Berxwedana PAKê bû belgefîlm

Berxwedana PAKê bû belgefîlm

Karekî welatparêzîyê yê kêrhatî

Riataza – Belgefilmek a bi navê Karwana Azadîyê ya behsa berxwedana Pêşmergeyên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) beramber DAIŞê dike hate duristkirin. Derhênerîya belgefilmê nivîskar û nûçegihanê malpera me Mehmed Salih Bedirxan kirîye.

Dokumenterî ji 12 deqe ye û ji dîmênên Pêşmerge û fermandarên PAKê, Serokê PAKê Hûsên Yezadanpena pêk tê. Ligor zanyarîyên derhênerê Karwana Azadîyê Mehmed Salih Bedirxan dokumenterî hefteyeke bi dawî bûye bo festîvalên filmên navdewletî hatîye şandin. Herwiha Haydar Demirtaş weke montêr, Lise Goll weke wênegir kar bo dokumenterîyê kirine.

Di destpêka êrîşa DAIŞê bo Herêma Kurdistanê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ku partîyeke Rojhilatê Kurdistanê ye, cihê xwe di sengerên dijî DAIŞê de girt û bi wêrekî dijî DAIŞê şer kir. Herwiha di berevanîya xaka Kurdistanê de 16 Pêşmergeyên wê şehîd bûn û gelek Pêşmergeyên wan jî birîndar bûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev