Dîwana helbestvanê kurd ê Xorasanê Ce’fequliyê Zengelî

Dîwana helbestvanê kurd ê Xorasanê Ce’fequliyê Zengelî

Ji Avetsayê berhemeke delal: “Le Xakê Xurasanê” bi alfabeya latînî

 

Mehmed Salih Bedirxan

Lêkolîner Mehdî Jafarzadeh û rojnameger û xebatkarê malpera me Mehmed Salih Bedirxan dîwana Ce’ferquliyê Zengelî ya bi kurdiya Xorasanê bi tîpên aramî hatibû nivîsandin veguhestin latînî.

Ce’fequliyê Zengelî ku yek ji şaîrê klasik ê Xorasanê ye di sala 1799ande li bajarê Qûçanê yê Xorasanê hatiye dinyayê û temenê xwe li wir derbas kiriye. Ne qet‘î jî be derdora sala 1894an koça dawiyê kiriye. Ce’ferqulî li gelek herêmên Îranê, Turkmenistanê geriyaye û di helbestên xwe de navê wan herêman jî hilaniye.

Bi tirkî, farisî û erebî jî helbest nivîsandine. Di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên farsî û tirkî. Li gor lêkolînerên Xorasanê Zengelî weke hozanên serdema xwe bêyî xwendin û nivîsandinê fêrî gotina helbestan bûye.

 

Nimûneyek ji helbestên wî:

 

“Lêvnazik pistedehan zimanê te engebîn

We husnê te tunîni le Xeta Çîn û Maçîn

Bedensîm kirasherîr le xwa kir çeka sengîn

Navê ‘işqê tu megir cîgerê min meke xwîn

Sîngê te baxê Irem we xwa guleke rengîn

Je ‘işqê te le min bû dunya qaf û fê û sîn

We xwa tutiya xezelxan bejnê te nexlê ‘er‘er”

 

Nivîskarê edebiyata modern a Xorasanê Elîreza Spahîlayin ku weke – Kawa Zêdî – jî naskirî ye, di pêşgotina kitêbê de wiha nivîsandiye: “Ez ji vê pirtûkê pir bihêvî me û dilniya me weşandina dîwana Ce‘ferqulî, têkiliya navbera Kurdistana mezin û kurdên xerîb ên

Xorasanê zêdetir bike û bibe destpêka hevnasîneke ciddî, herwiha bibe sedema geş û xweştirbûna çand û ziman û wêjeya kurdî.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev