Jiyan u serbihoriya Mela Ubeydulla Celîlî (Mela ˈUbeydê Mernê)

Jiyan u serbihoriya Mela Ubeydulla Celîlî (Mela ˈUbeydê Mernê)

Walî Bedelpûr

ˈUbeydulla Celîlî kurê Ebdulwehab li sala 1310 (hicirî qemerî- koçî) – 1278 (hicirî şemsî –koçî, tavî) beramberî (1889 zayînî), li gundê (Dudika) (devera Hekariya) çavê xwe li dunyaya rohin vekir (ser gotina mela Farûq, bapîrê wî mela Ubeydula çaxê ku şêx ˈUbeydula Şemzînî li Mekkê emirê xwedê kir (1883z) hate dunyayê û navê Ubeydula danîne ser wî). Babê wî (Mela Ebidalwehab) ku ˈali mek olî bû, seba koçberkirinêt neçarî, war u wetenî xwe cîda hêlabû û midehekê li gundê Dudika dijiya.

Piştî midehekî kurt dubare ji Dudika zivirî ser cihê xwe li navçeya Soma û Biradostan û mjûlî karê xwe yê berê, yanî pêş nivêjîyê wek îmam cumˈê mizgewtê bû. ˈUbeydulla gava ku bû heft salî, li bal babê xwe dersa ˈilm û zansta şerˈî xwand û paşî li xizmeta ˈalimên mezin da, ji wan Şêx Seˈîdê Norsî yanku (Bidîˈuzzeman) dewra xwandina xwe ya zanista şerˈî û olî domand, herwisa midehekê li Nehirîyê û Şemzîna jî dû xwandinê ketiye.

Mela ˈUbeydulla piştî kutakirina xwandina xwe çûnku mirovekî jîr û bi zêhin bû, nav u dengê wî bi zûyî belav bû û qedr û hurmeteke gelek di nav xelkê de, xasma di nav qebîle û ˈeşîrên navçiryê de, peyda kir.

Ji rexekî dî ve serokêt ˈeşîran ku desthelatek zor li navçê hebûn pirsa xwe ya êlî u olî (dînî) bi şêwrkirin u mesileheta wî çareser dikirin.

Mamosta ˈUbeydulla li Soma û Biradostan da wek hakimê şerˈî dihate hesibandin û Sertîp Axayê Şikak li piraniya karûbarên ˈeşîreyî u olîya navçê tev Mela ˈUbeyd ravêj dikir û ew bi navê wekîlê tam ixtiyarê xwe li kar û bar û pirsên dînî û ˈeşîretî bo xelkê deverê nasandibû.
Ew ˈalimê Rebbanî li wê dewrana hesas da di gel hebûna girftarî u dujwarî û kêmasîyan, şagirdên giranqedr li komelgeha ayînîya navçê da gehandin û perwede kirin. Yên weku mamosta Celal Ensarî û ˈalimê giranqer û parêzkar mela (Ebdurrehman Azmend) kesên ku li devera xwe da rêz û hurmetek tam hebûn.
Ubeydullah (Mela ˈUbeyd) ku alîyê silsile u nesebê xwe da ji tayîfa Biradostî bû, yêk ji tîreyên mezine êla Kirimanc e, dighîje mela Mistefa Muderis, yêk ji zanayên mezin ê deverê li zemanê Sefewiyan.

Serencam ew kesayetê navdar li sala 1336a koçîya tavî beranberî sala 1957 zayînî li gundê Bêrdûkê ser bi mihala Somayê emrê Xwedê dike.

Dîwana wî ji alîyê Seyîd Celal Nizamî hatiye berhevkirin û çapkirin.

__________________________

Mela Ubeydulla Celîlî

KESÊ GOSTÎR DI DESTÎ BÎT

Kesê gostîr di destê bît, ne layîq bo silêmanî 
Heçî neynûkekê çê ket, nebû eskenderê sanî

Kesê bînît delîlek bo subûta mudeˈayê xo 
Wekî nabîtin isbat, biket ba ness Qurˈanî

Kesek rûnêt li ser kursî, nebû şah û nebû Xusro 
Kesê xandî ulêmê dîn, nebû ustad Hîzanî

Kesê hespek hebît gulgon, nebû Xusro nebû Şebdîz 
Kesê husnek sivik wî ra, nebû ev mahê kenˈanî

Eger şexsek bi fikra xwe biket tedibîrekî xûbî 
Nebû Asif di weqtî da, nebû wek şexsê Loqmanî

Eger şêxek bena ket xanqahê bo mirîdên xo 
Nebû şêx Salihê Nehrî, nebû Şêx Şemsê Burhanî

Kesê aşiq li yara xwe, nebû Mecnûn, nebû Ferhad 
Kesê şeˈirek bi heq anî, xwe nabît Ehmedê xanî

Sexawet hem şucaˈet her du fiˈlên ehisen in cana 
Kesê bi qawet, nebû Rostem, xwe nabît Zabilstanî

Zulimkarî ne pêşê merdumanê sahibê fikr e 
Neke zulimê birader , xwe ne firˈûn î ne Haman î

Gelo çi bikem me nîne keyf, ku bêjm beyt û eşˈaran 
Wegerne dê kem bêjn, ˈUbeydê Qaziyê Sanî

Bilalî bes ke wan weˈizan, ku nakes nagirin şîret 
Eger bgirin ((qed ehsente)), (welî xod dan kê nadanî)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev