Hevdîtina Serokê FKKSê Keya Îzol bi Dîrektorê HRW yê NYê Louis Charbonneau re

Hevdîtina Serokê FKKSê Keya Îzol bi Dîrektorê HRW yê NYê Louis Charbonneau re

Nûçeyeke xweş ji Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swedê

 

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swedê Keya Îzol bi heyeta Federasyona Neteweyên Yekbûyî yên Swêdê li New Yorkê bi Dîrektorê Çavdêriya Mafê Mirovî (HRW) yê NY Char Charbonneau re hevdîtinek pêk anî.

 

Keya Îzol li ser binpêkirina mafê mirovî li Tirkiyeyê û herêma Kurdan dîtinên xwe anî zimên û bi taybetî di navbera salên 2015 û 2017an de kiryarên dewletê li dijî sivîlên kurdan û bi tevayî di îhlalkirina mafê mirovî de agahî da û agahîyên xwe bi nimûneyan destnîşan kir û pirsî ku HRW di vî warî de çi kirîye û ji bo tawanbar di mahkemeyên navneteweyî de bihên darizandin çi pewîst e?

 

Dîrektorê Human Richt Watch Char Charbonneau di bersiva xwe de zahmetî û astengîyên li ber çavderîya mafê mirovî ku li Tirkiyeyê heye, qebûl dike û dibêje:

 

-Ew ji binpêkirina mafê mirovî agahdar in û li Tirkiyeyê çi diqewime ew pê dizanin û malûmatên baş di destê wan de hene. Li îmkanan digerin ku ew di vî warî de bi Tirkiyeyê re biaxifin.

 

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan hewil dide nîşanî raya giştî ya dinyayê bide ku ew çawa doza Kaşikçî çareser dikin, lê herkes pê dizane ku li dinyayê herî pir rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne. Ji bo îhllakirina mafê mirovî ew dixwazin bi Tirkiyeyê re bikevin diyalogê; ew zanin ev ne hesa ye, lê xeynî vêya jî rêyeka din tuneye.

 

https://www.facebook.com/kurdiska.riksforbundet/posts/2334342080132193

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *