Pirtûkeke 2.000 salî hate dîtin

Pirtûkeke 2.000 salî hate dîtin

Metîn Eser

Zanyar ragihandina lêkolîn û dîtinên xwe yên derbarê pirtûkeke 2.000 salî pêk anîn. Wêneyê pêşin yê Hezretî Îsa û cara ewil ku navê Hezretê Îsa hatiye nivîsandin, di rûpelên hesinî yên wê pirtûkê de hatine diyarkirin. Lêbelê tiştê ecêb ne tenê wêne û nivîsandina navê Hezretî Îsa ye, lewre çîroka veşartî û pirr ecêb ev e ku Îsa pêxember qet nexwastiye li ser navê xwe ragihandina dînekî nû bike, berevajiya wê, Îsa pêxember dixwest dînê heyî û kevn yê Îbranî (Cihû) ji nû ve vejîne.

Pirtûk ji çend rûpelên hesinî yên bi sê heb xelekên hesinî hatine girêdan, pêk tê. Rûpelên hesinî her çiqas bi temamî ne zelal û eşkere be, di sala 2008an de li Ûrdinê ji aliyê Bedewiyekî (koçerê ku li çolê di binê konê de dijî) ve hatiye dîtin. Li gorî hin kesan wî pirtûka 2.000 salî ji bapîrê xwe wergirtiye û dîsa hin kes jî dibêjin wî piştî lehiyê pirtûk dîtiye.

David û Jennifer Elkington pirtûka ku metnên ji destnivîsên cihêreng pêk tê, bidest xistine û ji piştî bidest xistina pirtûkê, David û Jennifer her hewl dane ku pirtûka girîng ji aliyê saziyekê ve were parastin, lewre Mesihiyên mezheba Evanjelîzmê pirtûkê weke pirtûkeke sexte dinirxînin û bi lidarxistina kampanyayên cuda dixwazin pirtûka girîng ji holê were rakirin.

Lêkolîner Roger Webb û Chris Jeynes yên ji University of Surrey bi lêkolîna xwe girîngiya pirtûkê piştrast dikin û wiha dibêjin: “Ji wergera nivîswar û analîzên li ser pirtûkê me dît ku pirtûk qe nebe 2.000 salî ye, ev jî tê wateyê ku pirtûk ji dema Îsa pêxember jiyabûye ji wê demê ye. Bi texmîna me ji aliyê mesihiyên wê demê di sala 70ê piştî Zayînê de ji bajarê Orşelîmê (Quds) bi xwe re birine Ûrdinê.”

Berga pirtûkê bi stêrkên heyştkoşe hatiye xemilandin, sembola stêrka heyştkoşe hatina Mesihiyan destnîşan dike. Wêneyê Îsa pêxember cara ewil di wê pirtûkê de hatiye xêzkirin û herwiha dîsa cara ewil navê wî tê de hatiye nivîsandin. Ji 12 hewariyên Îsa pêxember navê 3 hewariyan Petrus, Yûhanna û Yaqûb jî tê de heye. David Elkington wiha berdewam dike: “Bi dîtina min pirtûk beşek ji dînê qral Dawûd e ku 1.000 sal beriya hatina Îsa pêxember li Îsraîlê/Yehûdayê qralê duyemîn bûye. Dawûd ayînên xwe li Mabeda/Perestgeha Silêman pêk dianî û baweriya xwe pê anîbû ku bi tenên li wir dîtina rûyê Xwedê pêkan bû, û dîsa li gorî wî rûyê Xwedê him yê jinekê him jî mêrekî bûye.” Her çiqas bi pirranî Îsa pêxember kar û xebatên dînî yên girîng bi hewariyên xwe daye kirin, jin jî ji kar û xebatên dînî dûr negirtiye û bi jinan jî kar û xebatên dînî pêk aniye.

Di pirtûkê de çîroka bankavanên ku perestgeh deyndarê bankavanan bûye, tê vegotin. Bankavan perestgehê bi krêdiyên buha deyndarê xwe kirine ku heman çîrok di Peymana Nû de jî heye, lêbelê çîrok di pirtûka kevn de bi awayeke berfireh hatiye vegotin. Elkington vegotina çîrokê wiha raber dike: “Îsa pêxember bankavanan ji bajêr derdixîne û piştî ji bajêr derxistina bankavanan dihere perestgehê daku li wir “peymaneke nû bi Xwedê re çêbike. Ji vê jî tê dîtin ku dînê Mesihiyan ne dînekî nû lêbelê ji bo ji nû ve vejandina dînê heyî bûye.”

Çavkanî: Daily Mail 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev