ÇEND NÊRÎN LI SER ROMANA “BÊHNA DARA SINCÊ” YA DILAWER ZERAQÎ

ÇEND NÊRÎN LI SER ROMANA “BÊHNA DARA SINCÊ” YA DILAWER ZERAQÎ

Qasimê Xelîlî

“Tirs ji hezkirinê ditirse. Ger mirov ji tiştekî hez bike, wê zû bi zû jê ne tirse. Em xwe li ser hezkirinê xurt dikin. Yanî tirsa me li ber hezkirina me têk diçe. Piştre li me dibe hêz. Em hêza xwe ji vê hezkirinê ava dikin.”

“Delalo! Ji bîr neke. Deng û bêhna darê… Dara sincê Fûrek e… Na delalo, netirse! Netirse ji êşê… Dibe ku tu nikaribî bikewînî. Dibe ku tu nikaribî lê bibê derman…

Delalo! Hingê hembêz bike êşê… Êşa tenêmayî rojek e, dirr û dijwar e. Dihelîne. Diqedîne. Ji dar û dest dixîne…

Delalo! Êşê tenê nehêle. Jê hez bike… Xwe lê bilefîne. Wê di hembêza xwe de nerm bike… Di ronahiya kakilê xwe de aş bike… Êşa xwe bike a xwe. Na. Delalo, na! Tu yê newestî. Нêz tu yî. Hez tu yî Delalo! Ji bîr neke. Hêz û hezkirin bi te re ye… Di kakilê te de… Di hebûna te de… Li xwe şiyar be…”

Min xwest bi çend rêzên romanê dest bi nivîsa xwe bikim.

Ev romaneke “xwenasînê” û “xwezanînê” ye. Romaneke rêwîtiya ber bi dilî ve ye, rêwîtiya hezê ye, rêwîtiya ber bi kûrahiya sinca mirovî ve ye.

Roman, bi Kurdiyeke ewqasî paqij û ji xweguvaştinê dûr herweha bi kurdiyeke bi kurdî (ne kurdiyeke bi wergera zimanekî dî) û dewlemend hatiye nivîsandin, dema min dixwend min digo qey ez ji devê diya xwe li çîrokekê guhdar dikim, ewqasî şîrîn û biçêj…

Hevokên dirêj ên mirov di xwendinê de bi wan re biweste kêm bûn.

Lê dîse jî ez dixwazim him têbinîne xwe yên dî jî li ser zimanê romanê bînim zimên:

Hengî nivîskarî li gelek cihan gihaneka KU’yê bi kar anîbû, carinan acizî dida mirovî…

Her weha min fêhm nekir bê çima nivîsandina cînavka KÛyê bi israr weke KUyê hatibû tercîhkirinê.

Gelek biwêjên xweş tê de min xwendin, çendek ji wan:

” Ez derziyê di kû re dikim hema tu tayekî di wir re dikî.

Îcar te def bire kû û te deng ji kû anî?

Tu bûyî teniya bi dohn…”

Di kurdiya nivîskarî ya dewlemend de gelek peyvên xweş bala min kêşandin lê hinek jê jî hebekî li min xerîb hatin. Weke, peyva KUDANDINê ya bi wateya “domandin”ê hatibû bikaranîn. Li cem me ji kudikên seyan re dema dizûrin em dibêjin “kudand”. Îcar bi mecazî bi wateya heqaretê tê bikaranîn.

Tiştek bala min kêşand, nivîskarî hema bêje tewanga hindurîn bi kar neanîbû.

Li derikinan jî bikaranîninên soranî bala min kêşandin weke ji bedêla bibêje “cara yekê, cara duyan” forma soranî tercîh kiribû “cara yekem, cara duyem”…

Wilo zehf çewtiyên redakteyê jî li ber çavên min neketin.

Zayenda hin peyvan bala min kêşand. Weke:

“kursî, ewr, ken, mehd…” Li cem me (li Torê) ev hemû nêr in lê nivîskarî bizanîn ew mê bi kar anîbûn lewra heman peyv di dubarikirinan de jî bi heman zayendê bi kar anîbûn.

Li ser çapê jî çend gotinan bêjim:

Pirtûk ji weşanxaneya Lîsê derketiye. Ji ber ev pirtûk ji 226 rûpelan pêk hatibû ango hebekî stûr bû bi dîtina min diviyabû dawayî rêzikên deqên pirtûkê hinekî kintir bûna, dawiya rêzên deqê diviyabû hê bêhtir valahî di wan de bihatana dayin… Lewra di xwendinê de hebekî zehmetî dihate kêşandin…

Wêneyê pirtûkê li xweşiya min çû lê qalîteya belga qepaxê ne ewqasî… Lê qalîteya belgên pirtûkê serkeftî bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Mehmet Arak

    Min jî ew roçan di demek mêz de xwend, ez jî dixwazim çend toştan binêjim.
    zimanê wê kurçancîyeke zelal bû meriv ne diwestand lê bi min çêjeke edebî di roçanê de tunebû û divê li gorî wê mijar û mekanî teswîr û estetîxekirineke xurttir hebûya, mixabin min tê de nedît. Û di wan monologana da gelek caran dubarekirineke bîlasebep û xwîner diwestand û ewqasî jî ku hewce ne dikir kiribû, ez vê yekê jî wek qeldîyeke romanê dibînim. Min jî ew roçan di demek mêz de xwend, ez jî dixwazim çend toştan binêjim
    Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com zimanê wê kurçancîyeke zelal bû meriv ne diwestand lê bi min çêjeke edebî di roçanê de tunebû û divê li gorî wê mijar û mekanî teswîr û estetîxekirineke xurttir hebûya, mixabin min tê de nedît
    Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Û di wan monologana da gelek caran dubarekirineke bîlasebep û xwîner diwestand û ewqasî jî ku hewce ne dikir kiribû, ez vê yekê jî wek qeldîyeke romanê dibînim
    Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com

Şirovekirin hatine girtin.