Nadir Doxatî: Divê Kurd jî wek her miletek, bibin xwedî mafê carenivîsa xwe û welatê xwe

Nadir Doxatî: Divê Kurd jî wek her miletek, bibin xwedî mafê carenivîsa xwe û welatê xwe

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 47

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 47an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernameya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, îro jî bernameya Civak û Sîyaset di çarçovaya bernameya derbarê Diasporaya kurdan, pirs û pirsgirêkên kurdan li welat û dewletên biyanî yên li koçberîyê dijîn, herwiha nêt û armanca damezirandina Konfederasyona kurdên Ewropayê, bi taybet derheqa plan û proje, rol û çalakîyên her Federasyoneke dîaspora kurdên Ewropayê di warê nêzîkkirina hemu kurdên cihanê ji bo parastina maf û armancên gele Kurd, ji bo piştgirîya doza Kurdistanê, dike mijar û babetên xwe.

Vê carê Bernameya Civak û Sîyaset van pirsan û hin pirsên din ên girêdayî vê mijarê ve, li gel mêvanê bernameyê kurdekî ezdî, nivîskar, civaknas, berpirsê Komela Rewşenbîrî ya Kurdî ye li bajarê Münstere û endamê komîta rêveberiya Federasiyona Kurdan li Almanyayê Nader Doxatî, zelal dike. Divê bê gotin, Federasyona Komeleyên Kurdên Almanyayê, yek ji 14 rêxistinên sîvîl ya demokratîk e ku endamê Rewenda- Konfederasyona Kurdên Diyasporayê ye.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarya mêvanê bernamayê birêz Nadir Doxatî.

 

Nadir Doxatî kî ye?

Nivîskar û medyakar Nadir Doxatî li gundê Doxata ser bi bajarê Musil li sala 1964 ji dayîk bûye.

Ji ber çalakiyên wî yên siyasî û nerazîbûna wî hember rêjîma Saddem Huseynê dîktator wek opozîsyon li wî çaxî nerazîbûna xwe derbirî, lewra ji aliyên dezgehên ewlehiya rêjîmê hewla desteserkirina wî hate dan, neçar bû dest ji xwendina xwe berda û peywendî bi rêzên Pêşmerge kir li çiyayên Kurdistanê li sala 1980.

Li sala 2001 qesta Ewropayê kir, li bajarê Bielefeld yê Almaniyayê akincî bû, beşdarî di gelek kongrê û helkeftên niştimanî û netewî yên girêdayî bi doza Kurdistanê û Êzidîya li Almaniyayê û dewletên Yekîtiya Ewropayê kiriye.

Kadrê ragehandinê û berpirsê beşê Erebî yê ragehandina liqa (6) Ewropa ya Partî û karîgêr navça Hannover, xudan û rêveberê site “Doxata.com” ya elektronî ye, wek endamê desteya serekî digel Rêxistina Mafên Mirovan yên Îraqî li Almaniya li sala 2008an kar kiriye, wek endamê desteya rêveberiya Yekîtiya Revenda Îraqî li Almaniya hate helbijartin, dîsa endamekî karîger bû li Komela Kûltûr ê kurdî li bajarê Bielefeld, damezrênerê Mala Êzidiya bû li bajarê Münster yê Almaniya, û niha berpirsê Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li bajarê Münster û endamê komîta rêvebiriya Federasiyona Kurdan li Almanyayê ye.

Pirtûka “Roja Reş”, pirtûka wî ya yekemîn ya çapkirî ye, dîsa sê berhemên wî ji bo capkirinê amade ne.

Nadir Doxatî zewicîye, 7 zarokên wî hene. Li vê demê di gel malbeta xwe li bajarê Münster yê Almaniyayê dijî.

Birêz Nadir re ji stûdyoya radyoya Ria taza li Bajarê Münster ya Almanyayê, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên berpirsê Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li bajarê Münster ê, Cîgirê serokê Federasyona Kurdên Almanyayê Nadir Doxatî bikin.
*

*

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev