Kelepora dêrîn a helbesta Kurdî dirêjepêdana xwe ya xurt heye

Kelepora dêrîn a helbesta Kurdî dirêjepêdana xwe ya xurt heye

Hamid Omerî

“Averêbûn, xerîbî û konê kurmancî”yê di şi’ra Rizgar Elegez de (“Hibra sor”, “Havîna li serfêza behrê”) meyldariyeke poetîk ya xweser ya felsefî/zimanî heye. Ev hêla şi’ra wî ji hestpêkirina wî ya ji zimanê wî yê bibîrxinêr xwe dide der.

Serwextbûna wî û şi’ra wî ji wargehên wî bi xwe dinizile. Reseniya şi’ra wî ji vê xweserîyê xwe ava dike. Serwextbûna wî xerîbiya wî bixwe ye jî, çimkî nêzîkbûn û destavêtina wî ya li ziman ne tenê di hurûf û kelîmeyên ‘li me bi biyan’ de ye, di hestpêdayînê û hestlêlibarkirinê de ye.

Serwextkirina bi kelîmeyê ya bo qewîkirina wargehên di binhiş de girêdayî di mebesta helandina cemed/qeşem a li ser ziman de ye.

“Qisetkirina zimên -serwextkirina netew”ê û “zimanê li warê” bi raya min ji wê lîçê ye û di wê cihokê de diherike. Loma xwe ji wê emilandina bûye kurm averê dike û bi destê xwe, xwe dike ‘xerîbê zimanê normalîzebûyî’.

Sarbûna ewrê li ser şi’ra wî heta daxilbûna li wan wargehên xalî dê xwe biquncilîne. Piştî têrteseleyê şi’ra Elegez dê ewrê li ser xwe veke û di jûra xwe ya nû ya zimên de hewl bide ku bibe “konê kurmancî”yê”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev