KEÇELOKÊ CEZAXWARÎ

KEÇELOKÊ CEZAXWARÎ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Dibêjin rojekê zilamekî gundî barek êzing li kerê xwe kiriye û çûye ku li bajêr bifroşe.
Bekçiyên dewletê jî li keviya bajêr nitirîne û kî barê êzingan tîne, ji wan distînin û wek seza baqnotek pere jî jê distînin.

Zilamê gundî dema li wan rast hatiye, wan barê êzingan qelabtine erdê û gotine ku tu dê paqnotek jî seza bidî.

Zilam nerazîbûna xwe nîşan daye û xwe di nava lepên wan de circirandiye, kumê wî jî ji serê wî ketiye erdê. Bala xwe danê ku zilam keçel e.

Bekçiyan gotine Zilamê Gundî:
. Tu yê baqnotek jî sezayê keçeliya xwe bidî.

Zilam xwe bi xwe gotiye:
. Hahooo Kemalo! Ev çi bû hat serê te?

Bekçiyan gotiye:
. Kemalo kî ye?

Zilamê Gundî gotiye:
. Kemalo, ez im…

Bekçiyan gotiye:
. Baqnotek jî sezayê navê te… Tu yê sê malqinot bidî.

Kemalo giriyaye û xwe bi xwe gotiye:
. De haaa ehah! Gava ez herim malê, ez ê çi bêjim Xecokê!

Bekçiyan gotiye:
. Xecokê kî ye?

Kemalo gotiye:
. Malxwêya min e.

Bekçiyan gotiye:
. Wîîî, nexwe tu ji jina xwe jî ditirsî? Ev e baqnotek jî ji bo tirsa te… Divê tu çar baqnotên girover bidî.

 

XXX

Niha li herêma Torê, hertim tê gotin ku ”Mesela te jî bûye wek ya keçelê cezaxwarî…”.

 

(Ev meselok ji devê Seyid Mihemed Hezexî hatiye wergirtin, wî jî ji devê bapîrê xwe bihîztiye. Min jî bi destûra wî, ev meselok nivîsî û weşand.)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev