Rû û Kûr: Alî Duran Topuz

Rû û Kûr: Alî Duran Topuz

AVESTA Kitêbxaneya kurdî dewlemend dike

 

Çîrokên Alî Duran Topuz, bi navê “Rû û Kûr” di kitebekê de kom bûn û
di nav weşanên Avesta de derketin.

Paul Auster dibêje, “tenê ew kesa/kesê dikare çîrokekê vebêje çîrokekê dijî.” Çîrokên minîmal ên Alî Duran Topuz ji hinava vê zanînê olan didin. Hûr dibin, gir dibin, li mêrgên qeşimî û germ divenişin. Bi çavên kesên di tarî û dîrokê de mayî dinêrin. Ji şîna sedsalî ya Koçgirî heya kesên derketî û ji derbketî, ji valahiya zemên heya
qonaxên wendabûnê, me li pey şopa hespekî kumêt digerînin. Dişibin axa sar a li ser gorreke nû û teze.

Kurmanciya Koçgiriyê diveje bi pênûsa Topuzî. Çîrokên kurt, hevokên kurt, bûyerên mezin li ser û binê rûpelan radibin pêledanê. “Rû û Kûr” ya li ser axê û ya di bin axê de dinehwirîne, ku çîrok e û çîrokan vedibêje.

Rêyeke nû ye di çîroknûsiya kurdî de, berê xwînêran dide hevrazên hebûnê.

Rû û Kûr
Alî Duran Topuz
(Çîrok)

ISBN: 978-605-2246-16-0
19.5×13, 96 rûpel 17 TL

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev