Meletî

Meletî

Muhemed Şerîf Cilînî

 

Meletî an jî Meledî (bi tirkî, Malatya) parêzgehek e, hem jî bajarekî li Bakûrê Kurdistanê ye. Navê Meletiyê weke hatiye diyar kirin di Wikipêdiya kurdî de, di dema Hitiyan de bi navê “Mîlîta” an “Mîlitea” bûye û li gor Erdnîgerê kevin Strabon, ew parêzgehek bû ji Keyîtiya Kapadokya (B.Z 280-212). Wata “Meletiyê” di zimanê hitiyan de “Mîlît+ava”, bi wata “welatê hingiv”, Asûriyan navê “Meliddu” lê dikirin, Erebên misilman navê “malattiya” lê kirine, Melîtene kevin çend kîlometran ji bajarê nuh ve dûr e, li gundê Arslantepe, nêzî navenda Battalxazî ya navê wê heta sedsala 19an de Eskî Malatya bû.

 

Bilindahiya bajar 954 mt. ye, rûerda parêzgehê 12,253 km2, parêzgehên derdorê, li bakur Sêwas û Erzingan e (Erzincan), li rojhilat Xarpêt e (Elezîz), li bașûr Semsûr e (Adîyeman) û rojava Gurgume (Meraș). Dûriya Meletiyê ji Xarpêtê (Eleziz) 98 km, Amedê (Diyarbekir) 251 km, Semsurê (Adîyeman) 185 km, Gurgumê (Mereş) 219 km, Sêwasê 245 km û Ezırcanê 363 km e.

Hejamra niștevanan 854,000 kes in, ji wan 381,000 kes niștevanên bajarê Meletiyê ne, li parêzgehê 14 navҫe, 54 bajarok û 496 gund hene. Êla herî mezin li Meletiyê Êla Dirêjane.

Tobografiya parêzgehê ji çiyayan, gelî û newalan, deștan pêk tê, lê li bakur rojhilatê bajar bendava Karakaya hatiye avakirin di navbera salên (1976-1987 an) li ser Çemê Feratê, bi mebesta behembûna 1800 mêga wat, bilindahiya derbendê 185 mt. ye, rûerda gola derbendê 26,800 hektar e, 9.85 milyon m3 av tê de kom dibe.

Abûriya parêzgehê palpiște li ser pêșesaziya (karsaziya) tevin kirina caw û pêdiviyên avahiyê, hem li ser ҫandiniyê, ji ber zemîna parêzgehê baș bi kêr tê ji bo ҫandiniyên hemecore. Parêzgeh navdar e bi berhemên xwe ji Zerdelû (mișmișa) û tê naskirin li cîhanê weke paytexta Zerdelûya, ji ber hebûna 8 milyon darên Zerdelûyan, berhemên wan di salê de ne kêmî 70 hezar ton ji Zerdelûyên zuhakirî (hișkirî), ji ber vê yekê her sal mihrecana Zerdelû û pêșbirk têne li darxistin, herweha li gor dîrokê û agahiyên Ȋnglîzan di sala 1920an de, ku Tiryak (Efyûn) li herêma Meletiyê dihate ҫandin ya herî dewlemendtirîn bû.

Şiva hesinê Şendefirê digihê bajar, Firokexanak herêmî heye, ku riyên nuh ên qîrkirî bajar bi bajarên mezin ve girê dide.

Dîroka vê herêmê pir kevnare, lê bi kurtî gelê kurd li vê herêmê berya 5000 sal dijiya, heya îro. Di destpêkê ji berya dema Nemrût herêm kete bin desthilata Dariya Asûriyan, di sedsala 7an de BZ. Pașê Dariya Medan (Mîdiyan), Makedoniyan, Hîtiyan, Farisê Exmînî û Sasaniyan, Bîzentiyan, Ereban û Tirkên Selçûqî, Osmanî û Ataturkî yên desthilatdariyê dikin heya îro, tevlî dagîrkirinê gelê Kurd nasname xwe wenda nekiriyê, lê mixabin wendakirina zimanê Kurdî dest pê bûye, xasma di nifșê ciwanan, axivtin û nivîsandin bi ziman bav û kalan piștguh dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev