SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd) -5

SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd) -5

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa pêncan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 160

Armstrong dîdemeke gelek ber bi çav di derheqa zêrandina bineciyên Kurdan da aniye: “Kurdistan – wî nivîsiye – bi destê şûr û agir hatiye vala kirin : mêr dizêrandin û dikuştin, jin û zarok diçerçirandin, gund wêran dikirin û deşt dişewitandin. Tirkan usa Kurd qir dikirin ku ji qira Ermeniyan di dema sultanetê da bi hovîtiya xwe va ne kêmtir bû. Wan ne tenê Kurd, lê usa jî Rûm, Ermenî, Bulgar dikuştin … Bi biryarên mehkemê Kurd gelekî lez dar da dikirin, sirgûn dikirin û dixistin hebsxanê” (154, r. 26).

Ew name jî di derheqa hovîtî û cezakirinên eskerên Tirkiyê, ku komela Aşûriyan di tebax 1925 da ji Koma Milletan ra şandibûn, da elam dikir. Di nama 6 tebax 1925 da dihate gotin : “… Ew (Aşûrî û Kurd – M.H.) êdî nikarin ji gundên xwe derkevin, hebûna wan dizîne, pez-dewarên wan talan kirine, jinên wan li ber çavên wan şuhurandine” (244, 1926, No 238, r. 86). Paşê dihat zanîn ku dîwanê qet pirtîkî jî bi biryara Koma Milletan di derheqa kefîltiya destpêneketina gelên biçûk da hesab ne dikir.

Di nava nama 10 tebax 1925 da, Komela Aşûriyan, ku dabû zanîn ku ewê êdî şikayetên xwe ji Koma Milletan û dewletên mezin ra bişîne û daye zanîn ku serokatiya Tirkiyê zordestiya gelên am û tam li Kurdistanê dike, malan wêran dike, usa jî dida zanîn : “Tirkiye her tiş tî talan dike, pez-dewran dibe, gund û bajaran dişewitîne, serokan dar da dike, zordestiyê li bineciyan dike, Kurdan cîşihitî dike”. Di namê da dihat dîtin ku dîwana Tirkan bineciyên Dersîmê û navçeyên mayîn bi zorê dişîne bakur û başûr, li SamsÛn, Kîlîkya û Sînopê. Bi fermana ji Ankarê jin û mêr ji hev cihê dikirin û dişandin navçeyên cihê-cihê. Gelek mêr di rê da hatin gulle kirin, lê jin hatin şuhurandin û li bazarên bajar û gundên Anatolyayê hatin firotin, ew jî eger ew hela ji hovîtiyan û îşkencan ne miribana (244, 1926, No 238, r. 86).

Pey hincirandina serhildanê di nava salên 1925-1926 da, bi sedan gund hatin wêran kirin, bi hezaran mal hatin hilweşandin, bi sed hezaran bineciyên am û tam – jin, zaro, kalemêr, pîrejin – hatin kuştin û mihacir bûn (170, r. 28). Rêxistineke navneteweyî ya usa, wek Koma Milletan, guh ne da bext û nivîsa gelê kurd ê Tirkiyê ku bersîva wan erz û şikayetên dijî hovîtiya dîwana Tirkiyê ne da. Em nameke usa ku mîlîtanên Kurdan, Ahmed Elî û Xoce Sebrî, qol kirine û di 25 tîrmeh 1925 da ji Koma Milletan ra şandine, bînin :

“Ev êdî serê du salan e ku li welatê me bi çeman xwîn dikişe. Gelê kurd di bin zordayîna hovan da ye. Gelê kurd ku êdî ji qewata wî dere ku neheqiyan û qûltiyê qebûl bike dest avêtiye çek ji bo xwe biparêze. Ew şerkariya ku me dest pê kiriye ewê ferzendê bide me ku em jîna xwe biparêzin. Emê şerkariya xwe ewqas bidomînin, hetanî ji qûltiya hukûmeta Ankarê tam bên azad kirin û rizgar kirin. Tu tiştekî me yê tomerî bi Tirkan ra tu neye, ne di hêla millet da, ne di urf Û adetan da, ne jî di hêla zimên da. Ankara, ku ji aliyê dewletên Roavayê pişta wê germ e, dicedîne ku di hindava gelê me da siyaseta gelkujiyê ku bi serketin di hindava Ermeniyan da da derbas kirin derbas bike. Têkoşîna me fireh û millî ye. Gelê kurd ji Koma Milletan û gelên pêşketî de’wa alîkariya lez û kardar dike. Tevbûna dewletên Roavayê ne tenê deynê merivhiziyê ye, lê usa jî lazimiya siyasî ye. Gelê kurd ew kefîltiya aşîtiyê li Rohilata Nêzîk e” (202, 29.6.1926).

Bi hovîtî hincirandina serhildana sala 1925 û dardakirina gelek serokên wê di nava welatên cîran da hêrseke mezin rakir. Di 26 hezîran 1925 da, li Bexdadê mîtînga şikayetkirinê ya mezin dijî hovîtiya dîwana Tirkiyê di hindava Kurdan da hate derbas kirin. Tevgelên mîtîngê têlêgram şandin Koma Milletan û hukûmetên dewletên mezin û hêvî kir ku alîkariyê bidin Kurdên Tirkiyê (255; 27.8.1925). Usa jî Kurdên Suleymaniye, Kerkûk, Hewlêr û bajarên Kurdistana Iraqê yên mayîn jî şikayetên xwe kirin.

Lê Koma Milletan bersîva tu bangî jî ne da. Hela bi ser da, di hezîrana 1925 da, Koma Milletan biryar kir ku protêstoyên Kurdan dijî kirinên hukûmeta Tirkiyê ku di hindava pêşmergeyên Kurdan da li Tirkiyê bûn demekevin.

Tevrabûna Şêx Seîd rêçeke kûr di nava dîroka gelê kurd û bi xurtî di nava edebiyata kurdî da ciyê xwe girt. Gelek afirandinên millî yên hozan û helbestvanan, ku pey serhildanê wek protêstoya dijî siyaseta komên Tirkiyê yên serdest û şoven hatibûn nivîsîn, peyda bûn. Ji wan ê herî bi nav û deng helbesta helbestvanê Kurdan ên mezin Pîremerd bû. Di wê helbestê da wî digot “dewleta Tirkiyê li hemberî wê makîneya ku nikaribû li Kurdistanê kar bikira eger ew bi xwîna gelê kurd va nehata rûn kirin dikir” (93, r. 135).

 

Rê û dirbên serhildanê

 Serhildana Şêx Seîd bi masştab û teşkîldariya xwe va di nava temamiya dîroka gelê kurd da ya herî bi nav û deng bû. Ew di bin slogana sazkirina Kurdistana serbest da hatibû amade kirin.

Pirsa di derheqa mana û rê-derbên wê serhildanê da di nava weşana Tirkiye û Awropa Roava da bi çend cûran dihate şirove kirin û gelek fikir jî dijî hev bûn. Ew bîr û baweriyên weşanan ne ku lênihêrînên ilmî bûn, lê tenê fikrên wan siyasetvanên dilgerm ku serhildana Kurdan di bin menfeetên xwe û welatê xwe da, ji bo kara komikên civakî qîmet dikir bûn.

Bi tomerî hildayî, weşana Tirkiyê ya wê demê li ser sebeb û rê-derbên serhildana Kurdan çend bîr û bawerî gotin. Yek ji wan dicedand ku wê wek “qaçaxiya eşîrên beyanî û hov” nîşan bide. “Serhildan divê bi dîtinan bê ruhdar kirin, fikra wê gotî hebe, divê li ser prensîpa bingehgirtî be, rojnama “Tanîn” nivîsiye. “Lê çi dîtin, çi prensîp ewê li bal wan merivên nîv beyanî hebe … Eger dîtin bikaribûya bigihîje hiş-sewdê wan, gelo ewê xwe bi wê riyê bigirtana … Wan hiş-aqilê sade û prîmîtîf ku nezanî û fanatîzmê ew ji her awayê mantiq derî kirine (mehrûm kirine), tenê fikrek heye : talan qaçaxî” (230, 28.2.1925).

Fikreke mayîn jî ew bû ku sebebê serhildanê yê hîmlî ew fanatîzma Kurdan a olperestiyê bû. “Çend xwefiroşên siyasî – di ansîklopêdiya Tirkiyê da tê gotin – casûsên welatên derve … di hêlekê da fanatîzm gurr dikir, soz dida koçeran ku ewê izn bidin wan ku bajaran talan bikin di hêla din da jî soz dida ku ewê serhildanê tev rakin” (37, r. 4359). Terefdarên wê bîr û baweriyê testîq dikir ku gundîtiya paşdamayî ku ji aliyê şêxan dihat serkarî kirin dijî hukûmeta komarê şerkarî dike bona dasekinandina xelîfetê û sultanetê. Bona testîqkirina wê fikrê ew behane wek bingeh dianîn ku Şêx û alîgirên wî serokatî li serhildanê dikir. Hela bi ser da, be’s dihatin belav kirin ku malbata sulteneta Tirkiyê ku ji tex t hatiye avêtin tevî serhildanê dibe. Ew bîr û bawerî jî bê hîm bû. Berî her tiştî, wek me li jor dît, serhildan ne ku ji aliyê şêxan hatibû hazir kirin, lê ew Komita Serbestiya Kurdistanê amade kiribû û serokatiya wê militanên rewşenbîr ên Kurdan ên bi nav û deng, wek serhingê ordiya Tirkan Cibranli Xalit Beg, rojnamevan Kemal Fewzî, doktor Fuad û yên mayîn, dikir. Bilî wê, slogana şerkariyê boy navê şerîetê, wek tê xuya bûn, ji aliyê lîderên Kurdan bi armanca taktîkiyê dihate bi kar anîn, ji bo ku meremê wan ê sereke Kurdistana serbest bû. Bi rastî jî, ji bo çi Kurd divên ji bo navê şerîetê tevrabûnê bikin, ew jî bona kurê sultanê berê Ebdul Hemîd 2. Divê bê gotin ku fanatîzma olperestiyê ne bi dllê Kurdan bû. Gelek eşîrên Kurdan tenê bi awakî şeklî islam diheband. Hema xût di nava Kurdan da gelek sêktên (ber) musulmaniyê hebûn. Çend eşîrên Kurdan usa tevî serhildanê dibûn ku ji van sêktan bûn : qizilbaş, êzdî, elewî û yên mayîn. Ew sêktên ku di nava sewde û hişê wan da berhemên xaçparêzî û zerdeştiyê hebûn carna jî dijminatiya hev dikir. Eger sultenet bihata dasekinandin, ewê xuya biba ku dewleta burokratîk a navendî ku mafên gelên biçûk bendî tiştekî hesab ne dikir ewê bê nûjen kirin … Ew yek ewê bona Kurdan bindestiya siyasî û qûltiya millî bianiya. Tevî wê yekê, lîderên Kurdan ku slogana “qedirgirtina islamê” pêş da dikişand dicedand ku hukmê şêxan bide bi kar anîn, usa jî derc kir ku li Tirkiya şûndamayî, bi xusûsî li wilayetên rohilatê û başûrê rohilatê ku tê da di nava bineciyên kurd da ferqên ctu nebûn, şerkariya Kurdan a millî dikaribû bi perda olperestiyê bihata qebûl kirin. Girêdayî vê yekê, gotina F. Engels ku dema xeysetê şerrên ji bo dîn di sedsalên navîn da li Awropayê qewimîne gelek hewaskar e. Ew ewha şirove dike û dinivîse : “Eger ew şerrê civakî wê demê di bin ala olî da pêş va diçû, eger kar, daxwazî û daweyên hinek civakan di bin perda olperestiyê da dihatin veşartinnixamtin, ew qet pirtîkî jî pirsê nade guhastin û gelek bi hêsanî bi şertên demê va tên şirove kirin” (4, r. 360). Tevî wê yekê, ew fikrên ji têzên di derheqa pirsa Rohilatê da, ku di kongreya 4mîn a Komîntemê da, hatine hazir kirin, hewaskar in. Ewha, tê da tê gotin : “Li welatên musulman şerkariya millî di demên destpêkê da bi idêolojiya xwe va bi wê yekê va berbiçav dikeve ku sloganên panislamîzmê yên dîndarî-siyasî ne û ew yek ferzendê dide karmendên dewletên mezin û diplomatan ku dilsaxî û nezaniya gel bi kar bînin bona şerkariya dijî wê tevrabûnê. Lê şerkariya millî-azadariyê di hundir da çiqas fireh dibe, sloganên panislamîzmê yên dîndarî-siyasî ewqas pûç û bêfeyde dibin, ji ber ku êdî dawekariya siyasî peyda dibe” (181, 1926, No 2n r. 174)

Ev hemû şehadeta wê yekê ye ku pêşmergan dikaribû slogana ji Kemalîstan “azabûna dîn” wek gaveke taktîkî di nava şerkariya xwe ya bona mafên millî bi kar bînin.

Bîr û baweriyên weşana Tirkiyê ya resmî, ku bi her awayî dicedand ku têkoşîna Kurdan a millî nizm bikin, bi qalmeqalm di derheqa rêaksyona serhildana Şêx Seîd da hîn bêtir dûrî aqilan bûn. Bi destê van fen û fêlan Kemalîstan bi her awayî dixwest ku serhildana Kurdan li ber çavê gelên welêt û yên der rûreş bikin, ew wek ya rêaksyonê yan jî ya olperestî-dîndariyê qîmet dikir.

Û ya dawî, fikra sisiyan ew bû ku xwedê giravî serhildan bi destê welatên derve hatiye amade kirin, xwezma bi destê Ingilîzan. Fikrên han bi temamî ne rast in. Tevî vê yekê girêdayî, hevpeyvîna parlementerê meclisê yê ji Erzurûmê, endamê PRP Ruştî Paşa, gelek hewaskar e ku weşana Tirkiyê di 26 sibat 1925 da da weşandin. Di wê hevpeyvînê da wî ewha gotiye :

“… Çi ku dimîne di derheqa tevbûna welatên derve da, ez wê yekê wek bê bingeh hesab dikim, ji ber ku Genc û Mûş gelek dûrî tixûb in. Eger pêşmergan hêviya xwe daniyana ser piştgiriya derve, ewana gotî li navçeyên ser sînor serhildan bikirana û bigihîjtana ku eşîrên wan navçan ku tê da admînîstrasyona Tirkan tu nebû” (124, r. 52).

Ango, serhildan ne ku ji helandayîna derve, lê bi faktorên hundirî yên herdemî dest pê bû. Di derheqa faktoreke usa da ew matêryalên ku nûçegihanê rojnama “Vakit” Naşîd Hakkî li Diyarbekirê, ku tê da civînên mehkema serbest dihatin derbas kirin, anîbûn şehadet didin : “Sebeb û serkaniyên şoreşa dawîn ku li wilayetên welatê me yên rohilatê bû bi tu tiş tî va ji wan sebebên ku vê dawiyê li Bosnî û Hêrzêgovîn bûbûn nayên cihê kirin. Idêal û armancên ku bûne bingeha şoreşa Kurdan, ew xût ew idêal û armancên ku bûne sebebê jihevqetandina Sûriye û Filistînê bûn”.

Di hindava xwe da, sedrê mehkema serbest, ku ber bi riya gunehkaran bû û ku ji wan ra hukmê gullekirinê derxistibû, di dawiyê da got : “Hinek ji we mena digirin ku serhildan ji ruyê wê yekê de st pê bû ku hukûmetê zor dida we, hinek di derheqa parastina xelîfetê da dipeyivîn, lê gişk jî di pirsekê da li ser bîr û baweriyekê bûn : we dixwest Kurdistana serbest saz bikin” (170, r. 27).

Bi vî awayî, nûnerên organên admînîstratîf bixwe mecbûr bûn ku nîv rastiyê di derheqa sebebên serhildana Kurdan bixwe da bêjin.

Serhildana Şêx Seîd, ras t e, bêy plana karkirinê ya fireh bû, serokatiya wê ya siyasî ya gihîştî tu nebû û çend kêmasiyên mayîn ên bi we va eyan hebûn, lê ew ya gelî lazim Û divê bê hesab kirin, ji ber ku piraniya Kurdên wilayetên rohilatê û başûrê rohilatê hemû ji civakên cihê cihê – koçer, heywanxwedîker, nûnerên burjuwaziya bazirganiyê, şêx û axa, rewşenbîrên eskerî û bajarvanî – tevî wê dibûn.

Aşkere ye ku ji her civakekê xelq tevî serhildanê dibû, bilî pirsdanînên hemmiletî ku ji nîrê Tirkan ê qûltiyê aza bibin, li bal wan usa jî armancên şexsî hebûn. Ew yek ne dibû asêgeh, ku Kurd di nava desteyên şervaniyê da yek bin, bi mêrxasî dijî eskerên Tirkan şer bikin û, eger lazim bûya, bi mêranî şehîd bibin boy navê serbestiya Kurdistanê. Loma jî, nenihêrî armancên hinek derebegên Kurdan ên şexsî, dîsa jî serhildana Şêx Seîd, usa jî tevrabûnên Kurdan pey wê ra bi xeysetê xwe va ya azadariyê û pêşverû bûn.

 

Hincirandina muxalefeta libêral

Serokatiya Partiya Gel a Komarî ku serhildana Şêx Seîd hincirand, li behane digeriya bona qedexekirina karkirina Partiya Pêşverû ya Komarî. Li pêşiyê, bingeh hebûn ku li ser wê bîr û baweriyê bin ku pevgirêdanên PPR bi lêderên serhildanê ra hene û serokatiya PGR tiş t dikir ku pevgirêdanên Kazim Qerebekir Paşa tevî şêxan diyar bike, derxe ser avê. Lê hate zelal kirin ku “pêşveruyan ne tevî tedarukdîtin, ne jî tevî derbaskirina serhildanê bûn. Hela bi ser da, de’wa serbestiya Kurdistanê ku serokatiya Kurdan pêş da kişandibû gihande wê yekê ku PPR bi resmî got ku hîç danûstendinên wê tevî serhildana Kurdan tu neye, û hela, wek ku li jor hate nîşan dan, li hêla hukûmetê sekinî. Bi vê yekê va tê şirove kirin ku mesele ew yek e ku bi alîkariya endamên PPR Xarpût ji pêşmergan hildan. Bona ku PPR ji êrîşkirinan biparêzin, lîderekî wê, Elî Fuad Paşa, hela di destpêka nîsana 1925 da ji rojnaman ra da zanîn : “Çawa karkirina partiya me ya hundirî, usa jî ya derve … bi prensipên mafên destûra zelal û berk va têne ruhdar kirin. Bilî wê, partiya me nikare bikeve nava pêwendî-danûstandinan tevî serhildanên şikber. Emê herdem xwe ji wan serhildanên ku dicedînin me tevî wan bikin bidin alîkî” (202, 9.3.1925).

Dîsa jî alîgirên hukûmetê ji wê fikrê xwe ku ji heq-hesabên “pêşveruyan” ku jimara wan roj bi roj zêde dibû bêne der, rêxistinên wan kaf-kûn bikin, hilweşînin, pûç bikin, ne dane paş (18). Di destpêka gulana 1925 da, mehkema serbest li Ankarê koma “pêşveruyên” Stembolê gunehkar kir û di nava nama xusûsî da guhdariya hukûmetê danî ser wê yekê ku wan bi isbatî dîn bona armancên siyasî bi kar anîne. Di nîveka gulanê da, li Trabzon, Urfa û bajarên mayîn çend endamên PPR girtin. Girêdayî wê yekê, mehkema serbest a Diyarbekirê biryar kir ku karkirina hemû parên PPR ên li wilayetên rohilatê qedexe bikin û di nava nama xusûsî da guhdariya hukûmetê danî ser wê yekê ku “pêşverû” dîn bi kar tînin ji bo armancên xwe yên siyasî. Hukûmetê li ser pareke bemama PPR ku tê da dihate gotin ku “partiya bi qedr û hurmet ber bi riya fikir û temiyên (weyset) dîndarî-olperestiyê dibe gelek serê xwe êşand”. Wê serokatiya PPR di nava wê yekê da gunehkar kir ku ew xwedê giravî dicedîne ku fanatîzma dîn tev rake û gel dijî komarê, pêşveçÛyînê û rêforman rake.

“Eger li maniyên serhildanê li rohilatê bigerin, – M. Kemal gotiye – serhildan ji zû da hatiye hazir kirin û ya rêaksyonê bû û sebebeke wê ya sereke û giring ew bû ku Partiya Pêşverû ya Komarî sloganên dîndariyê pêş da dikişandin, lê usa jî “qasidên” xwe ku karkirina wan di hindava xwe da alî serhildanê kir dişandin wilayetên rohilatê” (113, dtwan 2, r. 89).

Tevî wê yekê, terefdarên qedexekirina PPR ew name û agahdariyên hinek serekên Kurdan, ên ku wan dema mehkema Şêx Seîd gotibûn, wek bingeh dianîn. Ji bo nimûne, serokekî serhildanê, Qadirî, ku di paşdemê da ji aliyê dîwana Tirkiyê hate dar da kirin, ji Şêx Seîd ra nivîsîbû ku partiya Kazim Qerebekir Paşa li meclisê mêlgirtina xwe ya di hindava dîn da testîq kiriye. “Ez şikber nîn im, – wî nivîsiye – ewê sedî sed alîkariya me bike. Erê, kete bîra min, “qasidên” wan ku nuha li bal Şêx Eyyûb in bi xwe ra qanûnnama partiyê anîne”.

Dema mehkemê, Şêx Eyyûb gotiye : “Partiya tek-tenê ku dikaribû dîn ji hundabûnê xelas bikira ew partiya Kazim Qerebekir Paşa ye. Di nava bemama wê da tê gotin ku divê bi qedirgirtin ber bi riya dîn bibin” (113, dîwan 3, r. 892).

Weşana resmî ku li ser agahdariyên usa hîm dibû, kampanyake berk dijî “pêşveruyan” vekir. Xudanên usa, wek Falih Rifki Beg (Atalay), Yaqûb Qadrî Beg (Qereosmanoglu), Mehmûd Esed Beg, her roj gotar di rojnama “Hukmiyeti milli” da çap dikirin û tê da muxalefetê bi her tiş tî berk gunehkar dikir û de’w dikir ku ew bê qedexe kirin.

Ne sondxwarinên PPR, ne gotinên wan ên baweriyê di hindava Destûrê da karibû wê partiyê ji qedexekirinê biparêzin. Pêwîst e bidin zanîn ku ne ewqas paragrafa bemama wê partiyê, ku tê da dihate gotin ku di derheqa “qedirgirtina di hindava dîn da” dijminên PPR dida tirsandin, çiqas ku de’wekariya “dêsantralîzasyonê”, çi ku nîşan dida ku otonomiya cî bidin milletên biçûk, herweha Kurdan jî. Tevî wê yekê, divê ku ji wê yekê ra jî hesab rûnin ku lîderên PPR bi milletê xwe va ne Tirk bûn : Kazim Qerebekir Paşa bi eslê xwe va Kurd bû, Huseyn Raûf Beg Çerkez bû, lê Elî Fuad Paşa nîv slovên bû. Di wê pirsê da çend derecên mayîn jî roleke giring lîst, wek ew ku Mustefa Kemal hevalbendên xwe yên nêzîk di dereca şerkariya millî-azadariyê ra ne eşkere bû, şika wî li ser wana hebû, baweriya xwe bi gelekan ne dianî. Wê demê hukmê wî ewqas xurt bû ku wî biryar kir ku hemû muxalefetên di nava welêt da bide hildan û wan hesab dikir wek qeziya bona dîktatoriya xwe ya şexsî. Loma jî di 3 hezîran 1925 da, Şêwra Wezîran biryar kir ku karkirina PPR qedexe bike.

Hema wê demê, dîwanê weşandina rojnama “Tanin” qedexe kir û berpirsiyarê wê yê sereke Huseyn Cahîd (Yalçin) û hevalbendên wî da girtin. Hema wê rojê hatin girtin, usa jî xwediyê kovara çepan “Aydinlik” û xebatkarên wê. Ew kovar ji berê da jî hatibû qedexe kirin. Di nava girtiyan da doktor Şefîk Husnî, Professor Sadrettîn Delal, mamosta Şewket Sureya (Aydemir) bûn. Ji wana 12 meriv gunehê ji 7 hetanî 10 salan xwar (117, r. 229).

Pey qedexekirina PPR li welêt, bi salên dirêj diktatoriya yekpartî hate testîq kirin û ji ruyê wê yekê hetanî sala 1945 li welêt partiya tenê ya burjuwazîderebegiyê Partiya Gel a Komarî bû (19).

 

“Çareserkirina” pirsa Mûsilê 

Kemalîstan bi êrîşên xwe yên bê hesab dijî Kurdan, ku ji bo wan gelek pere dihat xerc kirin, xezîna dewleta xwe vala kir. Dema safîkirina pirsa Mûsilê, li bal wan ne kaniyên eskerî, ne yên siyasî, ne jî yên pere mabûn ku alîkariya wan bikira ji bo ku şerkariya xwe tevî Ingilîzan dewam bikin û bi ser bikevin, bona wilayeta Mûsilê di bin destê xwe da xwedî bikin. Hukûmeta Tirkiyê dixwest bona wê pirsê bi Ingilterê ra rûnê, bi hevdu ra qayil bibin. Lê, bona ku navê xwe li welêt û di nava merivên welatên derve da biparêze, nûnerên Tirkiyê li kongreyên navnetyeweyî yên resmî “berk” û “bêminet” mafên xwe li ser Mûsilê “diparast”. Lê ew berktî û “bêminetiya” wan nîşan dida ku ew, wek dibêjin, paş da dikolin, ji ber ku şerkariya wan a pirsalî bona Mûsilê bêtaqetî û nekarebûna Kemalîstan nîşan dan.

Serhildana Şêx Seîd di hindava xwe da safîkirina pirsa Mûsilê da lez kirin û alî wê yekê kir ku li dawiyê tixûbê navbera Tirkiye û Iraqê di bin mandatiyê da bê testîq kirin.

Lê divê bê zanîn ku ne Tirkiye, ne jî Ingiltere tu mafekî wan ê huqûqî li ser navça Mûsilê ku piraniya bineciyên wê Kurd bûn tu nebû. Bineciyên wê navçeyê ne dixwest bigihîjin Tirkiyê, ne jî Iraqa bin mandatiyê. Di derheqa wê yekê da şerkariya Kurdan a pirsalî bona mafên xwe yên gelî, bi serokatiya Şêx Mehmûd û serokên Kurdan ên mayîn ku li navça Mûsilê bûn, şehadet dide. Lê mafên Kurdan ên millî ne xema empêryalîstên ingilîz bûn, ne jî xema milletçiyên Tirkiyê bû û wan dixwest bextê Mûsilê bi destê xwe safî bikin.

Di civîna Şêwra Koma Milletan a 24 cotmeh 1924 da, tixûbê wedelî di navbera Tirkiye û Iraqê da ku, eyan e, wek “Xeta Brukselê” hat testîq kirin. Kommîsyona bona lênihêrînê (di nav wê da mîrlaw (graf) P. Têlêkî, M. Wîrsên û serhing Taûlîs), ku di 30 cotmeh 1925 da bi biryara Şêwra Koma Milletan hatibû saz kirin, di dawiya çileya pêşîn 1925 da hate Mûsilê. Wê dest pê kir agahdariyan berhev bike, bi tebiya wilayetê ra bibe nas, xwe bi bineciyan bide nasîn. Di 20 nîsan 1925 da, Kommîsyon li Jenêv berhev bû, lê di 3îlon da wê dokumenta ku tê da piştgiriya Koma Milletan kir û biryar bona 25 salan hatibû testîq kirin raberî Koma Milletan kir. Anegorî wê, diviya admînîstrasyona Kurdan, mehkema wê, organên wê yên ronahîdariyê hebûna, lê zimanê kurdî wek zimanê resmî dihate hesab kirin (181, 1926, No 2, r. 137). Li vira divê bê hesab hildan ku ew biryara ku Ingilterê wek argument bona kara xwe, ku Mûsilê bigihîne Iraqê, bi kar anî Kommîsyonê pey serhildana Şêx Seîd qebûl kir. Tevî wê yekê, serhildanê ferzend da agahdariya dêlêgasyona Tirkiyê li Lozanê, ku dida bawer kirin ku giva milletên biçûk “di nava rejîma Tirkiyê da ji bext û qederê xwe gelek razî û memnûn in”, inkar bikin (100, r. 293).

Di nava fikrên kommîsyonê da hatibû nîşan dan ku divê ji wan bîr û baweriyên Kurdan ra, ku wan (Kurdên wilayeta Mûsilê) gotine, jî hesab bê kirin. “Eger em tenê aliyê etnîkî hildin ser hesêb – di nava fikrên kommîsyonê da dihate gotin -, divê em bên ser wê bîr û baweriyê ku divê dewleta Kurdan a serbest bê saz kirin, ji ber ku Kurd li vira dikin 5 heştaniya (weke 60%) ji bineciyan” (94, r. 235).

Di nava meha îlonê, 1925 da, di civîna Şêwra Koma Milletan da, nûnerê Ingilterê da bawer kirin ku li Iraqê gelek mafên Kurdan hene, ew jî di wê çaxa ku tê da ew li Tirkiyê tên zêrandin. Wî di nava wê yekê da Tirkiye gunehkar kir ku “wê tucar soz ne daye ku mafên Kurdan ên millî biparêze, çawa ku ew yek Ingilterê kiriye”. Lê nûnerê Ingilterê yê wê demê dixwest isbatan fe’ş bike, fikra mexlûqetiyê tev hev bike. Rewşa Kurdên Iraqê ji rewşa Kurdên Tirkiyê hinek dihate cuda kirin.

Di nava bersîva xwe da nûnerê Tirkiyê tenê ew argumenta kevnbûyî diwekiland ku giva di welatê wî da mafên Kurdan û Tirkan weke hev in. Bi gotina wî, Kurd li Tirkiyê xwediyên wan mafan in, çi ku Tirk in. Û ew agahdarî pey bi hovîtî hincirandina serhildana Şêx Seîd hat kirin.

Nûçevanê “Times” ku di derheqa tabiya hukûmeta Tirkiyê di hindava pirsa tixûbê Iraq-Tirkiyê da dinivîse, nîşan dide ku maniya herî sereke ew pirsa Kurdan li Tirkiyê ye. Di nava gotûbêjên şexsî da, – rojnamevanê Ingilîz dinivîse – gelek caran bi wê fikrê qayil dibûn, lê ew yek tucar di weşanê da ne dihate nivîsîn. Rast e, nûçegihan di derheqa lazimiya wergirtina Mûsilê di nava teşkîla Tirkiyê da nivîsiye, lê gelek Tirk li ser wê bîr û baweriyê bûn ku ne ewqas giring e ku Mûsil bikeve nava axa Tirkiyê, çiqasî ku giring e ku bineciyên kurd bi temamî bikevine nava teşkîla welêt. Dema qisa tevî nûçegihan, zabitekî tirk ê bi nav û deng da zanîn ku ew dawekariya Tirkiyê ku Mûsilê careke din bidin wê ew e ku bi wê yekê va hemû Kurdan bikin bin bandûra Tirkiyê. Wî usa jî kemaleke mezin dida wê yekê ku hemû Kurd bigihîjin Tirkiyê. Dikare biqewime – wî daye zanîn – ku Kurd ewê di bin bandûra Ingilîzan da hîn rind bijîn, ne ku di bin bandûra Tirkiyê, û dibe ku Kurdên Tirkiyê hevsûdiya xwe bi Kurdên usa ra bikin, xweziya xwe bi wan bînin. Ewê Tirkiyê mecbûr bike ku hergav li wilayetên rohilatê gelek hêzên eskerî ku ewê gelek hukm li ser rewşa welêt a malî bikin xwedî bike” (261, 12.2.1926).

Qewimandinên duwerojê nîşan da ku ew bîr û bawerî bi bingeh bûn. Bi rastî jî dîwana Tirkiyê hergav gelek esker li rohilata welêt xwedî dikirin.

Di nîveka îlonê da, Şêwra Koma Milletan girêdayî belgeya kommisyonê ra xwe mukur hat ku pêwîst e fikra Mehkema Navneteweyî li Den-Hagê pê bihese.

Ingiltere li ser a xwe sekinîbû ku mehkeme izna arbîtrajê bide Şêwra Koma Milletan, lê Tirkiye, ku haya wê ji fikra Şêwrê hebû, qayil bû ku ew tenê navçîgariyê bike.

Di kanûna pêşîn 1925 da, Mehkema Navneteweyî di derheqa wê pirsê da ev biryar derxist :

1) biryara Şêwra Koma Milletan a di derheqa pirsa Mûsilê da bona her du aliyan borclî ye û ew divê heta-hetayê di navbera Tirkiye û Iraqê da tixûb bide testîq kirin.

2) Ew biryar divê bi yekdengî bê qebûl kirin. Nûnerên wan welatan dikarin tevî dengdayîna Şêwra Koma Milletan bibin. Lê dema safîkirina pirsa di derheqa wê yekê da ku biryara Şêwrê hatiye qebûl kirin yan na, dengên nÛnerên wan welatan nayên hesab hildan (88, r. 42).

Di 15 çileya pêşîn 1925 da, civîna Şêwra Koma Milletan a dawîn hat derbas kirin. Şêwrê wek bingeh “Xeta Bruksêlê” qebûl kir û ew wek xeta tixûb di navbera Tirkiye û Iraqê da hesab kir û mandata 25 salan raberî Brîtanya Mezin kir. Wan spart hukûmeta Brîtanyê ku mecalan bidin amade kirin bona ku statuya bi belge hatiye dîtin bidin bineciyên kurd. Di sibat 1926 da serekwezîrê Iraqê li parlementa Bexdayê da zanîn : “Em divên mafê Kurdan bidin wan. Mirovên li ser qulixê divên ji wan bin. Zimanê kurdî divê bibe zimanê resmî, lê zarokên wan divên di dibistanan da bi zimanê kurdî fêr bibin” (100, r. 293).

Lê ew yek ji serî hetanî binî vir û derew, dêmagojiya ku wan dixwest pê Kurdan bidin xapandin bû, ku ew rehet bimînin û fikra welatên mayîn bixalifînin.

Biryara Koma Milletan di derheqa pirsa Mûsilê li Tirkiyê da bi nerazîbûneke mezin va hate qebûl kirin. Ewha, rojnama “Hukumiyeti milliye” di hejmara xwe ya 15mîn, a adar 1926 da bi berxweketin nivîsî : “Hemû pêşniyarên Ingilterê di derheqa pirsa Mûsilê da hêjayî ecibandina Koma Milletan bûn. Hêjayî guhdariyê ye ew yek ku otonomiya fireh divê bidin Kurdan li navçeyên wilayeta Mûsilê … Wek me êdî nîşan daye, daxwaziyên Ingilterê dijî kara Tirkiyê ye … Mûsil pareke welatê Tirkiyê ya neveqetiyayî ye, tu tiş t nikare Mûsilê ji destê me hilîne, tu tewlebaziyeke siyasî nikare hukm li ser me bike, kemala wan bona me qet ne hêjayî tiştekî jî ye”.

Lê dîsa jî hukûmeta Tirkiyê hazir bÛ ku tevî Ingilterê danûstandinên kîp bike. Eger li rastiyê bikeve, daxwaziyên van herdu welatan di pirsa Kurdan da ketibûne hev, ji ber ku ew herdu jî dixwazin tevrabûna Kurdan a azadariyê bihincirînin.

Wezîrê Brîtanyayê yê karên derve, Chamberlen, û wezîrê hebsxanan, Emery, pey qebûlkirina biryara Şêwra Koma Milletan bi agahdarî pêş da hatin û tê da qayilbûna Ingilterê testîq kir ku wan şertên ku Koma Milletan pêş da kişandine qebûl bikin. Tevî wê yekê, Chamberlen hêviya xwe ku qayilbûna Tirkiyê dest bîne nîşan da “bona wê yekê ku bê bawer kirin gelo nikarin şertekî usa bibînin ku pê va pêwendiyên her du welatan bên mehkeme kirin, lê tevî wê yekê, usa bikin ku ji biryara Şêwra Koma Milletan ra jî hesab rûnên”. Hevraqailbûna usa hate peyda kirin, dû aktên dîplomatîk ên demdirêj, ew jî bi hesabê şerkariya Kurdan a azadariyê. Ewha, di 5 hezîran 1926 da, di navbera Brîtanya Mezin, Iraq û Tirkiyê da peyman hate qol kirin û tê da xelek dihatibû nivîsîn ku di nava 25 salan da divê 10% ji nefta ku Iraq ji şirketa Ingilterê distîne bide Tirkiyê (77, r. 9). Lê Iraqê ew yek ne xwest, lê dewsa wê bi neqd 500.000 frengên sterlîng xwestin.

Şerkariya di navbera Tirkiye Û Ingilterê da ji bo wilayeta Mûsilê, ku ji sala 1919 da de st pê bûbû, bi vî awayî xelas bû. Derbaskirina tixûbê nuh perçekirina Kurdistanê û gelê kurd xurt kir û pirsa Kurdan ne tenê li Tirkiyê ne hat.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev