KUNKEFTAR

KUNKEFTAR

Fermo, nivîseke bi kurmancîyeke delal, zelal û weke şîrê dayîkê helal ji nivîskarê malpera me û serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swedê Gird Elî, ku wek nivîskar bi navê Ali Kut jî navdar e. 

 

Gird Elî

Li Kurdistanê, berê, di dema zaroktiya me de, nêçîr û nêçîrvanî hebû. Em, zarok tevî ya mezinan ne dibûn. Ewana li gel, çît, dahfik, tajî û çifteyan, li qelaç û çol, avzêm û peravên golan, li ber kew, bet û qazan ve diketin û pirrê caran jî destvala vedigeriyan malê. Car car jî ku li çol û beyaran kîvroşkek an rovîyek radikirin, heft gund, li gel peya û tajîyên xwe, lê diciviyan, didan pey, ta reben ji hal de dixistin. Gellek caran, merga ku ji goştê wê rebena kîvroşkê çê dikirin, têra çar merivan jî ne dikir. Lê, bi vî hawî dawî li faûna lawirên çolê dihanîn, weko bavûkalên xwe ku çawa dawî li kerîyên xezalan, komê pezkovîyan, berazên kovî û hemî lawirên dirinde, anîbûn. Nêçîra me jî, hêlînên beytikan bû. Fena maran, em bi dîwaran ve hildikişiyan, di kunên dîwaran de, bi lepên xwe, li çêlên beytikan digeriyan. Dema me ev kar jî ne dikir, li çîrokan û xêrxwazekî çîrokbêj digeriyan.

Xalê Seyid Xelîl (rehma Xwedê li wî û mirîyên haziran be), merivekî hiş, di halê xwe de bû û her tim bi karekî ve mijûl bû. Car car bivir, tevşo, das û kêrik diseqandin û carina jî pêlav û çarox didrûtin. Sinetkarê malê bû, debara xwe bi xwe dikir. Sinetkarîya wî, bala me zarokan dikêşand û me car bi car xwe li derîyê wî dida. Xanima wî (jinxala Delalê, cihê wê bihuşt be, rebî), dema karê wê heba an jî kêfa wê ne li cih ba, melkesa xwe bilind dikir, mîna ku berde mirîşkan, li me diqêriya em nedihewandin. Lê dema bêhna wê fereh ba, serê me maç dikir, cilikek jî davêt bin me û kasikek tijî mewîj jî datanî ber me… Me ê jî bi heyran û baldarîyekê li sinetkarîya xalê Seyid Xelîl temaşe bikira.
Nizanim, kê ji me re gotibû, lê em fêr bûbûn ku serpêhatiyeke wî ya ji nêçîra Keftaran hebû û çend caran, me badilhewa ev daxwaz jê kiribû, da ji me re kad bike.

Li devera me, di nawbêna gundên Hatxê, Sirêçkê û Zorave de li newalekê şikeftek heye, bi navê Kunheftar/Kunkeftar. Newal jî bi heman navî ye. Bêguman, weke hemî şûnwaran, ne bilasebeb ev nav li vê şikeftê kiribûn. Di wextekê de cihê Keftarekî bû. Lê di dema me de lawirek welê nema bû, neslê wî li heremê qediya bû, an jî koç kiribû. Nuha, belkî vegerîya be, eger dewletê mala wî jî bombe nekiribe!…

Bê şik, ev şûnwar û lawirê dirinde ji bo me zarokan, çîrokek bêhempa, mîtosek bû. Piştî bi salan şûn de, dema ez li wêneyê Keftarê xwe gerîyam û min resmê lawirek ewçend piçûk û pîsik dît, ez ecêbmayî û behît mam! Ka ew Keftarê mîna zinarekî berz û mezin? Keftarê min, bi lepekî xwe, heft zilam didan erdê, bi deh werîsan ne dihate girêdan, cinawerek bû!

Rojekê ji ên zivistanê, dîsan, em çend zarokên hevsal civiyabûn. Ji bo lîstikan, em li cihekî ku me ji ba û bahozê biparêze digeriyan. Dema em di ber dîwarê xalê Seyid Xelîl re derbas dibûn, dengê çakûçên wî bala me kişandibû û me xwe li derîyê wî girt. Li ber soba dadayî û çira vêxistî bi amûrêt xwe ve mijûl bû. Ne şaş bim, di dest de qalibê solekê hebû. Bêyî ku biaxive, li ber sobê cihek nîşanî me da ku em lê rûnên. Me jî welê kir. Demekê bêdeng karê xwe domand û paşê awirek di me veda û axivî:

– Rojekê, got
Paşê dîsa li karê xwe vegerîya. Lê me fam kiribû ku dê serpêhatiyekê ji me re bibêje, lewra, deng û his ji me biliya, guhên me miçkirî li benda gotinên wî mabûn.
– Di xortanîya xwe de, carekê em çûn ku Keftarekî bigrin!

Li cihekî asê, di şikeftekê, di binê zinarekî de dima. Pênc zilaman du werîs li newqa min girê dan û du werîs xistin destê min da ez pê Keftêr girê bidim û paşê ez ber bi xwarê ve berdam. Eger Keftêr êrişî min bikira, min dê werîs bişidanda û wan dê bi şûn de ez kaşî jor bikirama. Lê min dizanîbû, ez dê çawa wî lawirê dirinde haş bikim!

Di vir de mîna ku dixwest reaksîyona me fêr bibe, di bin çavan re em dadiwerivandin. Çi em zarok bûn jî, deng û his ji me dernediket. Devên me ji hev, guhên me miç û fantazîya me li jora ewran digeriya.

– Min dizanîbû ez dê çi bêjim ku vî cinawirî haş bike da ez nêzîkî wî bibim. Pêşin, wexta wî pêjna min kir, irîniyek pê ket, ez gavekê paşde vegeriyam, hinekî rawestiyam, heta ku çavên min fêrî tarîtiyê bûn û min şiklê wî tefsiland û dest pê kir:
Keftarî çak e
Di mala xwe de deng nake
Keftarî çak e
Tu çi jê bikî
Di mala xwe de
Bi kesekî re deng nake
(kêm zêde welê di bîra min de maye)

Li ber vê dûrikê Keftar ket xewê û qe ne liviya. Welê ez nêzîkî wî bûm û herdu werîsên din li pencên wî pêçan û paşde vegeriyam. Min werîsê xwe şidand û ên li jora zinêr werîs kişandin, ez derxistim banî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *