
Mehdî Mutlu bi bernameyên xwe şahî dike her maleke kurdan
Heta niha karmendên Rûdawê 5 xelat ji Civata Rojnamegerên Başûrêrojhilat wergirtine
Amed (Rûdaw) – Di pêşbirka 33yemîn a Rojnamegerên Salê de ku ji aliyê Civata Rojnamegerên Başûrêrojhilat (GGC) ve tê sazkirin, bernameya peyamnerê Rûdawê Mehdî Mutlu “Gera Welatê Me” di beşa bernameyên Kurdî de xelata baştirîn wergirt.
Civata Rojnamegerên Başûrêrojhilat ku navendê wê li Amedê ye û 14 parêzgehan lixwe digire, pêşbirka 33yemîn a Rojnamegerên Salê saz kir.
Bernameya Gera Welatê Me a di meha Remazanê de Mehdî Mutlu pêşkêş dikir di beşa bernameyên Kurdî de şayanê baştirîn xelat hate dîtin.
Xelatên pêşbirkê dê bi merasîmekê di 24 Mijdara 2018ê de bêne dayîn.
Heta niha karmendên Rûdawê 5 xelat ji Civata Rojnamegerên Başûrêrojhilat wergirtine.
Par Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak di beşa nûçeyên Kurdî de kameramanê Rûdawê yê Amedê Şakir Ûygar jî di beşa dîtbarî dîmenan de xelat bi dest xistibûn.
Riataza