Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 20

Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 20

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Dema Bedr el Mahayê xwest, ku Mihemed wê bixwaze, bike bermaliya xwe, Mihemed gotê:

“Wele min jî dixwest te bixwazim, ez ê gelek kêfxweş bûma, lê jixwe ez bi Dûratê re zewicîme”.

“Ew ne mesele ye” Bedrê got û domand “min û Dûratê, me berê jî dixwest di malekê de jiyana xwe bidomînin. Lê belê, beriya her tiştî divê tu niha herî û wî dêwî bikujî, bi qedandina vê erkê ve, em ê tevayî vegerin ba Dûrat el Mûlûkê”.

Paşê li balonê siwar bûn, bi hewa ketin û piştî midetekê xwe gîhandin qesrê. Mihemed li qesrê rojekê îsirhet kir, hêsa bû. Roja duduya, Bedrê haziriya wî ya rêwitiyê kir, li pifdankê siyar bûn û emir da cina, ku bi Mihemed re derkevin rê û xulamtiya wî bikin. Bi emrê Bedrê re cina gotin:

“Çi were bihîztin, ew ê bê kirin”.

Dû re bi hewa ketin û rêwîtiya wan heta girava dêw dewam kir. Ev girava li devê behrekê, bi dar û şênkahiyê ve hatibû nuxumandin û girav bi xêzikekê ji behrê dihat veqetandin.

Zemanekî, zirar û ziyana dêw bi giravê ve nemabû, rêyên di nav sînorên mîrekiyê de dibirî, êrîş dibir ser rêwiyan, jin û zarok dadiqurtand. Erê ew kirinên dêw wisa dewam kirin, heya cadûbaz û stêrnasekî mezin derket û dêw di giravê de heps kir, ku dema dêw hewl dida ji giravê derkeve, riya wî bi êgir dihat girtin.

Hal û rewş weha bû û li gorî malûmatên dîrokvanan, heya wê rojê tu kesî di xwe de cesaret nedîtibû, ku bibe rêwiyê wê rêwitiyê. Girav di bin kontrola dêw de bû û ji xeynî hin lawirên wehş tu candar di girava dêw de tune bû.

Dema dêw, Mihemed û Bedr el Maha di pifdankê de dîtin, rabû ser xwe, xwe hazir kir, ku wan bigire. Bedrê gote Mihemed:

“Zû bike, şûrê xwe bavêje stuyê dêw”. Mihemed bi dîqet li dêw nihêrî û derbek avêtê, bi derba şûr re, dêw wek mirarekî kete erdê.

“De here lêxe”, Bedrê got, “ew nikare hereket bike, netirse, here wî qet qetî bike û bihêle”.

Dû re Mihemed bi wêrekî ber bi dêwê li erdê dirêjkirî çû, serê wî jê kir, rahişte serî û li pifdankê siyar bûn.

Pifdankê siyar bûn û ber bi welatê Mîr Gulnar bi rê ketin. Mihemed û Bedrê nîvê şevê xwe gihandin qesra Dûratê. Mihemed çira xwe vêxist, berbi oda Dûratê çû. Dûrat rabû ser xwe, çû Mihemed hemêz kir û jê pirsî ka çi hate serê wî. Wî hemû serpêhatiyên xwe yek bi yek rêz kir û gotinên Bedrê ji Dûratê re got. Dema Mihemed bi Dûratê re xeber dida, Bedr jî li ser xanî li benda gazîkirina wan bû.

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *