SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd) -3

SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd) -3

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ” SERHILDANA KURDAN A SALA 1925(Serhildana Şêx Seîd)”.Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa sisîyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 158

 

Lê ne hemû rojname bûn ku pêşniyar dikir ji heqhesabê serhildanê bêne der. Hinek ji wan dicedand ku sebebên wê şirove bikin, usa jî mecalên admînîstratîf û civakî, ku dikaribû sebebên nerazîbûn-neqayilbûna bineciyên welêt ên kurd bidin hildan,pêş da dikişandin. Ji bo nimûnê, rojnama “Stembol” nivîsiye : Komara me ya nuh divê li her der propaganda xwe ya rêformê bide xurt kirin, û xwezma li qezayên welêt ên dûr. Ferzenda herî baş bona ku em bigihîjin wê armancê ew e ku administrasyona nuh li ser riya ra s t be, qayde-qanûn û bêqeziyabûnê biparêze, û helbet rewşa aborî bide pak kirin. Divê ji bîr nekin ku bendî tiştekî hesab kirin hîç ne baş e” (212, 24.2.1925).

Çend parlementerên meclisê jî di vekirina sebebên serhildanê ya resmî da, ku di civîna wê da xeysetê serhildana Kurdan a polîtîk da zanîn, ne parast. Ewha, li civîna meclisê, parlementer Eyyûb Sebrî Xoce (wilayeta Qonyayê) îlan kir ku musluman qet jî ne fanatîk in, ol û siyaset tiştên ji hevdu cihê ne. Lê Parlementer Derwîş Ilyas Samî Efendî (ji wilayeta Mûsilê) da zanîn ku serhildan bi bîr û baweriyên polîtîk pêş da hatiye, lê bi cûra xwe va dînî-olî ye. Bawer bike ku parlementer Hecî Ilyas Efendî (wilayeta Mûşê) jî li ser wê bîr û baweriyê bû. Bi niyeta wî, ra s t e, ew serhildan li ser bingeha dînî pêk hat û xuliqî, lê tevî wê yekê, xeyseta wê ya siyasî jî heye û loma jî kemaleke usa divê bidin wê, wek ku ew heye” (185, 24.2.1925).

Pey enenekirina rewşê li rohilata welêt, wezîrê edaletê, Mehmût Eset Beg, proja zagonê ku kabîna Fethî Beg amade kiribû xwend. Tê da dihate gotin:

  1. Her kirineke ku dicedîne bi nivîsar yan bi zar (dev) hissên gel ên dîndariyê bo armancên xwe yên siyasî bi kar bîne, gunehkarî dijî welat tê hesibandin.
  1. Ew hemû mirovên ku ol wek çek (bi nivîsar yan jî zar) bi kar tînin, komelên dîndariyê saz dikin, usa jî gotaran diweşînin, an jî bi awakî mayîn dîn bona armancên xwe yên siyasî bi kar tînin, wek mirovên ku dewleta xwe firotine tên hesab kirin.

Piraniya parlementerên Partiya Gel a Komarî projeya wê zagonê eciband. Parlementer Alî Şûrûrî dijî wê derket û pêşniyar kir ku bihêlin ku parlementerên wilayetên rohilatê bipeyivin. Lê piraniya parlementeran ew pêşniyar qebûl ne kir. Li dawiyê, projeya zagonê bi dengdayîna parlementerên ji Partiya Gel a Komarî hat qebûl kirin (212, 25.2.1925). Partiya Gel a Komarî bi resmî îlan kir ku ew bi tomerî hildayî ferzendên hukûmetê di dereca hincirandina şerkariya pêşmergan li Gencê da diecibîne û biryar kir ku bi her alî piştgiriya wê bike (124, r. 47).

Di 25 sibatê da, meclis miqala zagonê ya lmîn di derheqa xayintiya di hindava welêt da, ku di 15 nîsan 1923 hatibû qebûl kirin, bi awakî nuh da guherandin (zagon No 556). Li vira wê miqalê sazkirina rêxistinên siyasî yên li ser bingehên ol-dînî, herweha bikaranîna dîn bona mîaserkirina armancên xwe yên siyasî, qedexe kirin. Ew mirovên ku rêxistinên usa saz dikin yan jî dikevin nava wan, wek xayinên welêt tên hesibandin (35, diwan 6, r. 107).

Rojnamevan Necmeddîn Sadiq, ku li meclisê dema enenekirina projeya zagona No 556 peyivî, nivîsî ku pey şirovekirin-axaftina bi Fethî Beg ra meclis hat ser bîr û baweriyê û yekîtiyê. Civîn, ku bi yek dengî dengê xwe da nivîsîna nuh ya miqala di derheqa xayintiya di hindava welêt da, isbat kir ku li ber pêşdahatina rêaksyonê hemû dubendî xwe li ber betave didin. “îlana Kazim Qerebekir Paşa (ku muxalefet navê wî dike lîderê “pêşverûyan”) – rojnamevan gotina xwe dûmayî dike – ra s t e, bi çepik hate qebûl kirin, lê dijwar e ku bikaribin wan çepikan bixin dilê dijminên Tirkiyê yên hundir û derve. Eger usa be, maqûlî û niştimanperweriya ku partiya nuh raber kirine, bi her awayî hêjayî pesinandinê ne” (185, 27.2.1925).

Rojnamevanê din, Subhî Nûrî, ku di derheqa her du partiyan da dipeyive, di derheqa pirsa qîmetkirina serhildana Kurdan da nivîsiye : “Peyvê Fethî Beg li meclisê di derheqa qewimandinên li Gencê û qalmeqalma Kazim Qerebekir di hindava pêşmergan da zelal nîşan da ku hîç ferq di navbera bemameyên partiya Pêşverû û ya Gel (PGP û PGR) da nîn e. Nemînanîhevbûn tenê di nava taktîkê da ne, usa jî di nava şerkariya di navbera mirovên zor da ne (212, 2.2.1925).

Çawa jî hebe, divê ku em bidin zanîn ku komên Tirkiyê yên serokatiyê di pirsa hincirandina serhildana Kurdan da li ser siyaseta yekîtiyê nîn bûn. Cudabûna bîr û baweriyan, çawa ku di navbera PGR û PGP da, herweha jî di nava Partiya Gel a Komarî bixwe da xuya dibû. Di wê partiyê da, sê bawerî hebûn : yên bi hemdê xwe (mulayim, qenc), ên milletçî û yên “çep”. Fethî Beg serokê yên mulayim bû. Ismet Paşa, ku M. Kemal jî piştgiriya wî dikir, serokê yên milletçî bû. Mehmût Eset jî serokê “çep”an bû. Milletçî, ku di nava serokatiya PGR da piranî bûn, li bendê bûn ku komika mulayiman ji serkarîkirina welêt dûrxin, lê usa jî wan dixwest ji heq-hesabên “pêşveruyan” bêne der.

Di wî alî da, serhildana Şêx Seîd zemanekî herî baş bû. Fethî Beg berî her tiş tî di wê yekê da gunehkar bû ku wî serhildan avêtibû pişt guhê xwe. Bi wî ra di derheqa hal û demê serhildanê da ras t şirove ne dikir, loma jî ew di hindava hincirandina serhildanê da berk nîn bû. Êdî di destpêka qewimandinan da ev tiştên sade xuya dibûn : pareke endamên PGR qestbende di derheqa qederê serhildanê da kêm çap dikir û hela bi ser da jî netabetiya xwe di hindava serhildanê da diyar dikir. Tebiya PRP jî, tuê bêjî ji nişka va bû ku hema di destpêkê da jî xwe lê girtibû. Eger ji berê wê her dijwariyeke hukûmetê ji bo rexnekirina wê bi kar dianî, nuha “pêşverûyan” di destê xwe da riya piştgirtina hukûmetê girt û ne tenê bona serhildanê li ber xwe ketin, lê usa jî haziriya xwe bona bi aktîvî vemirandina wê îlan kir. Lîderên PGP ew mecalên ku kabîna Fethî Beg pêş da kişandibûn ecibandin û di meclis û weşanê da bi îlanekê pêş da hatin ku dljî serhildanê derdiketin û soza piştgiriya tam didan hukûmetê.

Kazim Qerebekir, ku ji nav PRP pêş da dihat, digot ku ew tam bi hukûmetê ra qayil e gava ku ew wan mirovên ku dîn ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar tînin xayin dihesibîne. Wî dida bawer kirin ku eger qeziyeke usa hebe ku ziyan û zerer ji derve û hundir bide welêt, hemû Tirk ewê amade bin, wek mirovek rabin ji bo parastina welêt (230, 27.2.1925).

Komita PRP a navendî têlêgram ji komelên xwe yên endam ra şandin û tê da de’w dikir ku serhildanê wek rêaksyonêr qîmet bikin, ji ber ku partî dijî wan prensîpên ku serhildan dixwaze wan mîaser bike derdikeve (124, r. 47). Kazim Qerebekir bi têlêgram ber bi serkreterê sereke yê partiya xwe bû û tê da nivîsîbû : “Êdî tu şikberî tu neye : serhildana pêşmergan li Gencê ji aliyê komikeke rêaksyonêran ya ne mezin hatibû teşkîl kirin bona êrîş li ser yekîtiya millet û prensîpên komarê bikin. Em dijî hereketa wan ku dikarin tenê zererê bidin yekîtiya dewleta me ne. Me êdî talîmat dane şaxên xwe” (230, 1.3.1925). Taktîka PRP ne tenê bi wê daxwaziyê dihat şirove kirin ku ji şerkariya Kurdan rizgar bibin, lê usa jî bangek bû ku haya we ji we hebe û xwe biparêzin. Serokatiya wê, helbet, di derheqa armancên alîgirên Ismet Paşa, ku niyeta wan ew bû ku qewimandinên li rohilata welêt bi kar bînin bona heta-hetayê ji heq-hesabê muxalefeta ku serê xwe bilind kiribû bên der, da zanîbû.

Ixlasbûna muxalefetê, ku wê di dema herî giran da di hindava hukûmetê da diyar kiribû, li bal wê para PRP ya mulayim ew fikr pêş da anî ku şikberiya li ser wê gelek hatiye zêde kirin û bê bingeh e. Lê piraniya PRP li ser bîr û baweriyeke mayîn bû. Wê tebiya muxalefetê tenê wek tewlebaziyeke ku li welêt aliyê wê bigirin hesab kir. Loma jî bi pêşniyara M. Kemal, Fethî Beg dû qebûlkirina zagon No 556 bi lîderên PRP ra de st bi hevpeyvînan kir û temî dida wan ku ew partiya xwe bidin hilanîn. Em rohnî bikin ku rêxistinên wê partiyê li wan navçên serhildanê tu nebûn. Tu danûstendineke partiyê ya siyasî û teşkîldarî tevî damezranvanên serhildanê tu nebû. Lê terefdarên hilanîna PRP gotina xwe bi miqala programa wan a 6mîn ku tê da tê gotin ku partî “qedrê dîn digire” mak dikir (148, r. 617). Tevî wê yekê, anegorî miqala 2mîn a Destûra sala 1924 dînê Tirkiyê yê resmî islam bû, ango Tirkiye dewleta musulmanetiyê ye. Ango, miqala di derheqa qedirgirtina dîn da, ku di programa PRP da hebû, ne dijî Destûra sala 1924 bû. Je derveyî wê yekê, hîn du hefte ji serhildanê derbas ne bûbûn, gava ku di 25 sibat da serekwezîr Fethî Beg, serokê PRP, Kazim Qerebekir Paşa gazî bal xwe kir, usa jî bangî sekreterê sereke Elî Fuad Paşa û Raûf Beg kirin û ev tiş t ji wan ra got : “Spartine min ku ji we ra bêjim ku hûn divên dest ji partiya xwe bikişînin û wê belav bikin. Eger na, paşeroja we ewê gelekî giran li ser we rûnê. Ewê xwîn bê rêtin”. Paşê wî bi ser da zêde kir : “Ez gelek li ber xwe dikevim ku di derheqa wê yekê da ji we ra dibêjim, lê ez mecbûr im. Wek hûn dizanin, ez dijî her zordarî me”. Gava Fethî Beg di derheqa wê yekê da digot, tebiya xwe ya ne xurt xuya dikir : “Tirsa min ew tirs e ku kêm mirov piştgiriya min bikin ” (117, r. 220). Bi vî awayî, pirsa di derheqa hîçbûn-jihevbelavbûna PRP da bi pratîkî hatibû safî kirin, nenihêrî wê yekê ku programa wê ne tenê dijî Destûrê bû, lê usa jî di çend derecan da libêral bû, ne ku ya PGR bû. Lê gilî ne di wê yekê da ye ku M. Kemal û mirovên dora wî dixwest bi bîr û baweriyên milletçîtiyê diktatoriya yek partî ya burjuwaziya Tirkan damezrînin.

Hevpeyvîn ne gihîştin tu mefayî, ji ber ku “pêşveruyan” partiya xwe ji hev belav ne kir. Serok Kazim Qerebekir Paşa ji Fethî Beg ra da zanîn ku, ra s t e, wan ew partî saz kiriye, lê tenê kongreya partiyê dikare ew ji hev belav bike. Dûvra, Kazim Qerebekir Paşa îlan kir ku Partiya Pêşverû ya Komarî hemû hereketên hukûmetê ji aliyê hincirandina serhildanê diparêze (147, r. 45). Lê ew bawerî, wek emê li jêr – Institut kurde de Paris bibînin, ne gihîştin tu mefayî. Komikên Partiya Gel a Komarî di bin siya serhildana Kurdan da careke din li taktîk û tabiyên xwe nihêrî. Terefdarên Fethî Beg, ku li ser wê bîr û baweriyê bûn ku nemaze derebeg serokatiya serhildanê dikin, hatin ser wê fikrê ku wan gotiye li vira hay ji xwe hebin û hesaba xwe ji radîkalîzma civakî bikin. “Yên çep” li ser wê bîr û baweriyê bûn ku serhildan tenê ji sebeba ku hukûmetê ne dixwest ku li wilayetên rohilatê rêform bike pêş da hat. Wan nîşan dida ku eger ew rêform di dema xwe da bihata derbas kirin, ewê di destê derebegan da ewqas hêz tu nebûya, lê bineciyên kurd ewê ji hukmê serekeşîr û şêxên xwe rizgar bibûna.

Di hundirê xwe da, Fethî Beg û terefdarên wî ne tenê riya pelixandinê inkar dikir, lê wek xuya ye, hela bi ser da wan dixwest isbat bikin ku di weşanê da pirsan di derheqa parvekirina dîwanê tevî da “pêşveruyan” deynin. Ew li ser wê bîr û baweriyê bûn ku ew şerkariyê hem li Kurdistanê, hem jî li para welêt a mayîn bikin, û ku pelixandina bê hempa ewê bigihîne xurtkirina muxalefetê û tevhevbûnên mezin di nava dereca aborî, ku dikare hemû pêşdanînên hukûmetê yên bucê biteribîne, bi wê yekê va qeziyê pêş da bîne û tiş tên mayîn, da. Bîr û baweriyên bi xeysetê polîtîka derve jî gelek giring xuya bûn. Aliyê partiya mulayim nîşan dida ku zordestiya zêde ewê li welatên derve fikra usa pêş da bîne ku çap û qedera serhildanê mezin e, ewê nebawerî di hindava rejîma serokatiyê da bîne û ewê zordariya dewletên dijminên Tirkiyê bidin xurt kirin. Lê piraniya partiya wan bi wan bîr û baweriyan qayil ne bûn. Wê pirs ewha datanî : rejîm di nava qeziyê da ye, siyaseta kompromiyê ewê ji sedî sed bigihîne hundakirin-hêçbûna rejîmê. Demeke usa baş e ku heta-hetayê ji heq-hesabên dijminên dizî û eşkere bên der, ewê êdî bi de st me nekeve.

Ev bîr û bawerî jî bi ser ket. Di 2 adar da, li civîna fraksyona Partiya Gel a Komarî, Recep Beg bi rexnekirin dijî siyaseta Fethî Beg a hundirî pêş da hat. Kêlma wî weke 3 saetan kişand û armanca wî ew bû ku lazimiya qebûlkirina mecalên berktir bide isbat kirin. Fethî Beg ku xwe ji rexna wezîrê xwe yê karên hundirî yê berê diparast, îlan kir : “Sed mixabin, ew mirovê ku pirsa Kurdan di ruyê wî da pêş da hat, xuliqî, min rexne dike. Mecalên ku me dane qebûl kirin ne hindik in û bes in jî. Ezê destên xwe bi mecalên ne cayiz ên hovîtiyan bi xwînê va qirêj nekim” (117, r. 221).

Parlementerên ji wilayetên rohilatê bi dizî (di civîna partiyê da) îlan kir ku mecalên ji aliyê kabîna Fethî Beg qebûlkirî bi dilê wan nayên. Dû wê ra, parlementer Qiliç Elî pêşniyar kir ku guh bidin peyvê Mustefa Kemal Paşa ku di nava peyvê xwe da da zanîn ku pêwîst e mecalên berktir bidin qebûl kirin. Li dawiyê, hat qebûl kirin ku mecalên berktir qebûl bikin bona hincirandina serhildanê û mehkemên serbest bidin saz kirin (147, r. 66). Li dawiya civîna PGR, Fethî Beg pirsa di derheqa emniyetê da danî. Biryara di derheqa baweriyê di hindava kabîna Fethî Beg da bi piraniya dengan va hat inkar kirin û hukûmetê dest ji dîwan kişand, ji hev belav bû.

Di 3 adar 1925 da, Ismet Paşa kabîna nuh da damezrandin (13). 155 parlementer dengê xwe bona baweriya di hindava hukûmetê da da, 23 dij bûn (muxalefet), 2 jî bê teref man.

Rast e, serhildan ji ruyê sebebên civakî-aborî û siyasî dest pê bû, lê hukûmeta Ismet Paşa dixwest pirsa Kurdan bi destê mecalên eskerî û polîsî-admînîs tra tîf “bide safî kirin”.

Ismet Paşa ku bi kêlma xwe ya programê va li meclisê pêş da hat, got : “Berî her tiş tî di nava poiîtîka xwe ya hundirî da emê bicedînin ku qewimandinên van dawiyan bidin hildan, welêt ji xiringêlê biparêzin ku xelk dilhêsa bibe, û em divên bi saya wan mecalên xusûsî yên aktîf di hemû derecan da hurmeta dewletê, ku divê em hesab bikin, bidin bilind kirin” (147, r. 69). Rojnama “Hukumeti milli” ku di derheqa bemama kabîna nuh da dipeyive, dinivîse : “Ew hevraneqayilbûn ku ji ruyê wê hukûmeta berê dest ji kar kişand, ne ku bi xeysetên bingehî bûn, lê yên taktîkê bûn. Ew ji wê yekê xuya ye ku wek Ismet Paşa îlan kiriye, ewê polîtîka hundirî û ya derve wek ya berê tenê bi çend guhartinên taktîkî va bide derbas kirin (206, 6.3.1925).

Anegorî wê bemamê, hukûmeta nuh mecalên bona hincirandina serhildanê ya nuh dane amade kirin. Wê bi lez projeya zagonê ya di derheqa parastina qayde-qanûnan da da hazir kir û ew raberî meclisê kir bona ku lê binihêre. Muxalefet dijî projeya wê zagonê derket û nîşan da ku mecalên qebûlkirî dijî Destûrê ne û ku zagonên heyî têrê dikin bona ku li welêt qayde-qanûn bên parastin (212, 5.3.1925). Lê dîsa jî piraniya parlementeran dengê xwe da bona qebûlkirina zagonê. Ewha, wezîrê parastina millî Recep Beg da zanîn ku sebebeke zagona nuh a sereke ew e ku bicedînin hurmeta dîwanê bidin dasekinandin, loma jî hukûmet li ser wê bîr û baweriyê ye ku pêwîst e “hemû hêlînên marên bi jehr kor-pûç bikin, hez bikî ew li kîjan quncê welêt bin jî” (230, 5.3.1925).

Dû gotûbêja dirêj û sext ya di navbera milletçiyên rastê û muxalefeta liberal da, meclisê di 4 adar da No 578 ya di derheqa parastina qayde-qanûnan da, ku ferzendên mezin dida dîwanê di şerkeriya dijî xwepêşandanên gel, dijî her karkirineke muxalefetê da, qebûl kir.

Di zagonê da dihat gotin : “Miqal I. Hukûmet gava cezayên serokê komarê bistîne, dikare bi serê xwe şerkêu-iyê dijî her awayê rêxistinan, pêşdahatinan, kirin û çapkirinê, ku bi xeysetê xwe va rêaksyonêr in an jî helanan didin rabine isyanê, an jî ziyan û zererê didin qayde-qanûnan, rehetî û bêqeziyabûna welêt, bike”.

“Destûra hukûmetê heye ku wan mirovên ku ev tiş t bi kar anîne bide mehkemê” (35, dlwan 6, r. 144). Zagon ji roja çapkirina xwe du salan kar kir. Wê ferzend dida hukûmetê ku her hovîtî tevî serok bike. Ismet Paşa, ku wê zagonê da qebûl kirin, pirsa di derheqa sazkirina mehkemên serbest da raberî lênihêrandina meclisê kir û gullederxistina mehkemê bêy cezakirina meclisê dikaribûn pêk bihatana (124, r. 59-60).

Parlementer Ferîdûn Fikrî yê ji Dersîmê dijî sazkirîna mehkemên serbest derket. Wî, ku bîr û baweriyên xwe yên berê di derheqa dijbûna xwe di hindava mecalên bê pergalan da dûmayî kir, da zanîn ku ew pêşniyar dijî miqal 6 ya Destûrê ye, loma jî divê wê inkar bikin û qebûl nekin.

Nenihêrî muxalefeta parlementerên partiya pêşveruyan, meclisê biryar qebûl kir ku du mehkemên serbest bide saz kirin : yek bona temamiya Tirkiyê, ku gotî li Ankarê be (maf-bijartinên wî gotî pirr nebûna, dema mehkemê ji aliyê wan biryara gullekirinê derxista, diviya ji aliyê meclisê bihata testîq kirin), ya mayîn li wilayetên rohilatê û bi her awayî mafan va.

Di 7 adar da, li civîna meclisê bijartinên mehkemên serbest hatin derbas kirin. Çend rojnamên Tirkiyê, ku zagonên nuh qîmet dikirin, mecbûr bûn xwe mukur bên ku wan bijartinên usa, ku di demên şerkariya bona serbestiya bin destê hukûmeta Ankarê da tu nebûn, bidin Ismet paşa. “Eger em bi par-par li zagona di derheqa parastina qayde-qanûnan da hûr bibin, “Vakxt” nivîsiye, wê demê mirov dikare bibîne ku ew bijartin pirr in û sînorên wan tu nene” (235, 6.3.1925).

Qebûlkirina wan zagonan gihande hilanîna karkirina muxalefetê, qedexekirina azayên burjuwaziyê, ku bi Destûrê hatibû îlan kirin, usa jî gihande dîktatoriya Kemalîstan a yek partiyê ya demdirêj.

Wezîrê karên nundirî Cemîl Beg di derheqa naveroka zagona di derheqa qayde-qanûnan da (dîssîplîn) hemû wilayetên welêt agahdar kirin. Wê demê wî herweha di nava peyveke xwe da ewha got : “Armanca me ew nîn e ku sansur li ser rojnaman bidin testîq kirin. Lê emê wan mirovên ku karkirina wan ne bi dilê welêt e gazî bersîvdayînê bikin” (147, r. 81). Lê wezîr ne bû xwediyê soza xwe : hukûmeta Tirkiyê biryar derxist ku hemû organên waşana muxalefetê bidin girtin. Li Stembolê, rojnama “Tevhidi efkar”, kovara “Sebilurreşat”, rojnamên Ittihadiyê “Istiklai” û “Son telegraph’, li Trabzûnê rojnama pêşverû “Istikbal”, li Adanê rojnama “Seyhan” hatin qedexe kirin.

Tevî wan, usa jî organa weşana çep “Aydinlik” û “Örek ve çekiç” jî hatin girtin (147, r. 82).

Di 7 adar da, li welêt di derheqa biryara hukûmetê da, ku berhevkirina eskeran bidin teşkîl kirin, hat îlan kirin. Rojtira mayîn Mustafa Kemal ber bi bineciyan, ordiyê û karmendan bû û li wira da zanîn ku pêşmerge di bin navê parastina dîn da dixwazin dijî şoreşa me derkevin. Di wê bangê da xuya dibû ku meclis û hukûmet mecalên anegor qebûl dikin. Binecî, ordî, organên admînîstratîf, polîs û cendirme divên alîkariya hukûmetê bikin, ferman û biryarên ku bona tunekirina serhildanê ne êwê pêk bînin (147, r. 82).

Rojnama “Vakit” ku banga M. Kemal şirove dikir da zanîn ku armanca wî ya sereke xurtkirina hurmeta dîwanê, ku li gelek navçeyên welêt, hela berî serhildanê, dijî wê gelek pîsî dihatin kirin, e. Li Stembolê û gelek ciyan polîs û cendirme bêkare mabûn. Serhildana Kurdan hukûmet da birîn, hetka wê birî (235, 9.3.1925).

Di 12 adar 1925 da, mehkema Ankarê ya serbest gazî bo bineciyan da weşandin û tê da gef dixwar ku “ewê bi hovîtî bela wan hemû mirovên ku fikra mexlûqetiyê dijî qayda heyî jehrdadayî dikin û helanan didin serhilan û kî ku xwe ji qulixkirina eskeriyê ta dide û yên mayîn jî hîn dike ku eger ji eskeriyê birevin, bi wê yekê va alî pêşmergan dikin” (86, r. 108).

Gaziyên serok û mehkema Ankarê ya serbest li gelek navçan, bi xusûsî li wilayetên rohilatê, ji aliyê bineciyan bi dijminayî hate qebûl kirin. Hela bi ser da, gava li navça Artwînê îlan kir ku divê eskeran berhev bikin û bişînin pêşeniya Kurdan, serokên wê derê di nava bineciyan da ajîtasyoneke mezin dijî wê kir, gazî wan dikir ku neçin eskeriyê û guh nedin fermanên “dîwana nezagonî”. Pêşiyê ew ajîtasyon bi ser de ket : gelek eskerên berê rojên pêşîn ne çÛn wargehên gazîkirina eskeriyê, lê hukûmetê mecalên admînîstratîf bi kar anîn û ew mecbûr kir ku herin eskeriyê. Dîwanê weke 40 serokên Kurdên cî ku bi awakî aktîf tevî ajîtasyona dijî hukûmetê bûbûn girtin (178, 13.5.1925).

Piştî çend rojan, Partiya Gel a Komarî ecibandina xwe da wê pêşniyara hukûmetê ku ew fermanên gullekirinê, ku ji aliyê mehkemên eskerî hatibûn biryar kirin û di hindava Kurdên serhil da bûn, gotî tenê ji aliyê qumandarên pareskerên wê navçê ku tê da Kurd serhildan dikir, bihatana pêk anîn (202, 31.3.1925). Lênihêrandina wê pirsê li meclisê ji aliyê muxalefetê berk hate rexne kirin. Ewha, parlementer Abiddîn Beg (ji Sarûxanê, ango ji Manisê) metelmayîna xwe îlan kir ku hukûmet mehekê pey halê eskeriyê ra dîsa pêşniyar li ber meclisê di derheqa eskeriyê da, ku ne li gora Qanûna Bingehî ye, raber dike. Parlementer Ferîdûn Fikrî Beg (ji Dersîmê) jî bi wî rûhî peyivî : “Anegorî Destûrê, di bin destê meclisê da gelek maf, ku di nav wan da îlankirina şerr, imzakirina peymanan û testîqkirina biryarên gullederxistinê ne, hene. Ew maf bi tu awayî nikarin bidin destê dîwaneke mayîn, eger Zagona Bingehî (Destûr) neyê teribandin”. Kazim Qerebekir Paşa jî piştgiriya wê bîr û baweriyê kir (251, 1.4.1925).

Lê proja zagon No 695 ku hukûmetê raber kiribû, di 31 adar da bê guhartin ji aliyê meclisê hate qebûl kirin. Di dawiya adarê da eskerên hukûmetê hazir bûn ku bi derbekê, ji bakur, başûr û başûrê rohilatê, êrîşî serhildanê bikin. Generalê Tirkan Kemalettîn Samî Paşa qumandarî li eskerên Tirkiyê dikir (14).

Bi agahdariya wî di pirsa Kurdan da, li ber hukûmetê sê pirsgirêkên sereke sekinîbûn:

  1. Bi hovîtî û beyantî hincirandina serhildanê. Bona wê armancê, hatibû dîtin ku di destpêka meha nîsanê, sala 1925, da êrîşeke xurt ku tevî wê korpusên ordiyê yên 7, 8 û 9, usa jî alayek ji her korpusên 3 û 5, bê dest pê bikin.
  2. Bêçekkirina hemû Kurdan, hezbikî ew tevî serhildanê be yan na.
  1. Kurdan li ser navçeyên temamiya welêt bela-belayî bikin ku ew li tu ciyî piranî nebin, û Tirkan bînin, li navçeyên Kurdan bidin cîwar kirin (94, r. 221-222). Bi tomerî hildayî, hukûmeta Tirkiyê di nava siyaseta xwe ya di hindava Kurdan da xwe bi van her sê xalan digirt.

Xwezma empêryalîstên Fransayê alî dîwana Tirkiyê dikir ku ew serhildana Kurdan bihincirîne, ji ber ku wan 150.000 eskerên Tirkiyê bi riya Sûriyê berdan bona ku ew ji pişt va li Kurdan bixin (108, r. 248). Ew gava dagîrkerên Fransayê derbeke mixenet û xedar bû li pişta pêşmergên Kurdan.

Di nîvê duduyan a meha adar 1925 da, qumandariya Tirkiyê ber bi bineciyên wilayetên Erzurûm, Erzincan, Dersîm, Elazîz, Meletye, Urfa (Ruha), Wan, Siirt, Mûş û Gencê bûn û di banga wan da ewha dihat gotin : “Ordiya me ya cezakirinê tedarukdîtinên xwe xelas kirine … Emê derba xedar bigihînin wanên ku dijî hukûmeta komarê derketine. Pêwist e ku bineciyên am û tam (bê sûc), yên ku bi karên xwe baweriya xwe bi komarê bidin isbat kirin … ciyê belasebeb nekevin bin derban … ku ew mirovên ku bi rastî bi dijminayî ber bi pêşmergan dibin, bira di dest xwe da erzê bêne bal dîwanên komarê yên bajarvaniyê û eskeriyê, ku ew amade ne bi rizadilî di eskeriyê da qulix bikin” (251, 24.3.1925).

Di destpêka nîsanê da, qumandariya ordiya cezakirinê agahdarî da weşandin û tê da soz da ku ewê 1000 lîrên zêr (8000 lîrên kaxiz) bide wan mirovên ku ewê wî bigirin bînin, lê yê ku wî bi mirîtî bîne ewê 700 lîreyên zêr bistîne (109, r. 319). Eger ew mirovên ku Şêx Seîd zêndî yan jî mirî bînin û ew mirov ji dor-berê wî bin (terefdarên wî bin), ew ne tenê nayên ceza kirin, lê hela bi ser da ewê pêşkêşan jî bistînin (185, 5.4.1925).

Bi vî awayî, dîwana Tirkiyê hemû mecal bi kar dianîn, destê xwe davêt her tiştî, ji pelixandina girtî hetanî bi pêşkêşan kirîna mirovan, ku serhildanê bê serî bike û bi wê yekê va pirsdanîna xwe bide hêsan kirin, şerkariya Kurdan a azadariyê bifetisîne.

Nenihêrî serdestiya eskerên hukûmetê ji aliyê jimar û teknîkê, Kurdan dîsan şer dikir. Di nava wan qewlan da, qumandariya Tirkan bi bangeke nuh va ber bi Kurdan bû, ku ew çekên xwe teslîm bikin û gunehê xwe bi wê yekê va efû bikin, ku serokê xwe bidin. Eger usa nekin, ewê bi hovîtî bên ceza kirin (185, 13.4.1925).

Wêne: Abdurrahman Onen

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev