Dilxema min

Dilxema min

Şeyhmus Özzengin

Di van rojên payîzê de pel sor bûne, ji daran diweşin û berbi ba dikevin. Bayekî hênik li êniya min dixe û dilê min diricife. Dilê min xwe bi serhev de dihesirîne û bi serhev de tê givaştin.

Tenêtî û dilxemîya te sînga min dax dike. Tinebûn û hesreta te, wek girêka quzilqûrtê di xwezîya qirika min de asê dimîne û nayê daqurtandin.

Her hêvî dikim ku tu, bi asoyek hêvîdar re, yan jî bi serma çiksayi ya şeveqê re derkevî ber min.

Heger tu li min bipirsî; ez wek stêrkek tikîtenê di ezmanê çiksayî de me. Dilê min wek serserîyekî di ruhekî birîndar de nayê zeft kirin. Dilê min bêhevî, wek şervanekî di çiyayekî sîpanên berfê, di şerekî mêrxasî, di teqandina gulla dawî de, li hêvîyê digere!

Şer û şervanî zahmet e, reşka çavê min!

Jin, zarok û kal, pîr, ciwanên ciwan, di nav şer de biêş û bêhêvî dimîne jiyana wan. Li welatê min, min pir mirov dîtin, bi dû tiştan de bazdidan, bazdidan, bi ku de diçûn ne diyar bû.

Te ji min pirsîye; “di şer de çi heye?”

Stara dilê min, ez nikarim bi hevokên dirêj ji te re bahsa şer bikim. Di şer de hêsrên çavên bûka salê heye, stranên dayîkên navser heye. Çîrokên mirovên wunda û nenas. Xewnên jibîrbûyî. Ramanên perçe perçe. Birînên li hêviya bijîjk û dermanan hene.

Qêrîna zaroka heye.

Di nav wan de ez xwe pir piçûk û bêçar dibînim!

Diltenika min!

Xwe dirêj bik li ser piştê di doşekê de û çavê xwe bigir. Agirekî dadayî û li derdor reqs, reqsek kovî, hezkirin, evîn û berbihewabûna qêrînên jinan bîn bîra xwe. Ew dengên ku li pêsîrên çîya dikevin û wunda dibin. Biryara kujtina evîn û evîndaran! Gunehê evîndariyê li wan çiyayên qedîm çima ewqes pir dibe?

Bipirse:

Kê ev xerabî, bi kîjan hestan, bi çi armancê, bi rêkûpêk kiribûn ji me re?

Êşa dilê min;

Çime kesek vanan hîs nake?

Li ser me, di cîhanê de mejî tevlihev, çav girêdayî û guh girtî ne!

Kesera dilê min!

Bi birînên me re mirovatî jî birîndar e. Kenên mirovan, ji girîyên wan taltire! Bi birînên me re mirovatî, bê hêvî û bê hezkirin maye; êdî xwedayê wan jî bûye birçîyê hezkirinê! Ji bona êvarekê, serxweşiyek kurt, Evîn bûye pîrozbahî ji wan re. Di wan destanên kevnar û qedîm de, ew evînên pîroz, mêrxasiyên xas; tenê di xewnan de maye. Ew pîrozbahiya hezkirinê nayê bihîstin di civatan de. Destan û çîrokên evîndaran bûne peyvên zemanên kufar. Ew hezkirinên bêberjewendî, piçûk ketine û jiyan li ber çavan reşkiriye. Îxanet, xapandin bûye karekî rewa. Doz, armanc û hevalbendî birîndar kirîye!

Pepûka min!

Îşev çiqa pir stêrk hebûn di qûbba ezmên de. Niha yek maye, liber xwe dide. Ew yeka ku li ber xwe dide, wê ew jî here. Pir nêzîkî min bû. Wilo nêkzîk bû, ku min destê xwe dirêj bikira, wê têketa nav destê min. Wê ew jî, xatir jî ji min naxwaze û here!

Şevbihêrka min!

Vê şeveqê dilê min dixwaze ji qesefa sînga min derkeve û bifire bi dû wê de, bi lezayî ya şewqê re here.

Ew stêrk hin nêzî min bû, hin jî pir dûr bû..

Lê ew jî çû!

Dibe ku hêza hêviya min, hêza evîndarîya min, carek din wê bipaşde li min vegerîne.

Kî dizane!

Dibe jî!

Hêsrên çavên min!

Min sûnd xwari bû ku ezê carek din xwedayan tewaf nekim û neparêzim! Ji dêlva wan qeşmer û qirdikan, heta ku “Donkîşot” dernekevin qada jiyanê.

Dibe ku wê çaxê ez jî ji xwe re xwedayekî bineqînim. Xwedayekî ku min tenê nehêle û xîyanetê bi min re neke!

Xwedayekî ku di tengasiyê de pişrtgirîya min bike!

Dibe ku xwedayekî wilo tinebe, dibe ku hebe jî!

Lê tiştek nabe. Ezê li hêviya hatina wî xwedayî bim.

Xweşciwana min!

Divê tu ticarî ji dilên mezin re hesûdîyan neke. Dilê mezin her layîqî hurmetê ye.

Şeng û şemala min!

Tê bîra te?

Dînek li taxa me hebû: Ew dînê ku her dixwest sûretê xwedê çêke! ji me bêtir rastdîtî bû. Dema ku bi rengan re serkevtî nedibû, lê digerîya û bi înada dînan digot;

“ezê xwedê bibînim!”

Dibe ku bi wî aqilê dînan ji bona ku hesabê hemû neheqîyan ji xwedan bipirse!

Gelo hîn li tara me ye û dijî ew dîn?

Ew dîn bû, lê xwe ji quwet nedixist, radestî neheqîyan nedibû, wêrek bû…

Em çi dikin? Qaşo em mirovên biaqil in; lê em zûbizû ji quwet dikevin û newêrek dibin!

Tu dizane xemla dilê min!

Tirs destpêka xîyanetê bi xwe ye!

Ma ne ji ber tirsonektîya xwe û neserfirazîya xwe ye ku, mirovan xwe bi hezarsalan e ewqes bi xwedayan ve giradane? Bûne koleyê afirandina rêmana xwedê!

Ji dêlva her mirovek bi serê xwe bibe xwedayek, ji xwe re; ji newêrektiya xwe, çûn ji xwe re yekxweda neqandin û roja qîyametê jî ji xwe re kirin metirsî!

Sebra ber dilê min!

Ji ber ku mirov tirsonek bûn û divêtiya wan bi vê hebû.

Xwedan û dîktator, afirînên tirsê û bêçaretiyê bi xwe ne.

Ew dilê ku jiyan jê re şêrîne; ji dêlva ku ji bona xwe, ji bona hezkirinê birc û qesran pir bikin, li ser serê xwe xwedan û dîktator pir kirin û ceza dan xwe.

Çavbeleka min!

Bizanibe ku sînga min ne pîn e. Hema ji carekê de nekeve pêsîra min û dilê min ji xwe re neke sitar.

Heta niha min qet pirsî ye?

Çima, ji bo çi, çawa?

Tu dizane!

Hezkirin û Evîn di cîhana me de kêm bûne. Gotinek mezinên Hîndîyan heye “Bîhna kulîlka Lotus ê li gorî hatina ba, li ber ba dere. Lê bîna Ezîzan, sînga xwe dide ba û diçe!”

Ji bona pirkirina bircên hezkirin û evînê ev mecbûrî ye. Divê em di pirkirin û geşkirina hezkirin û evînê de xwe qels nekin. Di raman û avakirinê de ku hezkirin û evîndarî tunebe, li angora dil nayê avakirin.

Kevir bi hezkirinê tê necirandin, tov bi hezkirinê dikeve nava axê, qalikê xwe dişkîne û bi sebir zîl dide. Zarok bi hezkirinê di malika dayîka xwe de mezin dibe û bi qolincên hezkirinê re tê dinê. Şervan bi hezkirinê axa xwe diparêze. Roj bi hezkirin ûşehweta xwe fezayê ronî dike. Av bi hezkirinek bêpa xwe berdide pêsîra axê, jiyanê dide her tiştî. Hezkirina di navbera Rojê û kelûpelên erdê de, şehweta hezkirinê bi xwe ye. Bê hezkirin jiyan bi xwe jî zîndan e.

Gula destê min!

Riya hêsan ji xwe re neke kar. Bila çavên te her li rê û pêkên asê bin. Xwe ticarî teslîmî qederê neke. Afirîneriya mirovî, têna ramanê bila her di dilê te de be. Bizanibe ku hezkirin û evîn her pîroz in. Di pîrozbahîya van de, di pirkirina wan de ji “donkîşot”an neditirse.

Afirînerî ewe, ku her serî di belê de be û ji bona hezkirin û evînan sêngvekirî be.

Çavbeleka min!

Afirandin û hezkirin a bê bedêl, ji çi re dibe, buhaya wê çiye?

Divê tu ne simsarê rêka erzan û afirînerê pêkerên hêsan û erzan be. Divê tu her ji bona azadîya xwe, di neqebên asê re derbas bibe û ji kevirên heste pêkerên xwe çêke!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev