Nameyên evînî -55

Nameyên evînî -55

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a pêncîûpêncan e.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

***
Hîç nebûye, ku ez ji xwe hez bikim. Piştî te, min ji xwe hez kir. Ew jî bo: -Mêze, ez tiştek im, ku horîyek ji min hez dike. Dema xwendina li mektebê jî, ez herdem difikirîm ku yê herî ne baş dixwîne ez im, tenê di dawîya semestran da dema digotin ez yekemîn im, min fêm dikir, ku ez şaş difikirîm.

 

***
Nura min ji tunebûna te ev bû du siet ez bêxwedî me. Min qahwe çê kir bo bînim di nav cîyan da bidim te, tu razayî bû, qahwe sar bû. Min taştê çê kir bînim nav cîyan bidim te, taştê sar bû. Agirê dilê min bo te germ bû, kelîya, lê qet sar nabe…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev