Thomas Hobbes û Felsefeya wî

Thomas Hobbes û Felsefeya wî

Ali Gurdilî

Thomas Hobbes (1588-1679), di warê felsefeya heyînê de materyalîst (madeperestê mekanîk) e, di warê felsefeya ehlaqê de jî ehlaqa xweperestiyê û di siyasetê de jî, monarşiyê parastî ye. Hobbes, ramanwerekî ingiliz e û Oxfordê, xilas kiriye. Bi armanca derbaskirina demên xwe yên vala, di 84 saliya xwe de bi zimanê latînî çîroka jiyana xwe nivîsandî ye. Di 87 saliya xwe de, wergera wî ya Homeros hatiye çapkirin. Berhema wî ya herî navdar, ‘Leviathan’ e. Leviathan, navê cinawerekî ku di Tewratê de derbas dibe, ye û li cem Hobbes, nîşana dewleta ku serwerê hemû tişta ye, ye. Mirov dikare bibêje ku Thomas Hobbes, ji ezmûngeriya (empirîsîzma) Francîs Bacon ketumet bûye û li gor baweriya wî, dinya yekîtiya cîsimên ku ji aliyê zagonên livdariyê ve têne revêbirin e.

Mirov û heywan jî, perçeyên vê tevahiyê ne û jiyana wan ya ruhî û fizikî jî, bi temamî girêdayê van zagonên livdariyê ne. Bi vî rengî jî rih, wiha difikire ku ferîşte û Xwedê jî, tune nin. Ev yekên navborî, hilberên ramanî ne. Hobbes wiha bawer dike ku, di gerdûnê de yek hilikek tenê heye ku ew jî made ye. Mijara felsefeyê jî made û cisîmên ku lewnê madeyê ne, ye. Cisîm jî encax bi ezmûn û çavdêriyê, dikarin werin zanîn (têgihiştin). Babetên li derveyê madeyê jî (Xwedê, rih û ferîşte), mijarên îlahiyatê ne û bi tenê, bawerî ne. Hobbes, di dema xwe de ji fîlozofan wiha xwestiye ku ew dev ji mijarên li ser Xwedê, giyan, derêfizîk û hwd. berdin û bala xwe bidin cîsiman. Li gor bîr û baweriya Thomas Hobbes, tiştê girîng ew e ku mirov di pêşiyê de bi bûyerên xwezayê bizanibin.

Li gor nêrîna Thomas Hobbes, cîsim du beş in:

1- Cisîmên xwezayî

2- Cisîmên çêkirî (Cisîmên nexwezayî)

Hobbes wiha fikirî ye ku yên bi awayeke rasteqîn hene û cih digrin, ew cisîm in. Taybetmendiya hevpar ya hemû cisîman, livdarî ye. Di gerdûnê de hemû tişt, li gorî zagonên bizavî (tevgerî, livî) bi awayekî mekanîk têne cem hevdu. Herweha çalakiyên aqlî, raman û heta hemû hestên me jî, maweyên (pêvajoyên) fizikî ne.

Li gor nêrîna Thomas Hobbesî cisîma herî çêkirî (nexwezayî), dewlet e. Çimku dewlet, ji pêvçûna (şerê) mirovan der çûye. Thomas Hobbesî wiha bawer dike ku mirov xweperest in û herdem, ji bo berjewendiya xwe têdikoşin. Herweha, çavkaniya tevgerên me yên ehlaqî, hezkirina ez (ego) ye. Çawa me berê jî go, di felsefeya ehlaqê de, ehlaqa xweperestiyê (Egoîzm, Xudkamî) parastî ye. Di ehlaqa xweperest de, beyî ku li tu mirovan bifikirin, mirov li pey başiyên (berjewendiyên) xwe dibezin. Ev berbiçûn jî, bi egoîzmê hatiye bi nav kirin. Thomas Hobbes, wiha bawer kiriye ku mirov, ji zayîna xwe ve xweperest in û ji bo wan tiştê herî girîng, hesta xweparastinê ye. Ji ber hesta xweparastinê, mirov bi mirovên din re pev diçin û şer dikin. Gotina wî ya ‘mirov, gurên hevdu ne.’ gelekî navdar e. Ev gotin, mirov dikare bibêje ku di felsefeya wî de ramanek bingehîn e. Ji ber vê yekê jî, divabû sazîyeka ku hemû mirovan bîne rêzê, hebûya.

Li gor bîr û baweriya wî, dewlet ji vê bêgavîtiyê derketiye holê. Herweha, tiştên ku ji bo dewletê bi kêr tên, baş in û tiştê ku bi kêr nayên jî, xirab in. Di vê xalê de mirov dikare bibêje ku Hobbes, dewletê wekî saziyeke pîroz dîtiye.

Ahmet Cevîzcî, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Paradîgma’ yê de li ser felsefeya Thomas Hobbes wiha dibêje: ‘Hobbes, di jiyana xwe de bûye şahîdê du şoreşan ku yek jê entellektuel û ya din jî, siyasî ye.

Di ya siyasî de dijşoreşvanek e, ku vê şoreşa siyasî xwestibû ku bi hêza demokrasiya parlementer, monarşiya mitleq bisînor bike. Di vî warî de, dijşoreşvanek e. Belam dema ku mirov behsa şoreşa entullektuelî dike, ew şoreşvanekî temam e.’

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev