Mehkemeya serokên Kurdan

Mehkemeya serokên Kurdan

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa çaran bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 159

 

Mehkema serbest a Diyarbekirê jî bi gefxwarin pêş da hat. Di nîveka nîsan 1925 da, wê banga ber bi bineciyan da weşandin û tê da da zanîn ku wekîldariyên wê li ser wilayetên Erganî, Elazîz, Diyarbekir, Urfa, Bitlîs, Hekkarî, Dersîm, Sîwerek, Siirt, Mardîn, Meletye, Mûş, Genc û Wanê, û qezayên Xinis û Kîgiyê li wiyaleta Erzurûmê, tên belav kirin û destûr dane wê ku zagonên komarî here bi qetil bi kar bîne. Her karkirineke dijî bêqeziyabûna komarê û seqiriya (rehetî, dilhêsayî) milletê tirk – di nava bangê da dihate gotin – ewê wek gunehkariyeke herî mezin – xayintiya weten – bê hesibandin (212, 14.4.1925).

Di nîveka nîsanê da, hêzên pêşmergan ên sereke li geliyê Gencê hatin dor girtin û hincirandin. Şêx Seîd û serokên serhildanê yên mayîn ji ruyê bêbextiya Cibranli Qasim li ser pirê çemê Muradçayê hatin girtin. Di nava girtiyan da Şêx Seîd, Şêx Ebdulle, Şêx Elî, Şêx Xalid, Reşît Axa, Mehmet Axa, Tîmûr Axa û dîsa 26 pêşmergên kurd bûn (117, r. 227).

Di 15 nîsan da, eskerên hukûmetê Genc zevt kir. Çend komikên pêşmergan, ku bê serokatî mabûn, çûne şkefta Şerefeddînxanê (45 km ber bi başûrroavaya Mûşê). Li vira dora wan girt û bera wan dan, ji heqê wan hatin der.

Rast e, serhildan bawer bike hatibû hincirandin, komên Tirkiyê yên serokatîker dîsa qebûl dikir ku karên zagondariyê û admînîstratîf ku gotî tevgelên serhildanê, bineciyên am û tam, usa jî her karkirineke muxalefetê, bi hovîtî bidin ceza kirin. Ewha, di 20 nîsan 1925 da, meclisê biryar kir ku halê eskerî ku li navçeyên serhildanê û wilayetên rex wan hatibû îlan kirin dîsa li ser heft mehan bide zêde kirin. Tevî wê yekê, wê destûr dabû hukûmetê ku guhastinan di nava erdnîgariya wan navçan da bike. Meclisê dîsa karkirina mehkemên Ankara û Diyarbekirê yên serbest şeş meh da zêde kirin û izn da mehkema Ankarê ya serbest ku ew, bê cezayê meclisê, biryara gullekirinê, ku wê derxistiye, pêk bîne, mîaser bike (35, (diwan 6, r. 566-569).

Di 22 nîsan 1925 da, meclisê zagon N° 635 di derheqa wan guhartinan da qebûl kir, ku divê di nava kodêksa welêt da gunehkarkirin bihata kirin. Anegorî wê zagonê, bona wan mirovên ku dicedand ku Destûra komarê biguherînin an jî ji bingehê raskirinan di nava wê da bikin, yên ku dicedand meclisê ji hev belav bikin an jî nehêlin ku ew borcê xwe biqedîne, lê usa jî bona wê yekê ku gel ber bi tevgera dijî hukûmetê bi çekdarî bidefînin an jî bineciyên Tirkiyê dijî hevdu derxînin, biryara gullekirinê hat derxistin.

Di 10 gulan 1925 da, serokên serhildanê yên mayîn jî hatin girtin û ji Wartoyê ew bo Çapakçûrê, lê ji wira jî bo Diyarbekirê, hatin şandin. Bi wê yekê va, serhildana Kurdan li her çar navçan hate hincirandin.

Di 31 gulan 1925 da, M. Kemal bi bangê ber bi bineciyan bû û tê da da zanîn ku hukûmet wan eskerên ku bona hincirandina serhildiana Kurdan şandibûn paş da tîne. Lê mehkemên serbest ewê karkirina xwe berdewam bikin. Di dawiyê da, wê îlan kir ku pelixandinên pey serhildanê divê bikin bîra wan mirovan ku ewê cezayê çiqas giran bînin serê wan kesên ku difikirin komarê bavêjin û “pêşveçûna millî şerpeze” bikin (126, r. 73-75).

Em dikarin binketina serhildana Şêx Seîd bi çend sebebên hundirî û derveyî bidin şirove kirin. Sebebeke sereke ew serdestiya eskerên hukûmetê ya eskerî û jimara şervanvan bû. Dema serhildanê, komên Tirkiyê yên serokatîkir S korpusên ordiyê anîn halê şerr (ew hazir kirin), lê hinek eskerên berê jî gazî ordiyê kir ku tê da qulix bikin. Paresker li ser temamiya Tirkiya Rohilatê û Merkezî da hatin belav kirin, bi wî qewlî ku dora navçeyên serhildanê bigirin û bi derbekê va bela wan bidin. Dîvîzyonên peya N® 2, 3, 8, 12 û 17 û yên suwarî N° 1 û 14, 3-4 tabûrên cendirmên ser sînor, pareskerên korpusa ordiyê ya 7mîn û pareskerên dîvîzyonên peyaye yên N’ 7 û 41 yên ji Adana, Meletye û Nixdê tevî fetisandina serhildanê bûn. Pareskerên korpusa ordiyê ya 9mîn ji aliyê Diyarbekirê kar dikir. Bilî wê, 12 firinde-balafir jî tevî wan karan dibûn (80, r. 55). Anegorî malûmatên Ismail Hak (bi salixên) tevgelê têkoşîna Kurdan, weke 200.000 eskerên tirk dijî 40.000 eskerên kurd şerr dikir. Serkaniyên Ermeniyên welatên derve li ser wê bîr û baweriyê ne ku di nava ordiya Tirkan a cezakirinê da hetanî 120.000 esker hebûn (108, r. 249).

Bi mukurhatina M. Kemal a resmî, hukûmeta Tirkiyê bona hincirandina serhildanê mecbûr e 8-9 dîvîzyonên eskeran hazir bike û di nava halê şer da xwedî bike (103, diwan II, r. 893). Anegorî malûmetên weşana Tirkiyê, serhildana Şêx Seîd li ser Tirkiyê weke 50 milyon lîre, ku dikir çarîka (25%) buceya welêt a salekê, rûnişt (206, 14.5.1925).

Sebebê binketina serhildanê ya mayîn jî ew bû ku di nava serekeşîrên Kurdan da yekîtî tu nebû, gelekan ji wan piştgiriya Şêx Seîd ne dikir. Dema serhildanê, serokên hinek eşîrên Mûş, Siirt, Sîwerek û navçên mayîn têlêgram li ser navê palementerên meclisê dişandin û tê da karê Şêx Seîd gunehkar û rexne dikir û dida zanîn ku ew bi hukûmetê ra ne, pê bawer in (185, 26.2.1925). Eşîrên Dersîmê jî piştgiriya Şêx Seîd ne dikir. Ew tebiya Kurdên Dersîmê bi wê yekê va tê şirove kirin ku wan baweriya xwe bi serketina tevgeran ne dianî û ditirsiyan ku ewê ji rewşa xwe ya nîvserbest jî mehrûm bin, ku halê wan bey wê jî ne tiş tek bû.

Waliyê Elazîzê, ku di derheqa tebiya Kurdên Dersîmê da di nava serhildana sala 1925 da dipeyivî, hevpeyvîna xwe tevî nûçegihanên rojnaman ewha digot : “Eger bineciyên Dersîmê tevî tevger-serhildanê bibûna, wê demê wargehê têkoşînê ewê gelek fireh bûya. Ewê Dersîm tevî serhildanê bibûya eger Şêx Seîd slogana wê ya sereke ne “dasekinandina xelîfetê” nekira, lê damezrandina serbestiya Kurdistanê bikira” (230, 11.4.1925).

Lê walî isbat hinekî fe’ş kiribûn : Şêx Seîd ne ku slogana “dasekinandina xelîfetê” îlan kiribû, lê tenê “hurmetgirtina ber bi dîn”. Ew komên Tirkiyê yên serokatîkir bûn ku ew slogan ji ber xwe derxistibû û di stuyê Şêx Seîd va kiribû. Me hîç dokumentek ne dît ku ew vêrsyona berxwederxistî isbat bike.

Bi vî awayî, hevranerazîbûn û tunebûna yekîtiyê di navbera serekeşîran da ferzend ne dane wan ku rabin li ser qederê pirsdanînên hemmiletiyê û bi ser bikevin, bindest bibin.

Sebebê sisiyan a bindestbûnê ew bû ku rêxistineke bi yekîtî û hêz tu nebû ku bikaribûya bi polîtîk kar bikira, bernama wê ya zelal hebûya. Rast e, Komita Serbestiya Kurdistanê roleke mezin di nava tedarukdîtina serhildanê da lîzt, lê dîsa jî wê nikarîbû bibûya serokê wê yê rast. Ew yek ne tenê bi qewlên Kurdistana nîvfêodal va girîdayî bû, lê usa jî bê wê yekê va ku serhing Cibranli Xalit Beg hate girtin, herweha jî karkerên bi nav û deng ên rewşenbîrên kurd û serhildana Kurdan bi wê yekê va bê serî, bê serokatiya bi siyasî qayilbûyî, ma. Eger li rastiyê bikeve, serhildana Kurdan bêy teşkîldarên siyasîvan ma. Ew gihande wê yekê ku Kurdan ji demê zûtir dest bi têkoşîna ku serokatiya wê Şêx Seîd dikir kir. Ne niştimanperweriya wî, ne qedrê wî yê mezin di nava gelê kurd da, ne mêrxasiya pêşmergan têrê kir ku serhildan bi serkeve. Sebebeke mayîn a giring jî ew bû ku ji derve hîç alîkarî û piştgirî ji serhildanê ra tu nebû. Ji ruyê van û hinek sebebên mayîn, serhildana Kurdan ji aliyê hukûmeta Tirkiyê hate hincirandin. Hela bi ser da jî, wê ra li hev hat xelkê bide bawer kirin ku tevgera Kurdan serhildana Şêxê rêaksyonêr ku dixwest xelîfetê (sultenetê jî) bide dasekinandin û ew bixe bin hukmê (bandûra) Ingilterê, û bi wê yekê va nehêle ku mexlûqetiya cihanê û xwezma welatên cîran piştgiriya wê bikin, bû. 

Kemalîstan ku hela berî destpêbûna serhildanê di derheqa heyeta rêxistinên Kurdarn a dizî da zanîbû, mecal bi kar dianî bona bêserîkirina wan. Ewha, ji bo nimûnê, wan lîzek lîzt û hevpeyvînek di navbera Komela Daxuliqandina Kurdistanê (serok Ebdulqadir) û casûsê polîsê Tirkiyê, ku xwe dewsa xebatkarê wezareta Ingilterê yên karên derve danîbû, da da teşkîl kirin. Ew hevpeyvîn gotî di derheqa damezrandina serhildana Kurdan da bûya. Wek ku polîsê Stembolê di nava rapora xwe ya ji bo dîwana Ankarê da da zanîn, gava Xoce Eskerî ku ji ruyê serhildanê li Silifkê (wilayeta Içelê) hatibû gunehkar kirin û jê ra gulle derxistibûn li girtîxana Ankarê bû. Wezîrê karên derva di 11 îlon 1924 da spart polîsê bi pê-rêge ku dû Kör Ebdulle Saadiyê ji Palû ku li Stembolê dimîne bigerin (Kör Ebdulle Saadî di sala 1912 da tevî damezrandina komelên Kurdan bûbû û bi aktîvî tevî xebata wan bûbû) : hat isbat kirin ku ew di nava tevgirêdanan da bi Xoce Eskerî ra bûye. Serokatiya polîs spartin da casûsekî xwe ku xwe dewsa muxalifekî deyne û bi Saadî ra bibe nas. Li dawiyê, xwedê giravî Saadî bi xwe gotiye, an jî ji devê wî çûye, ku Şêx Seîd, Seyid Ebdulqadir û serokên Kurdan ên mayîn piştgiriya wî dikin ku armanca wan ew e ku hejtevgera fireh li navçeyên Dersîm, Palû û Bitllsê bidin teşkîl kirin. Usa jî xuya bû ku serokên Kurdan ew plan hazir dikir, hêviya xwe danîbû ser wê yekê ku li Stembolê Ingiltere piştgiriya wan bi moralî û maddî bike. Loma jî Saadî, ku tam baweriya xwe bi casûs-şerletanê polîs dianî, hêvî ji wî kir ku bibe navçîgarê di navbera balyozxana (sefaretxane) Ingilterê li Stembolê û serokên Kurdan. Di 30 îlon 1924 da, polîsê Stembolê di derheqa vê yekê da ji wezareta karên derva ra da zanîn. Wê jî spartin da ku Saadî ji ber çavê xwe bemedin û bicedînin ku wî li ciyê gunhekarkirinê bigrin (212, 26.8.1925). Wî şerletanî Saadî bi casûsekî mayîn – Nizamettîn – ra kire nas û got ku ew xebatkarê serwêrtiya Rohilatê ya wezareta Brîtanya ya karên derve ye û navê wî Têmplî ye. Saadî bi hûrgilî ji wî casûsî ra di derheqa wê yekê da şirove kir ku li rohilata welêt bona teşkîlkirina serhildana Kurdan a hemtomerî çi tê kirin, û jê ra da zanîn ku ew serhildan divê di behara sala 1926 da dest pê bibe (147, r. S3).

Anegorî talîmatên wezareta karên derve qisa casûsê duduyan (Têmplî) tevî Saadî hate derbas kirin, û di wî zemanî da Saadî îlan kir ku 135 parên Komiteya Kurdan ku amade ne ku nuha jî şer bikin hene. Karmendên polîs, ku xwe hema di wê avahiya ku tê da hevpeyvîn hatin derbas kirin da xwe veşartibûn, ew qise dan nivîsarê (tescîlkirin) û di 11 çileya pêşîn 1924 da ew ji wezîrê karên derva ra şand. Wezîr di nava “bersîva” xwe ya 2 sibat 1925 da da zanîn ku hela dem ne hatiye bona bi dawî “safîkirina” pirsa Kurdan.

Gava serhildan dest pê bû, Saadî ber bi “Têmplî” bû û d’aw kir ku Ingilîz tev bibin ji bo pêşîgirtina şerpezebûn-teribandina serhildanê. Di 7 nîsan da “Têmplî” dîsa ra s tî Saadî hat û soz da wî ku biryara di derheqa peymana Ingilterê tevî Kurdan da ewê piştî heftekê bê hel kirin (212, 26. 8. 1925) û di van demên nêzîk da, gava rastî Seyid Ebdulqadir bên, ewê çêka bahê 80 milyon lîra teslîmî wî bikin. Casûs pêşniyar kir ku projeya peymana di navbera Kurdistana serbest û Brîtanya Mezin da, kîjan gotî “Têmplî” ji aliyê Brîtanya Mezin qol bike, lê ji nav Komita Serbestiya Kurdistanê jî Seyid Ebdulqadir, ewê bê amade kirin.

Projeya ji 9 miqalan, bi du zimanan (ingilîzî û tirkî), li mala xebatkarê polîsê Stembolê Nihat Beg hat hazir kirin û li ser belgoka (lîste) resmî ku casûsê Tirkiyê ji konsulxana Stembolê ya sereke ya Ingilterê dizîbû bû.

Anegorî wê projeyê, tê da hatibû dîtin ku li rohilata welêt serhildan çiqas pêş da biçûya, gotî li Stembolê ewqas pêşdahatinên dijî hukûmetê gurr bûna, divê Kurdên çekdar idarên hukûmetê zevt bikirana, barêgeha korpusa eskerî, serwêrtiyên polîs bikirana bin destên xwe û alîkarî bidana komên pêşmergan ên mayîn. Pêşdahatinên dijî hukûmetê divê usa jî li Bûrsu, Izmîr û Konyayê bihatana derbas kirin. Bona wê yekê, Ingilîz razî bûbûn ku gelek cebirxaneyên eskerî û zêr bidana Seyid Ebdulqadir (147, r. 56-58). Di 13 nîsan da, roja qolkirina peymanê, Kör Saadî agahdarî da casûsên polîsê dizî (ku xwe dewsa Ingilîzan danîbû) ku Seyid Ebdulqadir dixwaze pê bihese, çika rastî jî Têmplî ew mirov e, dewsa kîjanî xwe datîne, û loma jî biryar kir bi destê cîranê xwe yê havîngeha inglîzî Tyûkkêr ji balyozxana Ingilterê pirs bike ka ew bi ra s tî xebatkarê wan e yan na. Û bi rastî jî, di 12 nîsan da, kurê Seyid Ebdulqadir – Seyid Mehmed – çû bal Tyûkkêr û weke nîv saet li bal wî ma. Pey wê yekê, ew vegeriya bal bavê xwe û lezo-bezo çû wî bajarê ku Saadî hêwiriye. Ji ber ku Ingilîzê ra s t tevî kar bûbû, loma jî karê polîs tev li hev dibû, ewê poxê wê derketa ser avê. Ji ber wê, wezîrê karên derva ferman da ku hemû serokên Kurdan di 13 nîsan da bigirin (212, 26.8.1825).

Dema rasthatina tevî wî nûnerê şikber ê serwêrtiya Rohilatê ya wezareta Brîtanya Mezin a karên derve, Seyid Ebduqadir ne xwest ew çêk bi buhayê 80 milyon lîra qebûl bike, usa jî dijî wê wan gotî peymana ku casûsên polîsê Tirkiyê hazir kiribû qol bike derket. Lê ew êdî tu tiş t ne dida guhastin – bextê serokên Kurdan li Stembolê êdî ji aliyê Kemalîstan hatibû biryar kirin : hema wê rojê Seyid Ebduqadir, kurê wî Seyid Mehmed, Nafiz (ji Suleymaniyê), Kör Saadî, usa jî serekeşîrên Xoşenan ku li Suadiyê li bal Seyid Ebdulqadir diman, hatin girtin. Bilî wê, serekê polîsê Stembolê Ekrem Beg dijî wan pêşdahatinên Kurdan mecal da hazirkirin ku hebûn û jimara ewên ku wê demê li Stembolê gihîştibû 10.000 mirov dikare biqewime (212, 26.8.1925).

Di 14 gulan da, li Diyarbekirê dest bi mehkema sênatorê berê Seyid Ebduqadir û nefsên mayîn ku bona wê yekê hatibûn girtin, ku dixwest Kurdistana serbest saz bikin, bû. Dadxwaizê mehkema dizî Sureyya Beg rojnamevan agahdar kirin ku “senatorê berê Seyid Ebdulqadir û alîgirên wî hetanî nîvê meha nîsanê bi aktîvî kar kirine bo navê serketina tevgerê û Kurdistana serbest. Piştgirên wî yên aktîf bûne – kurê wî Seyid Mehmed, Nafiz (ji Suleymaniyê) … û Ilahî Ebdulle Saadî yê kurd” (212, 7.5.1925).

Di mehkemê da, dada Seyid Ebdulqadir, kurê wî Seyid Mehmed, Hecî Axta (15), Kyor Ebdulle Saadî, Kemal Fewzî (ji Bitlîsê) (16), Xoce Eskerî, Ilyas Efendî, Nafiz Beg û yên mayîn dikir (147, r. 113).

Di mehkemê da Seyid Ebdulqadir got ku ew tevî serhildana Şêx Seîd ne bûye. Wî hela da zanîn ku eger ew hay ji wê serhildanê hebûya, ewê di dest xwe da (pêra-pêra) di derheqa tedarukdîtina wê da dîwanê agahdar bikira. Di nava wê agahdariyê da, ya ra s t ew bû ku Seyid Ebdulqadir rastiyê ji tevgeliya aktîf di nava serhildana Şêx Seîd da diyar ne kiriye, lê helbet di tedarukdîtin-hazirbûna wê da zanîbû, xwezma pey rasthatina xwe ya tevî Elî Riza (kurê Şêx Seîd) li Stembolê.

Tevî wê yekê, Kör Saadî, ku ji ruyê karkirina xwe ya dûrnedîtî û maceracî alî girtina serokên Kurdan ên bi nav û deng kir, li mehkemê xwe pak nîşan da. Wî ne tenê xwe ne diparast, lê bi dilekî baristan di derheqa karkirina serokên Kurdan da gilî dikir. “Erê – wî îlan dikir – ew salên dirêj in ku li ser damezrandina Kurdistana serbest kar dikin”. Çi ku dimîne di derheqa wî da, ew hela berî destpêka şerê hemcihanî yê yekemîn wî karî dikir, ji ber çi ew sirgûnî li Taîfê bû, tevî sazkirina komelên Kurdan ên cihê cihê dibû, lê di dema şerrê azadariyê da, dijî hêzên gerîlla pêş da hat. Hela bi ser da, wî dida zanîn ku Seyid Ebdulqadir serokatî li hemû karên kurdeyatiyê dikir. Wî digot : “Bêy haypêhebûna Seyid Ebdulqadir li Kurdistanê tu pelek jî ne dihejiya” (147, r. 117). Bilî Kör Saadî, tukes xwe gunehkar hesab ne kir, ango gunehê xwe hilneda situyê xwe.

Li dawiyê, dadê mehkema serbest li Diyarbekirê ji Seyid Ebdulqadir, kurê wî Seyid Mehmet, Hecî Axta, Kör Saadî, Kemal Fewzî û Xoce Eskerî ra gulle kirin derxist (147, r. 118).

Di 27 gulan 1925 da, li Diyarbekirê, Kemal Fewzî, Hecî Axta, Seyid Ebdulqadir, kurê wî Seyid Mehmet, Kör Ebdulle Saadî û Xoce Eskerî hatin dar da kirin. Avukat Hecî Axta berî dardakirinê kire gazî : “Bira bijî bîr û baweriya Kurdan ! “, “Bira bijî Kurdistan ! ” (251, 29.5.1925). Seyid Ebdulqadir di hêviya xwe da got ku dardakirina wî ewê bibe bingehek ji bo karkirina Kurdan ji bo azadariya xwe ya millî.

Hîn zûtir, di meha nîsanê da, mehkema niştimanperwerê Kurdan ê bi nav û deng Doktor Fuad (17) hate derbas kirin.

Di zemanê mehkemê da, pirsa ha da Fuad Beg : “Te çima dixwest ku Kurdistan aza bibe, ew jî wê çaxê, gava te xwendina xwe li Tirkiyê stendiye û bi tirkî jî dipeyivî ?”.

“Ji ber ku ez Kurd im – Fuad Beg bersîv da – ez dixwazim welatê xwe azad bibînim. Hetanî li Kurdistanê bêbext û neyarên tirk hebin, pirsa Kurdan nayê hel kirin-safî kirin”. Bi ser vê yekê, sedrê mehkemê Elî Saib got : ” A hema xût bo wê yekê ku tu boy navê Kurdistana serbest jiyana xwe dikî bin pirsê û temamiya zanebûn û idêalên xwe didî bona wî karî tuê bêyî dar da kirin” (84, r. 125)

Di meha nîsanê, sala 1925 da, mehkema serbest gunehê gullekirinê ji Doktor Ruad ra derxist, bona karkirina wî di damezrandina Kurdistana serbest da. Berî dardakirinê, Doktor Fuad Beg kire gazî : “Xeyala min tim ew bûye ku bibim qurbanê welatê xwe. Hîç şik tune ku ala serbestiyê ewê li ser wê axa ku me dar da dikin bimilmile” (108, r. 252).

Di dawiya gulana 1925 da, dest bi mehkema Şêx Seîd, tevî serokên serhildanê yên mayîn, bû. Li ser kursiyê gunehkaran, Şêx Seîd, Şêx Ebdulle (ji Melîkanan), Şêx Ismaîl (ji Cizîrê), Şêx Ebdulletîf (ji Cizîrê), çawîşê berê Qasim (ji Warto), Hecî Xalit, Ebdulhemîd, çerkez Reşît, bînbaşiyê berê Ismaîl, imam Molle Emîn, Şêx Elî, Baba Beg, Reşît, Tîmûr, Mehmet, Sulêman, çawîşê berê Behrî, Emîn, Şewket, Meqsût, Hemît, dadxwazê Melezgirê Ebdulmecît, Şêx Şerîf, Suleyman (ji Çapakçûrê), Elî, Yûsif, Huseyn, mamostayê dibistana destpêkê Molle Cemîl, Hikmet, Ahmed, binbaşiyê cendirman Mehmet Muhrî, karmendê saxlemîparastinê Gence Niyazî, Hecî Sadiq û yên mayîn bûn (124, r. 97).

Mehkema serokên serhildanê weke mehekê kişand. Di 29 hezîran da, mehkeme biryara xwe di hindava 47 tevgelên serhildanê yên muhim ku serokê wan Şêx Seîd bû derxist. Ji bo gişkan gunehê dardakirinê derxist. Rojtira mayîn ew biryar hat pêk anîn. Berî dardakirinê Şêx Seîd got : “Jiyana li vê dinê xelas bû. Ez hîç pirtîkî jî poşman nîn im ku xwe qurbanê gelê xwe dikim. Em bi wê yekê va serbilind in ku torinên me ewê bi eniya vekirî berê xwe bidin dijmin” (108, r. 2S2). Bi dardakirina Şêx Seîd û hevalbendên wî yên nêzîk, dawiya gunehkarkirina tevgelên serhildanê ne hat. Di nava çend mehan da dîwanên Tirkiyê li dû mirovên ne bi dilê xwe digeriyan, ew digirtin û teslîmî mehkema serbest ku gunehkariyên berk û sext ji wan ra derdixistin dikirin.

Me êdî di derheqa wê yekê da nivîsiye ku endamê PRP, parlementerê ji Dersîmê Hesen Xeyrî, di sala 1924 da derbasî hêla Seyid Riza bû. Paşê bi temîndariya qumandarê eskerên Tirkan li Elazîzê, Nûrettîn Paşa, koç kir, çû gundê Huseynîkê (wilayeta Elazîzê). Di sala 1925 da, gava pêşmergan Elazîz hilda, wî bi wan ra kar dikir. Lê dîwana Tirkiyê, ji bo ku li Dersîmê tevrabûn nebe, ew ne girt. Lê dîsa jî, pey hincirandina serhildanê, Hesen Xeyrî bi fermana M. Kemal hate girtin. Biraziyê wî Celal Mehmet jî tevî wî hat girtin. Di dema mehkemê da, sedrê dadgehê Elî Saîb Hesen Xeyrî di nava wê yekê da gunehkar kir ku ew bi cillê kurdî, bi şal û şapik, hatiye civîna meclisa Ankarê û bi wê yekê va wî propaganda kurdîzmê kiriye. Bona xwe biparêze, Hesen Xeyrî got ku ew bi daxwaziya Mustafa Kemal bi cillê kurdî hatiye. Lê dîsa jî mehkemê gunehê gullekirinê ji parlementerê meclisê yê berê Hesen Xeyrî û biraziyê wî Celal Mehmet ra derxist, tenê bona wê yekê ku ew wek Kurd ji diya xwe bûne.

Dibe tenê berî dardakirinê Hesen Xeyrî bi ser va çû (fehm kir, têgihîşt) ku siyaseta Kemalîstan dijî Kurdan e û hurmeta wan Kurdên ku jiyana xwe bona azakirina gelê xwe da girt. Ewha, berî dardakirinê, wî kire gazî : “Bira bijî gelê kurd ! Hey şehîdên Kurdistanê ! Nuha Hesen Xeyrî jî ewê bê bigihîje we !”.

Girêdayî serhildana Şêx Seîd, usa jî neferên mala Cemîl Paşa (ji Diyarbekirê) : Qedrî, Ekrem, Mehmûd, Muhittîn, Ahmed û gelek mîlîtanên Kurdan ên mayîn hatin girtin. Mehkemê hîç behane û isbatên ku mala Cemîl Paşa rusa û bedlome bikin ne dîtin. Gilî di wê yekê da bû ku hela gelek zemam berî serhildanê, ji arşîvên polîs qinyat- matêryalên ku di derheqa karkirina endamên mala Cemîl Paşa da bûn hatibûn dizîn. Lê dîsa jî gişk Ekrem wek lîderekî hej-tevgera Kurdan nas dikir. Lê wan hezar zêrên mehmûdî (yên zêr) wek bertîl dan sedrê mehkemê Elî Saîb û endamê mehkemê Lutfî Mufît ku jiyana Ekrem Cemîl Paşa xelas bikin. Tenê biryara girtina deh salan da wî. Ew yek jî roleke giring lîst, ku Ziya Beg ji Cemîl Paşa balafirek kirî û wek diyarî da ordiya Tirkiyê. Û endamên malê yên girtî hatin azad kirin, ji ber ku mehkeme hat ser wê baweriyê ku ew ne gunehkar in (145, r. 103).

Di 26 îlon 1925 da, mehkema serbest a Diyarbekirê ji bo hedadê ermenî Poxos (kurê Makar) gunehê gullekirinê derxist, ji ber ku ew bineciyê Çemîşkezekê “bi aktîvî tevî serhildana Kurdan bûye, ji bo kara pêşmergan li Xarpûtê casûsî kiriye” (212, 28.9.1925).

Anegorî malûmatên weşana Tirkiyê, di dawiya îlon 1925 da, mehkema navçên rohilatê 379 şuxulên ku lê binêre û ku di nav wan da 1855 meriv dihatin gunehkar kirin hildabûn. Ji wana 1320 mirov hatibûn girtin, lê yên mayîn hela di nava azadiyê da bûn. Hetanî wê çaxê, mehkemê 138 şuxulên ku lê nihêrîbûn, ango mehkema 690 mirovan, kiribûn. Ji wana, bona 120 kesî gunehê gullekirinê derxist, şuxulê 116 kesan guhastî mehkemeyên mayîn kir, lê yên mayîn hatin efû kirin (202, 25.9.1925).

Lê bi malûmatên M. N. Dersîmî, tenê li Xarpûtê mehkema serbest ji 400 xortên Kurdan ên ji Palû û Çapakçûrê ra gulle kirin derxist (126, r. 181).

Tehlîla teşkîla mirovî û civakî nîşan dide ku ew kesên ku hatine dar da kirin zabitên kurd ku tevî tedarukdîtina serhildanê bûne û ku di ordiya Tirkan da qulix dikir, şêx, mirovên xwedî erd, endamên parlementa sultanetê yên berê û yên meclisê, bazirgan, rojnamevan, avuqat, mamosta, vêtêrînêr, bijîşk û nûnerên rewşenbîrên Kurdan ku nuh pêş da hatibûn bûn. Ew yek, ku bineciyên kurd ên cihê-cihê ku tevî serhildanê bûne, şehadeta wê yekê ye ku bindestiya Tirkiyê ya pir sedsalan ew gihandine hev bona şerkariya azadariyê. Em bidin zanîn ku tevî wê serhildanê usa jî Aşûrî, Çerkez, Ermenî û nûnerên gelên mayîn jî dibûn, ji ber ku wan jî ne dixwest ku bihelin û ew dijî siyaseta komên Tirkiyê yên rêaksyonêr û şoven bûn.

Weşana Tirkiyê jî di derheqa tevgeliya gelên bi jimara xwe ve biçûk di nava serhildana Kurdan da nivîsiye : ewha, “Hakimiyeti milliye” daye zanîn ku Aşûrî û Ermeniyên ku bi rizadilî tevî serhildanê dibûn ji bo sazkirina Ermenistana serbest ku gotî ewê bi Kurdistanê ra tevayî bi aşîtî bijiya (206, 2.3.1925).

Qumandarê korpusa ordiya Tirkiyê, ku dicedand di navbera Tirkan, Kurdan, Ermeniyan û Aşûriyan da dijminayiyê pêş da bîne, ji waliyên ciyan ra ev nivîsara ha şand : “Şêx Seîd …, ku serokatiya serhildanê li navça Gencê dike, usa jî tevî tevgera Aşûriyan bûye û ji aliyê mehkema Bitlîsê ya eskerî wek dijminê weten hatiye guneh kirin. Di nava dîlgirtiyan da rizadilvanên aşûrî û kurd bûn. Li bal wan dokumentên ku isbat dikin ku Şêx Seîd bi Ermenî û Aşûriyan ra kar kiriye ji bo sazkirina Kurdistana serbest dîtine … Ermenî, ku gelek hêrs ketine û dixwest heyfa xwe ji me hildin, li benda ferzendeke baş in ku hemû kesên ne ermenî bikujin, berî gişkî Kurdên ku nuha piştgiriya wan dikin. Li ser axa me û li ser çermê musulmanan ew dixwazin Ermenistana nuh bidin dasekinandin. Li her derî hincirandina wan qaçaxan … bi serketin pêş da diçe”. Pey ra qumandar hêvî dikir “ku her demê bi kar bînin bona wê rastiyê ji bineciyan ra bêjin” (202, 15.8.1925).

Bi vî awayî, Kemalîstan ku serhildana Kurdan daye fetisandin siyaseta berîhevdayîna milletan jî bi kar anî, di navbera musulman û xaçparêzên welêt da dilsarî pêş da dianî. Serokatiya serhildanê xwe bi tebîke mayîn girtibû. Ji bo nimûnê, gava ku wan elamî Şêx Seîd dikir ku hinek pêşmergên wî zorê didin Ermeniyan, wî ferman derxist û tê da got : “Eger yek pirtîkî zorê bide Ermeniyan, an jî xatirê wan bikeve, ewê berk bê ceza kirin” (109, r. 308). Anegorî lîtêratura Ermeniyên welatên derve, pey wê fermanê tu eskerekî Kurdan zor ne dida Ermeniyan. Di wan deman da, rêxistinên ermenî yên milletçî yên welatên derve dest bi danûstandinên xwe tevî Kurdan xurt kir û ew yek dijî siyaseta Tirkiyê ku dixwest milletên biçûk bike qûl bû.

Pey hincirandina serhildanê û kuştina serokên wê, wan dest pê kir bi hovîtî êrîş bibin ser bineciyên Kurdan ên am û tam. Eskerên Tirkan gund talan dikirin û dişewitandin, kalemêr û pîrejin, jin û zarok dikuştin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev