Xîyanet!

Xîyanet!

Özzengin Seyhmus

Yek ji endamê Meclîsa Netewî a Tevgera Goran bi navê Karwan Haşîm, beşdarî programek Rûdawê a bi navê „10 pirs“ bû. Karwan Haşîm di axivtina xwe de li ser xîyaneta 16ê Cotmeha 2017an de karesat û têkilîyên bi dewletên dijminan re hevkar û armanca îxanetê bi şîweyek zelal anî ziman. Helbet armanca Karwan Haşîm ne deşîfre kirina têkilî û hewldarên îxanetê ye. Ji ber ku Tevgera Goran bi xwe jî bi bêdengîya xwe çespandibû ku ew jî hayedar bûn û di nav vê hewlê de bûn.

Binêrin endamê Meclîsa Netewî a tevgera Goran Karwan Haşîm çi dibêje:

“Me di 15 Cotmehê de dizanî wê îxaneta 16 Cotmehê pêk were. Dewletên herêmê ku bi YNK re tevdigerîyan, alîkarî ji me jî xwestin. Heger ku me (Tevgera Goran) daxwazên wan pêk bianîya, wê Kurdistan bibûna du perçe û Tevgera Goran li Silêmanîyê dibû partîya desthilatdar. Me pêşniyarên wan qebûl nekir û me kir ku Kurdistan yek perçe bimîne.”(!)

Mehek şûn de salvegera îxaneta 16 Cotmeh a 2017an e. Demek kurt li pêş me hilbijartinên Parlemena Kurdistan heye. Hemû partî û hêz di amadekarî û propaganda yên hilbijartinan de ne. Doza dengan dikin ji nûnerên xwe re.

Başûrê Kurdistan, di şerê li henber DAÎŞ de li ser dirêjaya 1050 km. di sengerên şer de, pir qurban dan. Nêzî du milîyon koçber hinbêz kir. İraq, Kurdistan xistin bin qeyranek aborî û hikumeta Bexda xwest ku Kurd û Kurdistan bi birçîbûnê terbîye bike. Di vî şerê serkevtî de ji %40 xaka Kurdistan ku li gor madeya 140 li hêvîya referandûmê bû, rizgar kir û bi ser xaka Kurdistan ve girê da. Lê hewla xîyanetkar bê ku hesab bide, di şevekê de, bi dijminên Kurd û Kurdistan re têkildar û hevkar, ev ked, ev serkevtin radestî dijminan kir.

Ev karesata îxanetê ji îxanetkaran re ma!

Başûrê Kurdistan; ji bona serxwebûna Kurdistan, di 25.09.2017an de çû referandûmê. Netewa Kurd û Kurdistan bi îradeyek bilind pêşewazî li referandûma serxwebûna Kurdistan kir û ji %92.70 ji serxwebûnê re got „erê“! Hesabên piçûk, berjewendîyên hizbî û xwedî karesatên xerab ku bi dijminên Kurd û Kurdistan re têkildar, bê ku hurmetê ji îradeya Kurd û Kurdistan re bigirin, ev îrade ya Kurd û Kurdistan  binpê kirin!

Gelo di hilbijartinên 30.09.2018an de, Kurdistan, wê bersîva îxanetkaran bide an na? Wê Kurd û Kurdistan xwedî li îrade ya xwe a 25 Êlûna 2017an derkeve û bi dengên xwe 16ê Cotmeha 2017an bide cezakirin an na?

Helbet wê bersîva vê pirsê di hilbijartinên 30.09.2018an de derkeve ber me.

Gelo dîroka xûyanetê ji kurdan re kengî bidawî tê?

Bersiva vê pirsê li cem min bi qasî vê hevokê kin e.

Kengî ku Kurd bûn xwedî dewlet:

Kengî kurdan dewleta xwe avakir, ew roj cezakirina îxanetê ye ji kurdan re û bidawî bûna îxanetê bi xwe ye jî. Heta ku Kurd nebin xwedî dewlet, xîyaneta Kurd bi Kurd re wê her hebe.

Bûyerên ku niha dibin, qolincên bidawîanîna vê dîroka xerab, bênamûs û bê xîret  bi xwe ne.  Bila Kurd pesnê xwe bi dîroka xwe nedin. Helbet du rûwê vê dîrokê hene. Rûwekî vê dîrokê, Ji bona ku Kurd li ser xaka xwe bibin efendîyên welatê xwe, serhildanên bi rûmet û hêja honandin e. Hêla din a dîroka kurdan, dîroka ji xelkê re sozdar û xizmet, bi kefîltîya xelkê şer û bi xwe re jî xayîn û xîyanetkarîyê ye!

Çendîn fêrisên ku vê dîrokê biguherin derketin pêşberî vî miletî. Lê pêşî li wan hat girtin, bi dek û dolabên bi dijminên kurdan re têkildar û îxanetkar, kemîn avêtin pêşîya wan serkêşan û nehiştin ku ev dîrok bêt guhertin. Ev rastîya me ye.

Divê ev dîrok bêt guhertin!

Îro li Başûrê Kurdistan tiştên ku dibin jî, beşek ji vê dîrokê ye.

Ji roja ku şervan û serbazên doza Kurd, agirê rizgarîya Kurdistan lidarxistine û heta îro -200 sale- beşek ji Kurdan li gor stratejîyên dijminên kurdan, di bin emrê dijminan de xebitîne û pêşî li kurdan girtîye.

 Ew di nav zevîyên me de gîhayên heşêfê ne û divê Kurd û Kurdistan wan bêbersîv nehêle!

Ji birêz Şêx Ebdulselam Barzanî bigir, heta xîyaneta Kerkukê (16.10.2017) û heta bûyerên ku (18.12.2017) li Silêmanî, Helebçe, Seyîdsadiq, Ranya, Qeladiz, Sengeser, Derbendîxan, Kelar, Teqteq û Çemçemalê lidarketin, yek biyek xizmetê ji dijmin, xizmetê ji îxanetê re dikirin û kar û karesatên pêşîlêgirtina dîroka Kurd a rizgarîya Kurdistan, a serxwebûna Kurdistan bi xwe bû.

Ewên ku berjewendîyên xwe, yên malbatî û hizba xwe ji welatê xwe, ji axa xwe, ji rûmeta xwe mezintir dibînin; ew, wê her di nav çerxa xîyanetê de rol bigirin.

Gelo hilbijartinên 30ê Êlûnê wê bersîvekê ji xîyanetê re derxe an na?

Welatê kurdan dorpêçkirî, jiyan dibin tehdîdan de, dijmin alozîyan dihone di nav mala Kurd e. Hemû destkevtinên miletê me di bin metirsîyek xerab de; hinek derdikevin û ji bona berjewendîyên xwe, ji bona çend bîrên neftê bajaran difroşin. Hinek jî navê “mafê demokrasî”yê(!) li van karesatan dikin(!), dengan ji wan re dixwazin û ji wan re li çepikan dixin. Lê tênagihêjin ku ji xîyanetê re li çepikan dixin!

Doza serxwebûna Kurdistan di xîyaneta „siyaseta herêmî a silêmanî“ de fetisîye. Ji siyaseta xîyanetkar helwestek Kurd û Kurdistanî dernakeve. Yên ku vê hêvîyê ji “siyaseta herêmî a Silêmanî“(!) dikin, kevir li lingên xwe dixin. Hemû hewldanên baskên xîyanetkar (di nav tevgera Goran, YNK, Tevgera îslamî Komel û Partîya Azadî), li ser têkçûna helwestek yekpare a kurdistanî-netewî hatîye damezirandin. Ev hewldan bi dijmin re têkildarin û dijminên serxwebûna Kurdistan in.

Şerê hizbî, bi dijminatîya “PDK û malbata Barzanîyan” dimeşîne. Lê di eslê xwe de neyartîya hest û Hêvîyên Kurdistanî dikin û ne yekrêzîya Kurdistan, berjewendîyên İran û desthilatdarîya İraq-Tirkîye li ser başûrê Kurdistan diparêzin. Rola wan û karesatên wan ne meşrûne û divê Kurd û Kurdistan di hilbijartinên 30 Êlûnê de pêşî li wan bigire. Dersek dîrokî û birûmet bide van karesatên xirab.

Baskê îxanetê ji pir beşan pêktê û di navbera van beşan de bi dewletên dijmin û hêzên navdewletî re têkildarin. Beşa bi İraq, beşa Bi Îran û beşa bi ser Tirkîye û Sûrîye ve girêdayî; di yek armancê de tevdigerin. Ev beş hemû di helwesta dijîtîya serxwebûn û çûna referandûmê de digihêjtin hev. Eşkere dijî dewletbûnê bûn û xwe beşek ji İraq, siyaseta ereban, tirkan û farisan dibînin. Di daxuyanî û karesatên xwe de bi şîweyek vekirî dixwazin ku tevgera serxwebûnxwaz têk here. Ev daxwaza têkçûnê, daxwaza dijminên kurdan e û lingê îxanetê dinav kurdan de xizmetê ji vê re dike.

Zarokên cahşan, sîxurên dewletên dijmin û berjewendîyên şexsî, hizbî di yek warî de gihîştine hev û bûne agir di nav mala Kurd e. Naxwazin ku dîroka îxanetê bidawî were û ev millet jî wek her miletî li ser axa xwe serbixwe di aramîyê de bijî.

Emê bişopînin ku Kurd û Kurdistan gihîştîye hesabpirsînê an na!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev