Tîp, Deng û Kîte -1

Tîp, Deng û Kîte -1

Xwendevanên delal, nivîskarekî nû ji Rojhilata Kurdistanê derîyê malpera me kutaye, me dergehê xwe ber wî bi dilgermî vekir û jê ra got tu ser çavan ra hatî.

Em bi vê lêkolîna wî xêrhatinê lê dikin, nivîsê dikine sê beş û sê rojan dû hev çap dikin.

Hêvîdar im ev mêvanê delal ewqas bi dilê me û xwendevanên me be, ku em demeke dirêj nehêlin ew xwe ji mêvandarîya me bêpar bihêle.

 

Îrec Mêhrbexş sala 1983’an li gundê Hêşmava, ser bi navçeya Mirgewer, girêdayî bi bajarê Ûrmiyeyê ve, hat dinê û li wir xwandina xwe qedand û wek mamoste di dibistanan de dest bi perwerdekirinê kir. Piştre xwandina xwe di warê wergera zimanê Ingilîzî de li Hemedanê domand û paşê jî ji bo xwandina zimannasîyê çû Tehranê û bi nivîsîna dawînameyê li ser babeta “lêkerên kompleks di kurmancî de“ bawernameya xwe ya zimannasîyê wergirt û dîsa li bajarê Ûrmiyê mijûlî karê mamostetîyê bû.

 

Îrec Mêhrbexş, lêkolîner

 

Destpêk

Lêkolînên daneyî li ser peyv û axaftina kurdî gelekî kêm hatine kirin. Yekem lêkolîna ku min dîtiye lêkolîna Celadet Bedirxan e li ser hijmara dengan di kurmancî de. Lê deqa ku wî lêkolîn li ser de kiribû gelekî kêm bû. Ji bilî wê, min li ser deng û rêjeya wan di kurmancî de çi lêkolîneke daneyî nedîtiye. Yanî hekî hebin jî ez lê haydar nînim. Îcar min ji bo ku bikarim lêkolîneke wesa çêkim deqeke mezin amade kir. Hijmara deqan ji sê milyonî bêtir bû. Min ji bilî lêkolîna li ser dengan, li ser kît û peyvan jî lêkolîn kir û min tabloyên curbicur amade kirin ku her yek rêjeya tiştekî di vê deqê de nîşan dide. Ew deq deqeke zindî û asayî ye û deqa axaftinê tê hesab. Deqa peyvên ferhengan deqeke mirî ye û bê peyv û alavên rêzimanî û çalak û likar e.

Ji ber ku armanca lêkolînê, nasîna pêkhateya axaftina asayî û rojane ya kurdî bû, deqa zindî û asayî hat vebijartin. Ev deq ji çendîn pirtûkên roman û çîrok û pirtûkên nepisporî hatiye amadekirin. Deqên pirtûkên pisporî ji ber peyv û termên cida û ne asayî û her wesa ziman û dariştina taybet ya wan, nehatin bijartin. Deqa helbestan jî nehat vebijartin ji ber ku zimanekî ne asayî ye û dibe ku hin pêkhate û peyv ji ber kêşa helbestan nehatibin bikaranîn.

Pêşî ez li ser dengan û piştre jî li ser kîteyan û avanîya wan û rêjeya her cur kîteyê di kurdî de xebitîm. Min ji bo lêkolînê ji kombersê û sê programên notepad, office û “word list expert”ê behre wergirt û bi şêwazên ezmûnkirî û peyitandî, deq hilkola û vekola û daneyên ku min dixwastin, derxistin. Min ji bo ku ji dirustiya wan piştrast bibim, li ser çend deqên din yên biçûk ew şêwe ezmûnkirin.

Nîşe: Berî xwandinê divê bê gotin ku ji ber şaşîyên taypî yên di deqê de û her wesa hin şaşîyên kopîkirina deqan, di hesabkirina rêjeyan de, li hin cihan rêjeyên têkildar, kêm û zêdeyîyên biçûk li gor hev nîşan didin an sercema rêjeyan nagihîje 100’î.

Deng û tîp

Di vê deqa amadekirî de bêtir ji 3,070,000 peyv hebûn. Ev peyv ji 12,670,000 tîpan pêk hatibû ku rêjeya wan di tabloya xwarê de hatiye nivîsîn. Ji bo hijmartina dengan ji bilî dengên ku bi tîpan tên nîşandan bi tenê teqoka qirikî hat hijmartin û dengên nehilmî (ç, p, t, k) û dengên “r”, “l”, “t”, “s” û “h” yên qelew jî nehatin berçavgirtin û peyvên ku du “rr” an du “ll” bal hev hebûn, hatin guherandin û bûn yek tîp. Îcar bi berçavgirtina van xalan, rêjeya bikaranîna her tîpê di deqa lêkolînê de, wiha derket:

 

Deng rêje di deqê de   Deng rêje di deqê de
e 11.4%   s 2.16%
i 10%   h 2.13%
a 8.5%   v 1.88%
n 7.21%   o 1.66%
r 6.1%   x 1.6%
ê 5.1%   j 1.6%
d 4.6%   g 1.38%
b 4%   u 1.36%
k 3.96%   ş 1.15%
î 3.96%   z 1.1%
t 3.3%   p 0.88%
w 2.8%   ç 0.78%
m 2.7%   c 0.59%
l 2.58%   q 0.42%
û 2.36%   f 0.38%
y 2.2%  

 

Her wekî di tabloyê de jî hatiye diyarkirin, bêtirîn dengên kurdî dengdêrên “e”, “i”, û “a” ne û rêjeya wan her sê dengan bi hev re, digihîje nêzî 30% ji dengên kurdî. Piştî wan jî dengdara “r” ku rotîk an zimanlerz e û dengdara “n” ku dengeke bêvilî ye, rêjeya herî zêde bi xwe digirin. Piştî wan jî, dengê “ê” ye ku dengdêr e û, sê dengdarên “d”, “b” û “k” herî zêde tên bikaranîn û piştî wan jî dengdêra “î” zêde tê bikaranîn. Li gor lêkdana ku li ser deqên biçûktir hat kirin zêdeyî wan dengan di peyvên ku hatine destnişankirin de tên bikaranîn.

 

a: veqetandeka mêza, pêşgirên da-, na-, di qertafa tewangê ya pirjimar de (–an), di lêkerên xwestekî de wek bihata, di gelek peyvan de ev deng heye.

e: di gelek peyv û paşgiran de wek, paşdaçekên de, re, ve, lêkera pêwendîyê “e”,  lêker sêyem kes ya niha wek “diçe”, pêşgira ne hwd,

i: di daçekên bingehîn yên kurdî de (di, bi, li û ji), di peyva herî çalak ya kirin û kişandinên wê de, di raderên lêkeran de, di pêşgira dema niha û bilanî û dema bê de (di-,bi-), di kişandina lêkeran de pêş qertafên pirjimar de tê, -in, hwd.

n: di raderan de,  di paşgira –andin ya lêkerên gerguhêz de, di pêşgirên neyînîyê de, ne-, na-, ni-, di qertagên pirjimarîyê de û hwd.

r: di peyva kirin û teşeyên wê yên borî de. di paşdaçeka re, pêşgira ra- û gelek peyv û paşgirên pirlikar ên din de wek ser- ber- der- jor, jêr, bir, vir, hwd.

ê: di veqetandekên pirjimar û yên nêrza de, di qertafa diyarîyê de ya mêza de, di rengdêr û cînavên amajekirinê de (wê, vê) de, di qertafa tewanga mêza de, di daçekên abstrakt de, pê, jê, lê tê ku di gelek lêkerên biwêjî de tên bikaranîn, hwd.

d: di lêkerên borî yên gerguhêz de ku bi -andin çêdibin, di daçeka di…de, pêşgira dema niha, di-, pêşgira hokerî da-, hwd.

b: di lêkera bûn de ku di avaniya lêkeran de tê bikaranîn jî, di daçeka bi de, di pêşgirên dema bê û mercî û bilanî de, di gelek peyvên din de,

k: di peyva “kirin” û paşgirên nebinavkirinê de wek “-ek, -eke, -ekî, -ekê, û …) herwesa “-k” an “–ik” paşgireke navdêrsaz ya zêdekar e, di gihaneka ku de, hwd.

î: di qertafa nebinavkirinê ya nêrza de -ekî, di tewanga nêrza de, di lêkeran de, … di cînav û rengdêrên amajekirinê (vî, wî) de, hwd.

  • Nêzî 10% ji dengên kurdî dengên bêvilî (m û n) ne.
  • Dengên domdar: (yên ku mirov dikare bêrawestan bidomîne yanî f, h, j, l, m, n, r, s, ş, v, w, x, y, z) bêtir ji 30% axaftina kurdî pêk tînin.
  • Dengên ku bi pişka pêşîya bandevê bo alîyê derve, tên bilêvkirin nêzî 44% dengên axaftina kurdî pêk tînin (b, c, ç, d, e, ê, j, l, m, n, p, r, s, ş, t, v, w , y, z).
  • Dengê teqoka qirikî ku wek tîp nayê nivîsîn bêtir ji 2,9% ji dengên axaftina kurdî pêk tîne, yanî ji dengên 20 dengan, bêtir tê bikaranîn. (Li pişka kîteyê binêrin)
  • Bi tenê 5% dengên kurdî dengdarên gilover (o, u, û) in.
  • Dengên kurdî yên bi firekansa bilind (i, n, r, t, s, d, l, î, k, m, n, z) nêzî nîvî ji rêjeya dengan bi xwe ve digirin.
  • Di 83% axaftina kurdî de qirik dilerize, yanî 83% dengên axaftina kurdî bilerz in û bi tenê 17% dengên axaftina kurdî bêlerz (t, s, h, x, ş, p, ç, q, f) in.
  • Daçekên bi, ji, li, di, bi paşdaçekên xwe ve (re, de, ve) bêtir ji 11% peyvên nivîsên kurdî pêk tînin. Tabloya rêjeya wan bi tenê û bêyî forma abstrakt ya wan (jê, tê, pê, lê) li gel paşdaçekan viha ye:
Daçek rêje
bi 2.7%
ji 2.5%
li 2.4%
di 1.4%
de, re, ve 2.7%
sercem 11.7%

 

Rêjeya bikaranîna dengdaran 55.5% ye û ya dengdêran jî 44.5% ye li halekê  ku hijmara dengdaran 23 kit e û dengdêr jî bi tenê 8 kit in. Hijmara dengdaran nêzî sê carî zêdetir ji ya dengdêran e lê rêjeya bikaranîna wen nêzî hev e.

Deng hijmar rêjeya bikaranînê
dengdar 23 kit 55.5%
dengdêr 8 kit  44.5%

 

Rêjeya dengdêrên kurt (e, i, u) bi giştî, 22.76% ye û ya dengdêrên dirêj jî 21.58% ji gişt tîpên kurdî ye. Hijmara dengdêrên kurt ji yên dirêj kêmtir e lê rêjeya bikaranîna wan zêdetir e:

Dengdêr hijmar rêje di deqê de
dengdêrên kurt (e, i, u) 3 kit 22.8%
dengdêrên dirêj (a, ê, î, o, û) 5 kit 21.6%

 

Hekî em tenê dengdêran hesab bikin, hingî rêjeya dengdêrên kurt 51% ji gişt dengdêrên bikarhatî ye û wekî din yanî, 49% jî dengdêrên dirêj hatine bikaranîn.

 

Dengdêr rêje di nav dengdêran de
kurt 51.3%
dirêj 48.7%

 

Dengdarên ku herî kêm tên bikaranîn f, q, c, ç û p ne.

Hevoka “darikê bîne!”  ji 10 dengên herî berbelav ên kurdî pêk hatiye.

(dûmayîk sibê çap dibe)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Şîrove 3

  1. Artîn aştî

    Mamoste îrec, yekimîn kese ku li rojhilatê bi awayekî zanistî, lêkolînan li ser rêziman û rastenivîsa zaraveya kurmancî bi tîpên latînî dike.
    Ez wekî hevwelatiyeke wî, ku gelek xalên rêzimanî û rênivîsî jê fêr bûme, keda wî ya ji can û dil, pîroz dikim.

  2. Raif Yaman

    Hevalê hêja Îrec Mêhrbext ji bo xebatên li ser vî warî dikane li gotar û kitêbên linguist, philolog û mamostên kurdî binihêre. Sala 1993an Rizgar Baran di ferhenga xwe û kitêba xwe a ji bo bi îngilîzî hînkirina kurmancî da karekî hêja kiribû. Min jî sala 1994an di hejmara pêşîn a kovara Zendê da li ser vî warî statistickek weşand. Dibe ku li ser vî warî hinek xebatên din jî hebin. Min beşê pêşînê gotara mamoste Irec xwend. Nîsbetea bikaranîna dengên kurmancî ên di her sê statistican da hev û din digire. Hêvî dikin karên linguistickên li ser zar û zimanê me pirtir bibin…

  3. Yûsuf

    ji hemîyan re silav. ez mamoste Îrec ji nêz ve nas dikim. karên wî gelek hêja ne. ji Xwedê teala wî re temeneke bi bereket dixwazim û ji berpirsên RÊYA TEZE re jî silametîyê dixwazim.

Şirovekirin hatine girtin.