Chronologiya dîroka kurdî: Mîtolojî û dîroka cejna Newrozê -2

Chronologiya dîroka kurdî: Mîtolojî û dîroka cejna Newrozê -2

Nivîskar Cankurd wergereke kêrhatî kirîye û ji malpera me ra şandîye. Ji ber ku mezin e, em wê dikin 2 beş. Beşa pêşin we me duh çap kiribû. Fermo, beşa 2an bixwînin.

Dr. Golmorad Moradî

Wergera bo kurmancî Cankurd

Noh’ bi keştiya xwe ve li ser çiyayê Cûdî li Kurdistanê datê. Tamanin (mebest gundê Heştiyan-wergêr), gundê yekemîn piştî lehiyê „lemiştê“ li Botanê tê avakirin. Şahên gelên çiyayî deselatiyê li welatê nav herdu çeman distînin.

2637-2582 b. Isa: Sargonê Iê ji Akkad (avakarê şahdariya yekemîn a Sêmîtan li Mesopotamiya; hinek dibêjin, ku ew şahdarî di navbera 2350-2292 li dar bû, davê ser Gutium, Kirkuk, Arbil û Diyarbekirê. Şahmendiya wî ji Sûriyê digihe asiya ya biçûk, ta bi çiyayê Zagros.

2530 b. Isa (an jî 2200- 2164?): Naramsîn, şahê Akkad (Bajar li bakurê Babil e), Lulubu li “Geliyê gawiran” dişkîne.

2500 – 2300 b. Isa: Gutî Babil distînin û hinek padişahan tînin ser deselatiyê

Dora 2000 b. Isa: Kardaka (ku ji wê navê Kurdaxa hatiye-wergêr) di metnên tîpên hejmarî „mêxî“ de tên navkirin. Koçkirina Hêtîtên Indogêrmanî û destpêka Indogêrmanîkirina zimanî li Zagros

1800-1500 b. Isa: Yekemîn şahinşahiya Hêtîtan, ku piraniya herêma Asiya ya biçûk girtibû.

1764-1171 (an jî 1530-1155?) b. Isa: Kasîtan deselatî li Babil (Kardunaş) girtin destê xwe. Kasît yek ji wan gelên başûrê rojavayê çiyayê Zagros e. Piştî roxandina memleketê Kasîtan ser ji nû ve bi çiyayê Zagros de vegeriyan. Ewan ji aliyê Alexanderê mezin ve 324/323 b. Isa demekê hatibûn binxistin.

Dora 1700 b. Isa: Hemorabî gelê çiyayî yên bakur bi bin dixîne

1600 b. Isa: Babil ji aliyê Hêtîtan ve tê standin

1450-1200 b. Isa: Memleketa Hêtîtan a duwemîn, dîsa giha Sûriyê.

Dora 1400 b. Isa: Koçkirina êlên îranî nav Irana îro.

1286 b. Isa: Hêtîtan di bin fermana Muwatalîsê II. Li nêzîka Kadêş (jêriya Anatoliya = Kadis) leşkerê Fîre’wnê misirî Ramsêsê II. dişkînin. Di van deman de jî çandeya mykenî (Dema bronzî ya yûnanî) li qeraxê Asiya ya biçûk belav dibe.

Dora 1240 b. Isa: Şahdariya hêtîtî li Asiya ya biçûk li ber hêrişa gelên jêriya rojhilatê Europa tê tunekirin.

1200 b. Isa: Avakirina şahdariya Urartoyî (Urarto niştevanê Urarto yê kevin= Çiyayê Ararat bûn li Anatoliya rojhilat) (Paytext Toşpa/Van bû). Ev şahdarî ji aliyê Şîtan ve sala 585 b. Isa tê herifandin.

Dora 1000 b. Isa: Mîdî û Fars (êlên îranî) bi bakurê Zagros de dixuşin; Zerdeşt li bakurê rojhilatê Kurdistan ji dayik dibe.

900-700 b. Isa: Kurdên Gotî herêma mîdî, û Ermen ji aliyê rojava ve herêma Ararat distînin. 880 b. Isa; Çandeya Xaldî ya Ardînîs li Urarto belav dibe.

835 b. Isa: Cara yekem e, ku Mîdî di neqşenivîsekê de tên navkirin.

Dora 722 b. Isa: Şahdariya mîdî li bakurê rojavayê Iranê

Dor a 714 b. Isa: Sargon ê II. Mussassîr-Ardînîs hildiweşîne.

Dora 700 b. Isa: Avakirina malbateke şahanî ya farisî bi rêya Axaymênês.

Dora 625 b. Isa: Avakirina şahdariyeke mîdî bi rêya Kyaxarês (Keya Xisar)

612 b. Isa: Nînewa (Nînîwêh) paytextê Asûriyan ji aliyê Mîdiyan ve tê girtin.

600 b. Isa: Zerdeşt li Iranê deng dide.

Dora 550 b. Isa: Roxandina şahdariya mîdî bi destê Cyrus (Koroş) ê mezin, serdarê Axemeniyan.

Dora 538 b. Isa: Cyrus (Sîrûs) ê mezin davê ser Babil û şahinşahiya farisî ya Axêmeniyan ava dike.

522 – 519 b. Isa: Serhildan ji aliyê Darius ê I. tên pelixandin.

401 b. Isa: Xenophon (Êksînofon) tev li “Dehhezaran” di çiyayên Kardûxan re derbas dibe.

333 b. Isa: Herêma kurdî ji aliyê Alexander (Alêksander) ve tê girtin, ewê ku şahê exmênî bi bin xistiye.

330 b. Isa: Roxandina taliyê ya şahdariya Exmêniyan ji aliyê Alêksanderê mezin ve.

250 b. Isa: Avakirina memleketa parthî (parsî) li Iranê (memleketa Arsakiyan), ku ta bi 224 Z. maye.

Dora 150 b. Isa: Pêşveçûna serdestiya Parthan li Asiya ya nêz (Rojhilata navîn) di saya Mîthradatesê I.

80 b. Isa: Şah Tîgranês ê ermenî Gorduene digire bin deselatiya xwe. Destpêka dagîrkirina romî.

63 b. Isa: Şah Mîthradetes ê Pontus, ku ji aliyê Romiyan ve tê binxistin xwe bi xwe dikuje.

Dora 170 Z.: Ermen bakurê Kurdistanê digirin.

226 Z.: Avakirina împeratoriya sasanî li Iranê.

240 Z.: Derketina Manî bi aşkereyî (avakarê olekê ye)

300-617 Z.: Ceng di navbera Ostrom û Parthan de.

309-379 Zayînî: Şaporê II. Deselatdarê şahdariya Sasniyan e.

529-578 Z.: Xisro Anoşirwan deselatdar e li şahdariya Sasaniyan.

621 Z.: Pêdabûna ola nûjen Islam.

639-645 Z.: Hêrişkirina leşkerê erebî ser herêma kurdî, û pevçûnên xûnî di navbera Kurdan û hêrişkarên musilman de.

Dora 650 Z.: Roxandin û mirina şahê sasanî yê dawîn Yezdîgerd ê III.

700-900 Z.: Islamkirina Kurdan bi darê zorê. Bi ketina nav Islamê, Kurdan berhemeke xweyî û giring da şaristaniya îslamî, berî her tiştekî di warê leşkerî û hunerî de.

Dora 700 Z.: Yekemîn metnê nivisandî bi zimanê kurdî. Nivişteke kurt a bi terzê helbestî, ku tê de hovbaziya hêrişkarên ereb diyar dike: heriftina agirpersetgehan, zorlêkirina Mezdiyan- û Zerdeştiyan, ku Kurd pir ji zû ve, ji dema Mîdiyan ve, li ser olên wan bûn, mişextbûna Zerdeştiyan ber bi Hindistanê ve.

765 Z.: Sazbendekî kurd ji Mûsilê, Ibrahîm Mûsilî (Mewsilî), 743-806, sazkarî di hewşa Harûn Erreşîd de dikir, ku ta wê demê di Islamê de qedexe bû, û yekemîn konsêrvatoriuma sazê îslamî pêda kir. Kurê wî Ishaq ew pêşdatir bir û di pirtûkeke fêrkirinê de nivisand. Yek ji şagirtên wî, Ziryab, ew jî Kurd e, Li hewşahanî ya Kordoba cîwar bû, li wir dibistanek vekir, ku dersên hostayê xwe li Espanya û li Mexribê (Maroko) didan.

900-1200 Z.: Mîranên (îmaratên) kurdî yên serbixwe hatin avakirinê Dora 930 Z.: Serleşkerê zerdeştî Merdewîj dibe qeralê Irana rojavayî.

950 Z.: Memleketa Şedadiyan li bakurê Kurdistanê (paytext Gandej 915-1174).

959 Z.: Hesnewêh ji êla Barzikanî (Barzan) memleketa Hesneweyî (959-1015) ava dike.

990 Z.: Memleketa kurdî a Merwaniyan (990-1069)

1000 Z.: Bi şûn ve çûna dawiyê ya Zerdeştiyê li Iranê.

1037 Z.: Avakirina deselatiya Selcûqiyan li Iranê, ku bo qedera Kurdan sireke mezin lîstiye.

1075 Z.: Şêx Adî Bin Musafir, avakarê desteya olî ya Yêzîdî, li Kurdistanê ji dayik dibe (Kermanşah)

1126 Z.: Standina paytextê ermenî Anî ji aliyê şahdariya kurdî ya Şedadî ve.

1117-1157 Z.: Di bin destê şahê selcûqî Sultan Senqer de cara yekemîne, ku bi terzekî fermî navê Kurdistanê tê gotinê.

1137/38 Z.: Sultan Selahodîn, Kurdê mezin, ku kurê Necmudîn Eyûb e li Tekrît ji dayik dibe, li herêma Arbîl li Kurdistanê.

1167 Z.: Hilkişîna sultan Selahodîn, kurê Eyûb, û avakirina şahdariya kurdî ya Eyûbiyan. Ev şahdarî ji sala 1169ê de ta bi 1250 li ser teviya rojhilata navîna musilman cî digire.

1187 Z.: Bi destxistina Qudisê (Jerusalemê) ji aliyê Selahodîn ve û dest pêkirina hêrişa xaşperestî ya sêyemîn.

1193 Z.: Mirina sultan Selahodîn li Şamê û parvekirina memleketa Eûbiyan di navbera pêkevin wî de.

1242-1245 Z.: Hatina Mongolan bi ser Anatoliya de, qirkirina leşkerê selcûqî bi destê Mongolan , standina piraniya Kurdistanê û rakirina paşengê (xelîfeyê) Baxdadê ji aliyê Hulakku Xan ê mongolî ve.

1299 Z.: Ji hev belavbûna memleketa selcûqî di navbera 18 dewletên serbixwe yên biçûk de.

1302 Z.: Serketina Osman li hember Bîzentiyan li şergeha Bapheos (Bafêyos) 1300-1450 Z.: Ji nû ve li dar ketina mîranên kurdî piştî hêrişbaziya Mongolan.

Jîna wêjevanî ya kurdî li hewşên mîrên Bitlis, Hekarî û Bohtan.

1453 Z.: Sultanê osmanî Mohammadê II. Konstantinopolê (Istanbolê) digire.

1470 Z.: Memleketa turkmenî Aq-Quinlou (ji berxê sipî) û ramyariya tunekirina mîranên kurdî.

1500-1820 Z.: Kurdistan dibe şergeha pevçûnan di navbera Osmaniyan û Farisan de.

1501 Z.: Avakirina memleketa Sefewiyan li Iranê bi rê şah Ismaîl û bizava, ku Kurdan li parçeyê Iranê ji Kurdistanê, bixîne bin zora xwe.

1514 Z.: Şergeha Çaldêranê (Çaldoran – navçeyeke li bakurê Kurdistanê) di navbera sultanê osmanî Selîmê I. û şahê sefewî Ismaîl de. Piraniya Kurdistanê ji aliyê şahdariya osmanî ve tê girtin. Sultan Selîm li xwe digire, ku “dewletên kurdî” binase û xwe tev li kar û têkiliyên nav wan de neke. Cara yekemîn e, ku Kurdistan bi kiryaareke berçav tê duparkirin.

1596 Z.: Şahzad (Mîr) Şeref Xan Bitlîsî, mîrê Bitlis, pirtûka xwe teva dike (Belgenameyên netewa kurdî Şerefname), yekemîn sernêrîna di dîroka kurdî de.

1639 Z.: Li gor peymana Zuhab di navbera Osmaniyan de (Sultan Morad ê IV) û Farisan de (Şah Safî), ku li bajarokê Qesrê Şîrîn hatiye mohrkirin, serhed (sînor) bi terzekî fermî di orta Kurdistanê re hat kişandin.

1695 Z.: Ehmedê Xanî yê ku 1695ê de ji dayik bûye, hozanvan, fîlosof û zimanzan, bi harîkariya pirtûka xwe ya serekîn Memo-Zîn bangewaziya hozanvanî bo mêrxaziya netewî dike, da dewleteke yekbûyî ya Kurdistanê bite damezirandin.

1732 Z.: Herêmên rojavayî dîsa dikevin destê Farisan û sala 1736ê careke din wan serhedên 1639ê tên kişandinê.

1748 Z.: Kerîm Xan Zend (1698 an jî 1704 ji dayik bûye û 1778 koçkiriye), ku di koka xwe de Kurd e ji Harssînê ye, Kurdistana îranî, memleketa Zend li Iranê avadike.

1794 Z.: Memleketa Zend ji aliyê Axa Mohammad-Xan Qaçar (Memleketa Qaçaran) tê roxandin.

Sedsala 19ê: Tev lê bûna Dergahê Bilind, şahdariya osmanî, di têkiliyên kurdî yên navxweyî de, pêşmafên wan tên binzorkirin, serhildanên mîranên kurdî, ku bê hevsazîne jî, çêdibin.

1806 Z.: Serhildana Abdulrahman paşayê Suleymaniyê.

1818 Z.: Destpêka destdirêjiya rûsî û serhildana êla kurdî Bilbas.

1826 Z.: Destpêka hêz ji dest girtina mîranên kurdî yên Dereh bey (beg) ji aliyê sultanê osmanî Mohammadê II ve.

1828 Z.: Dawîbûna cenga rûsî-ermenî (Peymana Turkmançay, ji dest dana navçeyan ji Rûsiya re) Koçkirina filehên ermenî û asûrî û Kurdan jî ber bi Rûsiya ve, bi cih û warkirina Asûran û Kurdan li nêzîka Erîvanê.

1830 Z.: Serhildana Mîr Mohammad (wek Mîrî Kore naskirî ye)

1843-47 Z.: Serhildana Bedir-Xan begê Cizîrê û Nûrellah begê Hekarî û yekemîn pevçûna ermenî- û kurdên asûrî jî, ku bi vê yekê ve girêdayî bû.

1853-55 Z.: Serhildana Yezdan Şêr.

1877/78 Z.: Cenga rûsî-osmanî delîveyê dide bo serhildanên li herêmên Hekarî û Bohtan û êla kurdî Hamawend jî.

1880 Z.: Serhildana Şêx Ubeydullah Şemdînan ê Nehrî û damekirina Orumiyêh li Kurdistana îranî (di hinek jêderan de ev serhildan wek yekemîn serhildana kurdî ya neteweyî tê jimartin). 1890/91 Z.: Bizava Şakîr paşa bo avakirina “Hêzên Hemîdî yên Kurdî” yên ne sazber.

1894-1895 Z.: Pevçûnên xûnî di navbera Ermeniyan û parekê ji Kurdan li Sasonê, her wekî serîhildana kurdî ya Hekarê dij bi ramyariya sultan Hemîd.

1897/98 Z.: Avakirina yekemîn komîteya kurdî ya neteweyî û rojnameya “Kurdistan”. Ev rojname (kovar) bizava xwe dike, ku ramana rizgariya neteweyî ya kurdî belav bike.

1900: Ji dayikbûna Mustefa Barzanî.

1905: Serhildana êla Şikakan li Kurdistana îranî dij bi deselatdariya navendî, û pêdakirina gellek şorayên sergerandina xwe bi xweyî li navçeyên kurdî, wek li Seqiz, Mahabad û Kermanşah, ji aliyê Qazî Fettah’ ve, ku zanayekî olî yê kurd bû, ji malbata Qazî.

1908: Şorişa Conturk: Li Konstantinopolê daxweyaniya rêbazekê derket, ku bo hemî neteweyên împeratoriya osmanî wekheviyê soz dike. Lê ji 1909ê ve Conturkan dest bi ramyariya zorkirinê kirin dij bi gelên ne turk (Alban, Ermen, Kurd û ên din.)

1909: Dij bi vê derketina Kurdên Millî (Kurdên Lîberal) bi serkêşiya Ibrahîm paşa û avakirina gellek komîteyên kurdî û rojnameyên, ku piştî demeke kurt tev hatin qedexekirin.

1913: Li hev hatina li ser protokola sînorkişandinê li Istanbolê, ku ji aliyê Iran, Turkiyê, Rûsiya û England ve hat mohrkirin.

1913-1914: Serhildana Bitlisê û li başûrê Kurdistanê bi rêberiya Şêx Abdul Selam Barzanî, du bûyerên giring ên berî destpêka cenga cîhanî I. 1915: Destpêka qirkirina Ermeniyan ji aliyê Turkan ve, Bedirxanî bizava xwe dikin bo rizgarkirina Bitlisê.

1916: Peymanên bi dizî yên hevgirtiyan (Dewletên hevgirt) li ser parvekirina împeratoriya osmanî û Kurdistanê (Peymana Sykes-Picot). Destpêka mişextkirina 700.000 -1.000.000 Kurdan ber bi rojavayê Anatolia ve.

1918: Berfanber 1918, bernameya çarenivîsa xwe bo gelan, ji aliyê serekê amerîkî ve Woodrow Wilson hat daxuyanîkirin.

03.03.1918: Kuştina serkêşê asûrî Mar Şîmon Bênyamîn XXI. Ji aliyê Ismaîl Simko Axa ve, rêberê serhildêrên kurd li Kurdistana îranî.

1918: Di 30. kt. 1918 de împeratoriya osmanî, ku di cenga cîhanî yekê de li gel Almaniya şer kir, hat şikandin û pêwîst bû li ber Hevgirtan destan ji ber xwe berde. 1919: Dij bi kiryarên Kemalîstan ji aliyê mezinên Kurdan ve li Malatiyê.

1919-1920: Yekemîn serhildana kurdî dij bi koloniyalîkirina îngilîzî li başûrê Kurdistanê. Ev tevgera, ku bi rêberiya Şêx Mehmûd Berzencî hatibû ajotin, pêdakirina “Kurdistaneke yekbûyî û azad” armanc kiribû.

19.-26. Nîsan1920: Konfiransa San Remo. Wan gellek peymanên, ku di dema cengên di navbera Hevgirtan de li ser parvekirina rojhilata navîn hatibûn girêdan, li gor teraziya nû ya hêzan hatin bi cih kirin. Brîtaniya Gewre destê xwe wek mandatekî da ser raka erebî û wîlayeta kurdî Mossul, Fransa jî li hember wê bi 25% ji berhemên petrolê di herêma Mossulê de bû hevpar. Bergeha avakirina dewleteke ermenî an kurdî di herêmên din ên, ku pêwîst bû bi dest Urisan ketana, ma tiştekî vekirî.

  1. Ab1920: Peymana aşîtiyê ya Sêvres Kurd wek wek “Neteweyên hêjayê rizgariyê ne” jimart. Ev peymana Sêvresê, ku di navbera Hevgirtan û Dergahê Bilind de hat îmzekirin, Parvekirina dawîna ku di peymana San Remo de hatiye, da pejirandinê. Di birrê III (bend 62-62) de ew rê dide bo pêdakirina dewleteke kurdî di parçeyekî de ji herêma Kurdistanê.

1920: Serhildana Ismaîl axa Simko li Kurdistana îranî, ku ta bi 1930 dirêj kir.

  1. Ab 1921: Sir Percy Cox, Komîsarê bilind ê brîtanî li Mesopotamiya, Şehzad Feysel (kurê Şerîfê Mekkê), ku Fransizan ew ji Sûriyê derkiribûn, wek şahekî li Iraqê bi navkir. Kurdan “hilbijartina”, ku bo navkirina wî hatiye sazkirin, bi tundî neykirin. 20 Çileyê pêşîn 1921: Peymana firensî-turkî ya Ankare. Fransa herêmên kurdî Cezîrê û Kurd-Daxê tev li Sûriyê dike, Sûriye di bin Mandata wê de bû.

1923: Serhildana duwemîn a Şêx Mahmûd. Ew xwe bi “Şahê Kurdistan” navdike û têkiliyê bi mezinên Kurdan re li Iranê, bi Simko re, çêdike, ewê ku ji 1920ê de serî li deselatdariya îranî hilda ye û şer dike. Ev tevger ji aliyê leşkerê brîtanî ve tê pelixandin û Şêx mişextê Hindistanê dikin. 24. Avdar 1923: Peymana Lausanne di navbera fermandariya Kemal Ataturk (Ankare) û Hevgirtan de. Vê peymanê peymana Sevres ji ortê rakir û tevlêkirina piraniya Kurdistanê bi ser dewleta Turkiyê ve pîroz kir.

  1. Avdar 1924: Bi fermanekê hemî dibistan, komele û belavokên kurdî, bi ser ve jî terîqet û rêgahên olî hatin qedexekirin. Parlemana turkî ya yekemîn, ku di nav de 72 pêşdarên Kurdistanê hebûn, hat ji hev şelandin.

Befranbar-Nîsan 1925: Serhildana Şêx Seîd Pîran li Kurdistana turkî. 16. Kanona paşîn 1925: Hevgirêdana Netewan, li ser daxwaza ngilîzan, tevlêkirina başûrê Kurdistanê (Mossul) bi ser dewleta Iraqê ve dipejirîne.

1926: Kişandina sînorê di navbera Turkiyê û Iraqê de.

Ab a 1927: Avakirina kongireya Xoybûn (Serxwebûn), Sercivana neteweyî ya kurdî. Di vê saziyê de, hemî komikên kurdî, partî û rêkxirawên, ku piştî cenga cîhanî ya yekê hatibûn avakirin, hebûn.

1928: Teviya sergerandina sivîl û leşkerî ya Kurdistana turkî dikeve bin destê “ Serdarê giştî yê rojhilat”, ewê ku komîsarê turkî tev bilind li Kurdistanê. Hemahema li her derekê di herêmên kurdî de hilgavtin çêdibin.

1930: Tevgereke berxwedanê ya mezin di bin rêberiya Xoybûn de li saz dikeve, li derdora çiyayê Araratê. Turkiyê û Iranê hevbendiyekê pêda dikin, ku wê bi hev re bişkînin (Kanona duwemîn 1932). Hizêrana 1930: Simko, serkêşê Kurdan li Iranê, ku ji 1920an de dij bi deselatdariya navendî derketibû, di dan ûstandinekê de li gel nûnerên Teheranê tê kuştin. (Sala 1989ê wilo rêberê kurd Dr. Evdilrehman Qasimlo jî li Viyana/ Austria hat kuştin-Wergêr)

Payîza 1931: Serhildaneke nû li Kurdistana îranî di bin rêberiya birayê Simkoyê kuştî de.

1931: Piştî ku ngilîzan Şêx Mehmûd ji Hindistanê vegerandin, ew careke din serî li wan di Kurdistana Iraqê de hildide. Ew tê şikandin, tê girtin û li Bexdadê di mal de tê bin çavkirinê yekê Kurdên Iraqê vê carê di bin rêberiya Şêx Ehmed Barzanî û Mele Mustafa Barzanî de serî hildidin. Hêza brîtanî ya asîmanî bombeyan berdide ser gundên kurdî.

Gulan a 1932: Ankare zagona koçkirin û ji ser hev belavkirina Kurdan derdixîne. Bi sedhezaran Kurd bi orta Anatolia û rojavayê wê ve tên mişextkirin. 1933: Serhildaneke nû ya kurdî li Iraqê di bin rêberiya Barzaniyan de (Şêx Ehmed û birayê wî Mele Mustafa)

1936-1938: Serhildana Sayid Riza Dêrsimî li Kurdistana turkî.

1937: Li hev kirina Saa’d Abad li Teheranê di navbera Afganistan, Iran, Iraq û Turkiyê de, ku di nav de şerkirina dij bi tevgerên neteweyî hatibû peymankirinê.

1939: Avakirina saziya kurdî Hîwa li Kurdistana îraqî.

1941: Standina Iranê ji aliyê komikên leşkerî yên Hevgirtan, ji cî rakirina dîktatorê îranî Riza şah û azadkirina hemî girtiyên ramyarî ji bendexaneyan, ku di nav wan de ramyarmend kurd jî hebûn.

16.09.1942: Avakirina saziya Komele (Jiyanewey Kurd) li herêmên ne bindestkirî li Kurdistana îranî.

1943-1945: Her bombebarankirina Kurdistana îraqê ji aliyê hêzên asîmanî yên brîtanî ve û berxwedana tund a Barzaniyan.

16.08.1945: Avakirina Partî Demokrat î Kurdistan î Iran li Mahabad û tevgereke fireh di nav Kurdan de ji bo xweybûnê di herêmên kurdî de.

17.12.1945: Ala kurdî li ser avahiya dadmendiyê tê bilindkirin.

22.Kanona Duwê 1946: Bi navkirin û daxuyanîkirina fermandariya otonom li Kurdistanê. Komara Mahabad di bin serkêşiya serokê xwe û pêşewayê PDK, Qazî Muhemmed de, salekê dirêj kir.

17.12.1946: Ketina hêzên leşkerî yên deselatdariya navendî nav Mahabadê bê ku pevçûn çêbibin.

21.12.1946: Girtina Qaziyan (Qazî Muhemmed û Seyfî Qazî) li Mahabadê. 31.03.1947: Bi dar ve kirina Qazî Muhemmed, Sedr ê Qazî û Seyf ê Qazî li trata „Çiwar Çira“ li Mahabadê. Gulan-Hizêran 1947: Rev û têkoşîna Barzanî dij bi hêzên leşkerî yên deselatdariya navendî ya îranî, ku ew û 600 şervanên bi wî re xwe gihandin UdSSR.

19.Ab 1953: Dagerandina deselatdariya Lîberal-Demokrat a Dr. Mossadeq li Iranê bi rêya serbinkirineke, ku ji aliyê CIA ve hatibû li dar xistin, û ji nû ve pêdakirina dewleta polîs a sazmana şahdariyê, ku tê de bi firehî pêketina hemî komikên hembervaniyê „Opposition“ û ji wan jî Kurdên li Iranê, çê bû.

_______________________________________

Jêderên bi kar hatine

  1. Abulqasim Mansur Firdawsi, Schahnameh, Band 1, Danesch Verlag, Moskau 1966
  2. Mortaza Rawandi, Tarikh-i Idjtemaie Iran, Band 1, Amir Kabor Verlag, 4. Auflage, Tehran 1356 (1977)
  3. Mortaza Rawandi, Tarikh-i Idjtemaie Iran, Band 6, Naschr-e Nascher Verlag, 1.Auflage, Teheran 1363 (1984)
  4. Yassna, Band 1, Der Bericht von Pourdawoud, Universitätsverlag Teheran
  5. Modjtaba Minavi, Tarikh wa Farhang, Teheran 1352 (1973)
  6. Mohammad Mardux, Tarikh-i Kurd wa Kurdistan, Band 1, Iran 1973
  7. Mohammad Djawad Maschkur, Iran dar Ahd-i Bastan, Teheran 1984
  8. Mohammad Djawad Maschkur, Tarikh-e Iran Zamin, Teheran 1363 (1984)
  9. Mohammad Mo’in, Farhang-i Moín, Band 4,5 und 6
  10. Henrik Samuel Nyberg, Die Religion des alten Iran, persische Überstzung von Prof.S. Nadjmabadi, Teheran 1359 (1985)
  11. Mohammad Qassem Ramsari (Hrsg.) Zahak az schanameh Firdewsi, Nr. 36, Amir Kabir Verlag, 3. Auflage, Teheran 1346 (1985)
  12. Mohammad Ali Islami Nodoschan, Taámol dar Schahnameh, Artîkel in der Zeitschrift Kawa, I Jahrgang, Nr. I, Farwardin 1342 (1963)
  13. Rahim Azizi, Ba’rassi’hay-e Tarikhi wa Mazhabi Aien-e Nowruzi, Mehr Verlag, Köln 1366 (1988)
  14. F. M. Djawanschir, Hemasse Dad, Bahssi dar mohtaway-e Schahnameh Firdewsi, Teheran 1359 (1980)
  15. Zabihullah Safa, Tarikh-e Adabiyat Iran, Band 5, 1, Teil, Teheran 1366 (1987)
  16. Ehssan Tabari, dah’hey-e-Naxostin, 1. Auflage, Alfa Verlag, Teheran 1358 (1979)
  17. Ehssan Tabari, Farad-e Çaharom, 1. Auflage, Alfa Verlag, Teheran 1358 (1979)
  18. Cornelius Petrus Tiele, The Religion of the Iranian Peoples, part 1, translated by G. K. Nariman, Bombay 1912
  19. Jes Peter Asumussen und Jörgen Laessoe (Hrg.) in Verbindung mit Carsten Colpe, Hanbuch der Religionsgeschichte, Band 2, Kopenhagen/Göttingen 1972 20. Nazif Telek, Newroz für uns alle, Verlag Neuer Weg, Essen 1991

 

Heidelberg, Almaniya- 1993 (Jêder: Kovara Kurdaya – Bo çand, ramyarî û zanînê- 1/3 Avdar 1994)

Li gel (Chronologiya dîroka kurdî) – 1953

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev