BI ILYA NIKOLAEVICH BEREZIN PHONEMÊN KURDÎ

BI ILYA NIKOLAEVICH BEREZIN PHONEMÊN KURDÎ

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

Raif Yaman, lêkolînkar

Recherches Sur les Dialectes Persans

Ilya Nikolaevich Berezin[1], professorê zimanê turkî ê Universita Kazanê, sala 1853an kitêbek bi navê Recherches Sur les Dialectes Persans (Lêgerînên li ser dialectên farisan) nivîsîye. Kitêb bi 3 rûperên bê numro û rûperekî vala ra li ser hev ji 162 rûperî pêk dihê. Parta bingehîn a kitêbê ji xebata grammatical a li ser 7 “dialectên persan”[2] pêk dihê:

  1. Dialecta tatî (rp. 4-24)
  2. Dialecta talîşî (rp. 24-55)
  3. Dialecta gîlakî (rp. 55-75)
  4. Dialecta mazenderanî (rp. 75-99)
  5. Dialecta gebrî (rp. 100-118)
  6. Dialecta kurdî a rojhilat[3](rp. 118-138)
  7. Dialecta kurdî a rojava[4] (rp. 138-158)

Analysa Phoneman

Nivîskar ji bo phonemên “dialectên” persan binivîse û trascript bike ji elîfbên çar zimanên europan, almanî, îngilîzî, fransizî, spanyolî, û rûsî sûd wergirtîye. Phonema /θ/ bi herfa c a spanyolî a li pêş vocalên e, i û nîv vocala y a ji bo eynî dengî; phonema /dʒ/ bi digrapha dj a fransizî a ji bo peyvên ji zimanên bîyanî; phonema /ʒ/ bi herfa j a fransizî a ji eynî dengî, phonema /tʃ/ bi quatrigrapha tsch a almanî; phonema /ħ/ bi digrapha ch a di zimanên almanî, fransizî û îngilîzî da pê phonemên ji hev cihê dihên nivîsandin; phonema /χ/ bi digrapha kh a di fransizî û îngilîzî da pê heman phonema zimanên bîyanî dihê nivîsandin, phonema /ʃ/ bi digrapha îngilîzî sh a ji bo eynî dengî, phonema /ʁ/ bi digrapha gh a di fransizî û îngilîzî da pê heman phonema zimanên bîyanî, phonema /u:/ bi digrapha ou a fransizî a ji bo wî dengî nivîsîye. Ji bo nivîsandina phonemên /ɑ:/, /ø/, /ɪ/, /u/ ji phonemên rûsî û herfên roman îstîfade kirîye. Phonema /ø/ di gelek zimanî da heye, lê ji bo nivîsandina vî dengî  zimanên xwedî phonemekê kêm in. Ji zimanên xwedî vî dengî yek bê guman rûsî ye. Rûs vî dengî bi phonema ы dinivîsin. E. Bérésine her çiqas di elîfba xwe a transcriptionê da ev deng bi herfa y nîşanda be jî, di beşa kurdî da pê nenivîsîye. Ev deng bi herfên e, i û digrapha ue nivîsîye. (Bérésine, 1853: 118-158) Di beşên dialectên kurdî da tenê peyva شور shour bi şaşitî bi trigrapha sch nivîsîye. (Bérésine, 1853: 119)

Nivîskar ji ber nezanîya kurdî nikanibûye verbên bûn û hebûn jî ji hev derbixîne. (Bérésine, 1853: 148) Di modên infinitive, imperative, û negative ên verban da gelek şaşitîyên wî bala meriv dikişînin. (Bérésine, 1853: 148-154) Li cihekî dibêje: “Divêt ez li xwe mikur bêm ku moda infinitive ji alîyê min ve hatîye peydakirin; ez dibêjim pêwîst e di kurdî da infinitive hebe.” (Bérésine, 1853: 155)

Transcriptiona Metnê Eslî

  1. xanîyê min ji kulî xanîyana çêtir e.
  2. le şarê der xusûsê hûn gep pir dekin.
  3. wextê ki nêzdîk be şehrekî bûm espê min le gardêh ket.
  4. tu tiştî nikaîm be hûn dehem.
  5. ew kesê kî fikrê xe pere neke ehmaq e.
  6. sevê her kesî tel’a her ro durust neh.
  7. ev der xusûsê ve ez ji hûn depirsim kernevî muşkîl nineh.
  8. her kes kî dexeze pirî bizane, beyd der pir bixwîneh[5].

Bi Kurdîya Îro

  1. xanîyê min ji kulî xanîyan çêtir e.
  2. li şar der xusûsê we da pir gotinan dekin.
  3. wexta ku nêzdîkî şarekî bûm hespê min li erdê ket.
  4. tu tiştekî nikanim bidim we.
  5. ew kesê ku fikra wî pere neke ehmaq e.
  6. sewa her kesî her ro tali’ tune.
  7. eva ez ji we depirsim, kirina wê muşkîl nine.
  8. her kesê ku dexwaze pir bizanibe divêt pir bixwîne.

Tableau 9: Bi Ilya Nikolaevich Berezin Phonemên Kurdî

No Consonant EPB No Vocal EPB
1 B b /b/ 1 A a /ɑ/, /ε/
2 D d /d/ 2 a’ /ʡ/
3 F f /f/ 3 E e /ø/, /ε/, /ɪ/
4 H h /h/ 4 é /ɪ/
5 J j /ʒ/ 5 I i /i/, /ɪ/, /ø/
6 K k /q/ 6 ï /i/
7 L l /l/ 6 O o /o/, /ɵ/
8 M m /m/ 7 U u /ɵ/
9 N n /n/ No Diphtong EPB
10 P p /p/, /p’/ 1 ai /ɑi/, /ɑji/
11 R r /r/, /ɾ/ 2 aia /εjɑ/
12 S s /s/ 3 /εj/
13 T t /t/, /t’/ 4 ia /jɑ/
14 V v /v/, /w/ 5 ie /jε/
15 Z z /z/ 6 /ui/, /oi/
No16 Digraph No Trigraph
1 ch /ħ/ 1 ngu /ŋ/
2 dj /dʒ/ No Quatrigraph
3 ii /i:/ 1 tsch /ts/, /tʃ/
4 gh /ʁ/
5 gu /g/
6 kh /χ/
7 ou /w/, /o/, /ɵ/
8 qu /k/, /k’/
9 sh /ʃ/
10 tt /t/
11 ue /ø/
12 khoâ /χw/

 

Riataza

 

[1]E. Bérésine, Recherches Sur les Dialectes Persans, Université de Casan, Casan 1853. Nivîskar li ser kitêbê navê xwe li gor orthographya fransizî E. Bérésine nivîsîye.

[2]Li gor Bérésine kurdî jî di nav da gelek zimanên îranî dialectên farisî ne.

[3]Bérésine, kurmancîya Xorasanê bi navê “kurdî a rojhilatî” bi nav kirîye.

[4]Bérésine, kurmancîya Mûsilê bi navê “kurdî a rojavayî” û kurmancî bi nav kirîye. Nivîskar xebata Maurizio Garzoni a li ser vê dialectê referans nîşan daye.

[5] Ji bo metnê authentic li Peywest 4.2  binihêrin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev