Mihemedê kurd û hin çîrokên din -19

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -19

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Bedr el Mahayê name xwend û tê derxist, ku di wê erkê de nehênî û nepeniyên qederê hebûn û wê jî bi dilxweşî daxwaza Dûrat el Mûlûkê pejirand, bi dilekî germ xêrhatina Mihemed kir. Bi destpêka rojê re pifdanka xwe hazir kir, ew û Mihemed li pifdankê siwar bûn û balon bi hewa ket û dema xwe gihandin cihekî nebeled Bedr el Mahayê balon daxist ser rûyê erdê.

Pey re agirek vêxist, hin peyvên bi sir û bi esrar got, ku dû wan gotinan di çiyê de derîkî zer ê hesinî diyar bû, bi pêlêkirina bişkokê ve derî vebû û sivdera şikeftê bi mij û dûmanê hatibû nixumandin.

Bi çend peyvên Bedr el Mahayê ve, mij û dûman ji holê hate rakirin. Wê got:

“Mihemed were, vê meşalê bigre, bide pey min û tiştekî jî netirse”.

Mihemed meşale girt û da dû wê û di sivderê re derbas bûn. Ew çi bû! Dîtin wa çerxeke tûj a hesinî heye, ku dewr dike, dizivire û mirov ditirse lê binhêre. Bedr el Mahayê destê xwe avête gupikeke tûnc, xefikek li zemîn diyar bû û hate vekirin. Bi dîtina xefikê re sivdereke xewle xuya bû, ku sivder ji xirxal û bizmarên badoke bigire bi her cure alet û edevatên makîna ve hatibû tijîkirin. Di wê sivderê de sîstemek hatibû çêkirin, ku zincîrek di navbera stûneke zêr û derî de hatibû girêdan û heraliyê derî bi çerx û bizmaran hatibû çêkirin.

Bedr el Mahayê zincîr birî û hahanka makineyên dixebitîn hatin sekinandin, û ew jî derbasî deriyê duduya yê hesinî bûn, ku ew derî xwe bi xwe hatibû vekirin, pey re yê sisêya jî li pey xwe hîştin, lê dema hatin yê çara Bedr el Maha di ciyê xwe de rawestiya, ku li aliyê din zincîrek bi dizî bi makîneyekê ve hatibû girêdan ku, kê biketa hindur, dikir du qet û dihîşt.

Haya Bedr el Mahayê vê çerxê hebû, ji Mihemed xwest, ku dûr bisekine, hêdî hêdî û bi baldarî xwe avête pişta derî, hêdîka derî vekir û bêyî  zirar û ziyanê bibînin, derbasî deriyê pênca bûn. Ev derî jî wek yê çaran bi feq û kemîn bû. Di aliyê hundur ve tîrek di kevanê de hatibû bicîhkirin, ku bi vekirina derî re tîr ji kevanê difilitî. Bi saxî û silametî  di wî derî re jî derbas bûn û di axiriyê de xwe gîhandin oda xezînê.

Li wê odê zêr, zîv û kevirên giranbiha ên diteyîsîn hatibiûn civandin. Û ew dafikên me behskirin jî di zemanê berê ji aliyê hin aqilmendan bo parastina wê xezînê hatibûn çêkirin. Gencîneya xwe bi sedsalan parastibûn û wisa difikirîn ku kes nikare bi awayekî îlmî cihê wê bibîne.

Lê wek me got, Bedr el Maha ji aliyê feylesof Ziraccan ve hatibû perwerdekirin û di zanîst û îlmê de, kesek di ser wê re tune bû.

Dema Bedr li pêşiyê, Mihemed jî li pey wê ketin hundurê odê, Bedr el Maha çû, li navenda odê sekinî, ku ew der ciyê hedadekî bû û sandoqeke çargoşe li hewa hatibû daliqandin. Ew çi bû, ew çito sindoq bû! Bi nêzîkbûna Bedrê ve sindoq hate xwarê, ber destê wê. Wê jî sindoq vekir û şûrekî efsûnî î ji heft metalan çêkirî ji sindoqê kişand û got:

“Han ji te re, bigre û meherin!” Mihemed gotê:

Lê ev zêr, zîv û kevirên giranbiha? Bedrê el Maha:

“Ew ne yên me ne û ji xeynî şûr jî em tiştekî naxwazin.

Pişt re ji wê odê derketin û bi wê rêya hatinê vegeriyan.”

Dema ji wir xilasbûn û derketin ciyekî hewadar, bona xwarin û vexwarinê rûniştin, û Bedrê gote Mihemed:

“Mihemedo lawo, min ji bo te gelek tişt kir, divê tu bê şert û merc min bixwezî, bikî bermalya xwe.”

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev