Davîtê Sasûnê

Davîtê Sasûnê

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûşêstyekê me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çîroka bi sernavê “Davîtê Sasûnê” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 161

Li Sasûnê Hohan mezinayî dikir, Davît birazîyê wî bû, piçûk bû.

Mêlîk Misirêda bû, mêrxasê Misirê bû, her titş di destê wîda bû. Mêlîk dikir-ne dikir Sasûn nedianî rayê. Rojekê jî sêsid şêst û şeş tamarê wî tev rabûn, hêrsa wî rabû: çevê wî tijî xûn bûn. Tivdîra xwe dît, emirî ser rîsipîyêd Misirê kir: “Cahil, kal, pîr, herçê destê wan dar digire, tivdarekê xwe bibînin, bi zexîra xwe, bi çadir, bi xêbetê xwe hazir bin, emê herine ser Sasûnê; yanê Hohanê ji min bistîne, yanê ezê Sasûnê bistînim”.

Emirê Misir Mêlîk derket: zar, kal, pîr, herçê destê wan dar digirt, tivdarekê xwe dîtin, çadir û xêbetê xwe hildan. Bi eskerê giran berê xwe dane tixûbê Sasûnê.

Avek dihat ser Sasûnê. Ew av li ser Sasûnê dane birînê. Misir Mêlîk emir kir, çadir û xêbetê xwe lêxistin. Çadira Misir Mêlîk tek lê xistin, ji ordîyê dûr. Ew heft roja radiza, heyşt roja hişyar dima.

Rîspîyêd Sasûnê nihêrîn, dîtin ku av nayê. Du meriv şandin, wekî teselîyê bikin, çika ava wana çira nayê. Wan meriva lê nihêrîn, ku ber avê hesabê siteyrê ezmana heye, hesabê çadir û xêbeta tune. Hatin cab dan Honan.

Hohan derkete hêsûyê. Bi dûrbîna xwe nihêrî, got: “Raste, xebera rîspîyaye”. Gelekî tirsîya, çû kete hundur, derî li ser xwe dada.

Davît birazîyê Hohan bû, cahil bû, sêwî bû, nava Sasûnêda diçû-dihat. Lê nihêrî rîspîyê Sasûnê dibêjin: “Emê Misir Mêlîkra şer bikin”. Davît zivirî çû mal, Hohanê apê xwera got:

-Tu çira ketî hundur? Rîspîyê te ji destê te diçe.

Go: -Ji qewata min dere, ezê pê nikaribim.

Davît zivirî alîyê malê: çek û sîlihêd xwe girêdan, hespê Hohan kişande derva, lê siyar bû, ajote nava ordîya Misir Mêlîk, lê nihêrî yekî kal kêleka ordîyê sekinîye, jê pirsî:

-Bavê kal, go, ev çi eskere, çi hela-helaye?

Kalê got: -Eskerê Misir Mêlîke, hatîye Sasûnê zeft bike, Hohan bike bin destê xwe.

Davît ji kalê pirsî: -Niha Misir Mêlîk li kuye?

-Ha, go, çadira hanê tek ya Misir Mêlîke.

Davît go: -Gerekê ez herim Misir Mêlîk bibînim.

Kalê got: -Çi karê te bi çadirê ketîye. Misir Mêlîk heft roja radizê, îro sê roje razaye, maye çar roj hişyar bibe.

Davît got: -Ez hatime, wekî xewa wî biherimînim.

Kalê got: -Wextê tu nêzîkî çadira wî bî, wekî bîna xwe berde, tuyê herî bi çiya kevî, wekî bîna xwe bikişîne, nola mêşekî tê bikevî firina wî.

Kalê zerpa Misir Mêlîk dîtibû. Hêrsa Davît hat, sêsid şêst û şeş tamarê wîye qewatê rabûn, hespê xwe li ber kalêra ajot, got:

-Kalê, niha tuyê binihêrî çika kî ji me berxe, kî berane,- û ajot ber derê çadira Misir Mêlîk.

Misir Mêlîk razayî bû, lê kire qîrîn, go:

-Misir Mêlîk!

Misir Mêlîk ji xewê banz da ser xwe, go:

-Tu çi tevakî, te xewa min herimand.

Got: -Ez Davîtim, lê tu kîyî, wekî te ava Sasûnê birîye?

Got: -Ez Misir Mêlîkim!

Misir Mêlîk şûr hilda, derket derê çadirê qal û cengê, şer bi Davîtra danî. Lê kir û ne kir, maşela bi Davît nikaribû. Misir Mêlîk ber sekinî, go:

-Davît, yê nola te meriv nanê xwe didê, paşê pêra şer dike, peya be, parî nanê min bixwe, dîsa dewa min û te dewe.

Go: -Na, ez peya nabim, nanê yê nola te naxum, tu mixenetî, şerê min tera şere.

Heft roja li hevdu xistin. Misir Mêlîk lê nihêrî çare li Davît nake, Davît wê bi şûr bikuje. Ew dorê nikare jê bistîne. Bi şûr û mertala şer dikin, go:

-Davît, eva kincê xewêne bi tera şer dikim, bisekine, ez herim kincê şêr li xwekim.

Misir Mêlîk (Mêlîkê Misirê) çû hundur, derê çadirê girt. Heft çermê gamêşa li xwe kirin, serda zirx li xwe kir, derket Davîtra şer kir.

Hêrsa Davît hat, tamarê enîya Davît rabûn. Davît meydanekê dora eskerê wîra hat-çû, zivirî, bi bayê hespê ji wêda hat, şûr di orta Mêlîk Misirda lêxist, Mêlîk Misir kir du qeta. Eskerê Misirê hate rayê. Ava Sasûnê (Samsûnê) berda. Hat Hohanê apê xwera got:

-Mêlîk Misir çi bû, wekî tu jê ditirsîyayî? Çira ketî hundur, te derî li xwe dadaye? Min Mêlîk Misir kuşt. Eskerê Misirê hate rayê. Min îzina eskerê kesîb û kûsîb, eskerê belengaz da, go: -Herin bigihîjin jin û zarêd xwe û xebata xwe bikin.

Rîspîyên Sasûnê berevî ser hev bûn. Davît danîn dewsa Hohan. Cimaetê gelekî jê hiz kir, gotin:

-Davîtê me wê timê xwe ji tengasîya xilaz bike.

 

Got: Aşiq Ahmê Çolo, 70 salî, nexwendî, rîspîyê gundê Elegezê, li ser nehîya Aparanê, li Ermenîstanê. Ahmê gelek serhatîya, hikyatêd cimaeta kurmancîyê zanibû. Ahmê Çolo sala 1964a li gundê Elegezê wefat bû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev