Gemaroya Amerîkayê û qonaxeke nû li Îranê

Gemaroya Amerîkayê û qonaxeke nû li Îranê

Mehmed Salih Bedirxan

Çavê hemû cihanê li roja 4ê Çirîya Paşîna a vê salê ye. Dihête çaverêkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bernameya gemaroyên aborî yên liser Îranê aşkere bike û li dijî fundamentalîzma mezhebî ya Îranê li Rojhilata Navîn dest bi stratejîyeka nû bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di Gulana 2018an bi biryara vekişîna ji rêkeftina P5+1 qonaxa stratejîyeka nû ya Amerîka beramber Îranê kişif kiribû. Herwisa civînên serbazî û dîplomatîk yên Amerîka – Îsraîl û welatên Kendava Erebî liser avakirina NATOya Erebî jî berdewam dikin. Berîya bi mehekê li Manamaya paytexta Bahreynê bi beşdarîya Fermandarê CENTCOMê Joseph Votel û serfermandarên Welatên Kendava Erebî konferanseke serbazî birêve çûbû. Ligor raportên ajansên Welatên Kendava Erebî û Îranê niha jî li Manamaya paytextê Bahreynê bi beşdarîya James Mattes Wezîrê Berevanîya Amerîkayê û wezîrên Karên Derve yên Welatên Erebî konferansek derbarê proseya NATOya Erebî bi rêve diçe. Ligor rarportan û çavdêrên sîyasî dihête çaverêkirin NATOya Erebî di meha Çileya 2019an de bi awayekî fermî bihête ragihandin.

Geşedan, dîplomasîya Amerîka û hevpeymanên wê aşkere dikin ku bereya dijî Îranê xwe mukum dike û hewla wê yekê dihête dayîn ku destên axtapotî yên Îranê li welatên weke Iraq, Sûrîye, Yemen, Lûbnan, Qeter, Bahreynê bêne birrîn. Aniha dîyar nîne bê ev prose wê kengî dest pê bike û wê çi encaman bi xwe ra bîne. Bes tiştekî dîyar û berbiçav heye ew jî xweragirîya xelkê Îranê ye. Dengê şoreşa xelkên Îranê beramber rejimê roj bir roj zêdetir dibe û dîhete dîtin ku wê ev xweragirî rejimê tûşî karesatên mezin bike.

Bawerîya xelkê bi rejimê nemaye

Ligor raportên opozîsyona Îranê milletê Îranê bawerîya xwe bi gotinên Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaneyî û Serokkomarê Îranê Hesenê Rûhanî naynin û dijî rejima mezhebî ew ê dest bi şoreşê bikin. Herwisa rewşa xirab a aborî millet bêzar kirîye û gellek karmend û ajovanên kamyonan dest bi girevan kirine. Bihayê dolarekî Amerîkayê bûye nêzîkî 17 hezar tûmenê Îranê û xelk rû bi rûyê feqîrîyê bûye.

Kompanyayên navdewletî yên wize tekonolojî û xizmetguzarîyê yên weke Airbus, Boening, Siemens, CMA CGM, Total, ATR, Peugeot, Renault, BNP Paribas û hwd… aşkere kirine ku wan karê xwe yên li Îranê bi dawî kirîye û nema li Îranê kar dikin. Herwisa bi milyonan hemwelatî bêkar mane. Welatên weke Tirkîye, Rûsya, Hindistanê asta stendina neftê ji Îranê kêm kirine.

Divê kurdên Rojhilatê Kurdistanê çi bikin?

Helwêst û rola alîyên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê beramber rejimê jî muhim e û di nezera min de wê hevsengîya şerê dijî Îranê dîyar bike. Mangirtinên herî dawî yên dikandar û mamosteyan peyamên muhim in bo rejimê. Xebatên 3 salên dawî yên Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ku weke “Rasanê” hatine binavkirin divê berdewam bin.

Alîyên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê pêwîste demildest hevdu bigrin û di yek bereyê de ligel muxalifên Îranê beramber rejimê bicengin. Alîyên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dikarin li dîmenê bêyekrêzîya kurdan a li Başûr û Rojavayê Kurdistanê binerin bê çi bi ser milletê kurdan de anîye.

Di gotarên berê jî de min aşkere kiribû û aniha pêwîst dibînim dûpat bikim li nava Îranê neteweya herî çalak neteweya kurd e, bi bername û planên stratejik kurd dikarin rejimê ji Rojhilatê Kurdistanê derxin û bibin serwerê axa xwe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *