Ma wek hejîrên Çiyayê Kurmênc li dinê hene?

Ma wek hejîrên Çiyayê Kurmênc li dinê hene?

Zinar Ala

Berî çend rojan meriveke Hêvronê ji welêt hatibû, xwuşka min Şîrîn (diya Siwar, Bawer û Ciwan) bi wê re mateya arjantînî, hejîrên ereban û sinciqê tirkan şandibûn.

Min tenê hejîr û matê xwestibû. Sinciqê tirkan xweş bû lê hejîrên ereban tirş bûn û bihna maxê jê dihat.

Ev cara yekemîn bû di jiyana xwe de ku ez hejîrên ereban dixwim, hejîr ji navçeya Erîha bû ya bi ser parêzgeha Îdlibê (ya ku li dijî rejîma Baas serî hildaye û gelek qurban dane).

Dibe ku hejîrên xweş li ba ereban li navçeyên din hebe, lê hejîrên ku ji min re hatibû bi carekê ne xweş bû.

Navê markaya hejîran Şikrî bû, dema min dît min got “welle êdî xelkê me li herêma Efrînê hejîr ji bo bazirganiyê hişk dikin û difroşin”, lê derket hejîr ji Erîha ye, bihaya hejîran jî bala min kişand, her kg bi 250 lîreya Sûrî ye ango her kg tê bihaya 4€, nizanim berî 6 salan bihaya hejîrê ciqas bû li Sûriyê, lê bawer dikim ku hejîr gelek buha bûye.

Ta ku hûn nebêjin “Kes nabêje mastê min tirş e” min hejîrê Spanya û Tirkiyê jî tam kirine, lê heya niha wek hejîrê Kurdaxê xweştir nedîtine.

Xuya ye ku hejîrên Efrînê li mala xwîşka min Şîrîn li Helebê tunebû ji ber wê jî ew rabû hejîrên Erîhayê ji min re şand, lê tekez li mala wê li Mabeta hejîrên hişk hene.

Mixabin ku li herêma Kurdaxî pêşesazî nîne ku berhemên xwarinê weke dimsê rezan, dimsê henaran, leçerê hejîran, ya mişmişan, ya gûzo û hwd, hejîrê hişk, bostiq, mûj, behîv, gûz û nemaze zêt û zêtûna Kurdaxê amade bike ji bo bazirganiya herêmî û navdewletî.

https://zinarala.wordpress.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev