KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -12

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -12

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 159an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 159

 

GELÎ KÛR BÛ

 

Gelî kûr bû, ez daketim,

Qiçî hûr bû, pêda ketim,

E çiqa bilind firîm,

Heqa alçax ketim.

 

•••

Ez bengî bûm, ez bengî bûm,

Ser doşekê, bin doşekê rûniştî bûm,

Ser kurapê xwe bengî bûm.

 

LO, LO DILO

 

Lo, lo dilo, xwelî te be,

Tu tu kesekî bengî nebe,

Bengî dibî, xwe bengî be,

Axirîya paşin, poşmanîka te tunebe.

 

DIL, HEY DIL

 

Dil hey dil,

Gede, xazgînîyê min

Mala bavê min rûniştine,

Ez deyn nakim,

Tu tizbîya bikişîne,

Tera bi morîkim,

Min direvînî, birevîne,

Narevînî, tu dizanî.

Got: Nesîfa Beyro, 22 salî, ji Wanê hatye, niha li gundê Eşîrabatê dimîne, nehya Aştarakê.

 

DERDÊ BEJINA TE

 

Derdê bejina te xanimê,

Nola şimam dane ser taximê,

Ez dame kalekî herifî,

Heta sivê pişta xwe didimê.

 

GELÎ KÛR BÛ

 

Gelî kûr bû, ez daketim,

Vê xatûnê alçax ketim.

 

Vî zinarî şeqe-şeqe,

Min gul çinî, te kir baqe.

 

•••

Ez kirasê şer xwe nakim,

Hersê mehê paîzê, biharê

Ebûr nakim.

 

Ez kirasê çît xwe nakim,

Xanîkî kawa xwera çêkim li Manglîsê,

Derî lêxim darê gûzê.

Nivîsî: Bondoyê Aso.

 

HÎVA GUNDÊ ME DERKETÎYE

 

Hîva gundê me derketîye,

Hîveke zere,

Qorix girtin, dane bere,

Hîv çû ava, paşê were,

Ez xerîba ne li virim,

Qalçîçeka ber kevirim,

Qenca xwestim, xirava birim.

 

NEWÊRIM BÊM

 

Newêrim bêm,

Hirço male,

Sekî hare,

Rê berware,

Çem çirane.

 

HA DIBÛ

 

Ha dibû, dibû,

Xêlîya sêrî sipî bû,

Min revand, jina wî bû.

 

HA NAS KIR

 

Ha nas kir, nas kir, nas kir,

Gistîla xwe tilîyê nas kir,

Çêrî te kir,

Xwe xilas kir.

 

DE LÊ, LÊ RIHANÊ

 

De lê, lê, lê Rihanê!

Kula dilê xortanê.

Mala Rihanê du rê,

Ber çemê Xamûrê.

 

Rihan çûye deştê,

Sepeta rêxê piştê,

Kula dilê xortanê.

Nivîsî: Bondoyê Aso.

 

ERÊ, KONDELE REŞÊ

 

Erê, kondele reşê dema din hat buhurî,

Ezê nexweşim, nexweşê heftê salî,

De bira xwedê bibirre qismê jinê salê îsalin,

Çawa gavekê kêleka min nasitirî, natebitî.

 

Te li çeva, li birû-bijanga,

Teyê min herimandîye nan, av û xewê van berbanga.

 

Lawiko, qurba!

Tuyê diçî, min bîr neke,

Sêva sorke, paxila xwe ke.

 

Heçî gava welatê xerîb, xerîbistan

Ez evdala xwedê dikevim bîra te,

Derxe, bînke, dûr û nêzîk hema yeke.

 

•••

Lawikê min kurê dêye,

Delalê min kurê dêye,

Sekinîye ser çela cêhye,

Bêşmêrt sipî, çar sêv lêye.

 

Herê lawikê, kuda herî!

Gav û sehet dîna min li teye.

 

Lawiko, qurba!

Çîya bilinde, te navînim,

Ezê sebireke dila li ku bînim,

De tu kaxezekê sala îsalin minra bişîne.

 

Ez bixûnim,

Kavilê welatê xerîb xerîbistana,

Hêdî, hêdî dilê xwe pê bixapînim.

 

Lawiko qurba!

Malê me cînarê mala we bûya,

Orta mala me û teda akûşke, pencere bûya,

Herçî gava çevê min keleş lawikê min keta,

Min tirê maşoqê du dil, çar çeva,

Kavlîyê gunda ez û tu bûna.

 

Keçikê, kulmalê!

Ez nexweşim, were ser min,

Qîrîn bike, ruhê bê ber min.

 

DAYÊ DILE

 

Dayê dile, esker hatî hingî dinge,

Ne eceme, ne firinge,

Şûşeke dilkê min şikestîye,

Derzîyê cebir nabe.

 

Ro derketî ji alîyê Xerzê,

Şewqa xwe da pasira mêra, dor merkeza.

 

Hatî çivîkê vê sevatê,

Firî, danî serkê tatê,

Xwezila mizgînîke xêrê ji minra bata,

Berdana jina bi mêr, bû edete.

 

Li min derketî mij û bi morazê,

Li min berfek-baranek hûr-hûr barî dora gazê.

 

Li min hatî surra vê devçîa,

Lêxistî Basûra mîra, xan û manê di girtîa.

Got: Hovhannês Poxosyan, ji gundê Avanê, li ser nehya Aştarakê.

 

WERE DELÎL

 

Were delîl, delîl, delîl!

Nexweşim Gozê, nexweşê li nivînê.

Cîngê min, xelqê delal dayne Elegezê, semta vê kulînê,

Bira axirîya min û te neve

Axirîya Memê û Zînê.

 

•••

Bermalî, bermalî,

Lawiko, tu malxuêyî,

Ez kevanî.

 

Kavlîyê gundê me kevir gewrike,

Kefenê min bikirr ji dikanê,

Ava min bi destê xwe germ bike,

De were, bermalî, bermalî.

 

Ezê nexweşim, nexweş,

Nexweşê bin orxanê,

Cingê min dayne Elegezê, vê zozanê,

Destê min îro te nave, te xezalê,

De were bermalî, bermalî,

Bermalî, te ez helandim.

Got: Şebabê Elo, nexwendî, ji gundê Qulîbegê, li ser nehya Vaxarşapatê.

 

LÊ, LÊ HELÎMÊ

 

Lê, lê Helîmê, dînê, tu xwedêkî,

Tu cihê min li eywana jorin çêkî,

Cotê zermemika qewatîa ber taştêkî.

 

De bê were, were Helîmê,

Kiras sore, toq hêşînê,

Ramûsana Helîmê xweşe,

Çawa milhema dane ser birînê.

 

Me Helîm dîbû binya dêrê,

Min qîza melle nas kiribû,

Ber şewqa sitêrê.

 

Ezê Helîmê birevînim,

Bavêjim bextê Fetah begê mîrê Xerzan.

De were, were Gulê Beyazê,

Sivika malê, gerden gazê,

Helîm, tu were nav sîng û berê minda razê.

 

Helîm, taxa jorî ne tu taxe,

Taxa jêrîn xweş qonaxe,

Taxa navê Rihan nave,

Ezê Helîmê birevînim,

Nizanim ka çi çaxe.

 

Were, were, Helîmê,

Kiras sore, teq hêşînê,

Ji dinê alemra tirşe,

Li minra şîrine.

Got: Manûk Harûtyûnyan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev