Tîp, Deng û Kîte -3

Tîp, Deng û Kîte -3

Xwendevanên delal, nivîskarekî nû ji Rojhilata Kurdistanê derîyê malpera me kutaye, me dergehê xwe ber wî bi dilgermî vekir û jê ra got tu ser çavan ra hatî.

Em bi vê lêkolîna wî xêrhatinê lê dikin, nivîsê dikine sê beş û sê rojan dû hev çap dikin.

Hêvîdar im ev mêvanê delal ewqas bi dilê me û xwendevanên me be, ku em demeke dirêj nehêlin ew xwe ji mêvandarîya me bêpar bihêle.

Beşên pêşin û duduyan me duh û pêr çap kir, îro beşa sisîyan, a dawî çap dikin.

 

Îrec Mêhrbexş sala 1983’an li gundê Hêşmava, ser bi navçeya Mirgewer, girêdayî bi bajarê Ûrmiyeyê ve, hat dinê û li wir xwandina xwe qedand û wek mamoste di dibistanan de dest bi perwerdekirinê kir. Piştre xwandina xwe di warê wergera zimanê Ingilîzî de li Hemedanê domand û paşê jî ji bo xwandina zimannasîyê çû Tehranê û bi nivîsîna dawînameyê li ser babeta “lêkerên kompleks di kurmancî de“ bawernameya xwe ya zimannasîyê wergirt û dîsa li bajarê Ûrmiyê mijûlî karê mamostetîyê bû.

 

Îrec Mêhrbexş, lêkolîner

Kîteyên ku du dengdar di navika wan de hene rêjeya herî kêm di kurdî de hene û rêjeya wan nagihîje 2%. Avanîya kîteyên ku du dengdar di dûvika wan de hene wiha ye:

Kîte rêje di deqê de
kurt 35.4%
dirêj 64.6%

 

Rêjeya giştî ya kîteyên kurt û dirêj di gişt deqê de wiha ye: 64.6% kîteyên dirêj û 35.4% jî kîteyên kurt in.

 

C V C C
her dengdarek her dengdêrek dengdarên domdar Dengdarên teqokî

 

Her dengdarek dikare di cihê destpêkê de were. Di navika wan de jî her dengdêrek tê. Dengê piştî navikê yê yekem hema gişt dengdarên domdar in wek (n, r, s, ş, y, l). Dengê dawîyê zêde teqok in û bêtir dengên d, g, t  û yên din kêm in. Dûvikên dudengî bêtir ev in: nd, st, ng, rt û şt.

Di nav peyvên ku ji du an bêtir kîteyan pêk hatine rêjeya peyvên ku bi kîteyên kurt dest pê dibin herî zêde ye (44.7%)

Rêjeya peyvên ku bi kîteyên dirêj yên vekirî bi dawî tên, herî zêde ye. (51.1%)

Tabloya xwarê rêjeya her cure kîteyê di destpêk û dawîya peyvan de nîşan dide.

Avanî Destpêka peyvên 2 kît û pêve Dawîya peyvên 2 kît û pêve
CV (v kurt) 44.7% 13.8%
CV (v dirêj) 30.2% 51.1%
CVC (v kurt) 18.2% 14.4%
CVC (v dirêj) 5.4% 18.4%
CVCC (v kurt) 0.8% 1.1%
CVCC (v dirêj) 0.4% 0.7%

 

Bi tenê nêzî 14% peyvên kurdî bi kîteyên kurt bi dawî tên, wekî din gişt bi kîteyên dirêj bi dawî dibin. Bêtir ji nîvîya peyvên kurdî bi kîteyên vekirî yên dirêj bi dawî dibin.

Hijmara kîteyan di sê milyon û heftê hezar peyvan de 5,600,000 ku hekî em navînê (avarage) lê bigirin, dibe 1.8 kîte ji bo her peyvê. Ev nîşan dide ku piranîya peyvên kurdî yek an 2 kîte ne ku di tabloya xwarê de jî hatiye diyarkirin. Rêjeya peyvên yek û du kît bi tenê nêzî 74% e.

Peyv rêje di nav deqê de
peyvên 1-kîte 42%
peyvên 2-kîte 31.7%
peyvên 3-kîte 17.8%
peyvên 4-kîte 6.3%
Peyvên 5-kîte 1.5%
peyvên 6-kîte 0.2%

 

Her wekî tê dîtin, bêtir ji 40% peyvên kurdî yek-kîteyî ne ku ji avanîyên kîteyî yên CV, CVC û CVCC pêk tên.

Piranîya peyvên axaftina kurdî, ji yek heta sê kîteyan pêk tên û wekî din bi tenê nêzî 8% peyv ji bêtir ji sê kîtan pêk tên.

 

Avanîya peyvên yekkît heta çarkît wiha derket (kîteyên kurt bi “0” û yên dirêj bi “1” hatine nîşankirin):

Yekkît rêje di nav gişt peyvên yekkît de
dirêj 1 58%
kurt 0 42%

 

Peyvên yekkîte piranî ji kîteyeke dirêj pêk tên lê rêjeya yên kurt jî gelek e û ji 40% derbaz dibe.

 

Peyvên dukît piranî ji avanîya dirêj-dirêj pêk tên û piştre bi rêjeyeke zêde ji avanîya kurt-dirêj pêk tên. Peyvên ku kîteya wan ya dawîyê kurt e gelekî kêm in.

Dukît rêje di nav gişt peyvên dukît de
11 49.3%
01 37.5%
00 6.7%
10 6.3%

 

Di nav peyvên sêkît de peyvên ku bi kîteya dirêj dest pê dibin ji yên ku bi kîteya kurt zêdetir in lê rêjeya wan ewqas nne ji hev dûr e lê di kîteya dawîyê de cidatiyeke berçav di navbera rêjeya peyvên ku bi kîteya kurt û yên ku bi kîteya dirêj bi dawî dibin diyar e û dîsa wek peyvên dukît rêjeya yên dawîkurt gelekî kêmtir e. Rêjeya peyvan li gor kurt û dirêjbûna kîteya nîvekê jî hema nêzî hev e.

Sêkît rêje di nav gişt peyvên sêkît de
101 25%
111 23%
011 22%
001 15.3%
010 4.5%
100 3.8%
000 3.4%
110 3.1%

 

Di nav peyvên çarkît de jî rêjeya peyvên ku dawîya wan bi kîteya kurt diqede gelekî ji yên din kêmtir e û nagihîje 16%.

Çarkît rêje di nav gişt peyvên çarkît de   Çarkît rêje di nav gişt peyvên çarkît de
1101 15.7% 0000 2.7%
0101 12.9% 0100 2.7%
1111 10.5% 1000 2.4%
1011 10% 0010 2.1%
0111 10% 1100 2.2%
1001 9.4% 0110 1.4%
0001 8.7% 1110 1.1%
0011 6.5% 1010 1.1%

Di nav gişt peyvên ji du heta çarkît de piranîya peyvan bi kîteya dirêj dest pê dibin yanî 55% ji wan û 45% jî bi kîteyên kurt dest pê dibin yanî cidatîyeke ewqas zêde, l gor kîteya destpêkê di navbera wan de çinîne.

ji du heta çar kît rêjeya kîteya destpêkê rêjeya kîteya dawîyê
dirêj (1) 55% 86%
kurt (0) 45% 14%

 

Rêjeya du kîteyên destpêkê yên peyvên kurdî li gor avanîya wan di tabloya xwarê de hatiye nîşandan.

Avanîya du kîteyên pêşîyê rêjeya wan di nav peyvên ji du heta çarkît de
11 – – 39%
01 – – 32.50%
10 – – 16%
00 – – 12.50%

 

Gotina dawî: Di vê lêkolînê de, bi tenê rêje û pêkhateyên deng û kîteyên axaftina kurdî hatin raberkirin û xwandevan bi xwe dikarin tehlîlên cida li ser van daneyên bidesthatî bikin û denganîya zimanê kurdî binasin. Tehlîla wan daneyan dikare ji rehendên curbicur ve bê kirin. Bo mînak di dabeşbûna deng û kîteyan de mirov bi rehetî dikare taybetmendîyên denganîya kurdî li gor bernameya mînîmalîst (Minimalist Program) bibîne û şirove bike û optîmalîtîya denganîya zimanê kurdî erê bike. Yanî bo nimûne, xwandevan an lêkoler dikare bersiva vê pirsê li gor MP bide ku çima rêjeya kîteyên vekirî ewqasî zêde ye û ya kîteyên bi du dengdaran di dûvikê de, ewqasî kêm e? Bersiv dikare ev be: Ji ber ku kîteyên vekirî rewantir tên bilêvkirin û di demeke kurttir de derdikevin û hêzeke kêmtir ji mirov digirin ku ev taybetmendî, esleke cîhanî ye. hwd.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev