
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê Nura Şane alîkarî ji redaksyona malpera me xwest û em bersîva pirsa Gulîzera Berxudarê bi çend ronîkirinan va didin.
Pirsa Gulîzera Berxudarê û bersîva malperê
Pirs: -Gelo bo çi li Ermenîstanê kurdî û welatparêzî pir pêş ketîye, lê li Kurdistana Bakur kurdî û welatparêzî “dikule”.
Bersîv: -Hunek kes ser wê bawerîyê ne ku sebebê wê yekê ew e, ku li Ermenîstanê li dibistanan dersên kurdî derbaz dibûn, lema kurd bi kurdî rind zanin û welatparêz in. Lê bira haya we jê hebe, ku li dibistanan fêrî axavtina kurdî nakin, lê fêrî xwendin û nivîsara bi kurdî dikin.
Emê bersîva pirsa we bi nimûneyekê bidin:
-Ji ber ku li Ermenîstanê gelek ermenî bi kurdî stirane û distirên, wek Karapêtê Xaço, Aramê Tîgran, Davîtê Xilo, Karapêtê Abraham û yên din (evana dengêbjên kurdan in), lê tu kurdekî Ermenîstanê tune, ku bi ermenî bistirê û ermenî bêjin ev dengbêjê me ye. Lê li Tirkîyê gelek kurd hene, ku bi tirkî distirên, wek Ahmed Kaya, Îbrahîm Tatlises û yên din (evana dengbêjên tirkan in), lê tu tirkek tune, ku bi kurdî bistirê.
Eger hûn welatparêzî, xîret, namûs, şeref bidine ber çavan, hûnê bersîva vê pirsê zûtir bibînin.
Riataza