”KILAM Û PÊNÛS”, WEZÎRÊ EŞO. AMADEKAR: NİHAT GÜLTEKİN

”KILAM Û PÊNÛS”, WEZÎRÊ EŞO. AMADEKAR: NİHAT GÜLTEKİN

Weşanxaneya “Lîs”ê kitêbxaneya kurdî dewlemend dike

Ev berhem ji nivîsên Wezîrê Eşo ên di çend jimarên kovarên cuda û ji çend nivîsên ku di arşîva wî de bûn hatiye berhevkirin. Gelek nivîs li ser jîyan û berhemên nivîskar û lêkolînerên navdar ên Kurdên li Yekîtîya Sovyetan e. Lê çend nivîs jî li ser hin kes û bûyerên din û bi taybetî li ser wêje û jîyana kurdan a li Yekîtîya Sovyetan a berê ne. Bi van nivîsan em ê bêtir bi jîyana wêjeyî û sîyasî a nivîskarên li Yekîtîya Sovyetan bihesin.

Ji alîyekî din ve jî ev berhem wekî antolojîyekê ye. Wezîrê Eşo gava bahsa nivîskaran dike, jîyana wan û berhemên wan ji serî heta dawîyê rêz dike.

Çend kesên ku bahsa wan hatiye kirin:

Mistefa Barzanî, Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Qanatê Kurdo, Xelîlê Çaçan, Fêrîkê Ûsiv, Eskerê Boyîk, Çerkezê Reş, Şekroyê Mihoyî, Simoyê Şemo, Egîtê Xudo, Aslîka Qadir, Pîr Dîma.

 

Kilam û Pênûs, Wezîrê Eşo.

Amadekar: Nihat Gültekin
Lêkolîn, 309 rûpel, Weşanên Lîs 2018 , Amed
ISBN: 978-605-81408-7-5

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev