Sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê, Statuparêz û Kêmşiûra Milî ye.

Sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê, Statuparêz û Kêmşiûra Milî ye.

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar 

Wek tê zanîn, bes beriya Peymana Qesrî Şîrînê (1639) Kurdistan, civat û neteweya kurd yek beş bû. Wê demê civat û neteweya kurd bi hev re jiyaneke hevbeş dimeşand.

Civat û neteweya kurd bi hev re li hemberî dijmin radiwestiyan û welatê xwe diparastin. 

Civat û neteweya kurd ji bona ku li welêt jiyana perwerdeyî, çandî, aborî, siyasî, eşîretî pêşbikeve tevdigeriyan.

Hezar mixabin civat û neteweya kurd, piştî Peymana Qesrî Şîrînê yekîtiya xwe wenda kir, welatê wan Kurdistan him bû du parçe; him jî civat û neteweya kurd û Kurdistan ket bin bandor û hegemonyaya Împaratoriya Osmanî û Farisî.

Di nav demê de civat û neteweya kurd ji hevdu dûrket û gorî qerektera împaratoriyên li ser wan desthilatdar bûn, pêşket, formeke nu qezenç kir, qerektereke nû afirand.

Parçebûna neteweya kurd û Kurdistanê, kolnîzebûna neteweya kurd û Kurdistanê, bi aweyekî gelek xwezayî jiyaneke civakî, çandî, aborî ya cûda derxist holê. Di hemandem de bû sedem ku civat û neteweya kurd bikeve pêvajoya rizgarî û têkoşîna milî.

Lê civat û neteweya kurd, tu wext bi hev re li hemberî împeratoriyekê têkoşîna milî û serxwebûnxwazî nikarî bimeşîne. Her çiqas herdu parçeyan bi hev re alîkarî jî kirin, bandor û encamgirtin gelek kêm bû.

Loma jî li hemberî du împeratoriyan tevgerên milî yên gelek xûrt, wek tevgera milî ya di bin pêşengiya Mîr Bedîrxaniyan û Ûbeydullah Nehrî û Axa Simko de hatibûn rojevê jî, serkeftî nebûn. Nikarîn dewlata xwe ava bikin.

Di heman dem de di wê qonaxê de di herdu parçeyan de jî sinifeke siyasî ya modern, îdeolojîk ava nebû. Ji bona vê derfet jî tune bû. Dikarim bibêjim ku hewcedariyeke wûsa jî tune bû. Gorî wê demê di tevgera Kurdistanê de serokatî û pêşengiyeke xwezayî û civakî hebû. Ji tevgera milî ya Kurdistanê re, sinifên serdest yên edetî û civakî û xwezayî, serokatiya mîrî û eşîretî hebû. Yanî gor demê di nav civat û neteweya kurd de jî serokatiya xanedanî hebû

Hezar mixabin civat û neteweya kurd û Kurdistan, di ehwala duparçebûnê de jî nema. Kurdistan piştî Şerê Cîhanî yê 1emîn, di sala 1923an de encama Peymana Lozanê bû çar parçe. Di vê merheleyê de bi çar dewletên milî yên Tirk, Ereb, Faris re hat girêdan. Kurdistan him  bû koloniyeke herêmî ku di bin desthilatdariya çar dewletan de bû; him jî bû koloniyeke navneteweyî. Lewra çar dewlet, ji aliyê dewletên emparyalîst yên rojavan (Îngîltere, Fransa, Emerîka) ve dihatin rêvebirin.

Ev parçabûna bû sedem ku tevgera milî û dewletbûna Kurdistanê di şertên xwezayî de nemeşe. Li her beşekî Kurdistanê gorî şertên desthilatdariyên cûda, aborî, civakî, siyasî tevgera milî hat meşandin. Loma jî pêvajoya tevgera milî li her beşekê cûda bû. Di demên cûda de serhildanên milî pêk hatin û encam dan.

Dîsa di şertên her parçeyeke Kurdistanê de avakirina rêxistin û partriyan cûda hatin rojevê. Sinifa siyasî jî, gorî van şertan û di  şertên kolonî de çêbûn. Loma jî sinifa siyası him ji nav civata kurd çêbûn, him jî ji derveyî civat û neteweya kurd bûn. Ne ehwaleke xwezayî de bûn.

Beriya Peymana Lozanê Kurdistan yek beşek bû. Tevger û serhildanên milî di van şertan de dihatin meşandin. Serhildana Şêx Abdûlselam Barzanî, ji derveyî beşa Rojhelata Kurdistanê ji bona hemû Kurdistanê bû.

Rêxistina (Cemîyeta) Tealî ya Kurdistanê, ji hemû sdiyasetvan û kesên rizgarîxwaz yên Kurdistanê hatibûn ava kirin. Ev rêxistina li Stenbolê ava bû. Lê hemû Kurdistanê xwe rêdixist. Ev rêxistina jî, ji aliyê hemû beşên civata Kurdistanê de hatibû ava kirin. Bi taybetî jî ji aliyê sinifên karbidest û rêvebir ve dihat meşandin. Wek kategorîk sinifeke siyasî jî ava nebibû. Sinifeke gelek rengîn û xwezayî û civakî bû.

Lê piştî ku PDK a Îranê û Iraqê ava bû, bi wateya hevdem sinifa siyasî ya Kurdistanê çê bû.

LI BAKÛRÊ KURDISTANÊ Dİ DEMA NÛ DE SINIFA SIYASÎ YA NIFŞA YEKEMÎN QEREKTEREKE NÛ QEZENÇ KİR…

Li Bakurê Kurdistanê karbidest û rêvebirên Kurdistanê piştî serhildanan şikest  xwarin û êdî nikarîn ku ji Tevgera Milî ya Kurdistanê re pêşengî û serokatî bikin.

Loma demekî dirêj li Bakûrê Kurdistanê ji tevgereke milî qal nehat kirin, li Bakûrê Kurdistanê  sinifa siyasî jî çênebû.

Li Bakûrê Kurdistanê piştî salên 70yî ku Tevgera milî gav bi gav ji aliyê rêxistinên cûda ve hat meşandin, sinifeke siyasî jî di nav pêvajoyê de qewimî. Bi taybetî jî vê pêvajoyê di sala 1965an de bi avabûna PDKTê dest pê kir, di sala 1969an de bi DDKOyan û Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Tirkiyeyê domand. Piştî sala 1974an xûrttir bû û rengekî nû qezenç kir. Ssinifa siyasî wek kategoriyekê derket qeda têkoşîna milî.

Li Bakûrê Kurdistan, ji demên bihûrî cudatir û bi qerektereke nû sinifa siyasî pêş ket Lewra tê zanîn ku sinifa siyasî ya dema serhildanên Kurdistanê ji serok eşîran, mîran, axayan, şêxan, ji rewşenbîrên edetî yên mûhazfazkar pêk hatibûn. Dema ku Rêxistina Tealî ya Kurd û Rêxistin û Komîteya Îstîklal a Kurdistanê, Xoybûn bê şirove kirin,ev yeka bi gelek hêsanî te tespît kirin.

Serokatiya wê demê di medreseyan de bi zimanê kurdî hatibûn perwerde kirin. Loma raste rast ji nav Gelê Kurdistanê derketibûn û nêzikî gelê kurd bûn.

Nifşa Yekeemîn ya Sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê, ji xwendevan û ji burjûwaziyê biçûk ava bû. Ew sinifa siyasî di dibistanê Dewleta Tirk de perwerde bû. Loma jî  zêdetir di bin tesîra Kemalîzmê û Tevgera çep ya Tirk de çêbû.

Ev sinifa siyasî jakoben, ji gel dûr bû, dijminê muhazakaran bûn.  Lê dîsa jî bi gel re pêwendiyeke xûrt çêkirin. Ji nav wan serok û serokatiya derketibû, bersîva hevcedariyta Tevgera Milî ya Kurdistanê didan. Kadroyên siyasî yên welatparêz jî gor demê bûn. Loma jî, ji bona ku Tevgera Milî Ya Bakûrê Kurdistanê ava bibe rolekî baş lêhistin.

Ev serok, serokatî, qedraoyên siyasî, derfet dîtin û wîzyoner bûn ku rêxistinên Tevgereke Milî ya Bakîûrê Kurdistanê bi qewimînin ava bikin.

Di encamê de vê sinifa siyasî, tevgereke kîtlewî ya xûrt ya milî ava kir. Ev tevgera milî û rêxisinên ava bibûn, bi piranî ji boma Dewleta Kurdistanê xebat dikirin. Bi gelê Kurdistanê re dema têkilî û pêwendî çêkirin jî, ev armanca xwe vekirî ji wan re digotin. Ev nerînên xwe di qereqolên dewletê û dadgehên dewletê de dianîn ser zimên.

Dewlet ji vê tevgerê û serokatiyê tirsiya, li hemberî vê tevgerê planên mezin yên qirêj çêkirin. Bi destê dewletê avabûna PKKê, projeyeke  mezin bû; ji bona tasfiyekirina Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê  bû.

Di encamê de ev sinifa siyasî di nav pêvajoyê de hat tasfiye kirin.

Ciyê ev sinifa siyasî tijî nebû. Nifşeke nû ya sinifa siyasî qewimî. Ez ev sinifa siyasî re dibêjim, Nifşa Duyemîn ya Sinifa Siyasî. Ev sinifa jî, jî bi her awayî paşvemayî ye, bi gelê Kurdistanê re jî xwediyê tu têkiliyekê nîne.

Ew nifşa duyemîn ya sinifa siyasî xwediyê taybetiyên pozîtîf nîne. 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ LI BAKÛRÊ KURDISTANÊ KÊMŞIÛRA MILÎ YE: Sinifa siyasî ya milî ya kurd ya di dema nêzik de li Tirkiyeyê û li Bakûrê Kurdistanê di şertên xwezayî û azad ne, di şertên zulim û zehmetiyê û qedexe de çêbû. Loma jî di şiûra wê ya milî de kêmasiyek hebû. Lê dîsa jî sinifa siyasî xwediyê kelecaniyeke mezin bû. Hezar mixabin nifşa duyemın ya sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê ji aliyê şiûra milî xwediyê kêmasiyeke mezin e. Ji dewleta avakirina Kurdistanê dur e. Hedefa wê ne zelal e. 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ TÊKOŞER NÎNE Û RİZGARÎXWAZÊN MİLÎ NÎNE: Nifşa Yekemîn ya sinifa siyasî ya kurd, têkoşer bûn, rizgarîxwaz, dewletparêz, şoreşger û radîqal bû. Hezar mixabin nifşa duyemîn ya sinifa siyasî li Bakûrê Kurdistanê pasîfîst e. Ne şoreşger e. Dewletparêz nîne. Ji hedefa dewleta Kurdistanê gelek dur e. Ev nifşa li bendeyê ku ji derve de Kurdistan ava bibe, ew jî bibin berpirsiyarên dewletê. 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ YA BAKÛRÊ KURDISTANÊ STATUPARÊZ Û BUROKRAT E:Nifşa yekemîn ya sinifa siyasî li Bakûrê Kurdistanê, li dijî statuya dewleta Tirk û cıvata edetî bû. Loma jî guhertinxwez û reformxwaz bû. Her daîm pêşve diçûn. Gel jî ji wan re piştgirî dikir. Di hemandem de gelparêz û gelevîn bûn. Nifşa Duyemîn ya sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê, statuparêz û burokrat in. Ji gel dur in. Bi gel ve tu têkiliya wan tune ye. Loma jî xwe naguherînin, aktîf nabin, reforxwaz nînin. 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ YA BAKÛRÊ KURDISTANÊ HEVDEM NÎNE Û GOR DEMÊ TEVNAGERE: Nifşa Yekemîn ya Sinifa Siyasî ya Kurdistanê, gor demê bû, hevdem bû. Gor demê xwediyê fikir û felsefeye bû. Loma jî gor demê tevdigeriyan, hêzeke mezin çê kirinm. Li ser dewletê tesîreke mezin çê kirin. Di nav gel de jî xwediyê rûmetekê bûn. Nifşa Duyemîn ya sinifa siyasî, hevdem nîne. Di demên bihûrî de û di dehlîza dîroka sedsala 20an de dijîn. Di şertên Dema Şerê Sar de ne. Loma xwediyê fikir û siyaset afirandinê nîne.. Bandoreke wan li ser dewletê û gelê Kurdistanê tune ye. Loma jî gelek bi hêsanî ji PKKê re dibin dûvik. Siyaseta nû naafirinîne.  Bi fikrê kevn yên ku di laşê wan de bi cî bûne û vulgar in, siyasetê dimeşîne. Siyaseta wan zindî nîne. Rêxistinên vê sinifê gor demê nîne. 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ YA BAKÛRÊ KURDISTANÊ NEZAN E Û XWEDIYÊ CERIBANDINÊ JÎ NÎNE. LÊ NAXZWAZE KU Jİ CERIBANDINA DERS DERXE Û FÊR JÎ BIBE: Pirsa Kurdistanê, pirseke gelek girîng e, pirsa çarenivîsiya neteweya kurd e. Pirsa serxwebûn û Azadiya Kurdistanê ye. Dewleta Kurdistanê ava kirine. Têkoşîna neteweya kurd ya milî, xebateke dîrokî û durdirêj e.  Ji aliyê cerabandinê de jî, xwediyê dewlemendiyekê ye. Pirsa Kurdistanê û Tevgera milî ceraibandin û zanyarî dixwaze. Hezar mixabin Nifşa Duyemîn ya Sinifa Siyasî ya Bakûrê Kurdistanê ji vê zanyariyê bêpar e. Xwediyê ceribandinê jî nîne. Hezar mixabin naxwaze fêr bibe û ji ceribandina Tevgera Milî ya Kurdistanê ders jî derxe.

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ YA BAKÛRÊ KURDİSTANÊ XWEDİYÊ ŞIÛRA GİŞTÎ, GELERî, MILÎ NÎNE. XWEDIYÊ ŞIÛRA GRÛPÇITÎ Û PARTÎCITÎ YE: Pirsa Kurd û Kurdistan pirseke milî ye. Pirsa rizgarîxwazî û dewlet avakirinê ye. Ev tê wê wateyê ku doza Kurd û Kurdistanê, doza hemû kurdan, kurdistaniyan, hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê, fikrên cuda, ol û mezhebên li Kurdistanê ne. Ji bona doza kurd û Kurdistanê meşandin, zihniyete fireh, nûjen, fereset, demokratîk, plural fikirandin pêwîst e. Hezar mixabin Nifşa Duyemîn ya Sınıfa siyasî ji vê zihniyetê dur e. Zihniyeta grûbçitî û particitî ji bona vê sinifê, li pêş Kurdistanê û neteweya kurd e.

 NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ DEMOKRAT Û AZAD JÎ NÎNE. DÛVİK E Û BÊ WÎZYON E: Ji bona ku serxwebûn û azadiya Kurdistanê pêk bê, sinifeke siyasî ya demokrat û azad pêwîst e. Hezar mixabin sinifa siyasî ne azad e, ji PKKê re dûvik e. Gelo dûvik dikarin welatekî û neteweyekî azad bikin.. Ew ne mumkin e. Sinifa Siyasî ya Bakûrê Kurdistanê jî ji bona ku demokrat û azad nîne, nikera tevgereke milî ya demokrat û azad jî ava bike.

Ez dikarim di encamê bibêjim, ku heger sinifeke siyasî li welatekî di ev rewşê de be, nıkare tevgerekê, tevgereke milî û civakî ava bike. Pêşve binbe û ji re pêşengî bike.

Li Kurdistanê jî hezar mixabin rewş ew e.

Lê sinifa siyasî vê rastiyê qebûl jî nake. Loma jî ji derdê vê sinifê re derman dîtin gelek zehmet e. Ew dê bi vê nexweşiyê zêdetir zerar bide Doza Kurd û Kurdistanê. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev