KILAMÊ BENGÎTÎYÊ – 13

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ – 13

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 160î me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 160

 

BEJINA GOZÊ

 

Bejina Goza min zirave; dara vê leylanê,

Çeve reşe, ji kildanê,

Bejin zirave ji girêdanê,

Gulîyê wê usanin,

Nola şirîtê konê Temir paşayê milî,

Meriv dilê xwera vegire ber çemê vê Heyranê.

 

Gozelê, ezê nexweşim, pirr nexweşim,

Ezê çev, birûya te venakim,

Sê rojê dinyalikê boş, betale,

Kesekîra ne dûmanîye,

Min û tera nadûmîne,

Were kêleka min rûnê,

Ez û tuva êmekê berê paşê li hev helal kin.

 

Gozelê, ezê bimrim roja çara,

Kevirê selîma min bîne ji xan beyara,

Li kêleka min tê qîrîna Goza malxirav çotê yara.

 

Gozê, ezê bimrim roja înya,

Kevirê selîma min bîne ji axpînê,

Ebînîa min û Goza malxirav usane,

Nola ebîna Mem û Zînê.

 

GOZÊ MERÛMÊ

 

Gozê merûmê, ezê nexweşim, pir helakim,

Çima çevê belek tu min venakî,

Dinyalike betale,

Tu kesîra nedûmanîye,

Min û tera nadûmanîne,

Delîlim, delîlim Gozê!

 

Gozê, ezê nexweşim,

Nexweşê vê havînê,

Cîyê min biguhêze alîyê vê kulînê,

De tu were dezmalê ser minda hilde, bike baweşînê,

Delîlim, delîlim Gozê!

 

Gozê merûmê, kevirê ber serîya min bîne zevîya me axpînê,

Ezê bimrim roja înîyê,

Gunê min situyê dê û bavê teve,

Tu çeva kilde, biska bade,

Kofîa nivsan û dirava ser anîya keverda xarke.

 

Milê xwe bide milê birane, pizmamane,

Çevê belek hêsira mebarîne,

Were ser mezelê min,

Dinyalik betale,

Tu kesîra nedûmanîye,

Min û tera nadûmîne.

 

Got: Besoyê Bekir.

 

HAY DELÎL

 

Hay delîl, hay delîl, delîlim Gozê!

Ezê nexweşim, nexweşê navî cîya,

Serê min evdalê xwedê nagire nava cîyan û belgîyan,

Bira vê sibê hebûya cote tasê avêd kanyane sar.

 

Gozê, merûmê, ezê nexweşim,

Dimirim roja înîyê,

Cîngê mine xweva dayne xane-manê jorin, şane-şînê,

Qasekê ber serîya min evdalê xwedê rûnî,

Mêş û moza dûrke bi baweşînê.

 

Temîna min teve:

Gava ez dimirim, cote ga bîne girêde,

Girêde erebê, kevirê ber serîya min evdalê xwedê bîne,

Zevîya binya mala vê axpînê.

 

Delîlim, Gozê, delîlim!

Gozê merûmê bejina lawikê min kine bi erdêra,

Bejnekê ezê çêkim di qirmêra,

Gede lawiko, serê min qurbana serê tebîyo,

Temîna min teve, ber derê mala bavê minra neçe,

Nezera dê û bavê min xiravin bejina tera.

 

Got: Qanatê Mamo, 30 salî, ji gundê Heko, li ser nehya Talînê.

 

XWEZILA ROJA XWESTINÊ…

 

Derdo, xwezila roja xwestinê,

Ne roja vê birinê,

Sîng û berê xelqê têlî delal usane,

Mîna tirîyê Heşterekê, Ûşeganê, xal ketinê.

 

Min merûmê xwedê dikir

Ramûsanekê kewa gozel kerem bikim,

Agirê kulê beyta ocaxa bavê ketê,

Te çawa êvarda ez anîme halê kuştinê, vê mirinê.

 

•••

Derdo, derdo, Beyazê, ha Beyazê,

Bejina kawa min îskeleye,

De tu vê sibê bisekine miqabilê mala meye,

Evîntîya dila ji xwera gotye,

Xên ji evînîa min û teye.

 

Got: Şikrîyê Têlo.

 

LÊ WAYÊ

 

Lê wayê, wayê, wayê,

Êlê dayê delîlê,

Bejina Qulîxanê kurapê min kulîlka vê zozanê.

 

Bejina delalê malê kulîlka serê vê zozanê,

De min go hêşîn dike

Zozane, zozanê devê Kixîyê.

 

Di xêra mala bi xwedêra,

Wezê dergîstîa Qulîxanê kurap bûma,

Minê çend saleka qolê zêrra bikuta ber kofîyê, vê kitanê.

 

Wî medet, wî medetê,

Medet hatye serê min tenêra.

 

Kavlîa gundê me dewate,

Kotî, pintîyê, şindokê mêrê min,

Darekê qevza morî-mircan daye,

Destê min porrkura xwedê nagire,

Wezê qolê zêrra girêdim ber kofî vê kitanê.

 

Medet, ha medet,

Bira malî, gundî, cînar bêjin,

Heta ez porrkurra xwedê xweşbim rûbarê dinyalika me,

Tu carî kula Qulîxanê kurap

Ji qawanê dilê min dernayê,

Medet, ha medet…

 

Got: Çoloyê Xudo.

 

BEJINA QULÎXAN

 

Bejina Qulîxanê kurap kulîlka vê zozanê,

Hêşîn dike deşta Anatolîyê dev aranê.

 

Xêra mala xwedê dergîstîa Qulîxanê kurapî xwe bûma,

Minê çend saleka bona xatirê Qulîxanê kurapê xwe,

Qolê zêra bida ber kofîyê vê kitanê.

 

Bexte tale min sêwîyê,

Bextê min Qulîxanê kurap ketye dara vê dirîyê.

 

Xêra mala xwedê, dergîstîa Qulîxanê kurapê xwe bûma,

Minê çend saleka hilda qarê vê hêwîyê.

 

Got: T. Ûsiv, ji nehya Talînê.

 

DERDO, DERDO

 

Derdo, derdo, derdo, derdo,

Teresê derdê dila ez danîm,

Tu solî, ez penîme,

Kavilê gundada xebera tu divêjî,

Xebera devê min nîne.

 

Derdo, teresê, ezê vê sibê çeva dinêrrim,

Çeve çendin,

Kulmalê, ezê vê sibê çeva dinêrrim,

Çeve çendin,

Qaş qelema, birû-bijanga,

Hafa sûret kir govendin,

Xalekê sîng û berê kawa gozelê,

Heft keşîşa, danzdeh mella tev xwendin.

 

Derdo, were derdo, derdo!

Derdo, derdo, merezê,

Teresê li min hafa girê deştê vê zozanê,

Li min xweş tê kalîna mîyê sitewr,

Sewta Bêrîvanê,

Heger pirsa rastîyê ji min dikî,

Van çev-birûyê belek gelek jinê mêra

Anîne ber berdanê,

Derdo, derdo, derdo merezê.

 

Go: dengbêj Besoyê Bekir.

 

DERDO

 

Derdo, heylê Şebabê, çûme Parsîna kavil,

Herçar malê van lewanda,

Hey lê dê-bavê çûme Parsîna kavil,

Herçar malê van lewanda.

 

De xelqê Têlî delal xwe xemilandin,

Qotika, fînoa, himaîla van bazbenda,

De bira xwedê dê û bavê minra qe hilnede,

De çawa nedabûm xortekî çarde salî,

Mal bi gund, heft salîyêda dilê min tê hebû,

Dame qoncikê bijîyê kerre şibane malê,

Na welle, sev xatirê çar kapêkê dewlemenda.

 

Megirî, lo melûbîne,

Hêsira ser sûretê sorda

Lo mebarîne.

Şebabê, dînê xwedê reme,

Xaliq kerîme.

 

Derdo, hey lê Şebabê, xeyîdîme tera xeber nadim,

Hey lê dê-bavê xeyîdîme, tera xeber nadim,

Şerê bişîne, tera rîşya badim,

Min evdalê xwedê sondeke

Usa bê fitya bi sond xwerîye,

Ser çevê belek, dêmê gulî, devê bi kenra

Destê xwe ser gerdena zere zer bernedim.

 

Megirî, lo melûbîne,

Hêsira ser sûretê sorda lo mebarîne,

Şebabê dînê, xwedê reme,

Xaliq kerîme.

 

Derdo, hey Şebabê çûme Parsîna kavil herçar malê fêzê,

Heylê dê-bavê çûme Parsîna kavil herçar malê fêzê,

Qaz û qulingê mêrga melle ketine rêzê,

De bira xwedê dê û bavê minra qe hilnede,

De çawa nedabûme xortekî çarde salî, mal bi gund,

Heft salyêda dilê min tê hebû.

 

Dame qoncê pîşê mêra, darî karnêxê,

Savêrrî qolê, çîmê devê kulekê, atroşî

Mêra, sibê heta êvarê ser sîngê kever

Dirêje gendê, gemarê, avê, xilînkê, vê gîlazê.

 

Meke, melûbîne,

Hêsira ser sûretê sorda mebarîne,

Şebabê dînê, xwedê reme,

Xaliq kerîme.

 

Got: Teyarê Mamo.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev