
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên xwendevanekî me dide, ku wê li nivîskarekî kiribû. Me xwe danîye dewsa wî nivîskarî û bersîvên me ha derketin.
Vê carê xwendevaneke me du pirsên balkêş şandine, rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane jî du bersîvên dagirtî amade kirine. Fermo, zanebûnên xwe zêde bikin û xwe bi awayekî zexm bi koka xwe va bidine girêdan.
Pirsên Gulnara Biradost û bersîvên Nura Şane
Pirs 1: Gelo bo çi berê her kesî digot ”Filankes kurd e”, lê di van salên dawî da gelek kes gotina ”Filankes bi esilê xwe va kurd e” bikar tînîn?
Bersîv 1: Ji ber ku berê her kurdek bi koka xwe, bi zimanê xwe û bi welatê xwe va bi xurtî girêdayî bû, lê niha ji koka xwe, ji zimanê xwe û ji welatê xwe dûr dikeve.
Pirs 2: Gelo bo çi ji dengbêjên kurd Aramê Tîgran û Karapêtê Xaço ra dibêjin ewana bi esilê xwe va ermenî ne, lê ji dengbêjên tirkan Îbrahîm Tatlises û Ahmet Kaya ra nabêjin bi esilê xwe va kurd in?
Bersîv 2: Ji ber ku Aramê Tîgran û Karapêtê Xaço tu caran esilê xwe înkar nekirine, herdem bi zimanê dayka xwe xeber dane û xwe herdem ermenî dîtine, lê Îbrahîm Tatlises û Ahmet Kaya gelek caran esilê xwe înkar kirine, herdem bi zimanê tirkî xeber dane û gelek caran xwe wek tirk dîtine.
Riataza