
PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)
Raif Yaman, lêkolînkar
Storia della Regione del Kurdistan e delle Sette di Religione ivi Esistenti
Giuseppe Campanile sala 1818an kitêba xwe, Storia della Regione del Kurdistan e delle Sette di Religione ivi Esistenti (Tarîxa herêma Kurdistanê û mezhebên dînî ên lê hene) li Italiayê li bajarê Napoliyê weşandîye. Pêşgotin 20 rûper, nivîsa eslî 213 rûper, fêhrêst 3 rûper, nîgar 4 rûper, 3 rûperên vala ên di nav nîgaran da û çar rûperên vala ên dawîn; kitêb li ser hev 247 rûper e. Storia della Regione del Kurdistan e delle Sette di Religione ivi Esistenti ji neh partan pêk dihê:
- Nasandina Kurdistanê, rewş, bilindahî, hukumat
- Mîrekîyên Kurdistanê û warên wan
- Ramanên kurdan ên li ser dînê wan
- Şênîyên Kurdistanê
- Kurdên koçer
- Kurdên xrîstîyan
- Turkên koçer
- Terîqetên din ên rojhilatî
- Grîngîya leşkerî, sîyasî û bazirganîya Kurdistanê
Li dawîya parta 9an di rûperên 212 û 213an da bi navê Canzoncina Kurda (Strana kurdan) stranek kurdî a Mir Agarì amade kirî bi tercûme û şîrova wê a italianîya Campanile cih digire.
Nivîskar li ser elîfba kurdîya wê demê jî wusa nivîsîye: “Rojekê mîrê Akarê, Musà Bek, elîfba kurdî a bawerîya piranîya kurdan bi hebûna wê tune anî pêş min kir. Ji min ra digot, bi rastî meriv nikane hîç kitêbeke bi herfên kurdan nivîsandî bibîne, lê dîsa jî meriv dikanibû çend rûperên hozanên bi zimanê kurdî nivîsandî ên ketibûn ber bê bibîne, mîna ên ku wî begî pêş min kirin. Lêbelê, her çiqas min ji dil xwast jî ez bi ser neketim çend nusxên vê elîfba kurdî ji xwe ra bidim anîn. Ji xeynî çend herfan bi temamî mîna farisî ye.” (Campanile, 1818: 116)
Analysa Phoneman
Campanile, ji ber ku di nivîsandina kurdî da gelek şaşitî kirine bi hawayekî berbiçav kêmasîyên Maurizio Garzoni anîne zimên; gotîye wî gelek peyv di şûna Şînê da bi Sînê nivîsîne[1]. Meriv dema li nivîsandina peyvên kurdî ên di kitêba Campanile da dinihêre, bi hêsanî dibîne ku di şaşnivîsê da hîç ji hemkarê xwe bi şûn da nemaye.
Me herf, digraph û diphtongên elîfba kurdî a Giuseppe Campanile li gor peyvên kurdî ên li nav nivîsa wî a italianî û peyvên “Strana kurdan” a li dawîya kitêbê amade kirin.
Strana Kurdan[2]
Tabascen rescià rahana
Az nascem bekkam bejana
Jarkamen melaham delana
Ahh jarè pe mna scirini
Hale derde men tebini
Az cubkem ta na dit avini
Tabascen bia belava
Ta beskan ghertì konava
Jarkamen belek ciava
Transcriptiona Metnê Eslî
Tebeşin reşa rehane
Ez naşêm bikem beyane
Yarkamin milehem dilane
Ax yarê pi mne şîrînî
Halê derdê min tibînî
Ez çubkim te ne dît avînî
Tebeşin bîa belave
Te biskan girtî kunave
Yarkamin belek çave
Bi Kurdîya Îro
Te bejin reş e rihan e
Ez naşêm bikim beyane
Yarka min melhema dilan e
Ax yarê bi min şîrîn î
Halê derdê min dibînî
Ez çi bikim te nedît havînî
Te bejin bîya ber av e
Te biskan girtî xunav e
Yarka min belek çav e
Tableau 8: Bi Giuseppe Campanile Phonemên Kurdî
No | Consonant | EPB | No | Vocal | EPB | ||
1 | B | b | /b/, /p’/ | 1 | A | a | /ɑ/, /ε/, /ʡ/ |
2 | C | c | /ts/, /tʃ/, /k/, /k’/, /χ/ | 2 | à | /ɑ:/ | |
3 | D | d | /d/ | 3 | E | e | /ɪ/, /ø/, /ε/ |
4 | F | f | /f/ | 4 | è | /ɪ/ | |
5 | G | g | /g/, /dʒ/, /ʁ/ | 5 | I | i | /i/, /i:/, /ɪ/ |
6 | H | h | /h/ | 6 | ì | /i/ | |
7 | J | j | /j/, /i/ | 7 | O | o | /o/, /ɵ/ |
8 | K | k | /k/, /k’/, /χ/ | 8 | ò | /o:/ | |
9 | L | l | /l/, /ɭ/, /ɾ/ | 9 | U | u | /u/, /u:/, /ɵ/ |
10 | M | m | /m/ | 10 | ù | /u/ | |
11 | N | n | /n/ | No | Diphtong | EPB | |
12 | P | p | /p/, /p’/, /b/ | 1 | ai | /ɑi/, /ɑji/ | |
13 | R | r | /r/, /ɾ/ | 2 | ao | /ɑw/ | |
14 | S | s | /s/ | 3 | aù | /ɑu/, /u:/ | |
15 | T | t | /t/, /t’/ | 4 | ei | /εj/ | |
16 | V | v | /v/, /w/ | 5 | ia | /jɑ/, /ijɑ/, /jε/ | |
17 | Z | z | /z/ | 6 | ie | /ɪ/, /ɪj/ | |
No | Digraph | EPB | 7 | io | /ijo/ | ||
1 | aa | /ɑ:/ | 8 | oi | /oi/, /oji/ | ||
2 | gh | /g/ | |||||
3 | hh | /χ/ | |||||
4 | kk | /k/ | |||||
5 | sc | /ʃ/ | |||||
6 | zz | /z/ |
[1]Campanile, rp. 117. Ji bo metnê authentic li Peywest 3.1 Giusseppe Campanile binihêrin.
[2] Ev nav di metnê eslî da bi italianî Canzoncina Kurda hatîye nivîsandin.
Riataza