Mihemedê kurd û hin çîrokên din -18

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -18

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Mihemed roja xwe di rê de derbas kir; bê sekn û rawest di gelek bajar û bajarokan re derbas bû û ber bi êvarê hespê xwe li ber kaniyeke di bin darekî de tewiland. Mihemed ji hespê xwe peya bû, xalîça xwe li ser çayirê raxist, hespê xwe av da, dest û serçavê xwe şûşt û dest bi xwarina xwe kir. Şeva xwe li wê derê derbas kir û bi destpêka şeveqê re li hespê xwe siwar bû, ku hêj rêwîtiya deh rojan li pêşiyê bû.

Roja yanzda xwe gîhande qesreke gelekî xweşik, dema hate ber pencera qesrê, bi gotinên kevaniya xwe gazî kir û got:

“Hey malînoo, gelo kes heye!” Bi bihîstina dengê wî ve, Bedr el Maha gelekî şaşwazî mabû, ku heya wê rojê li wê derê rastî tu însanekî nehatibû, pencere vekir û wa dît mêrekî ciwan li ser pişta hespê xwe ye, jê pirsî ka çi dixwaze. Mihemed got :

“Xatûnê, min ji te re nameyek aniye û xwediyê namê bersîvek ji te dixwaze, ez ê li benda bersîva te bim.”

Pey re Bedrê ji cinekî xwest, ku bikeve dilqê mirovekî û derî ji mêvan re veke; cin jî derî vekir, zengiya hêsp girt, bi peyabûna Mihemed re hespê wî girê da û Mihemed anî ba Bedr el Mahayê.

Bedewiya Bedr el Mahayê Mihemed heyirî hîştibû, lêbelê li hemberî qeşengiya Mihemed şaşwaziya Bedrê jî ji ya Mihemed kêmtir nebû. Li ber cindî û çelengiya wî rabû ser xwe, bi rêz û hurmet pêşwazî kir, anî nêzîkê xwe da rûniştandin û jê pirsî ka çi sedemê ew anîbû derxistibû wira.

Mihemed name dirêjê wê kir û got:

“Sedema hatina min û hemû tiştên din di nameyê de nivîsîne, ji kerema xwe nameyê bixwîne”.

Bedr el Mahayê name vekir û dest bi xwendinê kir:

“Ji xûşka min a delal û hezkirî, Bedr el Mahayê re!

Bargirê vê nameyê kurap û hevalê min e. Em niha di nav sînorên mîrekiya Mîr Gulnar de dijîn, tu were bala xwe bidê, mîrê vî welatî kuştina dêwekî ji pismamê min, ronahiya çavê min, dixwaze. Belê mijara vê namê ev e û ji xeynî vê jî tiştekî din nîn e, ku ez ji te re behs bikim.

Li gorî zanîna min ya derbarî zanîst û falzaniyê, şûrekî efsûnkirî heye, ku kî wî şûrî bi dest bixe, wê bikaribe wî dêwî bikuje û şûr jî di nav xezîneya aqilmendekî de, di çiyayekî volkanîk de hatiye weşartin. Tu, di zanîst û dîtina tiştên nepenî de gelekî pêşketî yî, ez jî alîkariyê ji te dixwazim û wisa hêvî dikim, ku tê wî xortî bighînî şûr. Dema hûn bi saxî û silametî vegeriyan, tu jî dest ji tenêtiyê berde û were bi me re bimîne, ku hêj di dema xwendekariya me de, xwestina me ya bi hevre, di malekê de jiyîn hebû”.

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev