Tîp, Deng û Kîte -2

Tîp, Deng û Kîte -2

Xwendevanên delal, nivîskarekî nû ji Rojhilata Kurdistanê derîyê malpera me kutaye, me dergehê xwe ber wî bi dilgermî vekir û jê ra got tu ser çavan ra hatî.

Em bi vê lêkolîna wî xêrhatinê lê dikin, nivîsê dikine sê beş û sê rojan dû hev çap dikin.

Hêvîdar im ev mêvanê delal ewqas bi dilê me û xwendevanên me be, ku em demeke dirêj nehêlin ew xwe ji mêvandarîya me bêpar bihêle.

Beşa pêşin me duh çap kir, îro beşa duduyan û sibê jî beşa 3an çap dikin.

 

Îrec Mêhrbexş sala 1983’an li gundê Hêşmava, ser bi navçeya Mirgewer, girêdayî bi bajarê Ûrmiyeyê ve, hat dinê û li wir xwandina xwe qedand û wek mamoste di dibistanan de dest bi perwerdekirinê kir. Piştre xwandina xwe di warê wergera zimanê Ingilîzî de li Hemedanê domand û paşê jî ji bo xwandina zimannasîyê çû Tehranê û bi nivîsîna dawînameyê li ser babeta “lêkerên kompleks di kurmancî de“ bawernameya xwe ya zimannasîyê wergirt û dîsa li bajarê Ûrmiyê mijûlî karê mamostetîyê bû.

 

Îrec Mêhrbexş, lêkolîner

Ji gişt peyvên kurdî, rêjeya peyvên ku bi du tîpan pêk harine ji rêjeya yên din bêtir e. Bi vê pêşdananê ku peyvên yek-tîpî jî di eslê xwe de du tîp in (ji bilî lêkera “e) rêjeya peyvên ku ji 2 heta 6 tîpan pêk tên, ji 80% derbaz dibe. Yanî piranîya peyvên kurdî ji 2 heta şeş dengan pêk tên. ”. Hin carî peyva girêdanê, “û” jî bi peyva pêş xwe re tê xendin lê me ew berçav nekir.

peyv bi tîpan rêje ji sedî
1 tîp 4.6%
2 tîp 26%
3 tîp 15%
4 tîp 14.7%
5 tîp 12%
6 tîp 10.4%
7 tîp 7.1%
8 tîp 4.4%
9 tîp 2.5%
10 tîp 1.4%
11 tîp 0.7%
12 tîp 0.37%

 

Peyvên yek-tîpî ji bilî lêkera “e” ku kilîtîk e, di eslê xwe de du tîp/ du deng in lê ji ber ku teqoka qirikî (glottal stop) di kurdî de nayê nivîsîn, hema bi yek tîpê tên nivîsîn. Ew peyv piranî, peyvên “û” (peyva girêdanê) , “a” (izafeya mêza), “ê” (pirtika dema bê, ê, izafeya nêrza, ê) ne..

 

Kîte

Piştî diyarkirina rêjeya her dengî di axaftina kurdî de, gişt peyv hatin kîtekirin û li gor kurt û dirêjbûna wan, rêjeya wan hat derxistin û herwesa rêjeya kîteyên dirêj jî li gor sivikbûn û giranbûnê hat derxistin.

Bi vê lêkolînê, ji sê milyon û heftê hezar peyvan, sercem 5,600,000 kîte hatin derxistin. Yanî bi awayekî navîn, peyvên kurdî ji 1.8 kîteyan pêk tên.

Pêşî em bizanin ku kîte ew pişk ji axaftinê ye ku bi yek polsa nefesê derdikeve. Avanîya kîteyê di kurdî de yek ji wan neh cureyên di tabloyê de ye:

hij. destpêk navik dûvik nimûne
1.   c v     na
2.   c v c   nan
3.   c v c c belg
4.     v     û
5.     v c   av
6.     v c c ewr
7. c c v     stû
8. c c v c   stûn
9. c c v c c stêrk

 

“C” bi cihê consonant an dengdar.

“V” bi cihê vowel an dengdêr e.

Di kurdî de cureyên 1, 2 û 3 cureyên serekî ne û yên din kêm in. Cureyên 4, 5 û 6 dikevin bi cureyên 1, 2 û 3 de ji ber ku di destpêka wan de dengê teqoka qirikî (hemze, glottal stop/plosive) heye ku di kurdî de wek tîp nayê nivîsîn û di kîtekirinê de bandora wê li ser kurt û dirêjbûna kîteyan çinînne lê dîsa jî di deqa lêkolînê de di 11.9% peyvan de tê bilêvkirin (4.5% ji wan, peyvên yek-tîpî ne, 6.5% jî di destpêka peyvên din de ne, 0.9% jî di nava peyvan de hat dîtin).

Ev dengê qirikî hin caran dikeve nîveka peyvan de, wek biêş, diaxive, neêşe, hwd.

  • Rêje di nav dengan de: 2,8% dengên deqê pêk tîne.
  • Rêje di nav gişt peyvan de: di 11.9% peyvan de heye
  • Bi tenê di destpêka peyvan de (wek, ?û, ?av, ?ewr): 11% peyvên deqê bi teqoka qirikî dest pê dibin ku 4,5% ji wê rêjeyê, peyvên yektîpî ne)
  • Rêje bi tenê di nava peyvan de (wek, di?êşe): di nava 0,9% peyvan de heye
  • Rêje di nav kîteyan de: 6,4% kîteyên deqa lêkolînê bi teqoka qirikî dest pê dibin.

(lêkera e nehat hesabkirin ji ber ku ew bi dawîya peyvên din re tê bilêvkirin)

 

Cureyên 7, 8 û 9’an jî kêm û sînûrdar in û lihevkirin jî li ser wan çinîne. Bi gumana hin kesan, di kurmancî de du dengdar di destpêka kîteyan de nayên û ji bo bilêvkirinê, kîteyeke din lê tê zêdekirin. wekî; spas dibe sipas, stêrk dibe istêrk, hwd

Zêdeyî wan peyvan bi sp– û st– dest pê dibin

Di kurdî de pevdenga xw jî heye ku bi du tîpan tê nivîsîn lê wek sp û st tev nagere û pişkên wê ji hev cida nabin.

wek: spartin, bispêre dibe bispê-re, li vir s û p ketin di kîteyên cida de.

xwar, dixwim dibe di-xwim. hekî em weke ya jor binivîsin hingî divê em wiha binivîsin: *dixwim ku çewt e.

Rêjeya bikaranîna pevdenga xw di deqê de, di 3.8% peyvên deqê de hatiye bikaranîn. di peyvên wek xwe, xwê, xwarin, xwastin, xwedê, xwelî, hwd.

cure rêje di deqê de nimûne
CCV, CCVC, CCVCC 0.18% spî, spas, stand, hwd
pevdenga xw 3.8% xwe, xwar, xwê, hwd

 

Rêjeya bikaranîn îşîyên sp û st ji pevdenga xw gelekî kêmtir e (0.18% ) û tenê jî di destpêka peyvan de bi hev re di yek kîteyê de tên bicihkirin.

Hin kes, str jî wek îşîya destpêka kîteyê hesab dikin wek, stran.

Îcar bi berçavkirina wan xalan, gişt deqa lêkolînê hat vekîtandin û pênc milyon û şeşsed hezar kîte hatin teşxîsdan.

Dema gişt deq tê kîtekirin û kîteyên kurt di avanîya gişt peyvan de tên hijmartin, rêjeya kîteyên kurt 35.4% ye.

Cureyên kîteyan rêjeya kîteyê di gişt deqê de
CV (v dirêj) 37.4%
CV (v kurt) 35.4%
CVC (v kurt) 15.1%
CVC (v dirêj) 10.2%
CVCC (v kurt) 1.4%
CVCC (v dirêj) 0.5%

 

Kîteyên vekirî (bêdûvik) ku bi dengdêrên dirêj pêk tên 37.4% ye û 10.7% jî di kîteyên girtî de hatine bikaranîn.

kîte bi navika dirêj rêje
kîteyên vekirî 37.4%
kîteyên girtî 10.7%

 

Kîteyên vekirî (bêdûvik) ku bi dengdêrên kurt pêk tên 35.4% ye. 16.5% dengdêrên kurt jî di kîteyên girtî de hatine bikaranîn.

kîteyên bi navika kurt rêje
kîteyên vekirî 35.4%
kîteyên girtî 16.5%

Rêjeya kîteyên kurt (navika kurt) ji gişt kîteyên kurdî, 35.4% ye, û kîteyên dirêj ku navika wan dengdêreke kurt e nêzî 16.5%

Kîteyên bêdûvik bi giştî, nêzî 73% kîteyên kurdî pêk tînin û rêjeya yên bidûvik sercem 27% ye ku ji vê rêjeyê, bêtir ji 25% ew in ên ku bi tenê dengdarek di dûvika kîteyê de heye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev