Evîndariyeke bêsînor li nav kampeke Kurdên Êzidî ya li Duhokê

Evîndariyeke bêsînor li nav kampeke Kurdên Êzidî ya li Duhokê

Duhok (Rûdaw) – Kurdê Êzidî yê bi navê Yasir Heyder, ku herdu lingên wî tune ne, li gel kurdeke êzidî ya bi navê Wehîde dizewice. Bûk û zava herdu jî bi vê dawetê gelek kêfxweş in.

Ev zavaya bi tevahî xwediyê pêdiviyên taybet e û vê rojê yek ji xweştirîn rojên Yasir Heyder e, ku ew ji bêhêvîbûna temenê xwe gihîşitye roja zavatiyê.

Piştî karê Yasirî hat temamkirin, ew bi erebena xwe diçe arêjgehê, daku Wehîdeya hevala jiyana xwe bibîne. Her di roja yekê de Wehîde bo Yasir bû hevkar.

Ji aliyê din ve li pêş deriyê mala bavê zavayî kesûkar û kesên vexwendî mijûlî xwarina nîvrojê ne, bo ahenga Yasirî û ev roj bo bavê Yasirî jî yek ji xweştirîn rojan e.

Bavê Yasirî dibêje, “Şukir ji Xwedê re ez gelek kêfxweş im. Spasdarê Xwedê me ku ev kêfxweşî da me, ku kurê min dizewice.”

Dema bûk û zava ji arêjgahê vegeriyan nav kampê, cîran û kesûkar xulek bi xulek zêde dibûn. Ji ber ku ew beriya niha ji evîna Yasir û Wehîdeyê haydar bûn.

Di danê piştî nîvro de daweta Yasirî berfireh bû, veguherî holeke aheng û şahiya li bajarê Duhokê.

Yasir ji ber zewaca xwe gelek kêfxweş e û dibêje, wê ji min hez kir min jî ji wê hez kir, kêfa me ji hevdu re hat û bo xwe daxwaza alîkariyê dike. Hevala jiyana Yasirî Wehîde jî dide zanîn ku kêfa wê ji Yasirî re hatiye û daxwaza wî ya zewacê qebûl kiriye.

Xerciyê daweta Yasir û Wehîdeyê ji aliyê beşek xortên Kurdên Êzidî ve hat dayîn.

Yek ji wan Kurdên Êzidî tîne ziman, ku niha li pêş xwe ez dinyayeke nû dibînim, ku kesekî wek kek Yasir bikaribin bizewicin û îro eger daweta birayê min bûya, zêdetir kêfa min nedihat û ez ew qas kêfxweş nedibûm.

Demeke dirêj e Kurdên Êzidî di nav awareyê de ne, dûr in ji gerana aheng û şahiyan. Ew kesên ku Yasir wek zava ditînin, xwe nedigirtin û hez dikin dîlanê bigirin.

records Source:http://www.rudaw.net/kurmanci/culture/30102018?fbclid=IwAR35Gb6tabp26N8yXFPTm4xJj4BK6YYGJV8-ZY06KcGk5Tvrz2wkSuuUVj4

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev