmê ji aliyê barêgeha Tirkiyê dihat çap kirin, di îlon 1923 da miqaleke giranbeha bi semivîsa “Turkîzm û kurdîzm” da weşandin. Tê da berk dihate gotin ku milletê “kurd” (ku li çiyayê rohilata welêt da diman) ê ku di myê nezaniyê da navê şerm û etbê, navê “Kurd” li xwe kiriye, hîç tune, ku tenê gelê tirk heye. Wê rojnama panturkîzmê nivîsiye : “Her mirovekî ku li Tirkiyê dijî, bêy hesibandina ol û bîr û baweriyên wî, wek Tirk tê hesab kirin … Mirovên usa hene ku malûmatên dîrokî fe’ş dikin û navê “Kurd” li birayên me yên tirk dikin”.

“Bi dîrokî hatiye isbat kirin ku Tirk, ku li çiyayên wilayetên me yên rohilatê dijîn û ji aliyê hindekan wek Kurd tên bi nav kirin, ew birayên me yên tirk tên hesab kirin. Çi ku di derheqa ferqî-cudatiya wan biran da dimîne, ew bi wê yekê va tê şirovandin ku gelek sedsalan pêş da ji ruyê mihacirbûna milletan ew Tirk mecbûr bûn li wargên çiyayî bihêwirin û loma jî ji me hatine birîn û zaravê wan jî hat guhartin … Tenê bîr û baweriyên tomerî, ku li ser bîr û baweriyên eşîran, zimên û ol-dîndariyê ne, dibin bingeha millî. Cudabûn-cihêbûna di nava zimên da nikare tomerîtiya me ya millî ya dîrokî bide s is t kirin. Nuha, bi saya serkarîkirina cumhûriyetiyê, ewê gel bi hiş û sewdê xwe pêş da here û ew ferqiya “biçûk” ewê bê hildan û pevgirêdanên millî ku hene ewê hîn bêtir bên xurt kirin …”.

“Eger em ber bi nivîskarên cihê-cihê ku dîroka hemtomerî nivîsîne bibin, wê demê em dibînin ku di nava wan afirandinên dîrokî da hîç cî di derheqa wî milletî da, ku xwe “Kurd” hesab dike, nayê bîr anîn”.

“Birayên me yên gotî kurd, wek Tirk hesab dibin” (236, 5.10.1923).

Meqalên bi vî awayî ji bo wê yekê bûn ku Kurd bi ruhê tirkkirinê terbiye bikin, daxwaziyên wan bidin inkar kirin, bineciyên Kurdan ji şerkariya azadariyê – ji bo tomerîtiya nasyonalîzmê – bidin dûr xistin. Siyaseta inkarkirina mafên Kurdan ên millî, siyaseta nasyonalîzma Tirkan, bi temamî di nava qanûna bingehî ya pêşîn a Komara Tirkiyê, ku di sala 1924 da hat qebûl kirin, da ciyê xwe dîtine.

Di derheqa wê yekê da ev gotar şehadetî didin : – “Her Tirkek aza tê dinyayê û aza dijî …” (miqal 68).

– “Hemû Tirk li ber zagonê (qanûn) wek hev in …” (miqal 69).

– “Destpêneketina nefs, maf, wijdan, azadî, fikr, peyv, weşan, malbarkirin, kirîn-firotin, xebat, mulk, civîn, komel û şeriketan mafên Tirkan hesab dibin ((miqal 70), (22, r. 276)).

Gelo wê rewşa gelên ne tirk, milletên biçûk, Kurdan çawa be ? Wek ku xuya dibe, divê miqala Qanûna Bingehî No 88 bersîva vê pirsê bide. Di varyanta miqala Qanûna Bingehî No 88 ya dawîn, ku di nava pirsiyamama “Tirkiya wê demê” da hatiye nivîsîn, tê gotin : “Hemû bineciyên Tirkiyê, bêy hesabhildana dîn û rengê çermê wan, di hêla bajarvaniyê da Tirk tên hesab kirin …”.

Li vira, di nava wergerê da şaşî hatiye berdan. Diviya ew para miqala 88 bi vî awayî bihata wergerandin : “Hemû bajarvanên Tirkiyê, bêy hesabhildana dîn û rengê çermê xwe, Tirk hesab dibin …”.

Pey ra, di wê miqalê da dihate gotin : “… Ew merivên ku li Tirkiyê yan jî ji derveyî sînorê wê ji bavê xwe yê tirk hatine dinyayê Tirk hesab dibin; herweha jî ew mirovên ku ji wan mirovên biyanî ji diya xwe bûne, yên ku hatine Tirkiyê û li Tirkiyê jî rûdinên, ew mirovên ku li Tirkiyê mane heta ku umrê wan gihîştiye kamilbûnê, û ew mirovên ku dixwazin bi resmî bajarvaniya Tirkiyê qebûl bikin, ew mirovên ku anegorî zagona di derheqa bajarvamiyê da bajarvaniya Tirkiyê stendine …” (22, r. 278).

Lê ev hemû jî tiştek ne da guhastin, ji ber ku gelên cihê-cihê ku li Tirkiyê diman ne dixwest û nikaribûn jî bibûna Tirk. Kurdan jî, yên ku şerkariya xwe ji bo xwexwetiya millî berdewam dikir, ne dixwest bibin Tirk, dixwest serbest bijîn, dijî qûltiya millî ku civaka Tirkiyê ya hukumdar pêk dianî derdiketin.

Miqalên Qanûna Bingehî yên mayîn jî di derheqa zorlêklrin û kêmkirina mafên milletên biçûk da şehadet dida. Bi vî awayî, di miqal 2 ya Qanûna Bingehî di sala 1924 da tê gotin : “… Zimanê dewletê zimanê tirkî hesab dibe” (35, dîwan 26, r. 170)

Wê miqalê dida nîşan dan ku di welêt da hemû nivîsarên resmî diviyan bi tirkî bihatana kirin, ku ew ziman bi destê zorê li stuyê milletên biçûk dihat kirin û mafên wan ên biçûktirîn dihatin pêpes kirin. Di vê yekê da usa jî ceribandina komên ku serokatî dikir, ku dijminayiya di navbera millet da li welêt bidin hişk kirin-tûj kirin, xuya dibû.

V. Î. Lênîn ku lîbêralên Rûsan rusa’ (sosret, robet) dikir, ji bo ku ew bi gotinên ji bo “kulturiyê”, “yekîtiyê” û “perçenebûna” Rûsyayê xwe li bin perdê dikir û digot ku divê zimanê rûsî bibe zimanê dewletê, dinivîsî : “… hûn çiqasî jî gotinên bedew di derheqa “kulturiyê” da bêjin, em nikarin bi zorê zimanekî resmî li situyê xelk bikin … Û zorlêkirin ewê tenê bigihîne vî tiş tî : ewê karê zimanê mezin û zor dereca qedirgirtina zimanên millî yê mayîn bide dijwar kirin, lê ya sereke ew e ku ewê dijminayiya di navbera wan da bide zêde kirin, ewê milyon problêmên nuh bide saz kirin, ewê hevheznekirin, hevdufehmnekirin û tiştên mayîn bide hişk kirin” (9, r. 29S).

Komên serokatîkjir, ku zimanê tirkî wek zimanê borclî îlan kir, dicedand ku pêşiya pêşdaçûyîna rûhanî ya xebatkarên milletên biçûk bigire, nemaze ya Kurdan, wan di nav tarî û tengezariyê da bihêle.

Gelek miqalên mayîn ên Qanûna Bingehî ya Komara Tirkiyê jî bi giyanê milletçîtiyê, ku mafên millî ne didan gelên ne tirk, va hatibûn perwerde kirin. Li dawiyê, Qanûna Bingehî ya pêşîn a Komara Tirkiyê polîtîka komên Tirkiyê yên serkarîkir ên di pirsa millî da rêaksyonêr bi qanûnî dan mehkeme kirin. Lêhûrbûna rewşa şerkariya Kurdan û siyaseta komên Tirkiyê yên serdest ya wê demê di pirsa kurdî da destûr dide me ku em bên ser van bîr û baweriyên jêrîn :

1- Rast e, ji ruyê binketina Tirkiyê ji Imperatoriya Osmanî di şerrê hemcihanî yê pêşîn da, gelek welatên ne tirk ji hev çûn, Tirkiye dîsa wek “dewleta pirmillet” dihat hesab kirin. Rast e, pey şerr, Tirkiya ku ji aliyê hovên empêryalîst hîn kaf-kûn bûbû, dîsa jî dewleteke kolonyal wek Imperatoriya Osmanî nîn bû. Tevî wê yekê, ew li hev hat hukmê xwe ku li ser Ermenistana Roava û Kurdistana Bakur xwedî bike-biparêze. Bi xusûsî, divê ew isbat bike ku dewsa hundakirina ax-erdê kolonyal ê gelek fireh, wê dicedand ku qet nebe wek dewsderxistina koloniyên mayîn heta-hetayê bike bin qolê xwe. Hema xût bona wê armancê, wê siyaseta “paqijkirina” Ermenistanê ji bineciyên wê ku Jön Tirkan dest pê kiribû xelas kir, lê pey wê yekê ra dest bi teslîmîxwekirina wê perça Kurdistanê ku para wê ketibû kir.

Di dema ku em tê da di vê pirtûkê da lêdinihêrin, em dibînin ku di wê merhela siyaseta burjuwaziya Tirkan a pêşîn di pirsa Kurdan da dixwest ku navçeyên Kurdan ji dest xwe bemede, ji bo ku di paşdemê da wan bike bin qolê xwe.

2- Di wê siyaseta xwe da, burjuwaziya Tirkan rastî dijderketina şerkariya kurdî ya millî ku di dema hilweşandina Imperatoriya Osmanî da komeleyên wê ya mexlûqetiyê, yên çandî û siyasî, û yên ku karkirina ji bo xurtkirina xwefehmdariya Kurdan û hevgirtina wan ji bo serbestiyê pêk dianî hebûn hat. Nemaze nûnerên burjuwaziya Kurdan, ku nuh xuliqî bûn, rewşenbîr (parlementer, karmend, zabit, avuqat, nivîskar) û bazirgan, û herweha şêx û serekeşîrên niştimanperwer diketin nav wan.

Sistiya şerkariya wê demê : tunebûna programa fireh, a yekîtiya di navbera komele û komiteyên kurdî yên cihê-cihê da, usa jî di navbera eşîr û beradan da, pevgirêdana sist di navbera wan rêxistinan û kitleyên xebatkaran da, dilpakiya wan di hindava armancên dewletên empêryalîst da, xwezma armancên Ingilterê ku ferzend dida wan dewletan ku tevî karê Kurdan bibin û wan di nava meremên xwe yên empêryalîst da bi kar bînin. Hema xût bona wê yekê, dewletên empêryalîst xalên di derheqa Kurdistana serbest da kirine nava peymana Sêvrê û tevî wê yekê her tiş t dikir ku ew dîtin neyê serî, pêk neyê.

3- Şerkariya gelê Tirkiyê dijî empêryalîzmê, wê gotî şoreşa Kemalîstan, li bal hinek mîlîtanên Kurdan bawerî pêş da dianî ku bi alîkariya nasyonalîstên Tirkan ewê mafê pêşdaçûyîna xwexwetî û otonomiyê dest bînin. Loma jî ew tevî gelek mecalên Kemalîstan bûn, bi aktîvî di şerkariya wan dijî zevtkarên empêryalîst da ew diparastin. Burjuwaziya Tirkan, ku dixwest Kurdan di wê şerkariyê da bi kar bîne, hêviya xwe danî bû ser xapandina derebegên kurd û hela şerkariya kurdî li … Iraqê diparasrt. Çi ku di derheqa Kurdên “xwe” da dimîne, gavên nasyonalîstên Tirkan ên pêşîn, biryar û manîfêstên kongreyên Erzurûm û Sîvasê nîşan da ku temamiya siyaseta wan ji bo bindestkirina navçeyên Kurdan û qûlkirina Kurdan e.

4- Kongreya Lozanê derbeke xedar gihand şerkariya Kurdan a azadariyê, loma jî eger em li destûra navneteweyî-extiyariyê binihêrin, şerkariya Kurdaui a millî li hemberî peymana Sêvrê gaveke ber bi şûndaketinê bû. Kongreya Lozanê nîşan da ku dewletên empêryalîzma Roavayê pirsa Kurdan wek destmala destan dijî Tirkiyê hesab dikir û bi kar dianî, ku Mûsilê bi d est xînin. Wan, ku gihîştine armanca xwe, dest ji bîr û baweriya Kurdistana serbest kişand û bi wê yekê va “destûr” dan rêaksyona Tirkiyê ku ew daxwaziyên Kurdan ên gelî inkar bike û şerkariya wan a millî bihincirîne.

5- Siyaseta komên Tirkiyê yên şovînîst a rêaksyonêr di pirsa Kurdan da di nava qanûna bingehî ya pêşîn a Komara Tirkiyê bi qanûna ku di 1924 da hat qebûl kirin hat mehkeme kirin. Wê ferzend dida dîwana Tirkiyê ku li ser bingeha “zagonê” daxwaziyên gelên ne tirk inkar bike, şerkariya Kurdan a millî-azadariyê li welêt bi hovîtî bixeniqîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev