Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 21

Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 21

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Bi bihîztina hatina Bedrê re Dûrat derket derve û xêr hatin li hevala xwe kir. Peyre derbasî malê bûn, Bedrê ji wan pirsî ka çima û çawa hatibûn wî welatê nenas ê Mîr Gulnar. Dûratê qala hemû mûcîze û serhatinên xwe ên seyr û sosret kir.

Bi qedandina sohbeta xwe re, çûn dest bi îsirhetê kirin. Çar roj derbas bûbû, lê hê jî Mihemed derneketibû dîwana Mîr Gulnar. Dûratê jî dixwest bêyî ku gelek wext derbas be, mehra Bedrê û Mihemed bibire û bona wê jî şandin pey şahidan, nikaha wan hate birîn, bûn jin û mêrê hev.

Roja din Mihemed nîyet kir, ku here dîwanê û serê dêw bavêje ber Mîr Gulnar, lê Bedrê nehîşt ew here, got:

“Ne şert e, ku tu îro herî, ez dixwazim tu cem min bimînî“.

Bi vî awayî, Mihemed jî daxwaza wê qebûl kir, li qesrê ma û wextê xwe bi Bedrê re derbas kir. Mezin û piçûk, hemû şêniyên gund hatin vexwendin, gelek rojên wan bi xwarin, vexwarin û şahiyê derbas bû.

Ger em vegerin, zirar û ziyanên Mîr Gulnar, hêj di roja Mihemed derketibû rê, wî gazî wezîrên xwe kiribû, gotibû wan :

“Ez ê jina wî zilamî ji xwe re bînim, ku em baş dizanin çûyina wî heye, vegera wî tune ye“. Dû wan gotinên mîr, Wezîr Muşîr gotibû:

“Mîrê min, heya temambûna midetê te daye wî, divê tiştekî wisa neyê kirin, ku ger tu bermaliya wî bînî, wê milet bi çavekî ne baş li te binêre û tuyê bêyî tawanbarkirin. Bîst roja sebr bike, dema me xebera mirina wî bihîzt, tê bêminet jina wî ji xwe re bînî“.

Wezîr Muşîr li ber mîr geriya bû û di encamê de bona sekinandina bîst rojan ew qanî kiribû. Seveqa wê rojê Bedrê gote Mihemed :

“Lo Mihemedo de rabe, serê dêw ji mîr re bibe“.

Bedrê serî xiste firaqeke zêrîn û da destê cinekî xwe:

“Ha vî serî bigirin û bidin dû begê xwe“. Cin jî got:

“Çi were bihîztin, ewê bê kirin“.

Dema Mihemed nêzîkê qesrê bû, hin nobedar û dergevan bezîn hindur û hatina Mihemedê kurê Mîr Fîdous xeber dane Mîr Gulnar. Mîr Gulnar bi bihîztina hatina Mihemed re şaş û metel ma, nizanibû ka dê çi bike. Dema mîr di wê şaşwaziyê de difikirî, Mihemed derbasî hundur bûbû, ew li pêşiyê, cin li pey wî û di destê cin de serê dêw, hat li ber dîwanê çok danî erdê, serê dêw avête ber lingê mîr. Mîr Gulnar ketibû rewşeke wisa, ku nikaribû çend peyvan li hev bîne û biaxive.

Wezîr Muşîr ber bi Mihemed meşiya, xêrhatin lê kir û ew pîroz û bimbarek kir. Di wê navberê de mîr hinekî bi xwe ve hat, malavayiya Mihemed kir û emir da xulamên xwe, ku kirasê xîretê bavêjin ser milê Mihemed.

Mihemed çend roja li qesrê, li cem mîr ma. Paşê destûra vegerê ji mîr xwest, bi wergirtina destûrê ve, vegeriya bajarê xwe, cem herdu kebaniyên xwe, Dûrat û Bedrê.

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev