Pirsa we û bersîva me – 105

Pirsa we û bersîva me – 105

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva pirsekê bi vî awahî da:

 

Pirsa Naza Kakê û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Gelo kurdên ku dibêjin ”ezê ji îro pê va xwe fêrî zimanê kurdî bikim”, bo çi heta îro bi kurdî nizanin?

 

Bersîv: Ya pêşin: dema kesek bêje ezê xwe fêrî zimanê kurdî bikim, tiştê pêşin ku tê hişê mirov ew e, ku ew kes biyanî ye. Kurd ji roja bûyîna xwe li mala xwe fêrî zimanê xwe dibe.

Eger bêjin: -Ezê xwe fêrî xwendin û nivîsara bi zimanê kurdî bikim, wê demê daxweza wî normal e û heta daxwezeke kêfxweşîyê ye.

Bo me xerîb e, ku hinek kurdên Bakur dibêjin, ku dewletê bi dehan salan di hindava kurdan da sîyaseta asîmîlyasyonê da derbazkirinê, lema em kurdî nizanin.

Lê bi bawerîya me dewlet li ser riya xwendin û nivîsandina kurdî dikare bibe asteng, ne li ser riya axavtina bi zimanê kurdî, ji ber ku her kes li mala xwe dikare bi kurdî bipeyîve û tu hêz nikare li ser vê daxwezê bibe asteng.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev