“Civak û sîyaset” derheqa Kurdên Elewî da

“Civak û sîyaset” derheqa Kurdên Elewî da

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 46

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 46 yan ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, mijara bernameya me ya îro ye derbarê baweriyeke olî li Kurdistan, Anatoliya û Rojhilata Navîn, bi taybet derheqa Kurdên Elewî, ayîna dîne elewîyan, rewşa zimanê kurdî û nirxên wan yên civakî û Kurdewari, Rêxistinên Kurdên Elewî û Nasnameya Kurdî di rêxistinên Elewiyan de, derheqa rol û çalakîyên van yên ji bo piştgirîya doza Kurdistanê, pirsgirêka asîmîlasyon û hvd.

Bernameya Civak û Seyaset van pirsan û hin pirsên din ên girêdayî vê mijarê ve, li gel mêvanê bernameyê Mazlum Delî – kurdekî elewî, endamê PSK ( partia Sosialîst a Kurdistanê), serokê Komela Zagros li Belçîka, cîgirê serokê komela KES li Belçîka, endamê Federasyona Kurdên Benelux û berpirsyarê aborî di nava federasyona Kurdên Benelux da, zelal dike.

Berî destpêka hevpeyvîna me , ezê bi kurtî nasya we bidim jînenîgarya mêvanê bernamayê Mazlum Delî.
____________________________________________________________________________

____________________________________________________________________________

 

Kîye Mazlum Delî?

Mazlum Delî sala 1966an li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Meledî ji dayka xwe bûye. Malbata wî ji Rojhilatê Kurdistanê ji Bokan hatye Bakûre Kurdistanê. Navê malbeta Mazlum Delî re malbeta Bokan dibêjin. Ew endamê PSK ( partia Sosialîst a Kurdistanê), serokê Komela Zagros li Belçîka, cîgirê serokê komela KES li Belçîka, endamê Federasyona Kurdên Benelux û berpirsyarê aborî di nava federasyona Kurdên Benelux da ye. Birêz Mazlum sala 1988an ji ber sebebên siasî hat li Evropayê. Ev ji sala 1985an heta îro di nav seyaseta kurdan daye. Mazlum Delî zewicîye kur û qîseke wî hene. Vê demê di gel malbeta xwe li welatê Belçîka dijî.

Birêz Mazlum re ji stûdyoya radyoya Ria taza li paytexta Belçîk a Brukselê, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên endamê PSK ( partia Sosialist a Kurdistanê), serokê Komela Zagros li Belçîka, cîgirê serokê komela KES li Belçîka, endame Federasyona Kurdên Benelux û berpirsyarê aborî di nava federasyona Kurdên Benelux de, birêz Mazlum Delî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev