KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -11

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -11

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 158an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 158

 

HÎVA GUNDÊ ME HÎVA ZERE

 

Hîva gundê me hîva zere,

Sîng û berê xelqê delal

Notla sinîya qelakirî,

Şîv û taştîya lawkê min sere.

 

Hîva gundê me hîva sava,

Tilya min çevê dê û bavê minra here,

Kotî, şindokî heramî pintî mêra kire zava.

 

Te çevreşê, heva tirî,

Minê heft sala qurrixkirî,

Kotî şîndokê pîsî heram

Hatî xwera birî.

 

Got: Zubêdê Qeymes.

 

SIBEYE

 

Sibeye,

Sibe min venabe,

Dengê qaza, sewtê qulinga, bestê binya mala me zelal nabe,

Ez merûmê xwedê dikim, nakim,

Kawa gozel paşila kotîyê şindokê mêrê xwe ranabe.

 

Got: Egîtê Eylaz.

 

XEZALA MIN

 

Xezala min ji kona konê pêşin,

Dilê min zeryada, zerîke keske hêşîn,

Zerîyê, xazila devê min xar û xetê,

Nava sîng û berê te biketa.

Xezala min ji mala, mala teke,

Dilê min zeryada, zerîke sore çev beleke.

 

HERÊ KINÊ

 

Herê Kinê, Kinê, Kina min,

Kinê min govendêda dîbû,

Kinê min govendêda dîbû,

Min dî temezî sêrî sipî bû.

Kina min werdek bû,

Ji min firrî bû.

 

Herê Kinê, min govendêda naskir,

Min dî temezî, Beso nas kir,

Kina min werdek bû,

Gol xilas kir.

 

Got: Necîfê Temir.

 

TEMÎYA MIN

 

Temîya minê li teve,

Hergê tu mêr dikî,

Nestîne kale, kalê rûberdayî,

Teze berê simêla xûdayî.

Merûmê, merûmê,

Avareşo şel madanî,

Tu şerê bide dora tiftîkê Silêmanî,

Qurenga gede lawikê min, qureke sipî bû,

Tele bextê min porrkura xwedêra,

Wextê destê xwe kirê,

Qurenga reş deranî,

Merûmê, merûmê.

 

Got: Necîfê Temir, 46 salî.

 

DERDÊ DILÊ MIN

 

Derdê dilê min, ne tu derde,

Kotî şindokê mêrê min

Sond xarîye nava şêxan û mellan, wê min berde.

 

Dilê min kanînga sergirtî,

Kilî kotî şindoyê mêrê min,

Tevî komê şêxan û mellan,

Dest nimêja xwe kir sergirtî.

Sûretê mine sore,

Ji gulê, ji gulavê,

Şindoyê mêra sûretê min ramûsaye,

Devê wî şorr bû, sûretê min evdala xwedê diqelişî.

 

Got: Necîfê Temir.

 

EZÊ NAZIKIM

 

Ezê nazikim, nazdarim,

Nizanim, nazîyê xwe li kê kim.

 

Kavilê gundê meda dewate,

Kotîyê mêra, dareke zenda zerdaye,

Ezê nikarim qolê zêra ber anîya kever çêkim,

Ne dêye, li dêkim,

Ne bave, li bavêkim.

 

MIN NAZIKÊ

 

Min nzaikê, nazdarê,

Ezê nazim, nizanim

Nazê xwe bi kê kim.

 

Ne dêye,

Li dê kim,

Ne bave,

Li bavê kim.

 

Ne biraye,

Li birê kim,

Ezê dîsa nazê xwe

Kotî şindoyê mêrê xwe kim.

 

Ezê dema dinê taxêda berjêr çûbûm,

Pîredayka min rastî min hatibû,

Go: -Bê xayê, bê xudanê, bê jê tirsê,

Êvare, mexberîye, sehet nîvê şevêye,

Ha malek ji malê cînara, ha ji ku têyî?

 

Min go: -Pîrê, merûmê, keftara heramê,

Hirça gelyanê,

Ezê gelekî te rezîl kim,

Ezê sibe nava rojê,

Destê gede lawikê xweyî kawî, kubar bigirim,

Ser sîngê xweyî zerî, zerbab bigerrînim,

Ezê dîsa gede lawikê xweyî kawî-kubar nava hevalada şa verrê kim.

 

Got: E. Eylaz.

 

DÎN HAY DÎNÊ

 

Dîn hay dînê, dîn hay dînê,

Dîn hay dînê, zalimê dînê.

 

Dînê ji malê delûyan,

Şemamokê nav pembûyan,

Dest bigirim, germe rûyan.

 

Dîn hay dînê, dîn hay dîn,

Dîn hay dînê, zalim dînê.

 

Got: Mîsak Avêtîsyan, ji gundê Avanê, li ser nehya Aştarakê.

 

SÎNEM

 

Sînem koça xwe bi rê kir,

Ew xwe mabû şûna wara,

Rûnişt, kofîa xwe girêda,

Berda şirrikê guhara,

Dikim Sînemê ramûsim,

Gune situyê hevalan.

 

LÊ BI GULÊ

 

Lê bi Gulê, lê, lê!

Lê bi Gulê, jarê Gulê.

 

Lê bi Gulê, hîve vaye,

Şewqê daye malaye.

 

Lê bi Gulê, lê, lê!

Lê bi Gulê, jarê Gulê.

 

Got: Zubêdê Qeymes.

 

BANGÊ ELEGEZÊ

 

Bangê Elegezê tê fîke, fîke,

Kulmalê, ta bi derzîa bîne,

Birînê dilê min derzîke.

 

Kulmalê, gundê Dodo gi gelîne,

Cotê zer memika çevkanîne.

 

Kulmalê, te çima pey nuxsanê kotîyê mêrê xwe,

Morî, mircanê zer danîne.

 

DE YAR, YAR

 

De yar, yar, yar!

Hecî qurba, sibe, sibe nabe,

Kulmalê, dengê cote kewê gozel zelal nabe.

 

WEY LÊ, LÊ

 

Wey lê, lê, lê!

Kulmalê diçî, têyî qe dey nakî,

Agirê kula Mûşê heft sala mala bavê xwekî.

De bese, parî cêr, cegerê min maye, xirav nekî.

 

Got: Şebebê Elo, 60 salî, ji gundê Qulîbegê, li ser nehya Vaxarşapatê.

 

EZÊ SÊVIM

 

Ezê sêvim, sêva terrim,

Qerefila panzdeh perrim,

Gava kewa gozel nabînim,

Qudûmê çokê min tune pê bigerim.

 

QASMALÎYÊ

 

Qasmalîyê van genima,

Hespê Hesongê min sekinîye li ser sima,

Minê bala xwe didayê şînekê ketîye nava jina.

 

BARAN BARÎ

 

Baran barî ser şîlana,

Bira kevir bibare der cînara,

Heça orta min û kewa gozel fesadî kir,

Bira heft sala bikişîne jana van dirana.

 

Got: Geveza Axo, gundê Poştê, li ser nehya Axbaranê.

 

DILO MERÛMO

 

Dilo merûmo, minê gulek anî di gul-guland,

Sûreke bajar dora gulê xwe difitiland.

 

Ez gulim, gula ber bi rome,

Ez maşoqa lawikê çême,

Serdilka ser dilê geleka me.

 

Ji keleş lawikê xwera hezar hefsidîme,

Ezê kundîyê, kotî mêrara arzaneke ber avê me.

 

Ezê dîsa dosta lawikê çême,

Ez berdilka lawikê çême,

Ez nizanim, ezê bivim risq, qismetê kême.

 

Gede lawik jêra got:

-Kewê qurba, çevê belek çevê tene,

Dora qaşê çeva, çevê belek bi surmîne.

 

Kewê jêra go:

-Keleş lawikê min notilî şivane, şivanê ha bi çîyane,

Ez nizanim, yanga min, boşe bêfeydeye.

 

Gede lawik jêra got:

Ramûsana qîza bê feydene,

Ramûsana bûkê serê sala,

Qîzê çardeh salî, ew jî bext û tale rastgeleye.

 

Gede lawik got:

-Kewa min hatîye, xwe mişmişand,

Qeytana sê vêrşokê dora dêrê sipî pê dineqişand,

Çawa te nav cêrr-cegerê min herişand.

 

Keçikê go:

-Ezê gazî dikim, dengê min nayê,

Dengê min ketîye surrê vê sermayê,

Keleş lawiko, ez bi qurba,

Serê min ketîye qîrê, vê belayê.

 

Keleş lawikê min hatîye,

Ramûsanekê ji zer memikê min dixweze.

 

Keleş lawiko, ez bi qurba,

Ew yek ji minra qe kêr nayê.

 

Ez gulim, gula vî kevirî,

Surra havînê ji xwera birî.

 

Gede lawik go:

-Min ji tevî, teyrokê biharê qorix kirî,

Teva havînê lêxist, surra paîzê ji xwera birî.

 

EZÊ ÇI BIKIM

 

Ezê çi bikim malê vê dunyaê,

Malê dunyîê mera qe kêr nayê.

 

Ezê ketime destê kotîyê mêra,

Serê min ketîye qîra vê belayê.

 

Gede go:

-Keçikê, dilê min germa vê havînê,

Lema tu divêjî: “Serê min ketîye qîrê, vê belayê”,

Usane, tu jî minra qe kêrî tişkî nayê.

 

Erê keçikê, êvare, çaxê heneka,

Çirê vêxe, dayne ser van pêteka.

 

Paîze, zevê teze here malê van xezûra,

Yarê wan keçika wê bisekine li ber dergê, dora van kuleka.

 

BEYAZÊ

 

Beyazê, ha Beyazê,

Çev belekê, qube qazê,

De tu were nava sîng û berê minda razê.

 

HEY LO DILO

 

Hey lo dilo, xwelî li te be,

Ser qîzê xelqê bengî nebe,

Bira kuştina te hebe,

Poşmanîa te tunebe.

 

Dilê min dilekî kulî kovane,

Pizka ser dilê geleka me,

Serê min qe ji mijê, dûmanê xalî nabe.

 

GULÊ GOTÎYE

 

Gulê gotîye vê rihanê,

Situyê min çiqa te xarî şenge,

Cîyê Gula min zinarekî hasêye,

Qeyakî zef devtenge.

Morî-mircanê Gula min

Çawa ser sînga kever,

Kirye hewar, denge.

 

Gulê gotîye vê rihanê,

Nizam ez çi bêjim, çi nevêjim,

Lawikê min çûye cîyê xerîb-xerîbistanê,

Nizam ezê derd û kulê xwe,

Nizam ji kêra bêjim.

 

Here lawiko, dilê min kulî xemî bi birîne,

Herçe navbeyna du dila xeber bide,

Aykê min ji wanra qe nemîne,

Sivê zû rave, belî şîrinê dilê xwe hilîne.

 

Got: Elîyê Şemo, 72 salî, nexwendî, dimîne li gundê Heko, li ser nehya Talînê.

Nivîsî: Zeyneva Îvo.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev